Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,099
Wêne
  124,408
Pirtûk PDF
  22,120
Faylên peywendîdar
  126,463
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Tunekirina kurdan bi Lozanê dest pê kir
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Tunekirina kurdan bi Lozanê dest pê kir
Tunekirina kurdan bi Lozanê dest pê kir
=KTML_Bold=Tunekirina kurdan bi Lozanê dest pê kir=KTML_End=

ŞEVÎN MURAD BÎNGOL- MEDYA DÊRSÎM(ANF)BEHDÎNAN
Endamê Konseya Serokatiya Rêvebir Cemîl Bayik derbarê dîroka komploya navnetewî ya li dijî qirkirina Kurdan dest pê kir vegot û diyar kir “Roja 15 ê Reşemiyê (Sibatê) di dîroka gelê me û dîroka tevgera me de rojeke reş e.” Bayik got; “Heyanî ku têkoşîna xwe bi ser xistin, nêzîkatiya wan ji Kurdan re li ser vê tifaqê meşiya, nêzikatiyên wan ji Kurdan re ne li ser siyaseta înkar û îmhayê bû. Kurd qebûl dikirin û tifaqa Kurdan jî ji bo xwe bingeh werdigirtin.” Bayik bal kişand ser Peymana Lozanê û diyar kir ku ‘Polîtîkaya îmha û înkarkirina Kurdan bi Peymana Lozanê û piştî wê dest pê kir.Me pêvajoya komloya (plangerî) ku ji sala 1925’an ve heya niha li ser gelê Kurd hat meşandin, dîsa di pişt van komloyan de kîjan hêz hebûn, di dîrokê de ev komplo çawa pêşketin, komploya ku di sala 1999’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat pêşxistin, sedem û armancên vê komployê çi bûn, helwestên gelê Kurd li hemberî van komployan çawa bû, bi taybetî jî tevgera azadiya gelê Kurd bersivek çawa da vê komloyê; Endamê Konseya Serokatiya Rêvebir Cemîl Bayik pirsiyar kir.*Hûn rewşa Tirkiyeyê ya di navbera sala 1916-1921’an dîsa nêzikatiyên Tirkiyeyê bi Kurdan re çawa dinirxînin?-Roja 15 ê Reşemiyê (Sibatê) di dîroka gelê me û dîroka tevgera me de rojeke reş e. Tê zanîn ku dewleta Osmaniyan belav bibû, Anatoliya ji gelek aliyan ve hatibû dagirkirin, Îtîhat terakî di şerê cîhanê de wenda kiribû û derbe xwaribû. Neteweya Tirk li ser belavbûna Osmaniyan dixwest ku dewleteke nû ava bike. Ji bo ku dewleteke nû ava bike, pêwîstî bi têkoşînek hebû. Ji bo ew têkoşîn pêş bikeve, ser bikeve û encam bigire pêwîst bû hem di hundir de hem jî li derve hin tifaq pêk bianîna. Eger ev pêş nexistana nikarîbûn di wê belavbûn û dagirkirinê de têkoşînek pêş bixîne, encam werbigirin û dewletek ava bikin.
=KTML_Bold=MÛSTAFA KEMAL DÎT KU BI FERASETA ÎTÎHAT TERAKÎ NIKARE DEWLETEKE NÛ AVA BIKE=KTML_End=
Li hundir bi Kurdan, Îslam û Sosyalîstan re tifaq çê bikirina. Li derve jî bi Sovyêt û dîsa bi Îngîlîzan re pêwendî û têkilî çê bikirina bi vê bikarîbin ku wê têkoşînê pêş bixin û encam wergirin. Derveyê vê, ne gengaz bû ku têkoşîn pêş bixînin û bigîhêjin encamê. Mûstafa Kemal dît ku bi feraseta Îtîhat Terakî nikare dewleteke nû ava bike. Jixwe Îtîhat Terakî li gel Elmanan ketibû Şerê Cîhanê yê Yekem û di encama wê de Osmanî têk çûbûn, belav bibûn û Tirkiye hatibû dagir kirin. Ew siyaset îflas kiribû û bi vê siyasetê nekarîbû têkoşînek pêş bixîne û encam werbigire. Ji ber vê yekê Mûstafa Kemal bi Kurdan, îslamiyan û sosyelîstan re tifaq esas girt.Di vê tifaqê de herî zêde girîngî da tifaqa bi Kurdan re. Lê derve jî hem bi Îngîlîz û hem jî bi Sovyetan re têkiliyên xwe bi pêş xistin. Xwestin ku ji nakokiyên derve jî sûdê werbigirin, ji bo ku bikaribin ji her kesî alîkariyê wergirin. Ji bo ku vê têkoşînê bi ser bixin, pewistiyên wan herî zêde bi Kurdan hebû. Bê Kurd jî nikarîbûn encam werbigirin. Dema ku Mûstafa Kemal dest bi têkoşînê kir, ger mirov baş binêre di serî de li Kurdistanê ev têkoşîn dest pê kir û alîkariya Kurdan wergirt bi vê yekê tevger pêş xist. Di sala 1919’ an de dema ku ev tevger hate destpêkirin li Koçgirî yê jî Kurdan raperînek pêş xistin.*Di wê demê de nêzikatiya dewleta Tirk raperîna Koçgirî re çawa bû?
