Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,032
Wêne
  124,093
Pirtûk PDF
  22,094
Faylên peywendîdar
  125,881
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Rêveberiya Xweser zimanên li ber windabûnê diparêze
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rêveberiya Xweser zimanên li ber windabûnê diparêze
Rêveberiya Xweser zimanên li ber windabûnê diparêze
=KTML_Bold=Rêveberiya Xweser zimanên li ber windabûnê diparêze=KTML_End=

Gelek zimanên ku rastî xetereya windabûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin, bi saya Rêveberiya Xweser êdî têne vejandin û parastin. Êdî her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne.
UNESCO 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dike. Cara yekemîn ev roj ji aliyê UNESCO’ê ve di 17`ê Mijdara 1999`an de hate ragihandin, paşê bi awayekî fermî ji aliyê Komeleya Giştî ya NY`yê ve hate erêkirin.
Tevî pirrengiya zimanên cîhanê, lê gelek ziman rastî xetereya windabûnê tên. Li gorî daneyan ji sedî 40’ê niştecihên cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nabin.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5`emîn a bi navê ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk – Doza Kurdî û Çareserkirina Neteweya Demokratîk’ de beşeke mezin daye ziman û wiha dibêje: Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman wek çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, hîs û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye. Ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hîsê ya serwextbûnî ye, bûye xwediyê îfadeyê.”
Li gorî hin lêkolînan ku nêzî ji sedî 43 ji zimanên ku axaftin bi wan tê kirin ku hejmara wan 6 hezar ziman e, bi windabûnê re rû bi rû ne. Lê zimanên din girîngiya wan di sîstema perwerdeyê de heye ku hejmara wan ne zêdetirî 100 zimanan e.
=KTML_Bold==KTML_Bold=RASTIYA ZIMAN LI SÛRIYÊ=KTML_End==KTML_End=
Li Sûriyê û piştî derketina Fransayê di 17`ê Nîsana 1946`an de û ragihandina serxwebûnê heta 2011`an, Kurdan nikarîbû bi zimanê dayikê biaxivin û fêr bibin. Ev yek jî ji ber siyaseta şovenîst ku li dijî wan hate bikaranîn. Destpêkê ji hikumeta Şikrî Qiwêtlî û heta Beşar El-Esed. Her kesî ku bi zimanê kurdî diaxivî, dihat girtin. Suryan jî di hindek dêran de fêrî zimanê xwe dibûn.
Nivîskar, helbestvan û lêkolînerê kelepûra kurdî Salih Heydo der barê rewşa zimanê kurdî beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê de wiha axivî: Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê, zimanê kurdî di pêvajoya helandinê de bû. Li herêmê nedihiştin ku tu kes pê biaxive. Fêrbûna bi zimanê kurdî veşartî bû. Heger nivîskarên bi zimanê kurdî hebûna, dihatin girtin. Gelek zehmetî û astengî li hember her kesî ku dixwest bi zimanê kurdî fêr bibe, hebûn.
#Salih Heydo# behsa rewşên zehmet kir ku rastî kesên ku dixwestin fêrî zimanê kurdî bibin û destnîşan kir ku li dehan gundên herêmê digeriyan heta ku pirtûkeke bi zimanê kurdî peyda dikirin û di nava hezeran kes ve digeriyan heta ku kesek kurdiya wî baş bû.
Salih Heydo diyar kir ku dijminê doza kurdî her tim dixwestin zimanê kurdî tune bikin û bi rêya wê gelê Kurd, dîrok, çand û hebûna wî jî tune bikin û wiha domand: Tunekirina çi gelî destpêkê bi rêya tunekirina ziman tê kirin.
Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser ku nûnertiya netewa demokratîk dike, zimanê xwe ku esasê hebûnê ye vejand. Di destpêkê de komên biçûk bûn û piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21`ê Çileyê 2014`an de li ser 3 kantonan, fêrbûna pêkhateyên herêmê bi zimanên fermî hate ragihandin û weke zimanên sereke di dibistanan de hate esasgirtin.
