Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,265
Wêne
  124,188
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,083
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Pêşnîyar ji Kurdîyê Bedlîsî (Xelîl Xiyalî)
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
xelîl xeyalî
xelîl xeyalî
$Pêşnîyar ji Kurdîyê Bedlîsî (#Xelîl Xiyalî# )$
Siddik BOZARSLAN

Kurdîyê Bedlîsî, vê nivîsara xwe di 28ê adar a 1919an da nivîsîye û nûha di navberê da sedsal derbas bûye û îro jî jibo çareserkirina Zimanê Kurdî, li Bakurê Kurdistanê gengeşe tên kirin. Loma jibo girîngîya vî babetî ez dixwazim pêşnîyara vî gorbihiştê xoşevîst li jêr pêşkêş bikim. Digel wê ez dê pêşnîyara Seydayê M. Emîn Bozarslan jî pêşkêş bikim ku di Baxçê Ziman cildê ewil da hatîye nivîsîn. Wek xwendoxên hêja dizanin, Mamoste Bozarslan 57 sal e dinivîse û heta nuha bi 54 kitêban (ji 20 hezar rûpelî zêdetir) xizmeteka mezin ji Kitêbxaneya Kurdî ra kirîye û ev karî wî yê hêja didome. Bila xwendevanên hêja li min biborin jibo dirêjîya van du nivîsaran. Lê ji ber ku ev şola me kurdan e û şolekî gelek giring e; jibo pêşedemê em dikarin ji wan nivîsaran mefadar bibin. Pêşnîyara Kurdîyê Bedlîsî weha ye:
”Nuha êdî ez dikarim dîtinên xwe li ser çawayîya îstîfadekirina ji wan serçavîyên curecure raber bikim:
1.Pêwistî ji qomîteka daîmî ra heye ku li gora planeka kifşkirî, bi awayekî sereke li ser şola ziman bixebite. Divê ku ev qomîte bi awayekî tebîî, merkeza kargêrîya Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan (Kurd Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti) ji xwe ra bike xebatxane. Her weha, divê ku di lêgerîn û lêkolanên xwe da alîkarîyeka di dereca bilintirîn da ji komelê bibîne.
Ev qomîte dê bi navekî besît, wek navê ”Qomîta Ziman” (Dil Encumeni) bê naskirin; divê ku endamên wê, bi qasê ku îmkan hebe, ji kurdên xwenda yên wisa bên bijartin ku zarek, yan jî çend zar ji zarên kurdî yên cure-cure dizanin; her weha, divê ku çend kesên ku ji zimanên bîyanî haydar in jî, bi vê qomîtê ra hevkarî û hevalî bikin.
Divê ku qomîte awa û wextê xebata xwe bi xwe kifş bike; xasma ji ber ku endamên wê yên qedirbilind dê bilîyê karên xwe yên taybetî bin, yan jî bilîyê xwendina dersên xwe bin, divê ku xebata qomîtê di nava çenbereka taybetî da neyê sînorkirin; divê ku her endamek, bikare belge û ewraqên aîdê şaxa xebata xwe digel xwe bibe her cîyê ku dixwaze. Tenê dûwayîkên ku ji xebatê bên bi destxistin, divê ku di civînên giştî da bi dayîn-standina ramanan bên tespîtkirin û li ser wan biryar bê dayîn.
Divê ku wezîfa qomîtê ya pêşîn û giringtirîn, îbaretê ji berhevkirin û qeydkirina peyvikên ziman be:
A- Divê ku pirtûkeka ferhenga zimanek ji zimanan bingeh bê girtin û li gora wê, di beranberê her peyvikek da peyvikên ku di her zarekî Kurdî da hene, bên nivîsîn.
B- Di beranberê her peyvikek da çend peyvikên ku tên peydakirin, ji nava wan kîjan li gora lêkolanê li guh û bihîstinê xweş bê, divê ku ew wek peyvika Kurdî ya beranberê peyvika daxwazkirî bê qebûlkirin û di deftereka taybetî da bê qeydkirin. Paşê, peyvikên ku bi eynê maneyê tên, divê ku ew jî dîsa li gora xweşhatina wan a li guh û bihîstinê û li gora rêzeka kifşkirî, li pey peyvika pêşîn bên nivîsîn.
C- Ew peyvikên ku di zimanê Kurdî da hene, lê ferhenga ku me bingeh qebûl kirîye, di wê da beranberên wan tunin, divê ku ew jî di çarçova eynê mercan da û li gora rêza tîpên alfabê, di deftereka dî da bên qeydkirin.