=KTML_Bold=NÊZÎKATIYA WAN JI BO KOÇGIRÎ BI HESAB Û KITAB BÛ=KTML_End=
Di wan deman de pêdiviya Tirkiyeyê bi Kurdan hebû. Ji ber vê çendê nêzikbûnên wan ji raperîna Koçgirî re bi hesab û kîtab bû. Bi teqtîk nêzîkî vê raperînê bûn û nexwastin navbera xwe û Kurdan xera bikin. Di hin milan de çûn ser raperîna Koçgiriyê û pêşiya serhildanê girtin, hin kuştin jî pêk anîn, lê belê di wan şert û mercan de nikarîbûn Kurdan înkar û îmha bikin û jinavbirinê esas wergirin. Ger ev plan danîbûna pêşiya xwe nedikarîn xwe ji wê belavbûnê bifilitiyana û dewletek neteweyî ava bikiribana. Wê demê dê derbeyên hîn mezintir bixwaribana. Çimkî ji dîrokê jî encam derxistibûn, kengê bi Kurdan re tifaq kiribûn wê demê xwe ji nava metirsiyan (talûkan) derxistibûn û encam wergirtibûn. Lê kengê navbera wan û Kurdan xera bibû wê demê jî derbe xwaribûn. Ev rastiyê gelek baş dizanîbûn.Di dema Raperîna Qoçgirî de jî di rewşeke gelek xeter de bûn. Eger tifaqa xwe bi Kurdan re winda bikirana û piştgiriya Kurdan winda bikirana wê demê nikaribûn encaman jî wergirin. Lewra gelek bi hişk neçûn ser serhildana Koçgiriyê, xwestin ku serhildana Koçgiriyê weke pirsgirêkeke mezin nîşan nedin, ji ber vê bi lezgînî çareser kirin. Ji ber ku tifaqa bi Kurdan re girêdayî vê yekê bû.
=KTML_Bold=KURD DI MAKEZAGONA 1921’Ê DE DIHATIN QEBÛLKIRIN=KTML_End=
Heyanî ku têkoşîna xwe bi ser xistin, nêzîkatiya wan ji Kurdan re li ser vê tifaqê meşiya, nêzikatiyên wan ji Kurdan re ne li ser siyaseta înkar û îmhayê bû. Kurd qebûl dikirin û tifaqa Kurdan jî ji bo xwe bingeh werdigirtin. Ji ber vê di sala 1921’ an de dema makezagona bingehîn a Tirkiyeyê hat amedekirin, înkarkirina Kurdan têde tinebû. Ne tenê Kurd hemû neteweyên din jî di vê destûra bingehîn (makezagonê) de dihatin qebûlkirin.Di destûra bingehîn ya 1921’ an de bingeha dewleta Tirkiyeyê hat avêtin û pêşxistin. Di vê destûra bingehîn de hemû gelên ku di bingehdanîna dewleta Tirkiyeyê de cih girtin di nav vê destûra bingehîn de cih digirtin. Di vê destûra bingehîn de înkara gelê Kurd nebû, berovajî vê yekê gelê Kurd weke netewe tê qebûlkirin û pejirandin. Hemû netewe û gelên din jî qebûl dike.
