Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,206
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,069
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Helbestvan û fîlozofê mezin Melayê Cizîrî – 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Helbestvan û fîlozofê mezin #Melayê Cizîrî# – 1
Muqades Agirî

Melayê Cizirî bi dîwana xwe û menzûmeyên xwe yên derveyî dîwanê mohra xwe li tarîxa edibiyata kurdî daye. Berhema herî girîng a Mela dîwana wî ye. Dîwana Mela di tarîxa edebiyata kurdî de yekemîn dîwan e ku bi awayekî muretteb û di asta dîwanên Farisî, Erebî û Tirkî yên navdar de hatiye nivîsandin.
Muqades Agirî
Melayê Cizîrî, ne tenê di kurdiya kurmancî de, di çarçoveya edebiyata kurdî tevî de helbestvanê herî girîng tê hesibandin. Di edebiyata kurdî de cara ewil Melayê Cizîrî, li gorî krîterên edebiyata rojhilatê, bi taybetî ya Îranê dîwaneke muretteb nivîsandiye. Bi gotineke dî dîwana Melayê Cizîrî, yekem dîwana muretteb a bi kurdî ye ku gihîştiye roja me. Di nav zaravayên dî de jî berî Mela, dîwaneke bi rêk û pêk û muretteb nehatiye nivîsandin. Ev qidema Melayê Cizîrî, cihê wî di tarîxa edebiyata kurdî de bêhempa dike.
=KTML_Bold=DÎWANA MELA YEKEM E Û ASTEKE GELEK BILIN DE HATÎYE NIVÎSANDIN=KTML_End=
Dîwana Melayê Cizîrî ji aliyê çêja edebî, hêz û quweta vegotinê û taybetiyên din ve di nav edebiyata kurdan de di dereca yekemîn de ye. Di nav Ereban de îbnû’l-Farid, di nav Farisan de Hafizê Şîrazî û di nav Tirkan de Fuzulî çi be, Melayê Cizirî jî di nav kurdan de ew e. Dîwana Mela digel ku yekem e jî, di asteke gelekî bilind de hatiye nivîsandin. Melayê Cizirî, di edebiyata kurdî de ekola tesewifê temsîl dike, bi gotineke din ew helbestvanekî mutesewif e. Lê digel vê jî ew ne nûnerê edebiyata tekyayê ye. Lewra di dîwana wî de derheqê tekya û pîrê tekyayê de helbest peyda nabin. Tesawifa li cem Mela, tesewifa felsefî ye ku di dîwana wî de reng vedaye. Xala pêş hizra wehdetu’l-wicûdê (yekîtîbûn) ye.
Herçiqas di xezelên Mela de yên şûşane hebin jî, bi giştî Mela, di çarçoveya nêrîna tesewifî de, hizra evîna îlahî diparêze. Lê Mela evîna mecazî ji bo gihîştina evîna heqîqî wekî pirekê dibîne. Melayê Cizîrî, hizra evîna îlahî wekî eşqa heqîqî bi nav dike. Mela berî her tiştî kesekî mutesewif e. Li gorî kesekî mutesewif ji bo ku ramanên xwe diyar bike helbest nivîsandin haceteke gelek girîng e. Di zimanê helbestan de sembol, hêma ji bo mebestên helbestvan diyar bike hacetek e. Bêguman çanda tesewifê jî ji bo zimanê helbestan musaîd e. Bandora çanda tesewif ya herî girîng ziman, çand û edebiyata gelan bi pêş xistiye. Dîwana Mela jî di vê çarçoveyê de ji hêla ziman û edebiyata kurdî wekî şaheserekê tê qebûlkirin. Dema ku mirov dîwana Mela lêkolîn dike fikrên zanistî û ramanên entelektuel ber bi çav in.
=KTML_Bold=BINGEHA TESEWIFÊ DE DEV JI BERDENA DINYAYÊ Û HEZKIRINA XWEDÊ HEYE=KTML_End=
Tevgera edebî ku bi Melayê Cizîrî dest pê kir di nav sofiyên kurd de deng derxist û heman demê de bi fealiyetên tarîqatên cuda di nav civaka kurdan de sînerjiyeke mezin pêk anî. Ev jî edebiyata kurdî ya tesewifê de bu sedema jiyandina qonaxa zêrîn. Bi bihûrandina salan bi belavbûna îslamiyetê gelek civakên cihê ketin nav dînê Îslamiyetê. Helbet ev civak bi tevahî dev ji bîr û baweriyên xwe yê qedîm û çanda xwe ya qedîm bernedan. Ev civak bi tevî çand û bîr û baweriyê xwe ketin nav Îslamiyetê. Ji ber vê jî êdî tesewif ne wek şêweyek jiyanê lê belê şêweyeke felsefî derket pêşberî me. Di nav vê felsefeyê de têgeha herî balkêş têgeha wehdet’ul -wicud e. Ev têgeh bi şîroveyên Îbnî Erebî kete nav teşeyekê. Ev teşe, di nav dîroka tesewifê de hin baweriyên wekî afirîner û afirîde yek in derxist holê lê vê bîr û baweriyê pir qebûl nedît.
