Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,323
Wêne
  123,359
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,495
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Sûsika Simo ya jî Hunermenda Dengzêrîn
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sûsika Simo ya jî Hunermenda Dengzêrîn
Kurtelêkolîn

Sûsika Simo ya jî Hunermenda Dengzêrîn
Kurtelêkolîn

=KTML_Bold=Sûsika Simo ya jî Hunermenda Dengzêrîn=KTML_End=
Įkram Oguz

Gelo Radyoya Rewanê neba, em ji hebûna Sûsika Simo hayîdar dibûn?
Kilam û stranên ku wê bi dengê xwe yê zêrîn distira, dê me bibihîsta?
Ya jî dengê bilûra ku Egîdê Cimo li quntarên Çîyayê Elegezê rûdinişt û lêdixist, wê çawa di ser Çemê Erez ra derbas biba û bihata guhên me?
Na… Beyî Radyoya Rewanê ne em ji Sûsika Simo û ji dengbêjîya wê hayîdar dibûn, ne jî me dengê bilûra Egîdê Cimo dibihîst.
Jiber ku, Radyoya Rewanê neba ew dengê zêrîn jî, dengê bilûra bi hostayî derdiket jî, dibin mij û dûmana Çîyayê Elegezê da diman û bi demê ra wenda dibûn.
Loma, divê em xwe wek deyndarê damêzraner û rêvebirên radyoyê û hemû hunermendên ku di wê radyoyê da strane, bihesibînin û hergav bi qedr û qîmet wan bibîrbînin.
Jibo ku deynê xwe bidim, qasî ku li deng û sewta wan guhdarî dikim, dixwazim wan ji nêzîk va nas bikim û bi nifşên nû bidim nasîn.
Îro jî dor dora dengbêja dengzêrîn Sûsika Simo ye…
Sûsika Simo, di sala 1925an da li Ermenîstanê li gundê Mîrekê ya li etega Çîyayê Elegezê û di nav malbatek kurdên Êzidî da çavê xwe li dinyayê vedike.
Piştî bûyîna wê, malbat ji gundê Mîrekê bar dike û tere li bajarê Gumrûyê bi cîh dibe. Sûsik jî li bajarê Gumrûyê mezin dibe û li wir dest bi dibistanê dike. Dûra li Zanîngeha Erîvanê beşa tendurustîyê dixwîne û bi serkeftî diqedîne.
Di dema xwendekarîya xwe ya li zanîngehê li ser pirsgirêkên jinan û ji bo hişyarbûna jinan kar û xebatê dike.
Di kesayetîya xwe da keçikeke îsyankar e û sînoran nas nake.
Dest bi karê hûnerî dike û îsyankarîya xwe bi kilam û stranên kurdî va dixemilîne.
Jiber ku, ji dema zarokatîya xwe da mêla wê li ser dengbêjîyê he ye. Loma piştî xebata çar salan, dest ji karê bijîşktîyê berdide û perr û baskên xwe ber bi çand û hunera kurd diçirpîne. Êdî rêwîtîya wê ya hunerî û dengbêjîya wê dest pê dike…
Lê di dema wê rêwîtîyê da, di nav kurdên Ermenîstanê da jî dengbêjî karek ji karê mêran tê dîtin û hemû dengbêjên ji wê herêmê jî mêr in. Sûsika Simo di rewşek wisa da û wek keçikek xama derdikeve serê rê û bi deng û hunera xwe meşa xwe didomîne.
Kilam û stranên kurdî berhev dike û di sala 1946an da li Sovyeta berê weke yekemîn dengbêja kurd û bi cil û bergên xwe yên kurdî derdikeve ser dîkê, kilam û stranên bi kurdî û eremenkî distirê.
Qasî mûzikê reqs û govendên kurdan jî bala Sûsika Simo dikişîne. Ew di wan salan da komên govendê saz dike, dilîze û dersa lîstikê dide.
Sûsika Simo di wan salan da Kûlya Neftalyanê Ermenî nas dike. Naftalyan werzişyar, Sûsik jî hunermend e. Hevaltîya wan a ku bi hevnasînê ra dest pê dike, di demeke kin da vediguhese evîndarîyê. Ew ji hev hezdikin, dibin evîndarê hev û bi hev ra dizewicin…
Lê Sûsika Simo keçikeke Êzidî, Kûlya Neftalyan jî Ermenî ye. Li gorî bîr û baweriyên Êzdiyatîyê jî nedihat ecibandin ku Êzidîyek bi Ermenîyek ra bizewiciya.
Loma civak li hemberî zewaca wan derdikeve. Lê Sûsika Simo, çawa ku xwe bi zanebûn û hûnera xwe, bi civaka kurd va xwe dabe qebûlkirin, di warê zewaca xwe da jî bi ser dikeve.
Sûsik û Naftalyan bi hev ra li welatên Sovyetê digerin û bi hev ra dixebitin. Jiber wê yekê Sûsik, ne tenê di nav kurdan da û li Ermenîstanê, her wiha li Gurcistan û li Kafkasyayê jî tê nasîn. bi kilama û stranên xwe va tê hezkirin.
