Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,485
Wêne
  124,229
Pirtûk PDF
  22,106
Faylên peywendîdar
  126,130
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Vedat Ayhan - Mahsûm Herekol
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Vedat Ayhan
Vedat Ayhan
$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Vedat Ayhan
Nasnav: Mahsûm Herekol
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Remziye - Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 03-06-2023 / Amed
$Kurtejiyana şehîd:$
Botan ku malovanî ji berxwedana gerîla ya dîrokî re kir ku di pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) de dest pê kir, bi avabûna partiya me PKK'ê re çanda xwe ya berxwedanê ya xurt derxist asta herî jor. Di şert û mercên ku rastiya Kurd û Kurdistanê gihaştiye asta tunebûnê de, Rêber Apo destwerdana herikîna dîrokê kir û rastiya gelên ku bi têkoşînê xwe diafirîne derxist holê. Gelê me yê berxwedêr yê Botanê ku cihê yekemîn e ku derbeya giran li mêtinger û hevkarên wan hate xistin û Gerîlaya Azadiya Kurdistanê lê mezin bû, bi sedan zarokên xwe yên leheng şandin nava refên berxwedanê û bi awayekî aktîf di têkoşînê de cih girt. Gelê me yê Botanê ku tevî êrîşên dijmirovahî yên dewleta Tirk a dagirker serî natewîne, şopdarê meşa azadiyê ya Rêber Apo ye. Hevrêyê me Mahsûm ku ji gundê Heşet ê navçeya Perwarî ya Sêrtê ye ku bi vê çanda pîroz a berxwedanê ve girêdayî ye, bi şahidiya çanda berxwedanê ya PKK'ê re mezin bû. Gundê berxwedêr yê Heşetê ku li bejahiya Herekolêye bi dehan zarokên xwe yên leheng şandin nava refên berxwedanê û bi taybetmendiya xwe ya ku ruhê serhildanê zindî dike her tim li pêş bûye. Hevrêyê me Mahsûm ê ku bi jiyanîkirina çand û kevneşopiya berxwedanê ya Kurdistanî mezin bûye, zext û zordariya dewleta Tirk a mêtinger ji nêz ve dîtiye, bi qasî berxwedana gelê me, rastiya dijmin jî nas kiriye. Ji ber ku ji malbat û derdorê hevrêyê me Mahsûm tevlîbûn nava refên gerîla hebû, bi çîrokên efsanewî yên berxwedan û şer mezin bû. Ev yek bû sedem ku biryardariya hevrêyê me di temenê biçûk de weke ciwanekî bi rûmet ê gelê Kurd ji bo hêvîya paşeroja azad a gelê me pêş bikeve. Hevrêyê me yê ku di sala 2011’an de dema ku Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî dijwar bû, li axa pîroz a ku lê ji dayik bû û mezin bû, tevlî nava refên gerîla bû, di şerê germ de ezmûneke mezin bi dest xist.
Hevrêyê me ku yekemîn pratîka gerîlatiyê li çiyayên qedîm ên Kato Jîrka pêk anî, navê fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) ku li Botanê derba destpêkê li mêtîngeran xist, da ser şopa wî û şêwaza xwe ya têkoşînê li ser xeta serketinê esas girt. Hevrêyê me Mahsûm ku bi kesayeta xwe ya afirîner û wêrek her tim di refên herî pêş de cihê xwe digire, li gorî şert û mercên herî dijwar xwe bi rêxistin kir û ji bo pêkanîna armancên Partiya me kedeke mezin da. Di nav derdoreke ku taybetmendiyên xwe yên Kurdistanî diparêze de mezinbûna hevrêyê me, hiştiye ku bi hêz û bi bandor beşdarî jiyanê bibe. Hevrêyê me yê ku di nava şert û mercên şerê dijwar de bêyî ku westandinê nîşan bide, bi coş û îradeyek mezin nêzî hemû xebatan bû, tevî birîndarbûna xwe jî eniya berxwedanê terk nekir. Hevrêyê me yê ku di her hawirdorê de bi kesayeta xwe ya têkoşer derketiye pêş, bûye yek ji hevrêyên me yên ku di nava refên Partiyê de bi lez pêş dikeve û berpirsyarî digire ser milên xwe. Hevrêyê me Mahsûm ku piştî pratîka xwe ya serkeftî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya tenduristiyê dît û bi salan hevrêyên xwe yên birîndar derman kir. Hevrêyê me Mahsûm ê ku ji kûr ve hezkirin û rêzdariya hevrêtiyê jiya û bi jiyanî kir, xurtkirina hevrêtiya PKK’ê ya pîroz esas girtiye. Hevrêyê me Mahsûm ku dizane nûnertiya PKK'ê, partiya şehîdan tenê di xeta şehîdan de bi têkoşîneke biryardar û milîtanî dikare pêk were, li ser vê bingehê ji bo tevlîbûneke xurt pêk bîne ketiye nava lêhûrbûnek kûr.
