Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,071
Wêne
  123,208
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,347
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
-Çend Gotin Li Ser Destana Memê Alan -1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
DESTANA MEMÊ ALAN
DESTANA MEMÊ ALAN
=KTML_Bold=-Çend Gotin Li Ser Destana Memê Alan -1=KTML_End=
Yaşar Eroğlu

Ev nivîs ji xwendina min a pirtûkeke nivîskarekî ya li ser destana Memê Alan derket. Min pirtûkeke binirx a liser vê destanê xwend. Her çi qas pirtûk bi nirx û rûmet be jî, şîroveya wê li min şaş hat.
Min dîtinên xwe weke gotarekê amade kirin. Ev gotara ku ez der barê Destena Memê Alan de dinivîsim ne li ser dîtinên kesekî ne. Min xwest ku beriya rexnekirinê ez di vî warî de çi difikirim, destanê çawa dinirxînim diyar bikim û bi navgîna vê gotarê bi we re parve bikim.
Berî ku ez dest bavêjim mijarê binivîsim, dixwazim ku bi destanê dest pê bikim. Pirsa yekem destan bixwe ye; destan çi ye?
=KTML_Bold=Destan çi ye?=KTML_End=
Malpera Wîkîpedîa ya li ser înternetê destanê wiha bi me dide nasîn:
”Destan, berhemên ku kirinên awarte yên lehengan bi coş, şêweyekî dêlindêz tîne zimên û bi piranî ji gelek beşan pêk tên û helbestî ne. Wekî cûreyekî herî kevin ê wêjeyî tê zanîn. Tê bawerkirin ku gotina ”destan” ji gotina epos a yewnanî tê. Destan, hêmanên mîtolojî, gotegot (efsane), zanista gel (folklor) û dîrokî jî di nav xwe de dihewîne. Destan û çîrokên destanî, teşeyên wêjeyî ne ku ji çerxên herî kevn ve li her aliyê dinê ji bo kevneşopî ji nifşên nû re bête hilanîn, bi hevkarî (kolektif) hatine afirandin.”
Her çiqas gelek pênaseyên destanan hebın jî, kêm zêde mîna hev in û wateyên wan pir nêzikî hev in. Wekî pênaseya Wîkîpedîa destan ew e ku, di dîroka gelekî an jî civatên gelêrî de bûyerên lehengî û awarte bi devkî yan jî nivîskî, bi zimanekî coş û heyecan re, gelek caran jî bi vegotineke pirolekirî (mubalexe) radixe ber xwendevan û guhdaran. Bi rastî destan bûyerên awarte ne. Pir tiştên di destanan de derbas dibin, dûrî mantiq be jî ew rastiyeke destanan e. Her wiha coş û heyecana wê jî awarte ye. Em dikarin bi dilrihetî bibêjin ku koka destanan di mîtolojî û efsaneyan de veşartî ye. Ji ber ku aliyekî destanan jî, mîtolojî û efasaneyan di nav xwe de dihewîne.
Em vegerin ser mijara xwe ya esas. Pirsek dîsa, gelo çîroka Memê Alan destan e yan na? Dema ku min careke din jî xwend û bi çavê nirxandinê lê nihêrî, min ev pirs li xwe kir. Bi rastî dema ez li ser vê pirsê hinek fikirîm bersiva wê ji nav destanê bixwe derket û li ber çavên min zelal bû.
Belê çîroka Memê Alan destan e. Wekî pênaseya destanê em dinêrin û bi destanên din ve didin ber hev, ev rastî derdikeve holê. Di vê destanê de hêmanên evînê û bûyerên ku li dora evînê qewimîne, li pêş in. Mirov berê pêşîn li vê dinêre, dixape ku ev ne destan e. Belê rast e, tenê bi hêmanên evînê destanek pêk nayê. Lê gava mirov bi nirxandineke kûr lê dinêre, rastî ne wisan e, lehengî û bûyerên awarte di destanê de neqişandî ne. Şerê ku bi eceman re tê kirin, lehengiya Hesen, Çeko û Qeretacîn, erîşa mezin a Beglî ku ji Mixribê tê ser Cizîrê, ne lehengiyên ji rêzê û alelade ne. A din, jixwe destan ji serî heta dawiyê bi bûyerên awarte pêk tê. Ew yek jî, ji serî heta dawiyê coş û heyecanekê dide destanê.