Piştî avakirina Rêveberiya Xweser pêkhateyên herêmê (Ermen, Suryan, Çerkes, Ereb, Kurd û Turkmen) derfet dîtin ku zarokên wan bi zimanê dayikê fêr bibin û ji bo avakirina jiyaneke hevbeş û demokratîk bixebitin. Her wiha çanda herêmê ji bandora dewlet-netew rizgar bû û derfeta baş dît da ku pêşde bikeve û geş bibe.
Zimanê kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşde ket. Hêdî hêdî di nava pêngavan de destpêkê ji 2014`an geş bû heta ku di sala 2021`an ku biranşên fêrbûnê di dibistanan de (seretayî, navîn û amadeyî) bi 3 zimanên cûda hatine çêkirin. Her wiha Zanîngeha Rojava ku mîraseya çandê ya dîrokî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, hate vekirin.
=KTML_Bold==KTML_Bold=‘DESTKEFTIYEKE BÊHEMPA’=KTML_End==KTML_End=
Salih Heydo piştrast kir ku zimanê Kurdî piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an, gavên mezin avêtin û wiha domand: “Îro li Rojava bi hezaran dibistan, peymangeh, zanîngeh, saziyên ragihandinê, lêkolîn û zanist bi zimanê Kurdî hatine vekirin.”
Heydo destnîşan kir ku beriya şoreşa Rojava tenê çend sed pirtûkên bi zimanê Kurdî hebûn, lê niha bi hezaran pirtûkên cihereng yên bi zimanê kurdî hatine nivîsandin mîna pirtûkên lêkolîn, dîrok, erdnîgarî, ziman, çand û wêje.
Heydo diyar kir ku di şoreşa 19`ê Tîrmehê de zimanê kurdî bi pêş ket û şoreşê ziman ji helandinê anku pişaftinê parast. Heydo da zanîn ku fêrkirina ziman bi awayekî akademîk di dibistanan de, ji girîngtirîn destkeftiyên ku hatine bidestxistin.
Heydo anî ziman ku niha gelê Kurd bi zimanê xwe zimanê dayîkê fêr dibe û tiştek pir xweş e ku nifşek, baş fêrî zimanê xwe bibe ku di pêvajoya helandinê re derbas dibe û wê bi “destkeftiyeke bêhempa” bi nav kir.
Heydo piştrast kir ku her malbatek berpirsa parastina zimanê dayîkê û pêşxistina wê ye, divê zarokên xwe teşwîqî fêrkirina zimanê dayîkê bikin, ji ber ku helandina ziman tê wateya helandina civak û nasnameyê.
Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 900 hezar xwendekarên asta seretayî, navîn û amadehî di 4 hezar û 92 dibistanan de li gorî materyalên Rêveberiya Xweser dixwînin ku ji hêla saziyên materyalan ve bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatine amadekirin.
=KTML_Bold==KTML_Bold=‘MATERYAL JI HÊLA SAZIYÊN TAYBET VE BI AWAYEKÎ AKADEMÎK TÊN AMADEKIRIN’=KTML_End==KTML_End=
Ji bo amadekirina materyalan, sala 2014`an Saziya Materyalan hate vekirin. Destpêkê, pirtûk ji hêla pêkhateya Kurd bi rêya Saziya Materyalan a Kurdî dihatin amadekirin. Di destpêka 2015`an de, pêkhateya Ereb bi rêya Saziya Materyalên Ereb û pêkhateya Suryan bi rêya Saziya OLAF TAO tev li Saziya Materyalan bûn. Niha materyal li gorî ziman û çanda her pêkhateyekê tê amadekirin.
Amadekirina pirtûkan di gelek qonxan re derbas dibe, sazkirin, nîqaşkirin, şopandin, radektekirin ji aliyên zainstî û ziman ve û bi erêkirina şeklê dawî ya pirtûkê, tê çapkirin û li xwendekaran tê belavkirin.
Ji bo biserxistina xebatên perwerdeyê, peymangehên pispor ji bo amadekirina mamosteyan bi awayekî akademîk hatin vekirin, mîna akademiya şehîd Egîd Cîlo ya mamosteyên pêkhateya Kurd û Ereb û Saziya OLAF TAO ya mamosteyên Suryan.
