Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,785
Wêne
  124,286
Pirtûk PDF
  22,113
Faylên peywendîdar
  126,236
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
DIJBERÎYA BERJEWENDÎYAN LI “ASTANAYA 20EM” DESTPÊKA ŞEREKÎ SIBEROJÊ YE
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
civîna Astanaya 20em
civîna Astanaya 20em
DIJBERÎYA BERJEWENDÎYAN LI “ASTANAYA 20EM” DESTPÊKA ŞEREKÎ SIBEROJÊ YE
Wergera ji zimanê erebî: #Kendal Cûdî#
=KTML_Bold=Yekem: Pêşgotin=KTML_End=
Beriya rojekê ji derketina daxuyanîya dawî ya civîna Astanaya 20em, Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov hişyarî da ku texmînên bilind ji civîna Astanayê hêvî nekin û got: “Ev rê pir dirêj e û Rûsya jî li ser helwesta xwe ye.” Lewra yê ku têgihên daxuyaniya dawî ya civînê şopand, wê bibîne ku tiştê Peskov got derbarê 17 xalan, gotinên giştî ne û nabe nexşereyeka çareseriyê ya aloziya Sûriyayê, an jî gihandina lihevkirina tirkiyayî sûriyayî an jî rawestandina şer û deserwerdanên biyan. Ji ber vê yekê, topbaran û êrîşên hewayî li herêmên garantor ên Tirkiya û Rûsyayê, beriya civîna Astanayê bi du rojan, dijwar bû. Her wiha, bi dema civînê re, êrişên leşkerî çêbûn. Lê tiştê balkêş di herdu civînên dawî de (19 û 20), balkişandina ser herêmên Rêveberiya Xweser bû.
Bi civîna Astanayê re, diyar bû ku civîna çaralî ya li paytexta Kazaxistanê di 21'ê hezîranê de, heta niha di valahiyekê de diçe û tê, tevî ku armanc jê xêzkirina “nexşereya” ji bo pêkanîna asayîkirina têkiliyên Tirkiya û Sûriyayê ye.
=KTML_Bold=Duyem: Diyaloga çekdarî beriya diyaloga siyasî pêk hat=KTML_End=
Beriya civîna Astanaya 20'yem, şer di navbera hêzên Tirkiyayê û Sûriyayê de, gur bû û piştre ev şer berdewam bû. Di vê çarçoveyê da, karwanên leşkerî yên hêzên rejîma Sûriyayê ber bi eniyên şer li bejahiya bakurê Helebê ve çûn, nexasim li Minix û Til Rifet û karwanên mezin ên tang û panzêran jî ji Humis, Hema û bejahiya Şamê, gihîştin derdora bajarê Seraqib û bakurê Helebê. Şam rêkirina van hêzan, wekî bersiva êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê li herêmên bejahiya rojavayê Helebê, dibîne. Ji wan karwanên leşkerî yên ku hatine şandin, yek ji lîwayên êrîşkar berovajî lîwayên parastinê, di vê çarçoveyê de lîwayê 105 ê zêrevanê komarê ji Şamê ber bi Helebê ve hat.
Di heman demê de, hêzên Tirkiyayê çarşema borî herêmên bejahiya Idlibê ya rojhilat topbaran kir û di encamê da, 4 leşkerên hêzên rejîmê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her wiha, artêşa Tirkiyayê, baregehên rejîmê li bakurê Helebê topbaran kir û di encamê da, qurbanî çêbûn.
Lê ev gurbûna şerê di navbera Enqera û Şamê de û pişta wan Rûsyayê, dikeve çarçoveya amadekirina zemîna maseya civîna li paytexta Kazaxistanê, ji ber ku ê ku jînenîgariya civînên Astanyayê bişopîne, wê bibîne ku gurkirin û şerê beriya civînan, wekî berdewamiya siyasetê ye û dikeve çarçoveya ferizkirina îradeyê. Tevî ku tu aliyê li Astanyayê ne pabend e ku fermanên aliyê hemberî xwe pêk bîne, lê ev têgihaştina kontrolkirina li ser erdê, tê wateya ku li cihekî gihandina lihevkirinekê dijwar e, her wiha ev atmosfêra gurkirinê, metirsiyên di navbera aliyên Astanyayê (garantor Rûsya û Tirkiyayê) de, nîşan dide.
