Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,591
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Dengbêj û helbestvanê Kurd: Mecîdê Silêman
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dengbêj û helbestvanê Kurd: Mecîdê Silêman
Kurtelêkolîn

Dengbêj û helbestvanê Kurd: Mecîdê Silêman
Kurtelêkolîn

=KTML_Bold=Dengbêj û helbestvanê Kurd: Mecîdê Silêman=KTML_End=
İkram Oguz
Dengbêj di zimanê kurdî da peyveka watedar e.
Jiber ku dengbêj kurd, deng û sewta dengbêj jî kurdî ye.
Dengbêj evîndar e.
Evîna xwe bi hestên ji kurahîya dilê xwe dihûnine, bi peyv û sewta xwe diximilîne û jîndar dike.
Evîna dengbêj carcaran çîya û zozanên Kurdstanê, ew çîya û zozanên ku bi gul û sosinên rengîn xemilandî, carcaran mêranî û mêrxasîya lehengên kurd a ji bo wê xemlê, carcaran jî kul û keserên ji bindestî û koçberîyê ye.
Ji wan dengbêjan yek jî Mecîdê Silêman e, ku ew qasî dengbejîya xwe bi helbestvanîya xwe jî tê naskirin.
=KTML_Bold=#Mecîdê Silêman# kî ye?=KTML_End=
Mecîdê Silêman ya jî Mecîdê Mihemedê Silo di sala 1937an de li gundê Semekaşê ya li ser nehîya Şahûmîyanê, ji dayik bûye. Malbata Mecîdê Silêman yek ji wan malbatane, ku di destpêka Şerê Cîhanî ya Yekemîn da û ji ber zilma Roma Reş (Osmanîyan) neçar mane, ji cih û warê bav û kalan koçber bûne û berê xwe dane Ermenîstanê.
Mecîdê Silêman kurê Mihemedê Siloyê Miho û ji eşîra Birûka ye. Mihemedê Siloyê Miho dema ku ji Wanê koçberî Naxçivana Ermenîstanê dibe, tere li kêleka Çemê Erez bi cîh dibe. Mihemedê Siloyê Miho bixwe jî dengbêj e. Loma ew tu car li cîhê xwe nasekine, digere, derbasî Rojhlatê Kurdistanê dibe, distirê û di nav berxwedanên kurdan da cîhê xwe digre. Di nav Kurdên Rojhilatê da bi navê Îsa Begê Rewanî tê bi nav kirin û naskirin.
Mihemedê Silo di dema Şerê Cîhanî ya Yekemîn da diçe çeperê şer û careke din venagere. Dema ku bavê wî diçe şer, Mecîdê Silêman hê heft, heyşt salî bûye û birayê xwe sêwî dimîne. Bi birayê xwe li cem dapîr û bapîrê xwe, Sîsê û Silo dijî. Çend sal şûnda, piştî mirina wan Mecîd û birayê xwe li ber destê apê xwe, Evdoyê Îsa mezin dibin. Zarokatîya Mecîd di nav xizanîyê da û bi belengazî derbas dibe. Mecîd dema ku diçe dibistanê di heman demê da karê şivantîyê jî dike. Di dibistanê da bi zimanê azerîkî perwerde dibe, ji ber ku wê demê li Naxçîvanê zimanê perwerdeyîyê azerkî ye.
Lawê Mecîd, Semedînê Mecîdê Silêman di derbarê jîyana bavê xwe ya wê demê da wiha dibêje; „Bavê min di zaroktiya xwe da şivantî kiriye û di ber ra jî çûye dibistanê. Wî hergav ji min ra digot ‘dema ez diçûm ber pez min bixwe ra pirtûk dibirin û dixwendin. Wî çaxî ne tenê hal û hewalê Kurdan, yên Ermeniyan bi xwe jî gelek xirab bû. Ji ber ku rayedarên Sovyeta Sosyalîst ji Kurdan û Ermeniyan gelek mêr dibirin çeperên şer û piraniya wan jî venedigeriyan. Lewra gelek kes wek min sêwî man.’
Bavê min kîngê qala dema zarokatîya xwe bikira, xemgîn dibû, dengê xwe dibirî û diket nav xewn û xeyalan.”
