Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,069
Wêne
  124,400
Pirtûk PDF
  22,119
Faylên peywendîdar
  126,461
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
NEWROZ 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
N E W R O Z
N E W R O Z
=KTML_Bold=NEWROZ=KTML_End=
#Mahabad Felat#

Jiyana gelan li ser çi rastiyên tevgerên xwezayî û cografîk teşe girtibe, çîrokên wî gelî jî li gor wê afirîne. Loma ku ew çîrok di nav xwe de kodên civakê dihewînin.
Çîrokên li ser van rastiyên gel afirîne, grîng in. Lewre kodên wê civakê di wan çîrokan de veşarî ne. Lê çîrokên ku ji derveyê van rastiyan û civakê, li wê civakê hatine anîn jî hene. Caran ev çîrok ji aliyê wê civakê ve nayêne pejirandin, lê li gel vê jî di nav herikîna demê de pir pêkan e bibine parçeyeke wî gelî. Piştî demekê ew gel bi xwe jî êdî bawer dike ku ew çîrok, çîroka wî ye. Dema mirov bide ber van rastiyan û li gor wan binirxîne, baştir dikare bê dîtin ku çîrokên ji derveyê wî gelî li wan hatine anîn, dikarin kodên wî gelî, wê civakê jî biguherin ku ji xwe armanca lêanîna çîrokan li gelekî din jî ev bixwe ye.
Tişta di mijara çîroka ango mîtolojiya Newrozê û Kawa de hatiye serê me jî ev bi xwe ye. Lewre çîroka Firdewsî ya Newrozê, çîrokekî manîpulatîf e û bi zanebûn, ji bo manîpulekirina civaka kurd hatiye afirandin û serobinkirin. Êşa mezin di vê mijarê de ew e ku em hîn jî ji vê çîrokê bawer dikin, li gor vê çîrokê xwe û Newrozên xwe pêk tînin, sembolên xwe diafirînin û helwesta xwe diyar dikin.
Newroz, bi sedema bindestiya civaka kurd di nav demê de ji pêşwazîkirin û pîrozkirina bihar, germahî û ronahiyê bêtir, reng, teşe û armanceke berxwedaniyê jî girtiye. Di vir de şaşiyek nîne, dijberî wê başiyek heye, lewre li gor pêşkeftinên civakê, reng û armancên kevneşopiyên wan jî dikarin di nav xweza xwe de biguherin. Lê şaşî ew e ku ev guherîn li ser bingeha manîpulasyona çîroka  Firdewsî bi pêş ketiye û hîn jî ew reng  û sembol in di pîrozbahiyên me de derdikevine pêş.
Ji yekem hewldanên têgihiştina tevgerên xwezayî ve hin çand, bawerî û kevneşopî jî afirîn. Newroz, kevneşopiya herî grîng a vê rastiyê ye ku li ser bingeha rastiya Newrozê, gelek kevneşopî û baweriyên din jî afirîn. Lomaye ku her çendî dîroka Newrozê bi B.Z. 612an, ango damezirandina Împaratoriya Medan ve bê destpêkirin jî, ev bi temamî nabe bersiva rastiya Newrozê. Lewra Newroz pir beriya damezirandina Împaratoriya Medan, heta pir beriya çand û baweriya mîtrayî jî, ji aliyê gelê kurd ve hatiye pîrozkirin.
Îroj li Swêdê Newroz bi pîrozbahiyeke mezin, li qada herî mezin a Stockholmê bi organîzekirina kesekî faris ve tê pîrozkirin û ji bo vê pîrozbahiyê gazî kurdan jî nekirine. Di daxuyaniya televizyona swêdê svt de tê gotin ku ev pîrozbahiya farisan(!) a pêşwaziya bihar, germahî û ronahiyê ye û ji aliyê gelên din ve jî tê pîrozkirin.Bi saya Firdewsî me bi çîrokekê ve girê dan û bi xwe jî li ser rastiya qedîm a kevneşopiya gelê kurd rûniştin. Ya kambax ku em ji vê çîrokê dilxweş in û me xwe pê ve girê daye û faris jî li rastiya me ya em li ser şîn bûne û me pê teşe girtiye xwedî derdikevin û bi cîhanê jî didine pejirandin.
Divê em kirasên li me kirine ji ser xwe biçirînin, ne ku di her Newrozî de bi dilxweşî li xwe bikin û pê şa bibin. Ango ne kesekî bi navê Kawa hebuye, ne împaratorekî Asûriyan bi navê Dehaq hebuye û ne jî Newroz bi vê çîrokê dest pê kiriye.
Bi gotineka din; Newroz, bihar, germahî û ronahî ye, sembola afirandina jiyanê ye û ne ji çîrokekê afiriye, lê gelek çîrok, ol, felsefe, kevneşopî ji rastiya herî kevin a xwezayî ya bi navê NEWROZê afirîne û kodên civakî yên gelê kurd di van de veşarî ne. Yên di pîrozbahiyan de divê derkevine pêş, li gel çanda berxwedana gelê kurd, ev kod in jî.
Newroz li gelê kurd ê berxwedêr û afirînerê şaristaniya mirovahiyê û li mirovahiya pêşverû pîroz be! [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,293 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/- 15-09-2023
Gotarên Girêdayî: 36
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-03-2019 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 26-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,293 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.156 çirke!