=KTML_Bold==KTML_Bold=‘DI DÎROKÊ DE CARA YEKEMÎN MATERYAL BI ZIMANÊ SURYANÎ AMADE DIBIN’=KTML_End==KTML_End=
Hevserokê Saziya Olaf Tao Carîno Îsa dibêje: “Li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser, ji mafê her zarokekî/ê ye ku heta refa sêyem bi zimanê dayîkê fêr bibe. Piştre dikare li gel wê zimanê, zimanekî din hilbijêre.”
Carîno Îsa wiha domand: “Di dîrokê de ev cara yekemîn e ku pêkhateya Suryan, materyalan bi zimanê Suryanî amade dike. Rejîma Sûriyê perwerdeya wê qedexe dikir û zimanê erebî wek zimanekî bingehîn li me ferz dikir û materyalên ku ne girêdayî gel in, fêrî zarokan dikir. Wek pêkhateya Suryan, em dixwazin ku zarokên me dîrok, çand û exlaqa xwe fêr bibin.”
=KTML_Bold==KTML_Bold=ZIMANÊ ERMENÎ=KTML_End==KTML_End=
Tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê materyal li gorî 3 zimanan: erebî, kurdî û suryanî amade dike, lê pêkhateyên din jî dikarin fêrî zimanê xwe bibin. Mîna pêkhateya Ermen, perwerdeya li dibistanên Ermenî yên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3 astên xwendinê re derbas dibin.
A yekê, asta baxçeyên zarokan e. Zarokên ku temenên wan di navbera 3 û 6 saliyê de ne fêrî alfebaya Ermenî dibin û şerte ku ji pêkhateya Ermen bin.
Piştî bidawîbûna qonaxa baxçeyên zarokan xwendekar derbasî asta xwendinê yên din dibin ku 9 ref in û piştre derbasî zanîngehan dibin.
Di van qonaxan de li rex materyalên din, babetên cuda tên dayîn mîna wêjeya ermenî, bîrkarî, xêzkirin, hunera ermenî, dîroka ermenî û ya cîhanê, erdnîgariya ermenî û cîhan û muzika ermenî. Xwendekarên Ermen dikarin zimanekî biyanî yan inglizî yan jî fransî hilbijêrin.
Li Qamişloyê 3 dibistanên Ermenan hene, tê de 100 şagirt di baxçeyên zarokan de ne, 300 asta seretayî û 250 xwendekar ji refa 6 heta 9 hene.
Dibistanên wan li Dêrik û Hesekê ne. Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de, dibistaneke ermenî li bajêr hat girtin.
Endamê Meclisa Ermenî ya Qamişloyê Hakob Donabdiyan got ew materyalên ku ji Ermenistanê anîne didin û wiha domand: “Materyalên me li hemû dibistanên me yek in. Ji bo me gelek girîng e ku zarokên me di dibistanên taybet de fêrî zimanê xwe bibin. Têkiliyên me bi aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re der barê rewşa dibistanên ermenî û makenîzmeya pêşxistina perwerdeyê de hene. Heta niha Rêveberiya Xweser mudaxeleya pergala perwerdeyê ya me nekiriye. Dema me materyalên Ermenistanê derbasî dibistanên xwe kirin, tu pirsgirêk an jî astengî çê nebûn.”
=KTML_Bold==KTML_Bold=‘PÊŞXISTINA PERWERDEYÊ DI GELEK PÊVAJOYAN RE DERBAS DIBE’=KTML_End==KTML_End=
Endama Rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şamîran Denho têkildarî mijarê wiha axivî: “Ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser ve, me dest bi birêxistinkirina warê perwerdeyê kir. Erka bingehîn ew bû ku materyal werin amadekirin. Di dema navbera 2013 û 2014`an de me dest bi pêvajoya yekemîn a fêrkirina ziman kir. Di sala xwendinê ya 2015-2016`an de em derbasî pêvajoya duyemîn bûn ku me materyalên refa seretayî ji refa 1 heta 6 amade kirin.”