=KTML_Bold=DI SALA 1922 DE PARLEMENTOYA TIRKIYEYÊ DE MAFÊ DIYARKIRINA KURDAN HEBÛ=KTML_End=
Di sala 1922’ an de di Parlamentoya Tirkiyeyê de, ji bo Kurdan mafê diyarkirina çarenûsa xwe dihate nasîn, hem jî bi hijmareke mezin ev hate pejirandin (qebûlkirin). Piştî wê jî di nav gotinên Mûstafa Kemal de înkara Kurd nîne, berovajî vê Kurd tê qebûlkirin û otonomî û xweserî têde hey e. Ev rastî heya sala 1923’ an jî berdewam dike.PEYMANA LOZANÊDi sala 1923’ an de Peymana Lozanê çê bû. Di Peymana Lozanê de hîm û bingehên dewleta Tirkiyeyê hat diyarkirin; karekter û sînorên vê dewletê diyar kirin. Bi peymana Lozanê dewleta Tirkiyeyê di qada navneteweyî de xwe dida qebûlkirin û hêzên navneteweyî jî bi vê tifaqê dewleta Tirkiyeyê naskirin. Ji ber vê di sala 1924’ an de li ser Peymana Lozanê destûra bingehîn ya Tirkiyeyê hate pêş xistin. Heta wan deman jî di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de îmha û înkarkirina Kurdan tine bû. Tirkiye di belavbûna Osmaniyan û dagirkirina axa Osmaniyan de têkoşînek da meşandin û di vê têkoşînê de dewleta Tirk hate avakirin, ew bi tifaq, alîkarî û têkoşîna Kurd hat avakirin. Ev rastiyek e.Kengê ev têkoşîn bi serket û di peymana Lozanê de tifaqek pêk hat û dewleta Tirkiyeyê di qada navneteweyî de hat nasîn û pejirandin û şûnde di sala 1924’an de destûreke bingehîn a nû dewleta Tirk pêş xist. Di vê destûrê bingehîn de êdî jinavbirin, înkar û îmhakirina Kurdan bingeh hat wergirtin. Di vê destûra bingehîn de cih nedan Kurdan û Kurd derveyê vê destûra bingehîn hiştin. Sedema vê jî avakirina dewletek netewe bû.Neteweyek bi navê Tirk dihat avakirin û cih nedidan neteweyên din. Êdî ji bo xwe, girîngî nedan tifaqên hundir. Tifaqa bi Kurdan, îslamî û sosyalîstan re terk dikir û dest jê berdidan. Tifaqa xwe bi Sovyetan re ber bi tifaqa Îngîlistanê ve dibir û pêş dixist. Tifaqa xwe ya bi Sovyetan re jî xera dikir. Ji bo xwe sîstema modernîteya kapîtalîst (nûjeniya sermayegerî) esas wergirt. Ji ber ku bi peymana Lozanê re ligel Îngilîz û pergalê runiştin û bi wan re tifaq pêk anîn. Êdî ji bo xwe sîstema nûjeniya sermayegerî bingeh werdigirtin. Her wiha êdî pêdiviya wan bi Sovyet, Kurd, Îslam û sosyalîstan nemabû. Li gorî pergala kapîtalîzmê (sermayegeriyê) jiyanek, çandek û civakek dihat avakirin û pêşxistin. Divê di nav vê çand û pergalê de hemû reng, cûdahî û neteweyên din bên helandin. Ji ber ku tenê li ser nijad û neteweyek jiyan dihat avakirin.