Di bingeha tesewifê de dev ji berdana dinyayê û hezkirina Xwedê heye. Li gorî tesewifê divê mirov dev ji xerabiyan berde û hemû însan di hezkirina xwedê de bibin yek. Li gorî vê baweriyê Xwedê layiqê hezkirinê ye. Hewce nake ku em ji xwedê bitirsin ji ber ku xwedê afirîdeyeke ku hemû mexluqatan afirandiye û hezkirin hînî wan kiriye. Ji ber vê jî divê hemû însan hezkirinek bêhempa ji xwedê hez bikin. Ji ber vê jî hemû şaîr Xwedê wek afirîdeyek ku layiqê hezkirinê ye dîtine. Di heman demê de li gor tesewifê divê ku mirov di vê dinyayê de dev ji mal û milkên dinyayê berde û bibe xwedî exlaqek baş, ji ber vê jî divê bi nefsa xwe mirov têkeve nav têkoşînê. Helbet ji ber vê yekê jî lazim e rê û rêbazên tesewifê ji xwe re hilbêjêre. Ji ber van sedeman şaîrên mutesewif tesewifê wekî rêya rastîn yê Îslamiyetê qebûl dikin. Li gorî tesewifê li ser hemû afîredeyan hezkirinek mutleq heye û xweşikbûnek mutleq heye. Mirovên ku di vê rê de meşiyane di rûyê hemû mexlûqaten de neqşên îlahî dîtine û hemû qaînat ji bo wan bûye amûrek hezkirina Xwedê. Ji bo ku Xwedê xweşikbûna xwe derxe holê û xwe bide nîşandan hemû kaînat afirandiye û bi vî awayî têgeha eşqa îlahî derketiye holê. Ev têgeh bi sedsalan di nav zimanê edebiyatê de cih girt.
=KTML_Bold=JIYANA MELAYÊ CIZÎRÎ, BERHEM Û NÊRÎNA WÎ YA TESEWIFÊ=KTML_End=
Zanyariyên Nasnameya wî
Melayê Cizîrî, yekem helbestvanê kurd e ku bi terzê edebiyata klasîk a rojhilatî dîwaneke bi kurdî derxistiye holê. Navê wî yê rastîn Ehmed e. Bi hesab meletiya wî ya di medreseyan de û bajarê wî Cizîrê wekî Melayê Cizîrî hatiye naskirin. Wî bi xwe di gelek beytên dîwana xwe de navê xwe emilandiye. Bo nimûne;
Ehmed im sîne siper pêşberî tîra felekê
De’wedarê te me îro tû ji dehlê were der
Melayê Cizîrî di helbestên xwe de bi piranî mexlesa ’Mela’ bi kar aniye. Ew kesên ku ji medreseyên berê mezûn dibûn û ji wan medreseyan destûrnameya ilmî distandin wekî ’Mela’ dihatin binavkirin. Îcar Melayê Cizîrî jî melayekî bi vî rengî bû û çawa ku di vê beyta jêrîn de xuya ye, wî di helbestên xwe de ew wesfê xwe ji xwe re wekî mexles xebitandiye.
Rohniya çehvên Melayî ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil rewayî dil ji min bir dil ji min
Wî carînan mexlesa ’Nîşanî’ jî bi kar aniye ku ev mexlesa wî di duwazde helbestên wî de derbas bûye. Bi qasî ku tê şîrovekirin Mela bi neqandina vê mexlesê xwestiye îşaret bike ku ew bûye hedefa tîrên evînê, yan jî tîrên mûsîbetan. Herweha dibe ku emilandina ’nîşanî’ ji ber hebûna nîşana li ser rûyê wî jî be. Wekî nimûne di vê beyta jêrîn de Melayê Cizîrî wekî mexles bêjeya Nîşanî bi kar aniye.
Qesdê serçeşmeê heywanê heqîqet ke Nîşanî
Bi cihanê mebe mexrûr ku cîhan ’eynê serab e
Li gorî nusxeya Ebdulqadirê kurê Eliyê Amêdî ku di sala 1238/1822an de hatiye nivîsandin navê bavê Melayê Cizîrî Mela Mihemed e. Dîsa li gorî destnivîsa Omerê kurê Es’ad ku di sala 1937an de hatiye nivîsandin ew ji malbata Ensariyan e. Her weha ew ji eşîra Bohtiyan e ku wî bi xwe di beyteke xwe de ev tişt aniye zimên:
Gulê baxê Îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
=KTML_Bold=TEMENÊ MELA=KTML_End=
Sala ji dayîkbûn û koça dawiyê ya Mela, di çavkaniyan de nehatiye diyarkirin. Lê çawa ku li jorê jî hate nîşandan, ji helbestên Mela bi hesabê Ebcedê jidayîkbûn (975/1567-68) û koça wî ya dawîyê (1050/1640) hatiye derxistin. Li gorî ku Elaeddîn Seccadî, ji destnivîsa Ebdulqadîr Amêdî neql kiriye, Mela 75 salan jiyaye. Bi rastî jî li gorî tarîxa jidayîkbûn û koça wî ya dawiyê ku bi hesabê ebcedê derketibû holê jî temenê Mela 75 sal çêdibe (1050-975=75)
=KTML_Bold=XWENDINA MELA=KTML_End=
Li gorî ku hatiye rîwayetkirin Mela, li Cizîr, Hekkarî, Imadiye û Diyarbekirê xwendiye. Di 32 saliya xwe de, li gundê Strabasê yê Diyarbekirê ji Mela Taha îcazet girtiye. Piştre li gundekî dî yê Diyarbekirê bi navê Sirba melatî kiriye. Piştre çûye Hesenkeyfê û li wir dersdarî kiriye. Piştre çûye Cizîrê û li Medresa Sor dersdarî kiriye û di heftê û pênc saliya xwe de wefat kiriye û li medreseya sor hatiye defnkirin.
