Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,235
Wêne
  124,179
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,082
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Em kurd çima dîplomasiyê nizanin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Em kurd çima dîplomasiyê nizanin
Em kurd çima dîplomasiyê nizanin
=KTML_Bold=Em kurd çima dîplomasiyê nizanin=KTML_End=
=KTML_Underline=Siyamed Sîpan=KTML_End=
Ez di wê baweriyê de me ku em kurd dîplomasiyê nizanin. Niha ez ê bi çend mînakan destnîşan bikim ku em qet ji dîplomasiyê fehm nakin. Lê berî ku em mînakên xwe analîz bikin, werin em wateya gotina diplomasiyê fêr bibin.
Di Wîkîpedîaya Kurdî de ji bo dîplomasiyê hema hema pênaseyeke bi vî rengî hatiye kirin: “Dîplomasî, têgehek e ku ji bo kar û xebatên têkiliyên navneteweyî tê bikaranîn. Alava sereke ya siyaseta derve ye.”
Lê ka em binêrin bê Wikipediayên îngilizî û almanî çi dibêjin:
Her du ziman jî dîplomasiyê wekî ‘Huner û Pratîka Danûstandinê’ rave dikin. Em wek kar û xebat dibînin, ew wek huner û çandekê dibînin. Pirsgirêka bingehîn jî di vir de ye. Em dîplomasiyê tenê bi kar û xebat û kedê ve girê didin, lê dîplomasî bazarkirin e, lihevkirin e, peyman sazkirin e û di hinek cihan de jî alaveke xapandinê ye.
Diyar e ku kurd ji dîplomasiyê fehm nakin. Ku me fehm bikira, ew ê niha welatê me ne di bin destan de bûya, ew ê welatê me azad bûya, ew ê welatê me yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê bûya, ew ê Kurdistan azad bûya û alaya Kurdistanê li gelek welatan li ba biketa. Hinek mînak ji peymanên ku kurdan dikarîbû bi karê dîplomasiyê ew peyman têk bibirana:
Peymana Zehabê 1514: Di navbera osmanî û safewiyan de piştî şerê Çaldiranê ku her du aliyan nêzî 130 salan Kurdistan dagir kirin.
Peymana Amasyayê 1555: Di navbera osmanî û safewiyan de hat mohrkirin, ji bo ku li hemberî kurdan ev her du dewlet bibin yek.
Peymana Qesra Şîrînê 1639: Di navbera osmanî û safewiyan de ku Kurdistan kirin du perçe.
Peymana Sewrê 1920: Li gorî vê peymanê divê di nava sînorên osmaniyan de dewletek kurdan bihata sazkirin.
Peymana Lozanê 1923: Di vê peymanê de Kurdistan bû çar perçe û qedera kurdan bi xerabî hate guhertin.
Ji van mînakan em dikarin du xalan derxînin.
Kurd her dem bi peymanan hatine xapandin
Yekitiya kurdan ne berî van peymanan ne piştî wan xurt bû.
Jixwe ev her du xal bi hev re girêdayî ne. Heger yekitiya kurdan hebûya, ew ê piştî van peymanan ji alîgir û aktorên navneteweyî berpirsyarî bixwestana. Peymanên wekî Lozanê qedera kurdan û Kurdistanê bi neyînî guhertin. Mirov dikare bi hêsanî gelekî saf û nezan bixapîne. Em jî gelekî wisa ne. Ya na ew ê rewşa me û welatê me cuda bûya.
Rêjeya xwendinê di nava kurdan de kêm e, rêjeya ku di beşa xwe de bûne pispor (doktor an jî profesor) hîn kêmtir e. Niha kesek navê dîplomatekî kurd bipirse, ez ê çi bibêjim, nizanim… Ev nêzî 50 sal in kurd li Ewropayê dijîn û hîna jî xebatên dîplomasiya kurd li Ewropayê gelek kêm e. Ne ku tune ye, bê guman liv û tevgerên biçûk hene, bes gelek kêm e û ji birînên Kurdistanê re mixabin nabe derman.
Hinek mînak ji karên diplomasiyê ku li Ewropayê tê meşandin:
Civaka Azad: Gelek xebatên cur bi cur ên çapemenî û ragihandinê wek kovara ‘Kurdistan Report’ û xebatên ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Defend Kurdistan: Gelek delegasyonên aştiyê û xebatên agahdarkirinê û herî dawî meşeke navendî li Almanyayê li dar xistin. Armanca bingehîn wekî di navê xwe de jî diyar e, li hember êrîş û dagirkeriyê parastina Kurdistanê ye.
KNK: Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî karên cuda ên dîplomasiyê dimeşîne. Yek ji wan jî Konferansa Kurd li Parlemento ya Ewropayê ye. Her wiha xebatên yekitiya di navbera kurdan de jî dikin.
PYD û xebatên vekirina navend û cihên diplomasiyê bi dewletên ewropî re.
Xebatên PDK û YNK yên li Ewropayê hene, bes him kêm him jî tenê berjewendiyên kesane an jî partiyane derdixine pêş.
Divê xebatên dîplomasiyê di asta herî bilind de bihatana meşandin. Her kurdek dikare vê wekî rexnedayinekê jî fehm bike û bide. Ji ber ku stratejiyên me hemû demkurt in ne demdirêj in.
Li aliyê din heger PDK’ê bixwesta niha dikarîbû bi xebat û karên dîplomasiyê bihişta ku PKK ji lîsteya terorê derkeve. Heger PKK ji lîsteya terorê derketa, ew ê rewşa dîplomasiya kurdan di asteke din de bûya.
PDK gelek derfetên wê hene ku dikare bi kar bîne. Ji ber ku êdî ji aliyê gelek alî û dewletan ve wek otonomî tê naskirin. Her wiha dikare ji bo parastina Kurdistanê jî wekî mînak bi kirîna çekên hewayî, xebatên mezin pêş bixista. Lê mixabin wê jî nakin. Ziman radiweste bi jimartina kêmasî û nakokiyên PDK’ê.
Di dawî de tenê dixwazim xalekê bînim ziman: Bê dewlet an otonomî jî tu dikarî karê dîplomasiyê bimeşînî. Mînaka herî baş gelê yahûdî û ermenî ne. Lobiya her du dewletan li qada navneteweyî gelek xurt e. Bêguman li paş vê pereyên gelek mezin jî hene, bes dîsa jî divê ev nebe asteng ku kurd dîplomasiyê pêşde nexin.
Em neçar in di vê sedsala nû de bi hunera dîplomasiyê mafên kurdan li qada navneteweyî mayînde bikin û biparêzin, naxwe em ê sed saleke din jî hîna li cihê xwe bin û pêşde neçin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,168 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 23-06-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-08-2020 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 96%
96%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 23-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-06-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,168 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.985 çirke!