Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,336
Wêne
  124,191
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,111
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN III
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN
=KTML_Bold=PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN III=KTML_End=
(Hevpeyvîna malpera AidaKurdê bi mamosta Ezîz ê Cewo re) - III

Amîda Kurd: Mamoste, careke dinê dem baş! Beşê duyem ê hevpeyvîna me jî êdî li ber destê xwendevanan e, û bi baldarî tê xwînin. Di dema pêş me da dibe ku hinek pirs û nêrînên wan jî derên, emê wan berev bikin û bi hevre binirxînin...
Lê naha, li cîyê ku me navber dabûyê, em govtûgoya xwe bidomînin. 
Ezîz ê Cewo: Dem baş, ser ç’avan!Baş e, lê berî ku em govtûgoya xwe bidomînin, êdî du pirsên xwendevanên me gihîştine ber destê me, di sêrî da em bersîvên wan bidin, peyr’a.
Weha, Deniz Babacanji Mêrdînê dinivîse: “... Mamoste, ez nivîsên te dişopînim, wisa jî – vê hevpeyvîna te. Hûn pirsne pêwîst û girîng dinirxînin, gelek bersîvên te rast û pir bi wate ne, lê pirsa strana “Şerfedîn e!” neket serê min. Ew stran roja cejna Çarşema Sor min bi “Çira-tv” bihîst, lê di wê da dibêje: “... Şerfedîn e, dînê min e!”– Çawa dibe...? 
 – Belê, tu r’ast dibêjî, Denizêhêja, eger tê bîra te min di beşê I ê vê hevp’eyvînê da gotibû, ku di destûkê da di vê stranê da hatye gotin: “... Şerfedîn e, j'dînê min e!”,– û herpaşê ew guhar’tine û kirine:“Şerfedîn e, dînê min e!”Eger te bi vî şêwazê dawîyê ew stran bihîstye, ev tê wê wat’eyê, ku komploya hindur’în a li dijî êzdîyan ûêzdîtîyêdidome...
Lê, ji bo ku hûn bi xwe cudahîya di navbera wan şêwazan da bi xwe bibihên, hember hev bikin, ew stranan bi şêwazên cuda li ser Youtubeheye, ez jêderên wan (link) li vir datînim, dema hûn bi xwe bibihên, hûnê têbigihîjin, k’a ew çawa pêk hatye.
Fermo, weha, ew şêwazên cuda yên vê stranêdi Youtubeda: 
1. –“...Şerfedînn e, j'dînê me ye!”
https://www.youtube.com/watch?v=fd91whAVJlQ
Helbet, varîantên vî şêwazî dîsa hene, xwendevan bi xwe jî dikarin di Youtubeda bibîni! 
2. –  Di sêrî da dibêje; “...Şerfedîn e, j'dînê me ne!”, lê paşê dibêje: “Şerfedîn e, dînê me ne!”–https://www.youtube.com/watch?v=7-yfvauuKEI
3. –“...Şerfedîn e, dînê meye!” 
https://www.youtube.com/watch?v=G2A2JjkR8Ls
Û li vira ya here balk’êş ew e, ku ev stran bi şêwazê dawîyê (yê 3.) hinek dengbêjên k’urdên êzdî yên Sovêta berê jî ji ber TV-an girtine, ezebere kirine û distrên… Û, dibe, ew bi xwe nizanin jî,  ku pêşîyên wan hîç di xewna xwe da jî navê Şerfedîn nebihîstibûne… Lê, ji ber ku di awazê wê stranê da r’ît’mû takt heye, ew dik’eve çokê mirov, hem jî di nava êzîdîyên nûpêk’etîda bûye mode, ew jî dixwazin ji wan kêm nemînin, vê stranê bi vî şêwazî distrên û tê jî nagihîjin, ku bi wê yekê ew jî dik’evin xizmeta her’ifandin û t’unekirina êzdîtîyê…
Helbet ev jî mînakeke bextr’eşîya gelê me ya dîrokî ya cuda ye!
Ya dinê pirsa p’eyva “Êzdîxan”e!  
Sûrênê Bedirji Ermenîstanê dipirse, ku di gotareke min a bi zimanê r’ûsî da di vê derbarê da hê bi hûrbînî hatibûye gotin, wateya wê p’eyvê bi zanistî hatibûye r’avekirin, gelo nabe, ku ew hûrbîniî di gotara k’urdî da jî hebûna. 