=KTML_Bold=SIYASETA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ YA KU BI LOZANÊ Û PIŞTÎ WÊ DESTÛRA BINGEHÎN YA 1924’AN RE TÊ PÊŞXISTIN=KTML_End=
Ji ber ku Îtîhat Terakî di Şerê Cîhanê yê Yekem de winda kiribû, Mûstafa Kemal li gorî xwe xetek pêş xistibû, lewra rola Îtîhat Terakî heya sala 1924’an kêm e. Weyna (rol) Îtîhat û Terakî pîştî destûra bingehîn ya sala 1924’ an û şûnde derdikeve holê û mezin dibe. Siyaseta Îtîhat Terakî li Tirkiyeyê serdest dibe û êdî ew ê Tirkiyeyê bide meşandin û rêvebirin. Siyaseta Îtîhat Terakî û avakirina netewe-dewletê digihêje hev, ji ber vê wê giraniya siyaseta Îtîhat Terakî di Tirkiyeyê de çê biba. Yên ku pêşiya vê pergal û siyasetê astengî çê bikin wê Kurd bin. Ji ber vê çendê wê Kurdan ji xwe re bikin hedef, wê bixwazin ku Kurd û Kurdistanê ji her alî ve ji holê rabikin. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi Lozanê û piştî wê destûra bingehîn ya 1924’an re tê pêşxistin, beriya wê siyaseta îmha û înkarê nebû; ango pêvajoya siyaseta îmha û înkarê di wan deman de dest pê dike.Piştî destûra bingehîn ya sala 1924’ an êrîş li ser Kurdan tê pêşxistin, gelek kiryarên mîna komkujî, êşkence, girtin pêk tên û her tiştek bi navê Kurd û Kurdistanê tê qedexekirin. Di wan deman de êdî kî xwedî li Kurd û Kurdistanê derbikeve divê bê girtin, îdamkirin, bikeve girtîgehan û êşkence lê bê kirin. Ti tişt divê bi navê Kurd û Kurdistanê tinebe; ji ber ku Kurd derveyê destûra bingehîn mane. Kurd êdî derveyê zagonê ne, nazagonî ne û pewist e ji holê bê rakirin. Eger (heke, ger) sala 1925’an û heya sala 1940’î li Kurdistanê pêşxistina komkujî û qirkirinan, hemû di encamê vê siyasetê de pêş dikevin.*Ji nû ve avakirina dewleta Tirk ya salên 1924’an û nêzikatiyên wan ligel Kurdan, rola Îngîltere çî ye? Di roja me ya îroyîn de polîtîkayek nû der barê pirsgirêka Kurd de tê diyarkirin hûn nêzîkatiyên DYE, Îngîlterê û Îsraîlê çawa dinirxînin?DI =KTML_Bold=DAMEZRANDINA KOMARA TIRKIYEYÊ DE ROLA ÎNGLÎSTANÊ=KTML_End=
Parçekirin (dabeşkirin) û parvekirina Kurdistanê di destpêkê de bi tifaqa Qesra Şîrîn pêk anîn. Her çiqas Kurdistan bi vê peymanê bibû du parçe jî, beşa ku di sînorên Sefewiyan (îro Îran e) de mayî beşeke biçûk bû, beşa bingehîn û ya mezin di deste Osmaniyan de ma. Piştî Peymana Qahîreyê; Îngiltere û Frensayê Kurdistan careke din dabeş kirin. Çimkî di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi bloka Îngilîz û Frensayê cîhan careke din li gor pergala nûjeniya sermayeger ristin û bi rê xistin û hevsengiyeke nû li dar xistin. Ji bo vê jî Rohilata Navîn li gorî berjewendiyên pergalê bi rê xistin, ev yek bi Tifaqa Qahîreyê pêk anîn. Wê demê Kurdistan jî di çarçoveya berjewendiyên xwe de ji nû ve şêwandin û bi rê xistin; tevahiya Rojhilata Navîn ji nû ve bi rê xistin; ji ber vê çendê jî Kurdistan let bi let û perçe perçe kirin.Esas parçebûna Kurdistanê bi tifaqa Qahîreyê çê bû. Wê demê Kurdistan kirin çar beş û her beşek wê jî kirin di bin xizmeta dewletekê de. Yên ku Kurdistan parçe kirin Frensî û Îngîlîz bûn. Îngilîzan ev siyaset dan meşandin. Bi tifaqa Qahîreyê, Îngilîzan giraniya xwe di Rojhilata Navîn de saz kirin. Tifaqa Qahîreyê jî, bi siyaset ango statîkoya Îngilîzan hat pêş xistin. Dema Rojhilata Navîn şêwandin û hevsengiyên nû çê kirin, wê demê cih nedan Kurdan. Kurd înkar kirin; îmhakirina Kurdan wek bingeh wergirtin.DEWLETÊN =KTML_Bold=DAGIRKER SIYASETA ÎNAKR Û ÎMHAYÊ JI FRENSÎ Û ÎNGLÎZAN WERGIRTIN=KTML_End=