Piştî kutakirina dibistana navîn Mecîdê Silêman ji bo Texnîkûma Êrîvanê, di malhebûnîya gundîtîyê da tê qebûlkirin
=KTML_Bold=Dengbêjîya wî=KTML_End=
Mecîdê Silêman ji dema zarokatîya xwe da ji kilam û stranan hez dike. Jiber ku bavê wî dengbêj bû ye. Ew jî di dema xortanîya xwe da, beşdarî dawetan dibe û distirê.
Li Ermenîstanê di sala 1955an da Radyoya Rewanê dest bi weşana kurdî dike. Pişt ra rojek Mecîdê Silêman jî wek gelek Kurdên ji Qafkasyayê destê qîza xwe Sîsa Mecîd digre, ji bo ku tevlî xebata radyoyê bibin, berê xwe didin Êrîvanê bi rê dikevin. Piştî wê rêwîtîyê, ji sala 1961ê hetanî sala 1980î ew di radyoya Rewanê da karê dengbêjîyê dike. Di radyoyê da bi pirranî kilamên ku bi xwe ji ber xwe derxistine, distirê. Tê gotin ku qasî 100 kilamên Mecîdê Silêman û herwiha bi kasî 40-50 klam jî ji yên keça wî Sîsê di arşîvên radyoyê da hatine qeyd kirin.
Kilamên wî yên ku di Radyoya Rewanê da, bi Zadîna Şakir ra straye, ji wan 20 heb ji alî Kom Muzîkê va hatine berhevkirin û di sala 2018an da jî di di nav albûmek da hatinee belavkirin. Ew albûm ji van kilaman pêk tê:
1-Sêmlo, 2-Wez Teyr im, 3-Berbenî, 4-Gazî Dikim, 5-Lé Gidiyê, 6-Tencorê, 7-Bejinê, 8-Sînê, 9-Ax Lê Eman, 10-Diyarbekir, 11-Gidîno, 12-Dilê Min, 13-Domam, 14-De Lê Zeriyê, 15-Gozê, 16-Lur Şivano, 17-Leylê Xanê, 18-Nerm ê, 19-Fetoyê Ûso, 20-Heyran
Mecîdê Silêman bi malbata xwe ra heta sala 1988an li Bajarê Naxçivanê dijî. Piştî ku şerê di navbera Ermen û Azerîyan da derdikeve, ew jî bi malbatî neçar dimînin û careke din rû bi rû koçberîyê dibin. Kurê wî Semedîn di derbarê wê demê da wiha dibêje; „1988’an şerê Azerî û Ermeniyan dest pê kir. Wî çaxî ez 13 salî bûm. Ermeniyan bera me didan. Ji me ra digotin, ‚di dema qirkirinê da Kurdan jî em qir kirin’. Ji ber vê dixwestin Kurd herin. Ji xwe hemû Kurdan jî dixwastin herin Kurdistan Sor. Jiber ku wê demê her miletek vedigerîya welatê xwe. Lê ji alîkî va jî hemû Kurd ditirsiyan û digotin xelkê here têkeve nava şerê Ermenî û Azeriyan û qir bibe. Tu kesî jî alîkariya Kurdan nedikir ku rêyek ji bo wan vebe. Ji ber vê jî herkes bela bû û bi deverekê da çû.”
Malbata Mecîdê Silêman jî berê xwe dide bajarê Krasnadorê, ku nêzikî Soçiya Rûsyayê ye. Di rê da rû bi rû gelek êş û zehmetîyan dibin. Di derbarê wê demê da jî Semedînê lawê Mecîdê Silêman wiha dibêje: ”Me mal û milkê xwe li pey xwe hişt û me berê xwe da Krasnodarê ku ew der nêzî Soçiya Rûsyayê bû. Di rê de dîsa me gelek êş kişand. Em hatin Krasnadorê ji ber ku apê min li wir bû. Lê sed heyf li wir xwîşkeke min çû rehmetê. Bi vê yekê me xwe kar kir ku em xwîşka min bispêrin axa sar. Lê rayedarên Rûs rê nedan, ji ber ku go wan em bê nasname bûn û loma mafê me nebû ku em li wir kesekî bispêrin axê. Ji ber vê yekê jî bavê min got, ‚cihê ku ez nikaribim keça xwe lê defin bikim ez lê namînim’. Sedem vê yekê me ji wir jî bar kir û berê xwe da Qazaxistanê. Dema ku em hatin Qazaxistanê ji xwe hin Kurd li vir hebûn. Ew jî Kurdên di sala 1944’an bi fermana Stalîn hatibûn sirgûn kirin ku li bajarê Alma Ata ya Qazaxistanê bi cih bûbûn.“
Piştî bicîhbûnê hêdî hêdî rewşa wan pêşve diçe û di nasname û pasaportên wan da neteweya Kurd tê nivîsandin. Li Alma Atayê di dibistanan da dersên bi zimanê kurdî tê dayîn. Di wan salan da kovara Nûbar û rojnameya Jîyana Kurd tê weşandin. Lê di sala 2009an da bi hewldanên dewleta Tirk ew dersên bi zimanê kurdî li Qazaxîstanê tên rawestandin.”