Lê Berfîn Samedoglûyaji Stambûlê jî dinivîse, ku ew wek k’urdekê wê şirovaya di derbarê cudahîya di navbera “Êzdîxan”û“Êzdîxane”da têdigihîje, lê, bi dîtina wê, tiştek kêm dimêne û dipirse, k’a, gelo min nikaribû ew hinekî bi hûrbînî, bi zanistî r’avekiria. 
Bila xwendevanên hêja biborînin. Piştî ku ew gotara navborî (“Êzdîxan”an “êzdîxane”?–K’îjan ji wan r’ast e û tê çi wat’eyê?”) sala 2015an hate  weşandin, êdî wê demê pirs û daxwezeke weha ji xwendevana hatibûn û min li ser bingeha wê daxweza wan gotara berê bi mînak û anlîzên êtîmolojî va dewlemend kir û di bin  sernivîsa “Êzdîxan”an  “Êzdîxane”? – ev t’evlihevîya ji k’u tê?”weşand. Û hemû hûrbînîyên pêwîst di wê gotarê da hene. Fermo, ew dikarin wê li vira bixwînin: http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ êzdîxan_an_êzdîxane_ev_t_evlihevîya_ji_k_u_tê
Naha jî, fermo, em dikarin veger’in ser pirsa we!
Amida Kurd:Eger tê bîra te, mamoste, pirsa min ev bû: “Bi raya min, dema ew rewş bi bingehîn hate ravekirin, a ku îro di nava civaka êzdîyan de desthilatdar e, em careke din vegerin ser pirsa yekîtîya civakî di nava êzdîyan da û li ser gavên praktîk ên yekem ên here pêwîşst rawestin, ên ku divê di warê avakirina wê yekîtîyê da bên avîtin! Tu wan çawa dibînî?”
Ezîz ê Cewo:Belê, belê! Jixwe min berî vê jî gotibû, ku ji bo avakirina yekîtîya civaakî her r’êyek heye, ew r’ê jî ya r’ojekê an mehekê, heya ya salekê-duduyan jî nine, divê bi sebir ç’avê gel li ser r’astîyan bê vekirin, bi r’aman û bîrdozîya n’etewî r’a t’evayî, wisa jî r’astîya olan li ber wî bê danîn. Eger mirov bingehên ola xwe bizanibe, dê ji wan lîstikên siyasî r’a, yên ku îro pêk tên, cî nemîne…Lê berî vê, ya here girîng, divê di sêrî da r’êvebir û çalakvanên k’omele, sazî û r’êxistinên êzdîyanû çapemanîya bi wan va girêdayî, evê r’astîyê bizanibin. Eger na, dê dîsa weke berê k’arê îslamîkirina êzdîtîyê bidome... 
Ango, yekîtî dikare bi zanekirina civakê, bi p’erwerde û fêrkirina bingehên olî û nasandina nirxên net’ewî pêk bê – ji bo ku her endamekî civakê amade be, bi xwe li hember wan destdirêjîyên r’amanî, gîyanî ûr’uhîr’aweste! 
Helbet, ev nayê wê wat’eyê, ku divê hemû bibin zanîyar, bawermend an oldar. Na! Di pirsên net’ewî-bawerîda divê endamên civakê bi giştî bibin xwedî dîtin û zanebûnên here sade, divê, hîç nebe, ew bikaribin têgehên ‘net’ew’û‘ol’ji hev cuda bikin, û li ser wê bingehê bikaribin xwe li ser p’êyan bigirin… Eger civak bê zanekirin, ç’avê wê li ser r’astîya bawerîya wê bê vekirin, êdî t’u şer’let’an anxizmetk’arekîhêzên derva dê nikaribe bi wê bilîze! 
Helbet, li vira tiştek heye – divê mirov di pirsa bawerîyê da azad bin, û, eger heya k’omeke mirovan a biç’ûk jî bawerîyeke xwe heye, û hinek  hewl didin wana bi delk’û dolaban, bi lîstikên cihêr’eng ji bawerîya wan dûr bixin, û wê bawerîyê t’une bikin (wek ku îro wê li hembar îzdîyan ûêzdîtîyêpêktînin!), divê neyê p’ejirandin… Û, ger hinek, k’omek an heya beşekî civakê êdî bûye êzîdî-sofî, divê em wisa wan bip’ejirînin, wek ku ew hene… Wisa, wek ku em sunnîyan, şiîyan, nexşbendîyan, elewîyan, yarasanîyanû yên dinê dip’ejirînin û ji bawerêîyên wan r’a r’êz digirin! Lê, bi vê r’a wisa jî, divê em amade bin, ku êzdîtîyêjî ji  komployan û xeterîya windabûnê bip’arêzin. Wek ku min êdî di derbarê wê da gotye, divê r’ê nedin, ku hinek mînahevbûna bi şêwazî (formalî) a navên ‘êzdî’û‘êzîdî’bi k’ar bînin û hemû bingeh û nirxên êzdîtîyêbiher’ifînin ût’unebikin. Ango, ew p’ejirandin û r’êzgirtin, a ku li hember bawerîyên dinê heye, divê li hember êzdîtîyêjî pêkan be…  
Ev ji hêla mafên mirov ên gerdûnî va! 