Şamîran bi bîr xist ku di sala xwendinê ya 2017-2018`an de pêvajoya sêyemîn bi amadekirina materyalên asta navîn ji refa 7 heta 9 dest pê kir û wiha berdewam kir: “Piştî ku hinek tecrubeya me di vî warê de zêde bû, me dest bi amadekirina materyalên asta amadehî kir. Amadekarî di sala xwendinê ya 2019-2020`an de temam bûn. Hemû babetên materyalê mîna bîrkarî, civak û jiyan, werzîş, dîrok, wêje, erdnîgarî, felsefe, netewa demokratîk, fizya, kîmya û zanyarî bi 3 zimanan Kurdî, Erebî û Suryanî li gorî dîrok, çand û exlaqên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin amadekirin.”Rêveberiya Xweser zimanên li ber windabûnê diparêze
Gelek zimanên ku rastî xetereya windabûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin, bi saya Rêveberiya Xweser êdî têne vejandin û parastin. Êdî her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne.
UNESCO 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dike. Cara yekemîn ev roj ji aliyê UNESCO’ê ve di 17`ê Mijdara 1999`an de hate ragihandin, paşê bi awayekî fermî ji aliyê Komeleya Giştî ya NY`yê ve hate erêkirin.
Tevî pirrengiya zimanên cîhanê, lê gelek ziman rastî xetereya windabûnê tên. Li gorî daneyan ji sedî 40’ê niştecihên cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nabin.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5`emîn a bi navê ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk – Doza Kurdî û Çareserkirina Neteweya Demokratîk’ de beşeke mezin daye ziman û wiha dibêje: Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman wek çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, hîs û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye. Ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hîsê ya serwextbûnî ye, bûye xwediyê îfadeyê.”
Li gorî hin lêkolînan ku nêzî ji sedî 43 ji zimanên ku axaftin bi wan tê kirin ku hejmara wan 6 hezar ziman e, bi windabûnê re rû bi rû ne. Lê zimanên din girîngiya wan di sîstema perwerdeyê de heye ku hejmara wan ne zêdetirî 100 zimanan e.
RASTIYA ZIMAN LI SÛRIYÊ
Li Sûriyê û piştî derketina Fransayê di 17`ê Nîsana 1946`an de û ragihandina serxwebûnê heta 2011`an, Kurdan nikarîbû bi zimanê dayikê biaxivin û fêr bibin. Ev yek jî ji ber siyaseta şovenîst ku li dijî wan hate bikaranîn. Destpêkê ji hikumeta Şikrî Qiwêtlî û heta Beşar El-Esed. Her kesî ku bi zimanê kurdî diaxivî, dihat girtin. Suryan jî di hindek dêran de fêrî zimanê xwe dibûn.
Nivîskar, helbestvan û lêkolînerê kelepûra kurdî Salih Heydo der barê rewşa zimanê kurdî beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê de wiha axivî: Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê, zimanê kurdî di pêvajoya helandinê de bû. Li herêmê nedihiştin ku tu kes pê biaxive. Fêrbûna bi zimanê kurdî veşartî bû. Heger nivîskarên bi zimanê kurdî hebûna, dihatin girtin. Gelek zehmetî û astengî li hember her kesî ku dixwest bi zimanê kurdî fêr bibe, hebûn.
Salih Heydo behsa rewşên zehmet kir ku rastî kesên ku dixwestin fêrî zimanê kurdî bibin û destnîşan kir ku li dehan gundên herêmê digeriyan heta ku pirtûkeke bi zimanê kurdî peyda dikirin û di nava hezeran kes ve digeriyan heta ku kesek kurdiya wî baş bû.
Salih Heydo diyar kir ku dijminê doza kurdî her tim dixwestin zimanê kurdî tune bikin û bi rêya wê gelê Kurd, dîrok, çand û hebûna wî jî tune bikin û wiha domand: Tunekirina çi gelî destpêkê bi rêya tunekirina ziman tê kirin.
Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser ku nûnertiya netewa demokratîk dike, zimanê xwe ku esasê hebûnê ye vejand. Di destpêkê de komên biçûk bûn û piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21`ê Çileyê 2014`an de li ser 3 kantonan, fêrbûna pêkhateyên herêmê bi zimanên fermî hate ragihandin û weke zimanên sereke di dibistanan de hate esasgirtin.
Piştî avakirina Rêveberiya Xweser pêkhateyên herêmê (Ermen, Suryan, Çerkes, Ereb, Kurd û Turkmen) derfet dîtin ku zarokên wan bi zimanê dayikê fêr bibin û ji bo avakirina jiyaneke hevbeş û demokratîk bixebitin. Her wiha çanda herêmê ji bandora dewlet-netew rizgar bû û derfeta baş dît da ku pêşde bikeve û geş bibe.