Di sala 1955an da, Radyoya Erîvanê ku di nav kurdan da wek Radyo ya Rewanê tê binavkirin, dest weşana kurdî dike. Piştî weşanê Sûsika Simo wek yekemin dengbêja jin a kurd di radyoyê da distirê.
Li dika Flormanîya navdar a li Ermenîstanê pir caran derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Di sala 1965an da li Meydana Sor a Moskovayê wek hunermenda kurd, bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi kofîya xwe derdikeve ser dîkê û bi kurdî distirê. Di wê konserê da deng û sewta wê bi ahenga bilûra Egîdê Cimo va olan dide û li hemû erdnîgarîya Sovyetê belav dibe.
Berî konsera wê ya ku cara ewil li Meydana Sor lidar bixe, Wezîrê Eşo, di rojnameya Rêya Teze da nivîsek diweşîn û di wê nivîsê da ji bo Sûsika Simo wiha dibêje:
Sûsika me wek jineke kevneşop xeyal nekin. Performansa ku li ser dikê raber dike û sekna wê bi xwe ra heyrantiyek mezin dide avakirin. Bi taybetî jî ji hêla muzîkê da pirr baş e û dema ku perçeyên bijare hildibijêre û bi performanseke semyan ra digihîne hev. Sûsik ne tenê li Rewanê, di demek kin da li Qefqasan jî bi nav û deng bû. Ji xwe Sûsika Simo beriya Radyoya Rewanê jî hebû…
Wek gotina Wezîrê Eşo Sûsika Simo berî Radyoya Rewanê jî hebû, li Ermenîstan û Gurcsitanê, li hemû welatên Sovyetê jî dihat nasîn. Lêbelê deng û sewta wê bi Radoya Rewanê va di ser sînoran ra derbasî çarnikalên Kurdistanê bû, ji alî hemû kurdan va hat naskirin û hezkirin.
Sûsika Simo qasî ku bi deng û hunera xwe dihat hezkirin, ewqas di nava jinên kurd ên Sovyetê da rêya dengbêjî û hunermendîyê jî vekir, bi kar û xebata xwe ya hunerî hêz û cesaret da jinan.
Hemû jîyana wê bi kar û xebata hunerî derbas bûye, lê dîsa jî gor şert î mercên wê demê, tu kasêtek wê derneketiye.
Di arşîva Radyoya Rewanê da gelek klamên ku wê straye hatine qeydkirin, ku ji wan hinek ev in: Evdalê Zeynikê, Zilfanî, Vî Peyayî, Xerîb, Memê Alan, Hey Cane û Lênîn rabû em rizgar bûn. Lê ew herî zêde jî bi kilama xwe ya li ser Lênin gotîye tê naskirin.
Weke hemû kilamên wê, ev kilama wê ya bi navê „Hey Canê“ li ser xortekî xwendekar hatîye derxistin û bi meqam û gotinên xwe jî kilamek xweş û watedar e.
Hey canê, canê, canê, hey canê,
Lawikê min çû Rewanê, hey canê,
Lawikê min çû bixwîne, hey canê,
Kitêb dostê wî bûne, hey canê.
Hey canê, canê, canê, hey canê,
Ji şeherê Rewanê, hey canê,
Hezar cahil dixwînin, hey canê,
Nava wan da lawikê min, hey canê.
Hey canê, canê, canê, hey canê,
Ji şeherê Rewanê, hey canê,
Lawikê min î çavşîn e, hey canê,
Mi ra nema dişîne, hey canê.
Hey canê, canê, canê, hey canê,
Lawikê min çû Rewanê, hey canê,
Lawikê min çû bixwîne, hey canê,
Kitêb dostê wî bûne, hey canê.
Jibo guhdarîkirinê lînka stranê:
https://www.youtube.com/watch?v=zXQxmKc6kdU
19.11.2021
ikramoguz@navkurd.net
Çavkanî:
Wezîrê Eşo / Rêya Teze
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%BBsika_Simo
https://rojnameyawelat2.com/bira-binhisiya-civaki-dengbeji-2/
https://www.evrensel.net/haber/415284/kizil-meydanda-yankilanan-ses-s-sika-simo
http://yeniyasamgazetesi2.com/kadineki/detay/kafkasyada-ilk-kadin-dengbej-sisika-simo/
https://www.newayajin.net/newayajin/li-asoyen-welat-dengek-olan-dide/
https://www.youtube.com/channel/UCdhcnHeubfi7S6lu3IVBBCg
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 742 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://navkurd.net/ - 25-05-2023
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-11-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 93%
93%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 25-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 742 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.547 çirke!