Ji bo ku ev yeka bikaribe pêk bê, divê di sêrî da ji nava oldarên êzdî wan kesan bibînin, ên ku qewl û beyt’ên êzdîtîyê yên r’esen dizanin (helbet, eger ew heya dawîyê nehatibin“t’unekirin”!) û amade ne, beşdarî k’arê p’arastina êzdîtîyê ya ji t’unebûnê bibin… Divê wan beşdarî k’arê paqijkirina êzdîtîyêji têrmîn, nav û têgehênerebî-îslamî bikin. Di vî k’arî da ew zargotina gelê me dikare p’ir’kêr bê, ya ku di dema xwe da zanîyarên keddar ên gelê me yên hêja berevkirine û weşandine. Ji bo vê divê k’omeke pisporan (zimanzan, dîrokzan, olzan û hwd) û ew oldar, ên ku ferz û asa û bingehên êzdîtîyar’esen dizaninm, dest bi k’arê amadekirina p’irtûkekê bikin. Di wê p’irtûkê da divê dîrok, felsefa olî, ferz ûasayênola êzdîbi kurtebînî bên t’omarkirin, wisa jî, divê di wê da ferhengokek a têgeh, nav, têrmîn û p’eyvên dinê  hebe, ji bo ku wat’eyên wan p’eyvên 
k’urdî yên r’esen, ên ku di pêvejoya dêrokî da bi yên erebî-îslamîhatine werguhar’tin,  bên têgihîjtin… Ji bo ku, dema yek wê p’irtûkê hilde destê xwe û bixwîne, bikaribe bi hêsane t’evahîya felsefa ola pêşîyan, nirx û asayên r’uhî-r’ewanî ya êzdîtîyêhîs bike… 
Eger na, heya eger bi hezaran qube, perestgeh ûzîyaretanava bikin, ew hemû dê ji bo gel wat’eya xwe ya wisa hebin, wek ku bircên (pîramîd)êgyûptîyêakevnar ji bo erebên Misrê yên îroyîn!
A, prsgirêka ku li pêşîya me sekinye, dîsa wek net’ew, ev e: “Mirov divê çawa bike û çi bike, ku ji vê r’ewşê derê?”
AmidaKurd: Mamosta, gelekî spas ji bo şirove û ravekirinên te! Ez dibêjim ji bo ku ev rewşa bê têgihîştin, bingehek hate danîn, lê, ji bo ku mirov bikaribe, evê pêvajoya malwêran rawestîne, divê ji çi destpê bikin? 
Ezîz ê Cewo: R’ast e,di jîyanê daher k’arek destpêka xwe heye, ango, mirov ji tiştekî destpê dike. Û di her k’arî da ya dijwar jî, hema ev e. Pêşîyên me jî ev yek baş fêm kirine, dema gotine: “Di her k’arî da ya here dijwar destpêk e, lê, ger mirov destpê kir, ewê her’e sêrî!”Îro li pêşîya vî k’arî astengîyeke derûnî (p’sîkolojîk) heye. Di nava demeke dirêj da  êdî mirov hînî têrmîn, nav û têgehînbîyanî kirine, ango ew ji r’astîya wan xerîbkirine... 
 Wek ku tê zanîn, her olek jî li ser bingeha têgeh, nav ûtêrmînanxwe yên t’aybet ava dibe, û hema bi wan jî olek ji yeke dinê cuda dibe! Eger ew bingeh hate  guhar’tin, ol bi xwe ji bingeha xwe destpêkî dûr dik’eve û dibe oleke dinê... 
Û, ya ku anîne serê êzdîtîyê jî, hema ev e!  