D- Ferhenga ku me bingeh qebûl kirîye, peyvikên ku di wê da hene, lê beranberên wan di Kurdî da tunin, divê ku ew jî li gora rêza tîpên alfabê di deftereka sisîyan da bên qeydkirin; paşê, ew kok û serçavîyên ku em´ê di paragrafên hatî da îzah bikin, divê ku muraceetê wan bê kirin û bi wî awayî beranberên wan peyvikan bên kifşkirin û bên danîn.
Ew ferhenga ku li gora mercên raberkirî dê ji berhevkirina peyvikên ku di bîra endamên qomîtê yên qedirbilind da ne pêkbê, bi qasê ku mimkun be, dê peyvikên ku di hemî zarên Kurdî da hene di xwe da bigre; lê belê, ew herêmên ku ziman li wan tê peyivîn, tebîî ye ku di nava xelkê wan herêman da mirov rastê gelek peyvikan tê ku ew li derê meydana zanîna endamên qomîtê ne. Ji ber vê yekê, divê ku hin kes bên peydakirin ku karê wan, li herêmên cure-cure berhevkirina peyvikan be. Peydakirina kesên weha, yek ji karên giringtirîn e. Ji bil vîya, ev her sê maddên ha, di şola berhevkirina peyvikan da, bi alîyê hin serçavîyên mefadar û hêja ve îşaret dikin:
A- Berhevkirin û qeydkirina peyvên pêşîyan ên exlaqî û ne exlaqî.
B- Berhevkirina hemî çîrok û meselok û bawerîyên pûç ên exlaqî û ne exlaqî.
C- Beyt û helbestên Kurdî yên ku di nava kîtleyên nexwendî da li ser dev û zaran digerin, di heqê çi da dibin bila bibin, berhevkirina wan û lêkolana li ser wan.
Çi jibo berhevkirina van tiştan û çi jibo berhevkirina peyvikên ku di goşe û kuncan da mane, mirov dikare li ser havilna bifikire; tê aqilê mirov ku mirov vê wezîfê bide hin kesên rewşenbîr ên ji ziman haydar û wan bihinêre hêlên ku zarên cure-cure li wan tên peyivîn; lê belê ev, bi wesîteyên komelê yên îroyîn mimkun nayê dîtin. Ji ber vê yekê, jibo gîhana vê amancê mirov dikare xebateka weha sererast bike:
a-Ev ferhenga ku dê li gora mercên jorîn bê amadekirin, peyvikên ku tê da tunebin, lê di nava gel da bên bi karanîn, kesên ku wan peyvikan digel detayên manên wan û numûnên wan ên îzahkar bi qomîtê bidin zanîn, mirov serê peyvikê xelateka minasib bide wan.
b- Ew pirtûka peyvên pêşîyan a ku dê bê amadekirin û weşandin, peyvên pêşîyan ên ku di wê da cî negirin, kesên ku wan digel çîrokên bûyerên ku ew welidandine, bi qomîtê bidin zanîn, mirov xelateka diravî ya zêdetir bide wan.
c- Jibo çîrok û meselok û stranên gelî jî mirov bi awayê jorîn xebat bike; her weha, ew Kurdên ku li Stenbolê ne û jimara wan jî gelek pir e, divê ku mirov bi wan ra pêwendî dayne û mirov bi reqlamên daîmî ji xwendevanên dereke di vî babetî da alîkarî daxwaz bike.
6- Digel ku muraceetê van serçavîyan gişt bên kirin jî, dê kêmayîya gelek peyvik û terîmên ku jibo zimanekî zanyarî û teknîkî zarûrî ne, bi awayekî pêjnkirî bikeve ber çavan. Jibo temamkirina vê kêmayîyê çend havil hene ku mehzûrna jî didêrin.
Havila pêşîn ev e ku mirov muraceetê zimanê Farisî, yan jî zimanê erebî bike û îhtîyacê bi wan pêkbîne. Lê belê, ev havil dê ziman têxe binê fermanrewayîya zimanên cîran û di dûwayîyê da jî dê tiştekî ecêb ê wek ”zimanê rewşenbîran” û ”zimanê xelkê” biwelidîne. Ji ber vê yekê, ez heta axirê zeman li dijê bijartina vê hawilê me.
