Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,614
Wêne
  123,347
Pirtûk PDF
  22,043
Faylên peywendîdar
  124,657
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
İsmail Beşikci: Bir Kürd
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
İsmail Beşikci
İsmail Beşikci
İsmail Beşikci: Bir Kürd
B Baran
”Kurdê di vê nivîsê da kurdekî/e ye. Di nivîsa ”Sê Kurd” da, sê tîpên kurdî hatibû qisekirin. Yek jê, ji ber fikir û hewildanên xwe yên neteweevînîyê û welatevînîyê hatibû dardakirin (îdamkirin). Yê diduyê, wî kurdî dabû girtin, dadgehkirin û hukmê îdamê li ser dabû û wî îdam kiribû. Yê sêyemîn, wî kurdê îdamkirî li mala xwe kiribû mêvan û dema pê hesîyaye ku lê digerin û yê ku wî bide dest, pere didinê, wî ew kurdî jibo peregirtinê îxbar kir û da girtin. Ev sê hewildan, wek sê zihnîyet em dikarin bidin xuyakirin. Di derbarê van sê zihnîyetan da, di çarçoveya dîtinên li ser bawerî û fikirandinê da helwest û hewildanên wan ji hev pir cuda ne. Zihnîyeta kategorîyên diduyê û sisîyê, piştgirê hev in û pirtir dikin.
Pêvajoya derbarê Sê Kurd, di çarîka ewil ya sedsala bîstî da qewimîbû. Gelo sedsal paşê, yanê di rojên îroyîn da rewş çi ye? Îro her sê celeb jî hebûna xwe didomînin. Kurdên welatevîn-neteweevîn pir bûne û pir dibin. Lê, yên ku bi karanîna taktikên cuda dixebitin û dixwazin pêşî li kurdên welatevîn û neteweevîn bigrin jî pir bûne.
Slogana ku Îttîhat-Terakki`yê bi navê ”Tevayîya Welêt” xwe îfade dikirin, hebû. Wan di dema Meşrutiyeta Diduyan ya 1908an da, di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn û piştî wê da vê sloganê pirê caran didan zanîn. Lê di pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekemîn da, bi Peymana Sykes-Picot-Sazanof ku di 1916 an da pêkhat, bi Peymana Sevrê ya 1920 î, welatê Osmanî parve bû, parçe bû. Di nav vê pêvajoyê da Kurdistan, di nav parçeyên parvekirî da, wekî dî hat parvekirin û parçekirin. Peymana Lozanê ku eleqederî Karên Rojhilatanêzîk e, peymanek e ku vê pêvajoya navnetewî xiste binê garantîyê. Kurdên zana yên wê demê, di welatê Osmanî ya parvekirî da acizîya xwe nîşan dane ku Kurdistan di nav parçekirinê da careke dî hatîye parçekirin.
Di navbera Fransa û Hukumeta TBMM (Meclisa Netewî ya Mezin) da di 20ê oktobra 1921ê da peymanek çêbû. Bi vê peymanê, sînorên bakurê Surîyê ku manda Fransayê bû, hat tespîtkirin. Ev, peymanek bû ku bi resmî Kurdistanê û kurdan parçe dikir. Wê demê gelwekîlên Kurd ên li TBMM da bûn, bi tundî li hemberî wê peymanê derketibûn. Wan rexne li TBMM xistibûn ku çima destûr dane wê peymanê. Axiftina Gelwekîlê Bedlîsê Y. Ziya li TBMM, di vî derbarî da balkêş e.
Konferansa Lozanê, di 21.11.1922 an da despêkirîye. Dewletên ku gazî kirine (yanê xwedîyê malê ne) Britanya Mezin, Fransa, Îtalya û Japonya ne. Ji alîyek ve Tirkîye, ji alîyê dî ve Yunanistan, Sirp- Hirvat Komara Sloven, jibo hemî hevdîtinan hatibûn gazîkirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) jibo hemî hevdîtinan hatibû gazîkirin, lê ew wek çavdêr, beşdarî kirine. Rusya û Bulgaristan, jibo hevpeyvînên Boğazan hatibûn gazîkirin. (Baskın Oran, Türk Dış Politikası, Kurtuluş Savaşı’ndan Bugüne, Olgular, Belgeler, Yorumlar, Cilt I, 1919-1980, İletişim Yayınları, 2. bs. 2001, İstanbul, s. 216- 217)
Di bin serokatîya İsmet İnönü da heyeteka tirk beşdarîya Konferansa Lozanê bû. Di heyetê da Dr. Rıza Nur, Yahya Kemal ((Beyatlı), Ruşen Eşref (Ünaydın), Yusuf Hikmet (Bayur) cî girtibûn.
