Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya new
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  594,907
Wêne
  125,695
Pirtûk PDF
  22,264
Faylên peywendîdar
  131,025
Video
  2,201
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,032
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,947
عربي - Arabic 
45,432
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
27,935
فارسی - Farsi 
16,786
English - English 
8,578
Türkçe - Turkish 
3,872
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,833
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,844
Kurtelêkolîn 
7,010
Şehîdan 
4,647
Enfalkirî 
5,760
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,254
PDF 
35,003
MP4 
4,264
IMG 
239,149
∑   Hemû bi hev re 
280,670
Lêgerîna naverokê
“KORERÊ” Rêyeke Dûr û Dirêj e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
“KORERÊ” Rêyeke Dûr û Dirêj e
“KORERÊ” Rêyeke Dûr û Dirêj e
=KTML_Bold=“KORERÊ” Rêyeke Dûr û Dirêj e=KTML_End=
=KTML_Underline=#Sîdar Jîr# =KTML_End=

Berhemên edebî, parzûnkirina êşên takakekesî û civakî ne; ne di dil û hestan de hiltên, ne mirov kare wan veşêrin. Axir piştî demekê, nivîskar a di dil de dide der. Dilê nivîskar (ê hînî gelek tiştan bûye) jî êdî nema kare wan tiştan di dilê xwe de û tenê ji bo xwe bihewîne. Yanê gava roja zayînê tê, nivîskar/edebîyatkar, êşên ku bi hestên kûr û pak demeke dirêj di dilê xwe de mezin kirine, bi rêyeke şahîk û estetîk dide der. Ev yek ne wekî êş û jana fîzîkî ya zayînê dijwar be jî, ji aliyê amadekarî û hayjêhebûnê ve piçkî dişibe zayînê… Yanê gava zarokek hîn di malzaroka dêya xwe de be jî her kes dizane – bi awayekî asayî- ew ê rokê were dinyayê. Êş û janê dayik dikêşe lê her kes bi zarok şa dibe. Berhemeke edebî jî wisa ye. Di xwendina her çîroka KORERÊ ya Brahîm Ronîzêr de, xwîner vê yekê pir eşkere dibîne. Brahîm Ronîzer, hest û êşên em giş pê dizanin, di dilê xwe de mezin kirine, gava êdî di dil de hilnehatine, ew parzûn kirine û bi henûnîyeke gelekî zîrek pêşkêşî xwîneran kirine.
KORERÊ, bi awayekî teknîkî, ji du beşan û nozdeh kurteçîrokan pêk tê: Korerê û Wêneçîrok.
Brahîm Ronîzer, di hemû kurteçîrokên KORERÊ’yê de olana tevziyên civakeke bêdeng neqlî kerrika guhê xwîneran dike. Nivîskar, bêyî xwîneran aciz bike, bi zimanekî henûn û comerd gerdûna çîrokên xwe bexşî xwîneran dike. Di gelek çîrokan de, bi kod û şîfreyan bala xwîneran disû û dibe ser “ewa dîtir.” Helbet gava vê yekê dike nahêle xwîner bi zehmetîyan biêşe… Di çîroka pêşîn “Rêka Dibistanê” de wiha dibêje: “Heke xelk pê bihise ku mevanên wan ên xwedî tifing tên û diçin, ku hinekên din pê bihisin wê cin û pîrebok jî pê bihisin û heke ew pê bihisin dê mala wan bişewitînin.” Bi xwendina vê hevokê re, wekî “lehengê” çîrokê Elîkoyê di dawîya çîrokê de cin û pîrebok diniqutin dilê wî, heman tişt diniqutin dilê xwînerên baldar jî.
Hemû dîmen û qewimînên di çîrokan de, berê me didin korerêyekê. Nivîskar, derîyê wan kêlîkên jiyana nûjen ên berê wan li korerêyan e û kes nikare jê bireve, li ber xwîner vedike. Ronîzêr di korerêyan de çiqas dabe ser şopa “modernîstên dawîn” jî, di wêneçîrokan de xwîner bi pey felsefeya realîzmeke efsûnî ketiye – te dî ewa însan ji “neynikan ditirse.” Heke ji vî alîyî ve mirov li ser hûr bibe, mirov dê bibîne ev gaveke gelekî xurt e û ji xwebûnê tê digihîne gerdûnê. Çawa Borges, Poe, Maupassant, Çexov, Mansfield, Joyce û Kafka li pey hev teqil dan çîrokê, Brahîm Ronîzêr jî, bêyî qerepereya zêde di KORERÊ’yê de bi pistepist teqlek daye çîroka Kurdî ya “nûjen.”
Her çîrokek, di korerêyekê de dibe findek. Di ronahîya findê de, sîyeke melankolîk ber bi nihîlîzmê ve dişûrike, vediguhêze û dibe xwedîyê rengekî fantastîk…
Tenêtî, hevaltî, evîn, dostanî, mirin û mezinbûn bi hev re di dawîya korerêyan de dibin wêneyekî gelekî xweşik û dikeve dilqê temsîlîyeteke gelekî xurt a nifşê “zû mezin bûye” – ji vir şûn de êdî tu kes nikare xwe jê bi dûr bixe.
Brahîm Ronîzêr, di hemû çîrokan de atmosfereke ecêb çêdike, xwîner “destê xwe dike bin çengê xwe” û car caran dibişire, car caran jî xemgîn dibe…
* KORERÊ, Brahîm Ronîzêr, Kurteçîrok, Weşanên Lîs, 2014 [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 819 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 11-07-2023
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-07-2020 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Çîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn TeyfûrE.T.) li: 11-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 13-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn TeyfûrE.T.) ve li ser 31-10-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 819 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!