Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,542
Wêne
  123,860
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,499
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ
ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ
=KTML_Bold=ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ=KTML_End=
Bahdîn Robar

Xwînerên birûmet, di vê gotara xwe de ez ê hewl bidim peywendî, girîngî û bandora ziman, çand û erdnîgariyê rave bikim. Lewre ji berî ez bikevim nava mjarê ez dixwazim bi gotineke pêşiyan a binirx û watedar derî li mijara xwe vekim. Ev gotin wiha ye; ”Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe”. Ev gotina pêşiyan bi me dide zanîn ku ka zimanê dayîkê çi qas girîng e û herwiha divê di xak û welatê xwe de azad û serbest bijî. Nîşan û heyînên herî dîyarde ku mirov û sewalan ji hev cuda dikin bêguman ziman û raman e. Me berê jî di gotar û şîroveyên xwe de qala jihevbandorbûna ziman û ramanê kiribû. Heke ziman bi pêş neketa raman jî bi pêş nediket. Herwiha pêşketina ramanê jî girêdayî ziman e. Çi qas raman pêş ketibe ew qas ziman jî bi xwe re bi pêş xistiye. Vêca piştî mirov li her çar aliyên cîhanê belav bûn bi hezaran salan li ser heman xakê jiyana xwe berdewam kirin bi wê xakê re girêdan û hevşibîneke wan a weke genê çêbû. Ango mirov jî mîna riwek û ajalan têkildarî ax, avhewa û xwezaya ku tê de dijîn, li ser heman kod û heman taybetmendiyan çêdibin (diafirin), mezin dibin, dijîn û li ser heman kevneşopiyê reng û tovê xwe vediguhezin peyrewên xwe. Çawa ku dara xurmeyê li Swêd û Norwêcê şîn nabe, ku şîn bibe ber nagire, û ber bigire jî tehm û çêja wê nîn e. Mirov jî wisa ne. Yanî her qewm û neteweyek rengê axa welatê xwe digire û bi her awayî dişibe welat û nijada xwe. Jixwe ev rêgezeke jiyanê ye. Mirov û bi taybetî jî kurd gelek dilsoz û girêdayî axa xwe ne. Ev dilsozî jî peywendiya wan a bi axa wan re nîşan dide. Ji ber ku li gorî zanîsta arkeolojiyê gelê herî pêşîn niştecih bûyî û têgeha walet û zimanê aîdê xwe afirandî bêşik û gûman pêşiyên kurdan in. Herwiha heta îro jî em kurd weke nêviyên afirîner û damezirînerên serdana neolîtîkê hê jî li ser heman erdnîgariyê û li ser bingeha heman çandê dijîn. Lewre girêdana kurdan ya bi ax û welatê wan ve naşibe ya tu gel û neteweyên din. Heta ez dikarim vê jî lê zêde bikim. Dema kesek kurd li deverekê an jî li welatekî biyanî dijî ji xizm û malbata xwe re wesiyet dike û dibêje; dema ez mirim cenazeyê min bibin li ser axa bav û kalên min veşêrin. Yanî mrovek mirî jî be dixwaze li ser axa xwe be. Kurdan di vê hêlê de jî gelek gotin û biwêjên giranbiha bikar anîne. Gotinên weke, Ax dayîk e, dayîk ziman e. Ziman tov, mirov şov e û hwd. Girîngiya zimanê xwe vegotine. Kurd ji berî hemû gel û neteweyan derbasî jiyana niştecihî bûne û bênavber va ye 12 hezar sal in ku hê jî li ser heman axê yanî li ser heman welat û erdnîgariyê dijîn. Ev jî girêdan û dilsoziya bi welêt û çand û zimên re xurtir û qewîntir dike. Lewre di her bihosteke axa Kurdistanê de bîranîn û şûnmayîkeke kurdan heye. Her sed metere erd bi navekî xweserî taybetiya xwe hatiye binavkirin. Yanî her zevî, girik, kortik, berwar, kaş, ro û co, rastik û newal û hwd. ji hêla pêşiyên kurdan ve hatine binavkirin û pênasekirin. Bêhna pêşî û zimanê wan ji axa wan tê. Ji bo vê yekê ax ji bo kurdan dayîk e. Dayîk jî dayîka her tiştî ye, lê belê ji her tiştî zêdetir dayîka zimên e. Lewre tenê ziman bi têgeha dayîkê ve bêyî ku ji hev veqete tê bikaranîn. Yanî têgeha zimanê dayîkê, zimanê zikmakî nîşaneya vê yekê ye. Me zikmakî di vir de ez dixwazim peyva ‘’Mak’’ jî kurtasî şîrove bikim. Di esasê xwe de têgeha esasî ya ji bo dayîkê tê bikaranîn ”mak” e. Lewre hema hema di hemû zimanên Hînd Ewropî de weke; Ma, mama, mutter, mother, maîka, mayrîk, madre û hwd. e. Heta di zimanê kurdî zaravayê kurmancî de ”mak” û di kirdikî de jî ‘’ma(yê)’’ tê gotin. Mirov û bi taybetî jî zarok tov in. Her cure tov li ser her cure axê şîn nabe. Lê devera ku tov lê şîn bibe mirov çi tovî biçîne mirov dê berê wî tovî hilîne. Ziman jî wisa ye, tu kîjan zimanî biçînî tu wê nifşek welê bibînî. Yanî mirov bi kîjan zimanî bi zarokên xwe re biaxive dê zarok bibe ji netew û nîjada wî gelê ku bi zimanê wan mezin bûye. Her çi qas ji koka xwe kurd be jî, ew dibe tiştek din. Weke dara fistiqan a ku kezwan lê hatî fitrûmkirin, her çi qas koka darê fistiq