Babeteke girîng ku li Konferansa Lozanê hatîye axiftin, şola Kurdistanê bûye. Ev, konferansek bû ku pêşeroja kurdan û Kurdistanê daye xuyakirin. Lê li konferansê temsîldarê kurdan tunebû. Konferansek ku pêşeroja kurdan tê tayînkirin, lê nehiştine ku beşdarîya kurdan temsîl bibe… Hemî hevpeyvînên li ser vê babetê, di kulîsan da hatîye kirin. Pirs, bi hevpeyvînên li kulîsan çareser bûye. Di civînên resmî da ew encam li ser kaxid hatîye nivîsîn. Mustafa Kemal, jibo hevpeyvînên li Sevrê û li Konferansa Londrayê ya Bayur, a 1921ê, bal dikişîne ser vê rewşê û dibêje; di hevdîtinên Londrayê yên adara 1921ê da ”axifîn tune”, paşê di Lozanê da ”nehate axifîn”. (Yusuf Hikmet Bayur, Yeni Türkiye Devleti’nin Harici Siyaseti, Edebiyat Fakültesi, Talebe Cemiyeti Neşriyatı, İstanbul 1935, s. 116-139)
Hevdîtinên ku heyeta tirk li Lozanê çêkirine, di TBMM da jî dihat gengeşekirin. Di wexta gengeşeyan da hat famkirin ku parçekirin û parvekirina Kurdistanê li Lozanê hatîye qebûlkirin. Di 4ê sibata 1923an da hevdîtinên Lozanê hat birîn. Heyeta tirk zîvirî Ankarê. Heta 23 yê nîsana 1923 an, yanê heta Konferansa Lozanê ji nûve despêkirîye, li ser vê mijara Kurdistanê gengeşe çêbûn. Yusuf Ziya û gelwekîlên kurd yên dî ku li TBMM da bûn, bi gotinên tûj li heyeta tirk rexneyan girtin, ji ber ku Kurdistan hatîye parvekirin û parçekirin. Wan da xuyakirin ku ew, jibo Kurdistanê û kurdan dibe felaketek. Wan yekbûyîya welatê Osmanî parastin. Wan digotin ku eger Kurdistan parve jî bibe, divê Kurdistan di welatek da bimîne, neyê parçekirin.
Gelek kurdên îroyîn, li ser babeta parvekirinê, parçebûnê xessasîyetê nîşan nadin. Lê ev rewş, bingehê şola kurdî ye, şola Kurdistanê ye. Bi taybetî kurdên ku bi tirkî dinivîsin, hin ji wan ji vê pêvajoyê ra eleqeder nabin, ev tê dîtin. Yên bi tirkî dinivîsin, di bin navê ”bêterefîyê” da ne şolên xwe, lê şolên li Afrikayê, li Rojhilata Navîn, her wek şoleke dewletek gengeşe dikin. Mîsal, mirov dikare bêje ku ew zêdetir û germtir li ser şola erebên Filistinî radiwestin. Lêkolîngerên ku bi ingilîzî, bi fransî, bi almanî û wd. bi wan zimanan dinivîsin, di esasê şolê da guhertin çênake. Bi qeneeta min ev şol, şoleka bi ziman ve girêdayî ye. Hûn bi kîjan zimanî dinivîsin û diaxifin, hûn bi kultûra siyasî ya wî gelî ku eleqederê dewletê ra ye, hereket dikin. Ev, pêvajoyek e ku di bin şûûra însên da geş dibe. Mirov dikare bêje ku yên bi kurdî dinivîsin û diaxifin, ji vê pêvajoya bingehî ra zêdetir û germtir eleqeder dibin.
Bi awayeke giştî lêkolînerên tirk û rojavayî, Peymana Sykes-Picot-Sazanof, Peymana Sewrê, Peymana Lozanê, wek parçekirina erdên erebî yên Împaratoriya Osmanî qise dikin. Hin nivîskarên kurd jî weha dinivîsîn. Van nivîskaran, qet ji kurdan, ji Kurdistanê gotinek nabêjin, wê wek tune dijmêrin û Kurdistanê jî di çarçoveya erdên Erebî da dinirxînin. Lê Kurdistan, ji dervayê erdên Erebî, welatekî cuda ye. Bi awayeke cuda nirxandina Kurdistanê, ya Mezopotamya Jorîn (bakur) divê were kirin. Dîtina ku Kurdistanê di nav erdên erebî da dibîne, fikrê Baasîtîyê ye. Ev tê wê maneyê ku têkoşîna netewî ya kurdan ya ji 1920î virve nayê dîtin, wê hîç qebûl dikin.