Bi her halî, Enqera ji bîr nake ku derbeyan li dij herêmên Rêveberiya Xweser pêk bîne û niştecihên wê beriya hevdîtina Astanayê û di nava civînên wê de bitirsîne, nexasim li herêmên ku qaşo di bin kontrola garantor Rûsyayê de ne. Di vê çarçoveyê de, Tirkiyayê ji 12'ê hezîranê tenê 35 cih li bakurê Sûriyayê kirin hedef, ku 15 jê bi rêya balafirên dron pêk anîn, ev yek jî ji destpêka salê ve, gurkirineka diyar e. Di vê çarçoveyê da, droneka Tirkiyayê di 20ê hezîranê de, erebeyeka karmendên xizmetguzarî ya Rêveberiya Xweser dema ku li ser erka xwe bûn û rewşa saziyên Rêveberiya Xweser li kantonê dişopandin, bombebaran kir. Di encamê da, Hevseroka Encûmena Kantona Qamişloyê Yisra Derwîş û cîgira hevserokatiyê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Danyal şehîd bûn û hevserokê encûmenê Gabî Şemûn jî birîndar bû.
=KTML_Bold=Sêyem: Rêveberiya Xweser di nîqaş û encaman de amade bû=KTML_End=
Di civîna dawî ya rêzecivînên Astanyayê de, bal li ser rastiya Rêveberiya Xweser hate kişandin. Di civîna 18em a Astanyayê de, hate piştrastkirin ku “Ewlekarî û aramiya domdar li Bakur Rojhilatê Sûriyayê, bi parastina serweriya Sûriyayê û aşitiya axa wê, wê pêk were.” Her wiha di civîna 19em de jî, di daxuyaniya dawî de zimanê êrîşê hat gurkirin û rûniştvanan reng ji rengên dijminahiyê ji dijî tecrûbeya Rêveberiya Xweser raber kirin û gotin: “Dewletên garantor ên civînên Astanyayê, li dijî hemû însiyatîfên xwebirêvebirinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye.”
Lê derbaskirina herêma Bakur Rojhilatê Sûriyayê ku mirov dikare bibêje aramî tê de heye, di nava encama daxuyaniya dawî da, balkêş bû. Ji ber ku nîqaşkirina siberoja Rêveberiya Xweser bûye daxwazeke Tirkiyayê ya sereke, ku di daxuyaniyê de di benda 6'an de hate gotin ku ew “hemû hewldanên afirandina rastiyên nû li ser rûyê erdê, di nav de jî însiyatîfên ne qanûnî yên xwerêvebirinê bi hinceta têkoşîna li dij terorê” red dikin. Lê ev bend ne diyar bû ku mirov dikare di çand aliyan de wê binirxîne ku Rûsya û Îranê Rêveberiya Xweser red dikin, ji ber ku ne bi erêkirina Şamê hatiye avakirin, ku ev jî şertekî qanûnî ji bo wan e ji bo damezrandina hebûneke nenavendî. Tirkiyayê jî bi awayekî ne qanûnî ji du aliyan ve li Rêveberiya Xweser dinêre: A yekê, ew ne beşek di avakirina vê rêveberiyê de bû, ji ber ku Trikiyayê beşdarî avakirina rêveberiyên girêdayî xwe li herêmên di bin dagirkeriya wê de bûye û ew ne qanûnî nabîne. Aliyekî duyem jî, Tirkiya red dike ku kurdên Sûriyayê bi hevkariya bi pêkhateyên din re karûbarê xwe bi rê ve bibin û çi gavekî sivîl an jî rêveberî di vî alî de wekî teror û hedefgirtina ewlekariya xwe ya neteweyî dibîne.
