Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,536
Wêne
  123,335
Pirtûk PDF
  22,043
Faylên peywendîdar
  124,629
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê
Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê
=KTML_Bold=Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê=KTML_End=
İkram Oguz
Ev, navê pirtûka nivîskarê kurd Yusuf Kaynak e û du sal berê hatîye weşandin.
Birêz Kaynak ev pirtûka xwe demek berê ji min ra şandibû.
Qasî navê pirtûkê, naveroka wê jî bala min kişand.
Loma min ew li ber destê xwe zêde nehîşt, dest pê kir û di nav çend rojan da xwend.
Nav jî, naveroka pirtûkê jî balkêş e.
Jiber ku nivîskar, piştî ked û xebata xwe ya deh salan ev pirtûk amade kirîye.
Herçiqas li ser berga pirtûkê ya pêşîyê 33 nîvîskar cîh bigre jî, nivîskar di pirtûkê da 32 nivîskarên cîhanê daye nasîn.
Kurtejîyana wan û berhemên wan ên bi nav û deng, bi kurdî nivîsandîye û pêşkêşî xwendevanên kurd kirîye.
Nivîskarên ku bûne mijara vê pirtûkê, ji wan 25 nivîskar ji welatên li ser parzemîna Ewropayê ne, 7 nivîskar jî ji çend welatên li Rojhilata Navîn in.
Bê guman, ew nivîskarên ku di pirtûkê da cîh digrin, ji alî gelek xwendevanên kurd va, kêm ya jî zêde tên nasîn. Jiber ku berhemên hemûyan bi gelek zimanan hatine wergerandin û ew jî bi wan berhemên xwe li seranserê dinê tên naskirin, ku di nav wan da yên xelata Nobelê ya Edebîyatê girtine jî hene.
Lêbelê xwendevanên kurd ên ku berhemên wan bi zimanek bîyanî xwendibin û ew nas kiribin jî, bi xwendina vê pirtûkê va, dikarin kurtejîyan û agahîyên di derbarê berhemen da wan da hatine nivîsandin, bi kurdî jî bixwînin û tahma zimanê xwe yê şêrîn jê bigirin.
Nivîskar jî di pêşgotina xwe da qala armanca xwe ya ji bo vê xebatê dike û di derbarê nivîskarên hilbijartîye da jî wuha dibêje; „armanca min ev e, ku bi vê xebatê nifşê kurd yên ciwan ji edebîyata cîhanê agahdar bikim. Mebest ji hilbijartina van nivîskaran, ew li welatê xwe û li cîhanê bi navûdeng in. Berhmên wan zêde hatine/tên xwendinê û bûne klasîkên edebîyata cîhanê…“
Qasî ku mirov ji pêşgotina nivîskar têdigihîje, ev pirtûk cîlda yekam a xebata nivîskare û dê dumahîka wê jî hebe.
Hêvîdar im, guldesteyeka ku nîvîskar bi cîlda duyemîn va pêşkêşî me dike, ji ya yekem xurttir û rengîntir, ji kêmasî û şaşîyên çapê jî azade be.
Kêmasî û şaşîyên di çapê da tên kirin, herçiqas qisûrên nivîskar nebin jî, kêmbûn û zêdebûna wan ya jî piçûkbûn û mezinbûna wan li ser navê nivîskar tên qeyd kirin.
Bê guman di her kar û xebatê da, kêm ya jî zêde, şaşî û xeletî cîh digrin.
Lêbelê ger ku kar ji alî kurdan va hatibe kirin, kêmasî jî, şaşî û xeletî jî mîna goga ji berfê li ser hev lûr û zêde dibin.
Kêmasîyên ku min di vê pirtûkê da dîtin, piçûk û bi piçûkatîya xwe jî ji alî pirranîya xwendevanan neyên ferqkirin jî, bi wateya xwe qasî bilindîya çîyan mezin in.
Du mînak:
Li ser berga pirtûkê ya pêşîyê navê pirtûkê, li bin navê pirtûkê jî di nav kevanê da agahîyek wusa, (Jîyan û Berhmên 33 Nivîskarên Cîhanê) cîh digre, ku ev jî parçeyek ji navê pirtûkê ye.
Mixabin di berga pirtûkê ya hundurîn da jî ev agahî bi vî rengî (Jîyan û Berhmên 32 Nivîskarên Cîhanê) tê guhartin.