Hin taybetiyên Destana Memê Alan dişibin destanên navdar ên cîhanê. Em dikarin bibêjin di serî de jî dişibe Îlyadaya Homeros. Îlyada jî destanek e ku li ser evînê pêk hatiye. Parîsê evîndar Heleneyê direvîne dibe Troyayê û şerekî ku neh salan bidome diqewime. Evîn, şer û êrîşên wan, ji sedî sed nebe jî dişibin hev. Di destana me de evîn heye (lê bêyî revandinê), ji bajarê Mixribê tê bajarekî pir dûr weke Cizîrê. Evîndar ji bo evîna xwe bibîne, meşeke xedar dike. Erîş û dagirkirina bajarekî di her duyan de jî heye. Yek di destpêkê de ye, ya din di dawiyê de ye. Di her duyan de lehengên sereke dimirin û cinaze dîl dimînin. Di her du destana de erîşkar di heman demê de dagirker in. Lê di yekê de qehreman di bajarê xwe de ye, di ya din de qehreman li bajarekî biyanî ye. Li gorî destanan her du bajar jî tên rûxandin û wêran dimînin. Hevpariyeke din jî xweda û xwedawend in. Zeûs, Hera, Athena, Apollon, Poseîdon û hwd. Û Heyvbano, Tavbano, Sterbano, Xizir û hwd. Ew qasid in, di navberê de tên û diçin; bi kesên baş re dibin alîkar, rê nîşan didin, ji yên din re astengan derdixin.
Ji bo ku baş bê zanîn Memê Alan destan e, hêmanên destanan ên bingehîn, hevparî û şibandina wan bi destanên navdar ên ku tên zanîn re hene, me bi Îlyadaya Homeros re da ber hev.
Ez Destana Memê Alan a ku Roger Lescot ber hev kiriye û Weşanxaneya Orfeus ew di sala 1996’an de li Stenbolê çap kiriye esas digirim û nirxandinên xwe li ser wê dikim.
Ew destan, ji pir aliyan ve deforme bûye. Her destan li gorî dema ku tê re derbas dibe, hinek diguhire û rengekî ji wê demê digire. Ev tiştekî xwezayî ye. Bi ya min dengbêjên sedsala bîstan pir zêde xwe û nêrînên xwe tevî destana Memê Alan û her wiha destanên din jî kirine. Vê rastiyê jî, destan hinek ber bi deformebûnê ve ajotiye. Di serî de tesîra zimanê tirkî pir li destanê bûye. Destanên ku gel bixwe ew rasterast parastine, bi piranî ji aliyê dengbêjan ve hatine xwedîkirin, tesîra zimanên biyanî li ser wan nebûye, weke ya Ehmêdê Xanî, helbestên Melayê Cizîrî û serkêşên wêjeya klasîk a kurdî. Bi rastî ya Roger Lescot ber hev kiriye, ji vî aliyî ve di nav xwe de pir zêde peyvên biyanî hewandine. Pirên van peyvan jî, tirkî ne. Wek mînak ji van peyvên biyanî em çend nîmûneyan bidin:
”her qapîke (rp.73 rz.4), emegê gane (rp.97. rz.593), îşê saetekî (rp.131. rz.1369), îznê bide (rp.131rz.1381), mêrg û çayîrane (rp.133 rz.1419), deveciyane (rp.142rz.1589), taxim lêkir (rp.164.2070), boşê çû (rp.167.rz.2128), demirciyane (rp.190. rz.2617), qolordiya Kurdane (rp.195 rz.2734-39-48).
Tiştekî din jî heye, bela ku destan ji devê pir kes û denbêjan hatiye girtin, mirov dibîne ku zimanekî ji aliyê devokên herêman wek koalîsyon çêbûye. Bandora devoka Serhed û Botan pirtir tê de heye. Lê mirov herêmên din jî dikare tê de bibîne. Em bi çend mînakan bidin ku ji vê ramana me re bibin palpişt û delîl. Peyvên wek ”qutiya dilane (rp.123 rz1197), balgihane (rp.127.rz.1271), bela bû, xelkê (rp.127.rz1278), merîkî pîr î çeleng e (rp.127.rz.1281), xulêm (rp.130. rz1339), xwelî li serê te be! (rp.130. rz.1343), ciyane (rp.130.rz.1346), îşê saetekî (rp.131. rz.1369, paşê (rp.131. rz.1370), îznê bide (rp.131rz.1381), mêrg û çayîrane (rp.133 rz.1419), gişkî (rp.147.rz.1691), gazî kin (rp.147. rz.1695), firnik (rp.159.rz. 1959), biqare (rp.159 rz.1963), niga (rp.161rz.11992), gî li boşê çû (rp.167.rz.2128). Mînak pir in lê ji bo palpiştiyê bes in. Ev qalibên devoka Serhedê (ev qalib nêzikî Amed û Ruhayê ne jî) ne û mora xwe li destanê xistine. Peyvên weke ”kokim (rp.121,rz1136), wanî (rp.121. rz.1132), çitol, çeleng (rp.126.rz 1158), vemirînî (rp. 170. rz. 2177), tu nikanî (rp.170. rz.2179) jî, ji devokên cur bi cur ên deveran in.
