Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,198
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
AŞÊ JENOSAYDÊ Bİ AVA NARKOTÎKÊ DİŞUXİLE (2)
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
AŞÊ JENOSAYDÊ Bİ AVA NARKOTÎKÊ DİŞUXİLE
AŞÊ JENOSAYDÊ Bİ AVA NARKOTÎKÊ DİŞUXİLE
AŞÊ JENOSAYDÊ Bİ AVA NARKOTÎKÊ DİŞUXİLE (2)
Cano AMEDÎ
Piştî qeyranên salên 1929 an şûn de ku Emerîka dîl girtibû, derfetên nû derxist holê, dewletên desthilatdar û ‘‘mafya‘‘ ji wan derfetan sûdek mezin wergirtin. Bi taybetî ‘‘mafya‘‘ Îtalî, tora narkotîkê, bi rîya deryayî, li seranserê dinyayê ava kir û sîstema ticareta reş, kir bingehê aborîya hinek dewletan.
Bi taybetî, bi rêya îstîxbaratên dewletên li ser zordarîyê avabûbûn û ji ber şer, qetlîam û koçberkirin û xerakirina demografîya gelan, di nava qeyranên aborî de bûn, dest bi vî karê qirêj kirin.
Di salên 1933 an de, zext û nerazîbûna dewletên Ewrupayî û Emerîka li ser dewleta Tirk zêde dibe. Piştî wan zextan, dewleta Tirk fabrikayên eroînê digire. Di bin serokatîya Îsmet Înonu de heyetên Tirk, bi dewleta Bulgarî re peymanên nû îmze dikin. Dewlet, bi derfetên peymanên nû, li Bulgarîstanê, cardin fabrîkayên xwe ava dike. Tîcaret û şirîkatîya wan heta salên 1966 an bi hêsanî didome. Lê belê gava bayê pevçûn û guhertinan li seranserê dinyayê geş dibe, têkilîyên Tirkîyê û Bulgarîstanê li ser dijîtîya sîstem û îstîxbaratê, rastî guhertinên îdeolojîk dibe. Lê di rastîya jiyanê de, ev şirîkatîya narkotîk heta salên 2000 an jî bi şêweyên cuda didome.
Di navbera salên 1970-1980 an de mafya Tirk, welatê Bulgarîstanê, ji xwe re weke welatê duyem bi kar anîye. Baronên bi nav û deng, di wan salan de, li Bulgarîstan bi cîh bûbûn. Lewra ticareta çekan, eroîn û dizayn kirina civat û sîyasetê, li gor pêwîstî û daxwazên alvêra navbera hêzên îstîxbaratan de diçû û dihat.
Ji ber ku navendên çandin û berhênêrîya maddeyên hişberîyê hat guhertin, pêwîstîya rê û rêgehên nû derket holê. Rêgeha ji Afganîstan, Pakîstan, Qafqasya bigirin, heta Ermenîstan, Azerbeycan, Îran, Tirkîye, welatên Balkan, Ewropa û Emerîka dest pêdikir, bi xwe re astengî û nakokîyên nû derxist holê. Alternaîf rêgehekî jî, ji Çînê bigire heta welatên Efrîkî, Behra Sipî, Tirkîye, Qibris welatên Emerîkaya Latîn û hwd hatîye vekirin.
Di salên dawîn de, bi rêya şerên wekaletî, ev bazar him fireh bûye û him jî têra xwe aktif e. Li gelek welatên cuda, bi sedan balafirxane û lîmanên taybet, ji alîyê baron û kartelên neyînî ve hatine kirîn.
Berhênerî (hilberîn) û çandina maddeyên hişberîyê di bin çavdêrîya dewlet(ê)an de her tim meşîyaye û hê jî dimeşe.
Em dizanin ku di dîroka nêzîk de, piştî daxwazên guhertinên civakî û nerazîbûnên li dijî sîstemê dest pêkir. Sîstem, ji bo kedîkirina civatê û rê li ber rexne û lêgerînên nû bigirin, derîyê karên mafya vekirin. Aktorên berê yên berbiçav ji holê rakirin û rê li ber aktorên nû vekirin. Sîstem, li gor hewldan û tevgera konsepta nû, cardin hat `dizayn` kirin. Bi taybetî, ewlekarîya kolan û tîcareta kompanîyan radestî kevne fermandar û berpirsên emnî yên xanenişîn (emekli) kirin.
Bi hezaran kompanîyên ewlekarîyê û yên teknolojîyê, weke karokên nav dehlan derketin holê. Kompanîyên telekomînasyon û yên ragihandinê, radestî aktorên nû kirin. Ji zanîngehan bigirin heta dibistanan, ji nexweşxanan bigirin heta cîh û warên runiştinê, teslîmî wan kompanîyan kirin. Kadro û karmendên wan, ji nav xanenişînên artêş û sazîyên ewlekarîyê hatin hilbijartin. Ji bo nijadperestên tirk û ew kesên ku bûbûn îtîrafkar, ev kompanîyên hanê, bûn wargehên desthilatdarî û jiyanê. Hemû karên gemarî û ne“yasayî” bi wan hat kirin, bi wan hat paqij kirin û bi wan hat meşandin. Kedîkirin û bêdengîya civatê êdî erkê wan bû.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,348 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
Gotarên Girêdayî: 12
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-03-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,348 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.438 çirke!