Zimanê kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşde ket. Hêdî hêdî di nava pêngavan de destpêkê ji 2014`an geş bû heta ku di sala 2021`an ku biranşên fêrbûnê di dibistanan de (seretayî, navîn û amadeyî) bi 3 zimanên cûda hatine çêkirin. Her wiha Zanîngeha Rojava ku mîraseya çandê ya dîrokî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, hate vekirin.
$‘DESTKEFTIYEKE BÊHEMPA’$
Salih Heydo piştrast kir ku zimanê Kurdî piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an, gavên mezin avêtin û wiha domand: “Îro li Rojava bi hezaran dibistan, peymangeh, zanîngeh, saziyên ragihandinê, lêkolîn û zanist bi zimanê Kurdî hatine vekirin.”
Heydo destnîşan kir ku beriya şoreşa Rojava tenê çend sed pirtûkên bi zimanê Kurdî hebûn, lê niha bi hezaran pirtûkên cihereng yên bi zimanê kurdî hatine nivîsandin mîna pirtûkên lêkolîn, dîrok, erdnîgarî, ziman, çand û wêje.
Heydo diyar kir ku di şoreşa 19`ê Tîrmehê de zimanê kurdî bi pêş ket û şoreşê ziman ji helandinê anku pişaftinê parast. Heydo da zanîn ku fêrkirina ziman bi awayekî akademîk di dibistanan de, ji girîngtirîn destkeftiyên ku hatine bidestxistin.
Heydo anî ziman ku niha gelê Kurd bi zimanê xwe zimanê dayîkê fêr dibe û tiştek pir xweş e ku nifşek, baş fêrî zimanê xwe bibe ku di pêvajoya helandinê re derbas dibe û wê bi “destkeftiyeke bêhempa” bi nav kir.
Heydo piştrast kir ku her malbatek berpirsa parastina zimanê dayîkê û pêşxistina wê ye, divê zarokên xwe teşwîqî fêrkirina zimanê dayîkê bikin, ji ber ku helandina ziman tê wateya helandina civak û nasnameyê.
Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 900 hezar xwendekarên asta seretayî, navîn û amadehî di 4 hezar û 92 dibistanan de li gorî materyalên Rêveberiya Xweser dixwînin ku ji hêla saziyên materyalan ve bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatine amadekirin.
‘MATERYAL JI HÊLA SAZIYÊN TAYBET VE BI AWAYEKÎ AKADEMÎK TÊN AMADEKIRIN’
Ji bo amadekirina materyalan, sala 2014`an Saziya Materyalan hate vekirin. Destpêkê, pirtûk ji hêla pêkhateya Kurd bi rêya Saziya Materyalan a Kurdî dihatin amadekirin. Di destpêka 2015`an de, pêkhateya Ereb bi rêya Saziya Materyalên Ereb û pêkhateya Suryan bi rêya Saziya OLAF TAO tev li Saziya Materyalan bûn. Niha materyal li gorî ziman û çanda her pêkhateyekê tê amadekirin.
Amadekirina pirtûkan di gelek qonxan re derbas dibe, sazkirin, nîqaşkirin, şopandin, radektekirin ji aliyên zainstî û ziman ve û bi erêkirina şeklê dawî ya pirtûkê, tê çapkirin û li xwendekaran tê belavkirin.
Ji bo biserxistina xebatên perwerdeyê, peymangehên pispor ji bo amadekirina mamosteyan bi awayekî akademîk hatin vekirin, mîna akademiya şehîd Egîd Cîlo ya mamosteyên pêkhateya Kurd û Ereb û Saziya OLAF TAO ya mamosteyên Suryan.
‘DI DÎROKÊ DE CARA YEKEMÎN MATERYAL BI ZIMANÊ SURYANÎ AMADE DIBIN’
Hevserokê Saziya Olaf Tao Carîno Îsa dibêje: “Li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser, ji mafê her zarokekî/ê ye ku heta refa sêyem bi zimanê dayîkê fêr bibe. Piştre dikare li gel wê zimanê, zimanekî din hilbijêre.”