Wek êdî li jorê jî hate gotin, di hindur’va hemû têrmîn, nav ûtêgehên êzdîtîyêbi yên erebî-îslamîguhar’tine. Û gel bi xwe jî haş ji xwe nînbûye, k’a çawa ew bi demê r’a hînî  wan p’eyvên bîyanî bûye, bi demê r’a çawa ewî p’eyvên xwe yên r’esen ji bîr kirine  bi  berekê va dest ji ola xwe berdaye û oleke dinê wergirtye... Û her p’eyvek jî, wek ku tê  zanîn, wat’eya xwe heye, her p’eyvek têgehek e, ... her p’eyvêk bi serê xwe cîhanek e! Û dema îro mirov hewl dide wan p’eyvên bîyanî bi yên r’esen ên k’urdî biguhêr’e, gelek  caran ew di nav gel da nayên têgihîştin, lewra ku ew ji bingeha bawerîya xwe ya r’esen dûr xistine, ew bi xwe ji xwe xerîb xistine. Mînak, di destpêkê da, dema li şûna p’eyva erebî ya r’ehmya k’urdî ya r’esen a dilovanîdihat bik’aranîn, gelekan bi guman û dilsarî li wê dinihêr’în, lê bi demê r’a naha êdî bi berekê va ew p’eyv di nava lêksîkona gel a r’ojane da cîyê xwe digire. Wisa jî gel êdî hêdî-hêdî p’eyvên k’urdî yên ol, bihuşt, dojehû yê dinê li şûna p’eyvên bîyanî bi k’ar tîne... 
Heman tişt ji bo p’eyvên dinê jî dikare pêkan be – ev pêvajo ye!  
Û, bi dîtina min, k’ilîta zelalkirina hemû pirsgirêkên êzdîtîyê(wek ku ya her olekê!), yên ku di nava sedê salan da k’etine ser hev, hema di vê da ye: eger mirov bikaribe wan p’eyv, nav ûtêrmînênr’esen–k’urdîyên ola gelê xwe ya kevnar – êzdîtîyêzêndî bike û veger’îne şûna wan, wan peyvên erebî-îslamî, yên ku di pêvajoya îslamîkirina êzdîrtîyêda anîne nav wê, evê bibe gava yekem a bir’yardar li ser r’êya zêndîkirina êzdîtîyar’esen.  
Û, eger ev pêk bê, bik’eve jîyanê, eger ew guhar’tin li ber ç’avan bên xuyan û têgihîştin, wê demê dê bê zanîn, k’a êzdîtî çi ye, k’a çima ew, a ku îro li gel ferz dikin, ne êzdîtî ye, k’a di navbera êzdîtîyê ûêzîdîtîyêda çi cudayî heye...  
Lêbelê, çi ku di nava sedê salan da anîne serê êzdîtîyê– wek ol, û, bi t’aybet jî, ya ku îro tînin serê wê, r’eng û r’ûyê vê ola kevnar a gelê k’urd wisa guhar’tine, ku dê p’ir’dijwar be, mirov wê veger’îne ser bingeha wê ya r’esen, lewra ku îro, wek ku min êdî gotye, hemû k’omele, sazî û r’êxistinênêzdîyan/êzîdîyanhemû çapemanî, r’adîo-têlêvîzîon û p’ergalên întêrnêtê, yên bi wan va girêdayê bi bir’yar xeta îslamîkirina êzdîtîyêdimeşînin – hinek bi zanebûn, hinek jî bi nezanîya xwe!  
A, hema, ya ku di vê pêvajoya demdirêj da di nava êzdîtîyêda pêk hatye, îro li ber çavan e. Û, sed heyf û mixabin, her çiqas, gelek mirovên derî me evê yekê dibînin, lê yên ku di hindur’da ne û divya bû, ku wê bibînin, nabînin (an didin xuyan, ku nabînin!). Mînak, dema di gotarên xwe yên destpêkê da min dinivîsî, ku êzdîtîola gelê k’urda kevnar e, yên r’ikberî me (oponênt) dipirsîn:   
– Eger êzdîtî ola k’urdan a kevnar e, lê ev p’eyv û têgehên weha, yên ku erebî ne û pir’anîya wana di nava îslamê da heye, di nava êzdîtîyê da çi dikin: Şems, Şêşims, Sult’an Êzîd, cinet, cehneme, r’uh, cin, miilyak’et, melek’, Tawisî Melek’, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek’Ferxeddîn, Şêxûbek’ir, Ebûbek’ir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismilayî), R’ebê alemê/R’ebilalem, Xuliqellah, Xaliq... 