jî be ber û berhema wê êdî kezwan e. Vêca kurd dibêjin; ”Ziman dayîkniştiman e”. Niştiman ango welat rengê netewe, gel, civak û etnîkan pêk tîne û wan li gorî taybetmendiyên xwe dike di şêwe û formeke xweserî xwe de. Lewma kesek ji welatê xwe dûr bikeve an jî bi sedemên cur bi cur hatibe dûrxistin ew kes ji hemû reng, tehm, xweşî, taybetmendî, kevneşopî, hebûn û heyîna welatê xwe ya ku bi sedan û heta bi hezaran salan ta bi ta, kêlî bi kêlî, gav bi gav û bi xwîn û xwîdana milyonan kesan çêbûye û bûye nîşaneyên wî gelî yên sereke û bingehîn dûr dikeve û jê bêpar û bêhay dimîne. Ew kes dibe mîna masiyekî di binê birkek bêav de ku piştî çend xulekan êdî nikare henaseyê (nefesê) bide û bistîne, wisa ji hemû rayên jiyana xwebûnê qut dibe û mirinek spî (çandî, rûhî û sosyolojîk) di giyan û jiyana wî/wê de rû dide. Mirov dikare gelek sedem û mînakan ji bo vê yekê nîşan bide, bes ez dixwazim tenê vê bêjim; mirov li kîjan welat û erdnîgariyê û di nava kîjan civak û neteweyê de bijî mirov li gorî reng û taybetmendiyên çand, ziman, kelepora û rêûresma wan teşe digire û wisa jî dijî. Her çi qas mirov weke nifşa yekem di hişmendiya netewe, ziman û çanda xwe de be û hewldanên wan ji bo vê yekê hebin jî dibe heta demekê ew di hêla çand û ziman de serkeftî jî bin, lê nifşa duyem û di nifşa sêyem de tenê weke çîrokekê wê bê gotin ku; em demekê ji Kurdistanê hatibûne û bav û kalên me kurd bûne. Yanî em wiha zelaltir bêjin. Piştî 30-40 salan kesek kurd ê ji welatê xwe derketî wê ji xwebûn û hebûna xwe ya neteweyî, çandî û etnîkî %70-80 winda bike. Herwiha wê %70-80 jiyanek biyanî ku çand û zimanek biyanî û serdest di jiyana xwe de çêke û bişibe wî gel û welatê ku têde dijî û wî zimanê serdest jî mîna zimanê xwe dayîkê bibîne û wisa nêzîk bibe. Ji bo welatek hatî dagirkirin jî rewş nêzî vê tesbîta me li jor kiriye. Heta ji bo welatê me (Kurdistan) ev rewş dijwartir e. Di welatên biyanî de desthilatdarî karê entegrasyonê dikin, yanî hebûna wan red nake bes dixwazin biyaniyan bişibînin xwe û çand û zimanê xwe li wan bidin hînkirin, lê li welatên mêtîngeh yanî li Kurdistanê (kolonyal) metînger û dagirker ne tenê entegrasyonê dikin, ew rasterast asîmîlasyonê dikin. Ji asîmîlasyonê jî wêdetir çand û zimanê kurdî madila (denial, înkar) dikin. Ji pêşdibistanê heta zanîngehê û di hemû saziyên dewletê û yên sivîl de, heta di saziyên fermî û ne fermî ên olî de (mizgeft, diyanet, ilahiyat, mescit, kursên hînkirina Quranê û hwd.) jî bindestan (kurdan) neçarî çand û zimanê xwe dikin. Derveyî vê yekê tu şans û riyeke din ya jiyanê nadin bindest û niştecihan (kurdan). Ji ber ku zimanê dayîkê pira di navbera rabirdû (raborî) û pêşeroja gelan de ye serdest dixwazin vê pirê ji holê rakin. Kesê bi zimanê zikmakî (dayîkê) mezin nebûbe û nikaribe û nizanibe bi zimanê dayîkê biaxive, ji rabirdûya gelê xwe qut dibe, tu taybetmendî û dirûvên netewe, gel û nîjada wê/wî pê re namîne. Lewre wî/wê kesî pira di navbera xwe û rabirdûya xwe de ji holê rakiriye û deriyê xwebûnê li ser xwe kilît û mifte kiriye û êdî gelek zehmet e ku ew bikare bibe ‘’xwe’’. Ji ber vê sedemê ax û welatê mirov di heman demê de destûr, dîploma, mîsogerî û tekane riya parastina zimanê mirov yê zikmakî ye. Xweparastina neteweyî di hebûn û pêşvebirina zimanê zikmakî de ye. Jixwe mebesta serdest, dagirker û nîjadperestan ya herî mezin û sereke ew e ku gel û etnîkên cuda tune bikin. Ji bo tunekirina gelekî (weke kurdan) ya fizîkî hêza tu dewlet û artêşên herî mezin û xwînmij jî têrî nake. Bes bi asîmîlasyon, înkar û qedexekirinê ev armanc pêk tê. Lewre fîlozofê mezin ê Çînî Konfuçyus dibêje; Ji bo qedandina (jiholêrakirin) gelekî pêwîstî bi çekan nîn e, tenê zimanê wan li wan bidin jibîrkirin bes e. Di roja me de dewletên dagirker û bi taybetî jî dewleta tirk hemû rê û rêbazan ji bo jiholêrakirina kurd û kurdî û Kurdistanê bi kar tîne. Heta astekê di vê polîtîkaya xwe de bi ser jî keftiye. Bi vî awayî gelek gel ji holê rabûne û gelek jê jî li ber tunebûnê ne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,151 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 54
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-05-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Coxrafya (Erdnîgarî )
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,151 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.5 çirke!