Dewletên dagirker, ew siyaseta înkar û îmhayê ji Frensî û Îngîlîzan wergirtin û xistin pratîkê û di pratîkê de pêş xistin. Serkêşî û serperiştiya pergalê (sîstemê) Îngîlîzan dikir, ji ber vê sîstemê piştgirî da siyaseta înkar û îmhayê. Ger ku dewletên dagirker wek Tirkiye, Îran, Suriye û Iraq li ser Kurdan siyaseta îmha û înkarê bê sînor meşandibin, ji ber sûdwergirtina vê sîstema Îngilîzan serkêşî dikir e û dagirkerên herêmî jî ji wê sîstema hanê kelk wergirtin. Heke wisa nebûya wan nikarîbûn, ew siyaseta qirkirin û jinavbirinê li Kurdan wisa bê sînor bidana meşandin.Dema ku Osmanî belav bûn û Tirkiye hat dagirkirin û Mûstefa Kemal tifaqa bi Kurdan re li hemberî wê tevgerek pêş xist, wê demê ji bo xwe sînorek danîbûn û digotin; ‘Mîsakî Millî’ di mîsakî millî de Kerkûk û Mûsil jî hebû. Di Mîsakî mîlî de Kurd jî hebûn. Çawa ku bi peymana Qesra Şîrîn de Kurdistan bibû du beş, di Mîsakî Milî de jî careke din Mûstefa Kemal li Kurdên ku di nava sînorên Osmaniyan de mabûn, xwedî derdiket. Ji ber vê Mûsil û Kerkûk xistibûn di nava Mîsakî Milî de. Kurdistana ku derveyê Sefewiyan (Îran) mabûn careke din lê xwedî derdiketin. Ji ber vê Mûstafa Kemal digot; ‘tevgera ku em pêş dixînin ya Tirk û Kurdan e’. Wate, welat, parlamento û dewlet aku em ava dikin ya Kurd û Tirkan e. Ji ber vê çendê di Kurdistanê de dest bi kongre û têkoşînê kir. Kurd hîn di destpêkê de li gel Mûstafa Kemal cih girtin. Ji ber ku Mistefa Kemal cih dida Kurdan. Wiha ev tevger pêş ket heta Pêymana Lozanê.*Çima heta Lozanê?-Ger mirov baş binêre, heya Peymana Lozanê dest ji Kurdistanê ango Kurdan berdan, li holê tune bû. Lê bêlê bi Peymana Lozanê re dest ji Mûsil û Kerkûk hate berdan. Dest ji Kurdistana ku îro di nav sînorê Suriye û Iraqê de mayî, hate berdan. Ev ne bi daxweziya M. Kemal û Kurdan çê bû. Ev yek, Îngîlîzan bi Tirkiyeyê û Mustefa Kemal dan perjirandin. Îngilîzan didît ku Kurd ne rihet in, nerehetiya Kurdan jî ji ber Peymana Lozanê de cih nedana Kurdan dihat. Nemaze di destûra bingehîn a sala 1924’ an de hatibû avakirin de jî Kurd nebûn. Ew destûra jî li ser bingehê Lozanê hatibû pêş xistin.
=KTML_Bold=HETANÎ PÊYMANA LOZANÊ JÎ KURD HÊZA TIFAQÊ BÛN Û HER TIŞT BI NAVÊ KURD Û TIRKAN DIHATE PÊŞXISTIN=KTML_End=
Hetanî Pêymana Lozanê jî Kurd hêza tifaqê bûn û her tişt bi navê Kurd û Tirkan dihate pêşxistin, lê bi destûra bingehîn a 1924’an re Kurd derveyê makezagonê hatin hiştin. Kurdan jî ev rastiya dîtibûn û dizanibûn êdî hedef in. Ji ber ku êdî neheqî li wan dihat kirin, mafê wan nedihat dayîn û dihatin înkarkirin. Ev jî rê li ber jinavbirin û îmhakirina Kurdan vedikir. Îngilîzan ev nerehetiya Kurdan dîtibûn û li dijî Tirkiyeyê didan şixulandin. Kurd li hemberî Tirkan weke gef û tehdîdek bi kar dianîn. Ji Tirkan re digotin, ‘heke hûn daxwaziyên me qebûl nekin, wê demê em jî alîkariya Kurdan bikin’. Bi vê tehdît dikirin. Lewazbûna Tirkan jî di vî warî de hebû, ji bo ku Îngîlîz alîkariya Kurdan neke û tevgerek Kurd pêş nekeve, Tirkiyeyê daxwazên Îngîlîzan ango yê sîstemê qebûl dikir. Daxwaza pergalê jî ev bû; yek têkiliyên xwe bi Sovyetan re qut kirin û ji wan dûr ketin, bi vê yekê jî ligel pergala nûjeniya sermayegeriyê (sîstema modernîteya kapîtalîst) cih girtin. Ya dîn jî dest ji Kurdan berdabûn. Wate, dest ji Mûsil û Kerkûkê berdabûn. Tirkiyeyê jî xwestek û daxwaza