Mecîdê Silêman ne tenê dengbêj, di heman demê da helbestvanekî Kurd e jî. Helbestên wî di rojname û kovarên Rûsyayê, Qazaxistanê û Ermenistanê da hatine weşandin.
Mirov wek dengbêjîya wî, di helbestên wî da jî hestên bi dilkêşîya kurd û kurdayetîyê va kemilîne, dibîne. Helbestên wî di xeml û forma helbestên kurdî yên klasîk da hatine nivîsandin. Di helbestên Mecîdê Silêman da, rêz kurt, lê ji alîyê naverokê va dewlemend û dagirtî ne, ku wî helbestên xwe bi form û bîçima kilaman da hûnandîye.
Gelek kilamên ku ji helbestên xwe çêkirîye, di radyoya Rewanê da bi dengê xwe straye. Ji wan helbestan yek jî ya bi navê „Heta Kîngê“ ye, ku beşek ji wê helbestê wisa ye:
Heta kîngê em rûreşbin hey felek,
heta kîngê reş û heşbin hey felek,
destûr bide em kêfxweşbin hey felek,
weke xelqê xudan rewşbin hey felek.
(…)
Ez Mecîdê Silêman im hey felek,
ez xweyî barê giran im hey felek,
dawekarê Kurdistan im hey felek,
ezî bêeşq bêdewran im hey felek.
Herçiqas qasî 100 kilamên wî di Radyoya Rewanê da hatibe qeydkirin jî, Mecîdê Silêman herî zêde bi helbesta xwe ya bi navê Kurdistanê va tê nasîn. Ev helbest hem ji alîyê wî bi xwe va û him jî ji alîyê gelek dengbêjên va hatîye gotin.
Kurdistan
Welatê me Kurdistan e,
cî meskenê me kurda ne,
welat me ra rûh û can e,
milet tê da bira ne.
Welatê me pir şîrîn e,
temam mêrg in û zevî ne,
qîz xortê wê tev cindî ne,
eslê xwe va Horî ne.
Kurdistana me zeynet e,
cimaeta wê pir hurmet e,
temam qedir û qîmet e,
welat me ra cinnet e.
Kurdistana me rengîn e,
karxana va ew zengin e,
şaîr Mecidê Silêmîn e,
ev xeber hev anîne.
Ez kîngê vê kilamê, bi taybetî bi dengê hunermenda hêja Aslîka Qadir guhdarî bikim, li kû dibim bila bibim, xwe di nav xewn û xeyalên dema zarokatîya xwe da dibînim.
Li gund… li ser banê xanîyê mala apê xwe… guhê min li ber devê kulekê û dengê Aslîka Qadir, qasî ku ji dûr, ewqas jî nêzîk û ji dil dibihîsim.
Mixabin îro ne Radyoya Rewanê ma, ne jî Mecîdê Silêman dijî. Ew di sala 2018an da koça xwe ya dawîyê kir û çû…
Lêbelê helbestên wî, deng û sewta wî ji me ra wek dîyarîyên mayînde man, heta ku li rû dinê kurdek hebe dê ew wenda nebin û bi deng û rengên nû va bixemilin…
05.11.2021
ikramoguz@navkurd.net
Bi dengê Aslîka Qadir strana Welatê me Kurdistan e:
https://www.youtube.com/watch?v=LBgkugYJehQ
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
Wikipedia Kurdî
Riateze, Dengbêj û helbestvan MECÎDÊ SİLÊMAN çû ser dilovaniya xwe
Yeni Özgür Politika, “Welat ji me re ruh û can e“, Argeş Kaya
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,953 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://navkurd.net/ - 25-05-2023
Gotarên Girêdayî: 16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 05-11-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 93%
93%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 25-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,953 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.75 çirke!