Û, eger mirov li ser van da wisa jî van navaên pîrozîyên îslamê zêde bike:Ezraîl, Dardaîl, Îsrafîl, Mik’aîl, Cebraîl, Şamnaîl, T’uraîl, dê dîmenê encamên wê pêvajoya navborî yên r’êal û ji bo êzdîtîyêxeter û malk’ambax derê pêş wî! 
De, îjar were, û ji nava vê t’evlihevîya îslamî êzdîtîyêvebijêre û cuda bike, an jî ji vê r’a bibêje – Êzdîtî! 
Her tişt li ber ç’avan e, giranîya nav û têgehên bingehîn ên ola Êzdî, bi p’eyvên erebî guhar’tine, yên ku  navên erkdar û p’eywirên ola Îslamê destnîşan dikin... ” ( Bi hûrbînî, di vê derbarê da – di gotara min a “Êzdîtî: Çend r’aman û nêr’în li ser r’astîya vê ola kevnar, r’ewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî”– http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html)...
Dibe ku xwendevanan bipirsin, k’a em dikarin çi bi van p’eyvê bîyanî bikin?
Wek ku min êdî got, divê em yek bi yek p’eyv ûn’av ûtêrmîn ûtêgehênola xwe yên r’esen bi berekêva lê veger’înin!
Ji bo destpêkê em wan têrmîn, nav û têgehên sereke hildin, ên ku îro bi p’eyvên erebî di nav jîyana r’ojaane yaêzdîyanda tên bik’aranîn û li hember wan hemwat’eyên wan ên k’urdî, ango, şêwazên wan ê destpêkî yên r’esen, daynin: 
R’eb, r’ebê alemê, r’ebilalem – Xwedê;
Şems – R’oj/Mêrê R’ojê
Cunnet – Bihuşt;
Cehnime – Dojeh;
Melek’, milyak’et – frêşte;  
Dîn – ol; 
R’uh – r’ewan;
R’ehm – dilovanî;  
Qewl – gotin;
Qewal – ê ku dibêje, ango, mîssîonêr; 
Înşallah – bi hêvîya Xwedê!
Similayî (ango,bisilayî) – bi navê Xwedê! 
Em li ser van da wisa jî qewlê T’elqin a  erebî (تلقێن) zêde bikin, ya ku t’ê wat’eya:“Gihîşte ber destê wan!”, ûşêxên êzdîyanewê li ser t’extê xêrê, di dawîyê da  dibêjin. Wisa jî  dema xwendina qewlan, hinek şêxên êzdîyan weha destpêdikin: “We tihana, we sik’ana, we elî wedana!”, hinek heya bi vî şêwazê erebîya r’ast: “Men teqane, men seqane, anta alî al wedane” (من تقانا ، من سقانا ، انت علي الودانا), ya ku tê wat’eya: “Yê ku baweri da me, yê ku av da me, tu yî hêja û meznî!”– Û ez bi bawer im, ku ew şêxên êzdîyan, ên ku van qewl û gotinan dibêjin, ne wat’eya wan dizanin, ne jî dizanin, ka ew ji k’u hatine nava wan...
Lê belê, li vira pirs di wê da ye, ku di nava oldarên êzdîyan da yên ku xwendina bilin dest anîne, hene, heya hinek ji wan jî perwerdeya erebî jî dîtine, lê li şûna ku vê r’astîyê bibînin, k’a çi anîne serê êzdîyan û êzdîtîyê, hîç nebe, wan p’eyvan werger’înin, bi hemû zanîn û derfetên xwe va dik’in xizmeta k’arê heya dawîyê îslamîkirina êzdîtîyê – wek qewalên (mîssîonêrên) îslamê!..
Amida Kurd: Mamosta, gelekî spas! Bi dîtina min, ji bo ku xwendevan bi hêsane bikaribe van hemû zanîyarî û agahîyan ji bo xwe rave û watedar bikin, em li vira navberekê bidinê. Di vê navberê da, ez dibêjim, hem dê pirsên nû li bal me peyda bibin, hem jî dê pirsên xwendevanan jî çê bibin... 
Ezîz ê Cew: Baş e, ser ç’avan! Heya hevdîtineke dinê!
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,141 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 04-08-2023
Gotarên Girêdayî: 139
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-04-2019 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ol û Ateyzim
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 07-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 04-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,141 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.656 çirke!