Îngîlîzan qebûl kir. Ji ber vê çendê xwediyê Mîsakî Mîlî derneket, li Mûsil û Kerkûkê xwedî derneket û dest jê berda. Bi vê jî daxwaziyên Îngilîzan pêk anî. Îngilîzan jî bi Pêymana Lozanê Tirkiye qebûl kir.Di nêzîkbûna Îngilîzan de Kurd qebûlkirin tinebû, ji bo daxwazên xwe pêk bînin Kurd wek şantaj bi kar dianîn. Kurd weke kart di heremê de bi kar dianîn, li dijî dewletên dagirkerê Kurdistanê. Ji bo heremê bikin jêr xizmeta xwe bi awayekî textîk nêzî Kurdan dibûn. Di hinek waran de nêzîkî hinek tevgeran û Kurdan dibûn, sedemê vê nêzikbûnê jî ew bû ku dewletên dagirker bikin jêr xizmeta xwe û daxwazên xwe bi wan bidin qebûlkirin. Ne ku ew tevgerana ango Kurdan qebûl dikirin li gorî wê nêzik dibûn. Bi temamî li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibûn.Di siyaseta modernîteya kaptalîst de Kurd nîne, berovajî vê ew hebû ku wê çawa Kurdan bikin jêr xizmeta xwe, çawa herêmê bixin jêr xizmeta xwe. Nêzîkatîkî wisa hebû. Hin caran nêzîkî Kurdan bûne hin caran jî nêzîkî dewletên dagirker ên heremê bûne, xwestine di heremê de hem Kurdan hem jî van dewletan bi rê ve bibin (îdare bikin), îdare kirine. Di encamê de xwestine hemûyan jî neçarî xwe bikin û bikin di bin xizmetê xwe de.Piştî ku Kurd li xwe xwedî derketin, li dijî qirkirinê derketin, ji bo wê têkoşiyan, ji bo xwe nirx ava kirin û şûnde pergala nûjeniya sermayeger (modernîteya kapîtalîst) dît ku nikarin mîna berê Kurdan îmha û înkar bikin, ev siyaset êdî nameşe, ji ber ku Kurdan ev siyaset vala derxist û pûç kir; wê demê neçar man ku Kurdan qebûl bikin. Lê Kurdan weke miletek, neteweyek, gel qebûl nakin. Dibêjin, ‘Kurd hene, berê jî hebûn, lê niha weke gelek nîn in; di asta kes û şexsan de Kurd hene’. Ji bo vê jî dibêjin; heqê miletebûnê ji bo Kurdan nîne, lê mafê takekesî hene. Yanî mafê takekesî yên demokratîk ji bo Kurd hey e. Niha siyasetek wiha dimeşînin. Ev siyaseta jî tê vê wateyê; siyaseta berê di şert û mercên nû de careke din pêk anîne. Di rasteqîn û bingeha xwe de dîsa siyaseta înkar û îmhayê esas wergirtine. Ji ber ku Kurdan li hemû qadan têkoşîn pêş xist û ew siyaseta klasîk ya ku Kurd qebûl nedikir, ya ku îmha û jinavbirin digirt ber xwe û bingehê her tiştî, dîtin ku îflas kir û nema dimeşe, êdî Kurd bûne hêz neçar man ku di siyaseta xwe de guhartinan bidin ava kirin. Ev guhertin jî ne ji ber ku Kurd qebûl dikin, maf û vîna wan nas dikin. Kurdan weke takekes qebûl dikin, dibêjin; ‘Di vê çarçovê de mafê takekesî hey e, ew jî bi demokrasiyê û mafê mirovan çareser dibe, em dikarin pirsgirêka Kurd jî bi vî awayî çareser bikin’.Siyaseta niha bi rê ve dibin, ev e.TÊBINÎ: Ev hevpeyvîn wê sibe derbarê sergotarên jêrîn de bidome- ‘Komploya Kesk’ ya hikûmeta AKP’ê-Komploya Navnetewî an jî ‘Roja Reş’ 15’ê Reşemiyê-Gelê Kurd li hemberî vê helwest û têkoşîneke çawa bide raberkirin?Kaynak: Tunekirina kurdan bi Lozanê dest pê kir - Amîda Kurd [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,196 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 07-08-2023
Gotarên Girêdayî: 61
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-02-2011 (15 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Lozanê
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 09-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 07-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,196 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.484 çirke!