Havila diduyan jî ev e ku mirov hinek muraceetê zimanên wek Pehlewî, Zend û Farisîya berîn bike ku pêwendîya wan digel eslê zimanê me heye. Di vê havilê da bi qasê havila pêşîn mahzûr tune. Lê belê, ev zimanên ku bermayîya demên gelek kevn in, mirov gelek di şikê da ye ku dê besê îhtîyaca me bin. Digel vê şikê jî, divê ku mirov ji wan îstîfade bike.
Havila sisîyan û tebîîtirîn jî ev e ku, em jî wek Almanan, çend peyvikên ku pêwendîya wan a temam digel mana daxwazkirî heye, em wan bikin yek û ji wan peyvik û terîman saz bikin; yan jî edatên ku zerfan, deman, cî, lêker û wd. nîşan didin, ku di zimanê Kurdî da pir hene, em ji nava wan ên kêrhatî bibijêrin û bînin pêşîya peyvikan, yan jî paşîya peyvikan û bi wî awayî peyvik û terîman saz bikin.
Bi dîtina min eva wa hêgin e ku ziman li gora daxwaza me dewlemend bike. Ji bil vê yekê, peyvikên ku bi hevbendîyê tên sazkirin û peyvikên ku bi sifetan tên sazkirin, ku ev di zimanê me da hene, eger her yek ji wan navek bê qebûlkirin, ew jî dibin serçavîyeka gelek dewlemend.
7- Divê ku qomîte, peyvikên ku nû rastê wan tê, yan jî bi xwe çêdike û saz dike, di dûwayîya her salek da çap bike û biweşîne; bi kêmayî ji pênc salan carek jî ferhenga xwe ji nû ve çap bike. Her weha, divê ku bi awayê guhartî û rastkirî biweşîne.
8- Divê ku hatina qomîtê ya safî, ji endaman ra dîyarî bê kirin.
9- Di amadekirin û sererastkirina rêzimana ziman da, rîya kurtirîn û normaltirîn ew e ku malbata ziman a mezintirîn bingeh bê qebûlkirin. Di dema me da ev heq, heqê Kurdîya Jorîn e. Ji ber vê yekê ez dikarim tewsîye bikim ku, bi vê mexsedê devokê Hekarîyê û Botan bê tercîhkirin.
Di vê yekê da nîşandana xwexwazîyên ne pêwist, dibe cînayeteka di dereca sûîqesta li dijê heqê jîyana netewe. Ji ber vê yekê, her Kurdekî ku pêşketina neteweyî dixwaze, divê ku xwe, ji xwexwazîyên weha yên ku li pêşberê gewretîya îdeala wî pir biçûk dimînin, biparêze. Gerçî nabe, lê em ferz bikin ku hin muxalefet peyda bibin jî, divê ku ew kesên teşebuskar, ji pêşveçûna ber bi amanca xwe ya kifşkirî venekişin û bê dudilî pêşve biçin. Tenê sebat û înat û bê dudilî ajotina ramanê ye ku, di karên weha gewre da serketinê garantî dikin.
Madda giringtirîn a mayî ev e ku, ew dûwayîkên ku bi ew qas fîdakarî dê bi dest kevin, em wan bikin malê giştî. Wasîta ku ez jibo belavkirinê difikirim pir sade ye. Ew sererastkirina ku ez navê wê ”awayê weşanan” datînim, aha ev e. Weha:
Divê ku komele, ew rojnamên ku dê saz bike, di wan hemîyan da, zimanê ku qomîtê bijartîye, tenê wî zimanî bi kar bîne. Divê ku komele di vê yekê da bi înateka rastîn sebat bike û bi çi dibe mal bila bibe, ji bingehê kifşkirî bi qasê zerreyek jî avarê nebe; hela ew unsurên ku îtîrazên wan ne hêjayê guhdarîkirinê ne, qet li tewrê wan jî nenêre. Divê ku komele, ji alîyek ve pirtûkên biçûk ên li ser zanînên pêşîn bide nivîsîn û li her derê mift belav bike; ji alîyek ve jî, di tengeka bilintir da pirtûkên zanyarî û teknikî bide çapkirin û bi vî awayî, jibo berhevkirina tebeqa rewşenbîr a netewe li dora vê amancê hîmmet bike…” (Jîn, Cild III, jimare 15, r. 693-700, Wergêra wê, M. E. Bozarslan)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,341 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-10-2021 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 21-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,341 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.265 çirke!