=KTML_Bold=Çarem: Civîna çaralî di xelekeka vala de digere=KTML_End=
Hemwextî civîna Astanayê, civîneke çaralî ya bi beşdariya Tirkiya, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyayê li ser asta cîgirên wezîrên derve bi armanca peydakirina nexşereyekê ji bo asayîkirina di navbera Enqera û Şamê da, hate lidarxistin. Lê tiştên ku di helwestan de derket, kûrahiya nakokiyan piştrast dike. Di vê çarçoveyê da, serokê şandeya Sûriyayê cîgirê wezîrê derve Eyman Sosan careke din helwesta Sûriyayê ya fermî dûbare kir û banga vekişandina hêzên Trikiyayê wekî destpêkirina asayîbûnê kir, Tirkiyayê jî li ser “metirsiyên ewlekarî” israr kir. Eger ku di hevdîtinên berê de, lihevkirin li ser gotinên ne zelal çêbû, ev dûbarekirina careke din e. Ji nava wan, lêgerîna li ser çareserkirina mijara vegera penaberan û têkoşîna li dij terorê. Di her halî de, mijara vegerandina penaberan di demekê de ku Şam Tirkiyayê wekî dagirker dibîne, ne pêkan e, ku Enqera jî pişta xwe dide bernameya vegerandina beşek ji penaberan bi rêya bicihkirina wan li derveyî herêmên wan ên resen di hûndirê Sûriyayê de. Ev yek jî tê wateya pêkanîna guhartina demografîk û avakirina kemberên ewlekarî yên tirkiyayî li Bakurê Sûriyayê.
Mijara “terorê” jî ji pirsgirêkên ku nayên kontrolkirin. Di demeka ku Şam komên çekdar ên girêdayî Enqerayê wekî komên terorîst dibîne û di civîna Astanayê ya 18em de DAIŞ û Cebhet El-Nusra wekî komên terorîst hatin binavkirin, Enqera israr dike ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bixe kategoriya “terorê”. Ev yek jî tê wateya li gorî Sosan ku Tirkiyayê bi awayekî “bijarte” tevdigere, her wiha Şam, Mosko û Tehran hîna negihaştine vê asta binavkirinê, lewra dijwar e ku hemû li ser kîjan “teror e” di enamên hevdîtinan de, diyar bikin.
=KTML_Bold=Pêncem: Encam=KTML_End=
Hersê mijarên ku di civîna Astana û hevdîtina çaralî de hatin nîqaşkirin, tevî ku gelek sernavê wê hebûn, ev in: Helwesta ji hebûna Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, çarenûsa Rêveberiya Xweser û asayîkirina di navbera Enqera û Şamê û mijarên şaxê yên wekî vegerandina penaberan û tekoşîna li dij terorê. Ev hemû mijar, li pêşiya formula asayîkirinê dibûn asteng, nexasim bi hebûna nakokiyeka dijwar di navbera berjwendiyên aliyan li Sûriyayê de. Dibe ku ev gurkirin ku beriya Astanayê hate destpêkirin, berdewam bike, nexasim aliyên şer yên ku banga lihevkirin û kêmkirina şer û asayîkirina di navbera Şam û Enqereyê kirin, ragihandin ku ew ê ji Astanayê derkevin, lê mayîna “formula Astanayê” ku heta niha beriyê wê ne diyar e.
Tişta ku herî zêde bi gurkirina leşkerî li herêmên şer tê texmînkirin, ku Bakurê Sûriyayê wê temenê têkçûna kopiya 20em a Astanayê bide û êdî zemanê “kêmkirina şer” jî bidawî bibe. Her wiha, dibe ku Bakurê Sûriyayê havîneka pir germ piştî ku civîna Astanayê hat derengxistin û operasyonên leşkerî û bombebaran û topbaranê, bibîne. Ev yek jî giringiya pabendbûna çareseriya siyasî bi serpereştiya navdewletî feriz dike, dûrî civînên şaxî ku Mosko û Enqera hewl dan bikin dikeya çareserkirina aloziya Sûriyayê ya dirêj.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,483 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://nlka.net/- 06-07-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-07-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Werger
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kazakistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,483 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.188 KB 06-07-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.594 çirke!