Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,309
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
100 Romanên Kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
100 Romanên Kurdî
100 Romanên Kurdî
=KTML_Bold=100 Romanên Kurdî=KTML_End=
#Mahabad Felat#

Civakek dema ji çanda demokrasiyê bêpar polîtîze bûbe, reng û teşeyeka şolî ango ne zelal, tevlîhev û xumam digire. Di wê civakê de ne pêkan e di tu warên jiyanê de pîvanên hemdem û rast ên dikarin di pêşkeftina civakî de roleka erênî bilîzin, şîn bibin. Tişta di civakeka wiha de bikaribe bi pêş bikeve ev in; populîzm, kulta kesan, xwedbînî, dîktatorî û sofîtî û mirîdiya li dora van kombûyî, nepejirandin û dijayetiya hev û du, nepejirandin û dijayetiya tûj a li dijî rexneyan, durûtî, nezanî, fesadî, tiralî, hesûdî, çiqûzî, bêbextî. Polîtîzebûna civakên bindest li dijî serdestên xwe heya ciyekê dikarin roleka erênî bilîze. Lê ev divê nebe pîvan û rêbaz û teşeya jîyana civakê. Ji bo civak bi wê jahra polîtîzebûnê nekeve divê pîvan û rêbazên demokrasiyê di nav civakê de bêne bipêşxistin, civak li ser nirxên demokrasiyê bê perwerdekirin. Yan na, di civakên bindest de, ew tiştên li jor hatine nivîsîn dikarin hîn kûrtir û xirabtir bi pêş bikevin. Di nav van hemiyan de jî metirsiya herî mezin ji bo civakê, populîzm e. Lewre di civakan de populîzm taya beriya mirinê ye. Radeya pêşketina populîzmê, radeya rizandina civakî ye.Mînak; du navên herî zêde bi nav û deng in di nav romannivîsiya kurd de, diz in û diziya wan bi belge û îsbat hatiye nivîsîn, lê li gel rastiya diziya wan jî, wan ji popularîteya xwe tu tiştekî wenda nekiriye, dijberî vê rastiyê, diziya wan mixabin ku bûye pîvana serkeftina wan. Dizî, şaşî û xerabî dema bibine pîvan, kesek êdî qala wan dizî, şaşî û xerabiyan jî êdî ne dike û ne jî dibîne, lê xwe lê tîne. Aha yek ji tişta çanda populîst tîne serê civakê jî ev kambaxî û malwêranî ye.  Dema binê mirov bi xwe şil bûbe, êdî mirov qala ava binê kesekî din jî nake. Tişta li me hatiye jî ev e.Îroj min li ser twîtterê lîsteya ”100 romanên kurdî yên teqez divê bêne xwendin” dît.  Di civakên pêşkeftî de ev lîste ji aliyê pirtûkxaneyan ve têne amadekirin û ew jî ne bi sernavê ku ”teqez divê bêne xwendin” lê wekî ”pirtûkên di nav salê de herî zêde hatine xwendin” têne weşandin. Ango li gor encameke berçav lîsteyên wiha têne amadekirin. Yan jî, kesên di warê wêjeyê de bûne otorîte, piştî xwendin, nirxandin û nîqaşên edebî ên li ser van romanan, nêrînên xwe tînine ziman, lê dîsa jî nabêjin ”teqez divê bêne xwendin”, lê ji tercîha mirovan re dihêlin. Di lîsteya romanên kurdî de, bi kîjan rê û rêbazan lîste hatiye amadekirin, li gorî kîjan pîvanan, ne diyar e. Kî biryara van 100 pirtûkan daye, li gor çi  amade bûye, ne diyar e ku jixwe diviya di serê lîsteyê de ev hemî pêşî bihatana aşkerekirin û lîste li bin vê ravekirinê bihata zêdekirin. Lê ji rê, rêbaz û pîvanan zêdetir, xuya ye ku li gor kesan ev lîste hatiye amadekirin. Dema li gor kesan bê amadekirin jî, di civakeka mîna ya me polîtîzebûyî û ji pîvanên hemdemîn û demokrasiyê bi dûr de tişta dê bide der jî ne pîvanên wêjeyî lê populasyonakesan e. Eger lîsteyeka wiha di nav civakeka din de jî hatibe amadekirin ku min bixwe nediye, lê dîsa jî ev encamê naguhere, ku ev encama vê çanda populîst e.
Ez jî niha lîsteyek amade bikim ma wê kî çi bêje?!
Ya din û pir balkêş ku ev lîste di twîtterê de bi tirkî hatiye pêşkêşkirin û navên pirtûkan bi xwe jî bi tirkî hatiye nivisîn ku çend pirtûk ne tê de ên din yek ji wan jî wergera wan a bi tirkî tune û eger hebe jî, çima navên wan ên orjînal ên bi kurdî wergerandine tirkî û wisa weşandine, bi rastî pir balkêş û hêjayî lêpirsînê ye. Ha romaneka min jî heye û di nêzîk de ya duduyan jî amade dibe, lê bawer bikin an jî nekin dilê we ye, eger navê min jî di vê lîsteyê de hebuya, wê ev nivîs dîsa bihata nivîsîn. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,764 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/- 15-09-2023
Gotarên Girêdayî: 11
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 06-01-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,764 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!