Carîno Îsa wiha domand: “Di dîrokê de ev cara yekemîn e ku pêkhateya Suryan, materyalan bi zimanê Suryanî amade dike. Rejîma Sûriyê perwerdeya wê qedexe dikir û zimanê erebî wek zimanekî bingehîn li me ferz dikir û materyalên ku ne girêdayî gel in, fêrî zarokan dikir. Wek pêkhateya Suryan, em dixwazin ku zarokên me dîrok, çand û exlaqa xwe fêr bibin.”
ZIMANÊ ERMENÎ
Tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê materyal li gorî 3 zimanan: erebî, kurdî û suryanî amade dike, lê pêkhateyên din jî dikarin fêrî zimanê xwe bibin. Mîna pêkhateya Ermen, perwerdeya li dibistanên Ermenî yên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3 astên xwendinê re derbas dibin.
A yekê, asta baxçeyên zarokan e. Zarokên ku temenên wan di navbera 3 û 6 saliyê de ne fêrî alfebaya Ermenî dibin û şerte ku ji pêkhateya Ermen bin.
Piştî bidawîbûna qonaxa baxçeyên zarokan xwendekar derbasî asta xwendinê yên din dibin ku 9 ref in û piştre derbasî zanîngehan dibin.
Di van qonaxan de li rex materyalên din, babetên cuda tên dayîn mîna wêjeya ermenî, bîrkarî, xêzkirin, hunera ermenî, dîroka ermenî û ya cîhanê, erdnîgariya ermenî û cîhan û muzika ermenî. Xwendekarên Ermen dikarin zimanekî biyanî yan inglizî yan jî fransî hilbijêrin.
Li Qamişloyê 3 dibistanên Ermenan hene, tê de 100 şagirt di baxçeyên zarokan de ne, 300 asta seretayî û 250 xwendekar ji refa 6 heta 9 hene.
Dibistanên wan li Dêrik û Hesekê ne. Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de, dibistaneke ermenî li bajêr hat girtin.
Endamê Meclisa Ermenî ya Qamişloyê Hakob Donabdiyan got ew materyalên ku ji Ermenistanê anîne didin û wiha domand: “Materyalên me li hemû dibistanên me yek in. Ji bo me gelek girîng e ku zarokên me di dibistanên taybet de fêrî zimanê xwe bibin. Têkiliyên me bi aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re der barê rewşa dibistanên ermenî û makenîzmeya pêşxistina perwerdeyê de hene. Heta niha Rêveberiya Xweser mudaxeleya pergala perwerdeyê ya me nekiriye. Dema me materyalên Ermenistanê derbasî dibistanên xwe kirin, tu pirsgirêk an jî astengî çê nebûn.”
‘PÊŞXISTINA PERWERDEYÊ DI GELEK PÊVAJOYAN RE DERBAS DIBE’
Endama Rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şamîran Denho têkildarî mijarê wiha axivî: “Ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser ve, me dest bi birêxistinkirina warê perwerdeyê kir. Erka bingehîn ew bû ku materyal werin amadekirin. Di dema navbera 2013 û 2014`an de me dest bi pêvajoya yekemîn a fêrkirina ziman kir. Di sala xwendinê ya 2015-2016`an de em derbasî pêvajoya duyemîn bûn ku me materyalên refa seretayî ji refa 1 heta 6 amade kirin.”
Şamîran bi bîr xist ku di sala xwendinê ya 2017-2018`an de pêvajoya sêyemîn bi amadekirina materyalên asta navîn ji refa 7 heta 9 dest pê kir û wiha berdewam kir: “Piştî ku hinek tecrubeya me di vî warê de zêde bû, me dest bi amadekirina materyalên asta amadehî kir. Amadekarî di sala xwendinê ya 2019-2020`an de temam bûn. Hemû babetên materyalê mîna bîrkarî, civak û jiyan, werzîş, dîrok, wêje, erdnîgarî, felsefe, netewa demokratîk, fizya, kîmya û zanyarî bi 3 zimanan Kurdî, Erebî û Suryanî li gorî dîrok, çand û exlaqên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin amadekirin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,225 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
Gotarên Girêdayî: 40
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-02-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 16-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 16-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,225 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1128 KB 16-05-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.922 çirke!