Hevrêyê me yê ku di gelek qadên cuda de, bi taybetî jî li Zapê, xebatên xwe bi serketî meşand, ji aliyê hevrêyên xwe ve weke Doktor Mahsûm hat naskirin û bi keda xwe ya bêsînor hurmeteke mezin ji aliyê hevrêyên xwe ve bi dest xist. Hevrêyê me Mahsûm ê ku her tim dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li ser vê bingehê xwe pêş xist, di sala 2016'an de derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû û perwerde dît. Hevrêyê me yê ku di qada perwerdehiyê de lêhûrbûna xwe kûrtir kir, di qada leşkerî û bîrdozî de jî xwe pêş xist û bi bûyîna fermandar re pêvajoya perwerdehiyê bi dawî kir. Hevrê Mahsûm ku piştî perwerdehiyeke serkeftî vegeriya nava xebatên xwe yên şoreşgerî, taktîkên gerîla yên serdema nû bi jiyanî kir û bi bandor xist pratîkê. Hevrêyê me yê ku di sala 2017’an de şansê li Bakurê Kurdistanê tevlî çalakiyên gerîla bibe bi dest xist, derbasî qada Amedê bû û cihê xwe di eniya herî pêş a berxwedana dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de girt. Hevrêyê me Mahsûm ku bi ezmûna xwe ya gerîla, kûrahiya bîrdozî û pisporiya xwe ya leşkerî zû di qadê de bû pêşeng, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Hevrêyê me Mahsûm ê ku milîtanê dem û cihên zehmet e, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de xwedî tevlîbûneke mînak bû û li gel hemû şert û mercên dijwar jî ala têkoşînê bi layiqî bilind kiriye. Hevrêyê me ku bi dil û can pê bawer e ku her pirsgirêk bi kûrbûna felsefeya azadiyê ya Rêber Apo re dikare bê derbaskirin, bi pratîka xwe re ev rastî bi awayekî şênber îspat kiriye. Hevrêyê me Masûm weke neferekî bê westandin a xeta şehîdan, ji bo parastin û bilindkirina nirxên şoreşê kedek mezin daye û li ser xeta serkeftinê meşek xurt pêk aniye. Hevrêyê me yê ku bi cidiyeteke mezin nêzî erkên xwe yên partiyê dibe û bi biryardarî û îradeyek mezin armanc dike ku encam bigire, bûye şervanekî bi bandor û fermandarekî leheng ku ruhê serdema nû hildigire. Hevrêyê me Mahsûm ku bi bilindkirina tempoya xwe re roj bi roj ruhekî hevpar bi dest xist û bi hevrêyên xwe re bû yek, weke milîtanekî layiqî şehîdên me yên nemir, gelê me û Partiya me mîrateyeke têkoşînê ya nayê jibîrkirin li dû xwe hiştiye. Bîranîna hevrêyê me yê hêja wê her tim di berxwedana me de bijî û rêya me ronî bike[1]
Ev babet 1,158 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfarabic.com/ - 22-06-2023
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 03-06-2023
Cih (Şehîdbûn): Hesekê
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Karên terorîstî
Welat - Herêm (Şehîd): Bakûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 22-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-06-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,158 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.359 çirke!