Ji 33 nivîskaran yek di nav rûpela ewil da wenda dibe û 32 nivîskar dimînin…
Xwezila kêmasî ev tenê ba.
Kêmasîya herî mezin di navdanka weşanxaneyê da diqewime.
Nivîskar tê guhartin…
Nivîskar Yusuf Kaynak di navdanka weşanxaneyê da dibe keskî din…
Bi vê şaşîyê ra navbera nivîskar û redaktorê pirtûkê xirab nebe jî, bêşik serê xwendevan tevlihev dibe.
Loma mirov dikare bibêje, ev pirtûk qasî ku di warê xwe da xebatek yekemîn be, di şaşîya ku tê da cîh digre jî pirtûkek yekemîn e.
Dema ku min ev şaşî dît, nivîsek min a 15-16 sal berê bi tirkî nivîsîbû û di Kovara Tîroj da hatibû weşandin, hate bîra min.
Mijara nivîsê, Edebîyata Kurdî…
Sernivîs jî, Pêşketin û Pirsgirêkên Wêjeya Kurdî ya li Diyasporayê bû…
Di wê nivîsê da, qasî zanebûna xwe, min rewşa edebîyata Kurdî ya li derveyî welat li ber çavan raxistibû û gor çavdêrîyên xwe jî, hinek pirsgirêkên Nivîskarên Kurd anîbûn ziman.
Ji wan pirsgirêkan çend mînak:
Nivîskarên Kurd, ne tenê nîvîskar, di heman demê da redaktor in.
Jiber ku hem dinivîsin, hem jî redaktorîya nivîsên xwe dikin…
Nivîskarên Kurd, di heman demê da weşanger in.
Jiber ku pirtûkên xwe bixwe çap dikin û diweşînin.
Nivîskarên Kurd, di heman demê da pirtûkfiroş in.
Jiber ku pirtûkên xwe li pişta xwe bar dikin, di şîn û şahîyan da, di meş û pêşandinan da bi xwe ra digerînin û bi xwe difroşin.
Loma barê wan jî qasî karê wan mezin û giran e.
Ger ku min ew nivîs îro binivîsîya, gor tecrûbeyên nivîskarîya xwe, min ê hêjmarek din jî lê zêde bikira û bigota:
Nivîskarên Kurd di heman demê da xwendevanên berhmên xwe, bixwe ne jî.
Jiber ku kesên ku pirtûkên wan dikirin, roj tê ji wan ra telefonê vedikin û dibêjin; „Heval, te pirtûka xwe, bi destê xwe ji me ra anî û jibo ku em te destvala neşînin, me hebek ji te kirrî. Lêbelê kesê ku ji me ra bixwîne di mal da tune. Ji kerema xwe, were pirtûka xwe ji me ra bixwîne, ku em jî bizanibin ka te qala çi kirîye û pesnê kê daye…“
Ez ji nuha da dibihîzim ku, hûn xwe ji xwe ra dibêjin, evqas jî zêde ye…
Bawer bikin, karê Nivîskarên Kurd evqas zêde nebe jî, barê li ser pişta wan ji van gotinên min jî girantir e.
Jiber ku Nivîskarên Kurd bêxwedî û bêdewlet in…
Zimanê ku di berhemên xwe da bi kar tînin, zimanekî sêwî û bindest e.
Loma redaktorîya nivîsên xwe, bi xwe nekin, ji navê xwe dibin.
Ji kîsê xwe nedin, ne weşanxaneyek li rûyê wan mêze dike, ne ji bo xêra dê û bavê xwe ne jî ji bo xatirê zimanê bav û kalê xwe berhemên wan çap dike û diweşîne.
Piştî weşanê pirtûkên xwe li pişta xwe bar nekin û yekoyek nefroşin, pirtûk di dest da, ked û xebat jî di nav pirtûkan da wenda dibe…
Neçin û ji ew kesên ku pirtûkên wan kirrîne ra, pirtûkên xwe nexwînin(!), peyv û gotinên wan ên bi zimanê li ber mirinê hatine nivîsandin, di nav pelên pirtûkan da veşartî dimînin û can didin…[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,562 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://navkurd.net/ - 01-06-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-07-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 01-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 01-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 01-06-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,562 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!