Di 1920an da, di navbera parçebûna Dinya Erebî û parçebûn û parvekirina Kurdistanê da ferqîyetên pir mezin hene. Civata erebî ya parçebûyî, ji pêşerojê ra hatine organizekirin jibo dewletên serbixwe yên cuda cuda. Lê xessasîyet hatîye nîşandan ku Kurdistan û kurdan bêstatu were hiştin. Parçeyên parvekirî, erdê dewletên eleqeder tê qebûlkirin. Kolonî, manda, di sewîyeya xwarê (an nizim) da be jî statuyek e. Kurd û Kurdistan bêstatu ye.
Ez difikirîm ku welat û neteweyên ku hatine parçekirin û parvekirin, dema zanîna wan jibo vê operasyona dîrokî çêbe; wê têkoşîna neteweyî bi awayeke lez û fireh geş bibe. Lê dema me li herêmê vê pêvajoyê şopand, me dît ku rewşa fiilî weha geş nabe. Ne hêsa ye ku ev zanîn pêk were. Em dibînin ku faktorên derve ji faktorên hundûrîn zêdetir tesîrê dikin.
Dema welat û neteweyên parçekirî û parvekirî bibin mijara babetê, li dinyayê ewil kurd û Kurdistan tê aqilê mirov. Di Rojhilata navîn da, di Rojhilata nêzîk da, mîsal, rewşa belucîyan û Belucistanê ku rastê operasyonên navbera Îran, Afganistan û Pakistanê tê, weha ye. Lê rewşa kurdan pir cuda ye. Dewlemendîyên binerd ên kurd û Kurdistanê, ev wan kirîye hedefa politikayên emperyal.
Jibo kurdan dema dinamikên derve were gotin, digel tesîrên Surîye, Îraq, Îran û Tirkîyê, tesîrên ku ji dewletên mezin wek Rusya, Amerika, Fransa û Îngilîstanê tên; divê ew cuda cuda werin nirxandin. Li gora zeman û mekan helbet van tesîran tên guhartin û pêwist e ew bên nirxandin.
Dema em li pêvajoyên esasî yên roja me ya îroyîn dinêrin, em evaya dibînin: Tesîrên ku ji dewletên nêzîkî kurdan û Kurdistanê ne tên, zêdetir in ku encam werdigrin. Mirov dikare ji dualî ve tesîrên van dewletan, li dijî fikrên kurdînîyê û helwestên kurdayetîyê behs bike. Carek, van dewletan li dijî hemî mafên kurdan in ku van mafan ji kurdbûnê, ji civata kurdîtîyê, ji neteweyê kurdîtîyê bi awayeke surûştî peyda bûne. Ew qet paşta nasekinin ku li gora cî û wextên pêwist bi tundî li dijî van mafan radiwestin. Ew binê wê çixêz dikin ku li dijî dewleta kurdî, federasyona kurdî, xweserîya (otonomi) kurdî û wd. ne. Xala duyemîn, ew dikevin nav hewildanan ku di nav civata kurdî da pirsgirêkên ku hene, mezin bibin, zêde bibin, kûr bibin. Ev bûye politikayeke sistematik ku van pirsgirêkan mezin bibin, kûr bibin û berfireh bibin, jibo karanîna wê politikayê piralî dixebitin.
Parçekirin û parvekirina Kurdistanê û kurdan, qewimandineke gelek giring e. Loma zanîna vê pêvajoyê jî gelek giring e. Encameke pir giring ya vê pêvajoyê; digel coxrafyayê, rêxistin û partiyên syasi jî li gora menfeetên van dewletan hatine parvekirin û rêxistin û partîyên sîyasi li gora menfeetên Kurdistanê û kurdan nayên berhev û her rêxistin, her parti, menfeetên xwe yên rêxistinî dixin pêş. Van partiyan, van rêxistinan, menfeetên xwe yên rêxistinî diparêzin û dibêjin ku ew menfeetên kurdan û Kurdistanê ne. Yek rîyek heye ku ji vê rewşa neyênî xilas bibin, divê ew werin vê zanîna parçebûnê û parvekirinê. Jibo wê jî pir giring e ku zanîneke bilind ya wan bigihîne kurd û Kurdistanê û wê demê wê bikaribin werin ba hev û hevkarîyan pêk bînin.
Şerê ku li Şengalê roja 3 yê adara 2017 an qewimî, di vî derbarî da mirov nikare ji ber çav dûr bixîne. Îran, li dijî hewildanên diplomasiya Kargêrîya Herêma Kurdistanê ya serxwebûnê ye. Îran, li her derê û her dem tîne ser zimên ku ew li dijî kurdan e. Heşdî Şabî, li Îraqê rêxistineka li dijî kurdan e. Ew, vaya bi hewildan û fikrên xwe pirî caran derxistîye holê. Heşdî Şabî, digel ordîya Îraqê hêzeka milîsî ye. Hukumeta navendî ya Îraqê, li gora yasayan divê meaşê pêşmerge bidaya, lê ew nade û bi her awayî alîkarîya hewcedarîyên şer jibo Heşdî Şabî dîke. Heşdî Şabî, timî maaşên xwe ji Hukumeta Baxdayê distîne. Heşdî Şabî, ji Îşîdê zêdetir bi kurdan ra şer dike. Cîyên ku pêşmerge ji Îşîdê rizgar kirîye, Heşdî Şabî li wan deran baregahên xwe çêdike û dixebite ku wan deran têxe bin kontrola xwe. Heşdî Şabî ji Îranê jî alîkarîyên pêwist distîne.
