Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,275
Wêne
  123,303
Pirtûk PDF
  22,033
Faylên peywendîdar
  124,523
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Demokrasiya tirkan û rewşa kurdan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mahabad Felat
Mahabad Felat
=KTML_Bold=Demokrasiya tirkan û rewşa kurdan=KTML_End=
#Mahabad Felat#

Di mercên demokratîk de têkoşîna mafan û parastin û pêşvebirina destkeftiyan di destpêkê de ji bo aliyê ji bo van têdikoşe û ji bo hemû aliyên din, bi taybet jî, ji bo qada siyasî û civakî yek ji tişta herî  grîng e. Lewra êş wendakirin û tevlîheviyên wê pir kêmtir in. Ya din jî ku yek ji ya herî gring e, rê li ber baştir têgihiştina hev û du bi taybet ji aliyê civakê û civakî ve vedibe. Ev jî dikeve xizmeta çareseriyeka ji bo herdu aliyan. Ji bo herdu aliyan dibêjim, lewra di rewşa aloz û şer de, ne tenê aliyek zerarê dibine û wenda dike. Tevgera Azadiyê ji ber vê rastiya ku hîn pir zêdetir dikare li ser be gotin û kûr û berfirehkirin, xwest li ser vê rastiyê hin tiştan şîn bike. Ji bo vê gelek li ber xwe da ku niha jî deriyeke vekirî di vî warî de bibîne bi raya min dê xwe paşve nede. Ev, bi rastiya jor ve yekser girêdayî ye.
Gelek caran ji aliyê gelek kesan ve hatiye gotin ku şer, ji ber rêlibergirtin, an têkbirin, an tûnekirina hemû derfetên din, ji neçarî, weke rêya dawî tê ceribandin an jî pekanin.
Hemû raperîn û serhildanên kurd jî, ji ber vê sedemê rû dane. Eger -negihiştibin encameka weke armanc hatibe peşxistin jî, ev raperîn bûne sedema têkneçûn û pêşxistina giyana neteweyî. Bi qasî dewlemendiya kurd a dîrokî, ev têkoşîn jî bûne sedema parastina giyan û jiyana kurd. Ango dewlemendiya kurd a dîrokî jiyana azad û serhildêriyê û serhildêri jî, giyana neteweyi bi pêş xistiye. Ev rastî jî dide xûyakirin ku divê em çi di xwe de biparêzin û xwe li çi bipêçin. An na dawî rizandin û tunebûna giyanî ye, encama wê jî tunebûna fizîkî ango jiholêrabûna hebûna kurd e.
Dewleta tirk di sala 1946’an de derbasî pirpartitiyê bû. Di vê pevajoya 70 salî de, dema li rêje û daneyên hilbijartinên li Tirkiyeyê dinêrî, rêjeya çepgiran li gel sosyalist û koministên wan jî û di serdema wan a her baş de jî (1960-1970) derneketiye seriya ji %40’î. Di pêvajoya 70 salî de, bi ketin, rabûn û gûherandinên konjoktura Tirkiyeyê û ya cihanê jî, hejmara çepgiran di nav hev de li dora %35’e. Ji vê hejmarê ji %10’ê dengên kurdan derîne, dimîne ji %25. Ji vî ji %25`î jî herî zêde mirov dikare bêje ji %5 erêni nêzi pirsa kurd dibe û kêm ji wan jî, di nav hewdaneka dostane de ne. Aha me ji bo vê ji %5`î, xwe pelaxt heya niha. Dengê me yê (biratiya gelan) û (aşti) yê asîmanan çirand. Bê guman divê mirov di nav hewdanên erênî de be. Lê erênîbûn ne dûrketina ji rastiyên berçav e, em vê nabînin, an naxwazin bibînin.  Weke gelek tiştan em ji şorkirinê pir hez dikin. Li gel ku em gelek caran pê dizanin, dawi vereşandin e.
Di van hilbijartinên dawî de jî, AKP`ê xwe bi temami li dengên rastgiran girt. Ziman hewdan û hemû kiryarên xwe ji li gor vê hona, reng dayê û pêk anî. Hemû têkiliyên xwe, çi li hundir û çi li derve jî, li gor vê armancê dani û bi pêş xist. Li gel vê rastiyê jî, girtina ji %51’ê dengan ne serkeftinek e. Ew bixwe li hêviya bi kêmasî ji %60’ê dengan bûn. Loma ku dengê wan bixwe jî, bi gef û gur û gemar bû. Nêzi hilbijartinan ku pê îman anin wê nikaribin ji %60’ê dengan bigirin, dengê xwe jî li gor wê piçek nizimtir û zimanê xwe piçek nermtir kirin.
Ji %51’ê dengan destpêka têkçûna desthilatdariya AKP`ê ye û ew jî vê dizanin. Loma jî, dê bêhtir giranî bidine çewisandin, tepisandin, tirsandin û manîpulekirina civakê. Dîsa dê rê li ber birexistiniya civakê û pêşxistina nêrinên mûxalif û yen azad bigirin. Dizî jixwe sedema hebûna wan e.
Li ser bingeha vê analîzê dikare bê gotin ku rast e ku ji bo kurdan zêde tiştek neguheriye. Lê serkeftina dengên “na”, dikaribû bêhtir bibe sedema moral û motivasyona civaka kurd û belku dikaribû bibe şansek din ji bo ceribandina çareseriya pirsa kurd bi rêyên demokratik. Pişti xerabkirina bajarên Bakurê Kurdistanê û şewitandina bi sedan civanên kurd, belku bibûna hêviyek ji bo piçek kewandina wê birinê jî. Lê diyar e cardin ji berxwedanê pêştir tu rêyeka din li ber gele kurd nemaye û gele kurd jixwe bi dengên xwe re rengê xwe jî, daxwaza xwe û hilbijartina xwe jî pir zelal aşkere kiriye. Ev serbilindiya gelê kurd e. Di vir de dimîne civaka tirk. Lewra yê ku gotine erê diyar e wê çi bikin û dixwazin çi bikin. Lê yên gotine na, ne weki kurdan xwedi rêxistineke xûrt in û ji xweradestkirin û pejirandina desthilatdariyê re behtir vekirî ne. Li gel vê yekê jî, dîrokê nenivîsiye ku dîktatoriyek gihîştibe armanca xwe û têk neçûbe. Dîktatoriyên berê, ji bêr konjoktura cîhane û lawaziya çanda demokrasiyê behtir temendirej bûn. Lê îroj ne konjoktura cîhanê dikare dîktatorek bi taybet jî li Rojhilata Navin demek dirêj ragire, ne çanda demokrasiya pêşketî ya cihanê vê radigire û ne jî berxwedana mezin a gelê kurd û giyana wan a azad destûra vê yekê dide. Dê hemin tek biçin û ev ne pir dûr e jî. Tenê dil dixwest ku kêmtir êş bêne kişandin. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,881 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
Gotarên Girêdayî: 18
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-04-2017 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,881 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.046 çirke!