Peyvên weke ezbenî (rp.213 rz.3169), cih têt (rp. 213 rz.3170), rûnit (rp.213. rz.3172), pev guhart (rp.213. 3173) jî qalîbên devoka Botan in. Çend peyvên bi devoka Botan ên weke ko û hon di seranserê destanê de derbas dibin. Baweriyek bi min re çêbûye ku peyva ”ko” û ”hon” ne ji aliyê dengbêjan ve hatiye bikaranîn û ne jî aîdî destanê bixwe ne. Di dema ku destan hatiye deşîfrekirin û sererastkirin de, tevî destanê bûne. Her kê ev karê berhevkirinê kiribe, bi devokê xwe nivîsiye, ew jî devoka Botan e. Bi rastî jî ne gengaz e ku di hevokeke bi devokê Serhedê de ”hon” û ”ko” derbas be. Dibe hin peyvên din jî hebin lê van peyvan bi taybetî bala min kişand.
Hest û pejnek bi min re çêdibe ku, di destanê de peyva ”kurd û kurdan” bi qasî ku tê de cih girtiye nebe. Lê ew kesên ku li ser vê destanê xebitîbine, ên wekî Roger Lescot, Celadet Bedirxan û yên din, ji bo hest û ramanên neteweyî şiyar bibin li şûna peyvên ”kurmanc û kurmancan” hatibin bikaranîn. Erê rast e, peyva ”kurd û kurdan” di destana resen de jî derbas dibe, lê belê pirbûna van peyvan û nebikaranîna peyva ”kurmanc û kurmancan” gumanekê dixe dilê mirovan. Ji ber ku kurmancî di nav gel de pirtir dihate bikaranîn, peyva kurd car carinan. Ger ev dîtina min rast be destan ji aliyê naverokê ve jî deforme bûye. Lê ez wek fikireke ku bi min re çêbûye, şik û gumanên xwe diyar dikim, ne wek tiştekî konkret.
Hin peyv û gotinên ku destana resen de tune bûne û pişt re ketine destanê jî ez dê li vir nîşanî we bidim. ”Ezê sibe te dim, bi giraniya vî heywanî zer û mecîdiyan e (rp.120. rz.1122)”, ”bi der xist tapiya Kaniya Qestelê, da Memî (rp.164.rz.2065)”, ”herhal, niha dûrbîn dane ber çavan e (rp.173.rz.2235)”, ”topê havan bar kirin li ser pişta bargiran, sendûqê cebelxanan e (rp.234. rz 3640). Dûrbîn û topên hewan di destaneke kevnar a mîna Memê Alan de ku bi hezaran salan e heye, pir serdemên nêzik dinimîne. Tapî jî wisan e. Her wiha tapî jî hiqûqa milk a serdamên nêzik dide xuyakirin. Mecîdî serdema herî nêziktir e û pereyên bi navê Siltan Evdilmecîd dide xuyakirin, ew jî sedsala 19’an e. Tiştek diyar e ku her dengbêjekî ji xwe tiştek tevî destanê kiriye. Bi rastî ev yek mora wan degbêjan e û di edebiyata devkî de jî tiştekî xwezayî ye.
Destana Memê Alan jî weke destanên din, helbestkî ye. Hewayên helbestê li gorî rewşa bûyerê diguhirin. Carinan şêweyeke lîrîk digirin, carinan a marşan, carinan dibe pastoral, lorik û zêmar. Ev tev jî dewlemendiyekê tevî destanê dikin. Mirov carinan zîz dibe, carinan dilovan, carinan hêrs dibe, carinan hestên şer û kuştinê derdixe pêş.
Ez dixwazim, xal bi xal li ser çend mijarên esas rawestim:
Wê dewam bike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,842 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-05-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,842 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.422 çirke!