Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,323
Wêne
  123,359
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,495
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (5)
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Cano AMEDÎ
Cano AMEDÎ
12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (5)
Cano AMEDÎ
Zîndan ji bo şoreşgeran cîhê test û ceribandinê. Ji destpêka dîlketinê heta roja “azadbûn”ê, mirov di nav qonaxên ezmûnan re derbas dibe. Di jîyana mirov de seet, roj, hefte, meh û sal weke ezmûnên cuda diherikin. Zîndan “dibistan”e, mirov li gor bîr û bawerîyên xwe, li gor hêvî û daxwazên xwe, li gor zanyarî û berpirsîyarîya xwe tevdigere. Di zîndanan de, têkoşîn, hewldan, berxwedan û seknek vekirî û tazîye. Dijmînatî bê şêkir û bê gazin e. Di wê pêvajoyê de mirov ya li ser rêgeha bawerîyên xwe tevdigere, qelenê wê seknê, gelek giran e! An jî bi situyê xwar û şikestî li benda “rahma” neyarê xwe ye! Rêya sêyemîn tune ye…
Gava mijar têkoşîn û jîyana zîndanan be, berîya her tiştî dojeha bi nav û deng, (5 nolî) Zîndana Amedê tê bîra mirov. Di dîroka têkoşîna bakûrê Kurdistanê de, cîhê zîndana Amedê, cîhekî taybet e. Lewra dijmînê hov, ji bo doza Kurd û Kurdistanbûnê têkbibe û ji holê rake, zîndana Amedê, weke laboratuvarekê bi kar anî. Bandor û sîyaseta wê laboratuvarê, çil sal e didome û xuyaye wê demek din jî bidome.
Dewleta Tirk, kadroyên girêdayî Gladyo-Kontr-gerilla yên herî bijarte li Amedê bi cîh kiribûn. Di bin serokatîya orgeneral Kemal Yamak de, kadroyên heri dijwar û îşkencekar, li 5 nolîyê civandibûn. Desthilatdarî dabûn Esat Oktay Yildiran, Ali Osman Aydın, birol Şen û işkencecîyên din. Dewleta hov, ji wan re gotibû: “Goştê wan ji we re, hestî ji me re!” İşkencekarên zîndana Amedê li gor wê felsefê tevgerîyan û trajedîyek mezin pêkanîn.
Pêvajoya îşkenceyan di destpêkê de, bi şerê derûnî dest pê kir. Pişt re, kûral, kaîde, jimartina qawîşan, rêzbûna ser lingan, duaya xwarinê, dîsîplîn û hwd. Pişt re pefçûn, helwest girtin û operasîyonên belavkirina qawîşan dest pê kir. Hevdîtinên bi malbatan re, bi parêzer û derva re hatibûn birrîn. Carcanan ew kesên ji bo îfade dibirin cem dozger an kesên diçûn nexweşxanê, yekî nas bidîtina, xeberek “xêrê” bibihîstina, em pê kêfxweş û şad dibûn. Bi giranî têkilîyên me bi devre re, bi asîman re, bi mirovan re qutbûbû. Dinya me tenê ji çar dîwarên beton, ji derîyekî hesin, ji çar şibakên (qulik) ji hesin pêk dihat û pencerên caxkirî pêkdihat. Li pişt derî cehennem hebû, zebanî û xwînxwarên hov hebûn!..
Piştî tevlîhevkirina qawîşan û operasîyonên belav kirinê, ji hemû qawîşan hinek kes birin hucreyan, yên din jî li qawîşan belav kirin. Armanc ew bû ku di qawîşan de desthilatdarîya rêxistinan belav bikin. Pêvajoya di serê sala 1981 an dest pê kir, heta meha gulanê (1981) dom kir. Di wê navberê rojîya birçîbûnê, rojîya mirinê dom kir. Lê encamên erenî neda, gelek qawîş pişt re pê hesîyan ku çalakîyên bi wî rengî çê bûne. Di doza PKK ê de grûba Bîrecîkê Ali Erek di wê pêvajoyê de jîyana xwe ji dest da.
Şikestina çalakîyên 1981 an, bi xwe re hewldanên mukurhatinê û sîstema “îtîrafçîtî”yê anî. Dewlet bi şêweyekî sîstematîk tîmên îtîrafkirinê amade kirin û dest bi îşkenceyên giran kirin. Êdî tu ferqa şev û rojê nema bû, bi sedan leşkerên hov êrîş dikirin, bi lêdan, bi îşkenceyên cûda, bit irs û xofên şerê dêrûnî di xwestin bawerîya girtîyan bişikînin.
Şahin Dönmez, Yıldırım Merkit, Hıdır Akbalık, Erol Degirmenci, Hasan Hüseyin Karakuş, Xelef Çarpar, Mehmet Gîrgîn û hwd, di bin fermandarîya sûbay û leşkerên polis de tîm ava kiribûn. Dosya û îfadeyên di qerekolan de polîsan girtibûn di destê wan tîman de bûn, li gor daxwaza dilê xwe, li gor nasîn û zanyarîyên xwe ew kesên berxweda bûn, nepeyivîbûn, an jî hinek bûyer eşkera nekiribûn li ser wan disekinîyan. Wan kesan ji qawîşan derdixistin dibirin qawîşa 30 an li wir, di îşkencên giran re derbas dikirin. Îfadeyên ne rast bi wan didan îmze kirin û gelek bûyerên rastîya wan tunebû, bi wan kesan didan qebûl kirin. Pişt re yên teslîm dibûn mukurdarî qebûl dikirin, weke kadroyekî leşker digirtin nav pergala qardîyanên leşker. Ew “têkoşer”ên do tûj û wek bizot bûn, îro li dijî hevalên xwe bûbûn îşkencekar û zulumkar. Wê bidome…[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,769 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 06-06-2023
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 04-11-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 97%
97%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-06-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,769 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.17 KB 06-06-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.625 çirke!