YPŞ (Yekîneyên Parastina Şengalê), li Şengalê di tebaxa 2014an da ji alîyê PKK/PCK ve hatîye çêkirin. Ew rêxistinek e ku xessasîyet nîşan daye ku ezîdîyên kurd di nav da cî bigrin. Têkilîyên Heşdî Şabî û YPŞ hene û YPŞ ji Heşdî Şabî meaş werdigre û Îran û Îraq jî alîkarîya eskerî didin wan.
Balkêş e ku PKK, YPŞ roja 3 yê adara 2017 an êrîşên pêşmerge kirin. PKK (YPG) piştgirîya Heşdê Şabî kirin jibo ji başur derbasî rojava bibe, lê ew nahêlin ku Pêşmergeyên Rojê derbasî rojava bibin. Ev tê wê maneyê ku ewana daxwazên Surîyê, Îraqê û Îranê yên dijî serxwebûna Kurdistanê, dixin jîyanê. Tê zanîn ku van êrîşan di wextek da diqewimin ku serxwebûna referanduma Kurdistanê tê eşkerakirin. Di tarîxên 26-27 ê sibata 2017an da Serok Mesûd Barzanî çû serdana Tirkîyê û van bûyeran jî hema piştî wê zîyaretê çêbûn. Pêvajoya îroyîn ya pir giring ev e ku bi destên PKK/PCK daxwazên dijî kurdî yên Surîyê, Îraqê, Tirkiye û Îranê tên şûnê.
Fermandarê (komutanê) YPŞ Seid Hasan, ”jibo parastina nasnameya Îraqê, me li dijî Kurdistanê şer kir” dibêje; PKK/KCK di pêvajoya şerê li dijî DAÎŞ ê da ji Ewrupayê ra,”çekan medin Hukumeta Kurdistanê” gotibûn, van haydarîyan, hewildanên ku pêvajoyê eşkera dikin.
Hin kesên YPŞ yî, ”em ne kurd in, ezîdî ne” dibêjin. Van ezîdîyan di dema Saddam da parêzvanîya rejimê kiribûn. Tê gotin ku ev grubekî biçûk e. Pisporên Ezîdîyan dibêjin, gotinên ”em ne kurd in, ezîdî ne”, bi kurdî dibêjin. Ev, derdixe meydanê ku ideolojiya Baasê çawa fikrên ezîdîtîyê, civata ezîdîyan tesîr kirîye. Ev, nîşan dide ku Partiya Baasê çawa ezîdîyan ji wan dûr xistîye.
PKK/KCK dibêjin ku ew li dijî dewleta kurd a serbixwe ne. Ew, ”Amanca me, Tirkîyê û Rojhilatanavin bikin demokratik” dibêjin. Wê çaxê giring e ku ev pirs were kirin: Eger jibo demokratikkirina Tirkîyê şerê gerillayê pêwist be, li herêmên Akdeniz, Ege, Karadeniz, li herêmên hundur, li Trakyayê û wd. çima gerilla tune ye? Çima timî bajarên kurdî tên şewitandin, wêran dibin? Giring e ku mirov bi mêjîyên xwe, vê pêvajoyê binirxîne, bide muhakemekirin.
Nirxandineke baş nîne ku mirov, têkilîyên Hukumeta Kurd ya li Başurê Kurdistanê bi Tirkîyê ra ”Hukumeta başur, piştgirîya zulma ku Tirkîye li Kurdistanê dike, dide jîyandin.” bêje. Van têkilîyan, pêwist e mirov di çarçoveya têkilîyên aburîyê û diplomasiyê da binirxîne. Di vê babetê da nivîsa Çetin Çeko ya ”AKP ve KDP”, pêvajoyê dinirxîne. (www.nerinaazad.com ,11 Mart 2017)
İsmail Beşikci 16-03-2017
Jêrenot:
Wergêr ji tirkî bo kurmancî: Siddîq Bozarslan [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,854 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 06-06-2023
Gotarên Girêdayî: 17
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 10-03-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Werger
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Sykes-Pico
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Sêvrê
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Zimanê eslî: Tirkî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-06-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,854 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.5 çirke!