Piştî ku Cizîr 30 salan di destê Çelebî yê Akkoyunî de maye, mîrê çardehem Mîr Şerefxan kurê Bedir (…1512) di sala 1508an de Cizîr ji wî kesî stendiye û Medreseya Sor ya ku Mela tê de medfûn e ava kiriye. Mîr Şerefxan her weha sê êrîşên Safewiyan jî berteref kirine.
=KTML_Bold=ZEWACA MELA=KTML_End=
Li gorî rîwayeta xelkê Cizîrê Mela nezewiciye. Li gorî ku Mela Mehmûdê Bazîdî dibêje Mela aşiqê xweha mîr Îmadedîn bûye. Herweha tê gotin wî ji Keça Melîk Kamilê Heskîfê Selmayê hez kiriye û ev beytên li jêrê derheqê wê de gotine.
Îde û herkes ji dîdara te lê pîroz e îd
Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzîl be
Ma bi le’lên canfeza navê me bînit carekê
Bi’du’a bellix tehiyyatî li Selma ya berîd
=KTML_Bold=BERHEMA MELAYÊ CIZÎRÎ=KTML_End=
Bêguman Melayê Cizirî bi dîwana xwe û menzûmeyên xwe yên derveyî dîwanê mohra xwe li tarîxa edibiyata kurdî daye. Berhema herî girîng a Mela dîwana wî ye. Dîwana Mela di tarîxa edebiyata kurdî de yekemîn dîwan e ku bi awayekî muretteb û di asta dîwanên Farisî, Erebî û Tirkî yên navdar de hatiye nivîsandin. Nusxeya Cizîrê, digel helbesta ’Ya Ramiye Qelbî’ ku bi bal Xizir û Ehmed Paşa ve tê nîsbetkirin 114 helbest in.
*Qesîde: 21 heb.
*Xezel: Nûbihar: 87 heb.
*Medhiye: 2 heb.
*Rubaî: Di çapa Zivingî de 3 hene. Digel yên Hartman dibine 16 heb.
*Tesdîsa Şêx Remezan 1 heb.
*Terkîb bend: 1 heb
*Terci’bend: 4 heb.
*Terdiye: 1 heb.
*Ferd: 2 heb
* Hinek helbestên Mela yên ku ne ketine dîwana wî jî hene. Bo nimûne, di mecmû’eya Ebdureqîb Yûsif de 2 heb ji wan hene.
Ji bilî van helbestên Mela yên ku di çarçoveya dîwanê de hatine nivîsandin, hinek menzûmeyên wî yên dî jî hene ku evina jî piştre li dawiya dîwanê hatine zêdekirin û bi dîwanê re di nav yek bergî de hatine çapkirin.
=KTML_Bold=TERZÊ MELAYÊ CIZIRÎ=KTML_End=
Melayê Cizîrî, di edebiyata kurdî de nûnerê terzê xezelê ye. Dîwana wî bi piranî ji xezelan pêk tê. Wî hem xezelên rindane, hem yên şoxane, hem yên hekîmane, hem yên sûfiyane nivîsandine. Mela di terzê xwe de bi taybetî di bin bandora Hafizê Şîrazî de maye ku ev bi awayekî aşîkar ji dîwana wî derdikeve holê. Herweha Mela di dîwana xwe de ji edîbên Farisan behsa Se’dê Şîrazî û Ferruxî jî kiriye.[1]
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
1-Pirtûka Destpêka Edebiyata kurdî ya Klasîk Doç. Dr. Abdurrahman Adak r. 228-231-232
2- Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009,r. 212-214;
3- Muhammed Zeki Bervârî, el-Kurd ve’d-devletu’ lOsmâniyye, Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009 r. 273-288.
4- Yekta Saraç, Sosyal Bilimler Ansiklopedîsi, Risale Yayınları, İstanbul 19″Wehdetu’l-Wicûd”
5- Destpêka edebiyata kurdî ya klasîk r. 208-215-216-217-218-230 Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Muqades Agirî
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,502 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 27
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 28-02-2021 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,502 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!