Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Nagîhan Akarsel; nivîskareke dîroka azadiya jinan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çalakiya bo Nagîhan Akarsel
Çalakiya bo Nagîhan Akarsel
=KTML_Bold=Nagîhan Akarsel; nivîskareke dîroka azadiya jinan=KTML_End=
=KTML_Underline=Şervîn NÛDEM=KTML_End=
Yek ji erkên herî giran ên şoreşê axaftin ango nivîsandina li ser kesayeta hevalên me yên şehîd e. Bê guman, bersivdayîna pirsa 'Em çi qas bikarin hebûn, jiyan û lehengiya wan wekî ku heq dikin bi gotinên xwe bînin ser zimên?' pir zehmet e. Lê belê berpirsyariya me ev e ku em berhem û bîranînên hevrêyên xwe biparêzin û parve bikin, bi watedayina armanc, ked, hevaltî û şehadetên wan bijîn û tê bikoşin da ku em bigihînin xewn û xeyalên me yên hevbeş. Bi deh hezarên şehîdên doza rizgariya jinan û civaka Kurdistanê bi bîr û baweriya felsefeya Rêber Apo dîrok nivîsandine û hê jî dinivîsin. Tevî raman û armancên wan yên hevbeş, her yek bi şêwazekê bûye yek ji nivîskarên dîroka azadiya jinan ku li benda nivîsandinê ye. Hinek hevrêyên me beşeke vê dîrokê bi jiyan, helwest û çalakiyên xwe ve nivîsandiye; hinekan jî bi gotin û qelemên xwe, hinekan jî bi helbest û stranên xwe.
Di 4’ê Cotmeha 2022'yan de careke din yek ji pêşengên tevgera azadiya jinan, endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê bû hedefa sekvanên pergala faşîst a baviksalar. Pêwîst e em jiyan, têkoşîn, kelecan û hevaltiya hevala Nagîhan nas bikin da ku em bikarin bi şêwazeke encamgir tola xwe rakin û hêrsa xwe li hember vê kiryara hovane bizivirînin pêngaveke nû ya şoreşa jinan.
Hevala Nagîhan di sala 1976’an de li gundekî Kurdan bi navê Xelîkan girêdayî bajarê Konyayê ji dayîk bû. Li vir ew bi çand, ziman û çîrokên ji dîroka Kurdên Anatolyaya Navîn Navîn mezin bûye. Civaka Kurdên Anatolyaya Navîn mozaîka çand, dîrok û baweriyên kevnar a gelek herêmên Kurdistanê di nav xwe de dihewîne û bi sedan salan li hemberî siyasetên qirkirinê û bişaftinê li ber xwe daye. Taybetmendiyên vê çandê bandor li kesayeta û nêzîkatiyên hevala Nagîhan çêkiribû. Dibe ku hezkirina wê ya xweza, hembêzkirina wê ya manewiyata jinan û jiyana gundewarî xwe sipartiye kokên qayîm ên çanda neolîtîk a ku di vê herêmê de li beramberî destwerdanên şaristaniya dewletê cewherê xwe parastiye. Her wiha dibe ku yek ji çavkaniyên helwesta wê ya zelal li dijî hemû curên neheqîqiyê û keda wê ya mezin ji bo gihandina yekîtiya gelê Kurdistanê bi dîroka civakê ya vê herêmê ve girêdayî be. Piraniya civaka Kurdên Anatolyaya Navîn di encama fermanên Împaratoriya Osmaniyan de bi darê zorê ji niştecihên xwe yên herêmên cuda yên Kurdistanê hatibû koçberkirin û ji nû ve jiyana xwe bi avakirina gundên li deşta Anatolyaya Navîn saz kirine. Her eşîr çand, devok û rêûresmên xwe bixwe re anîbû û bi hev re parvedikir. Dibe ku ji ber vê sedemê bibe ku hevala Nagîhan bi jin, zarok, kal û pîrên ji hemû deverên Kurdistanê pir zû têkiliyên ji dil avadikir. Wê di çand, bawerî û peyvên her herêmeke de aliyekê aydê xwe didît. Rixmê ku hevala Nagîhan ji dibistana seretayî heta zanîngehê di dibistanên dewleta Tirk de bi zimanê Tirkî xwend di dilê de wê de heqîqata welatê wê Kurdistanê hertim yek bû. Bi heman şêwazê jî li heqîqata jinan meyzand: Ji bo wê hebûn û nasnameya jinan hevwateya xwedawend û afirînêra civaka xwezayî bû. Carna ji min re wisa dixuye ji ber ku Nagîhan parçekirin û biyanîbûyînê qabul nedikir wê rastiya jin û civakê yê bindest, yê di bin bandora desthilatdariya zilam û dewletê de ji xwezaya xwe hatiye dûrxistin tenê bi aqila xwe ya analîtîk tehlîl dikir, lê tucar di aqila xwe ya hestyar de nedihewand. Ev meyzandina wê ya jin û jiyanê hiştiye ku wekî jineke şoreşger erkên xwe yên avaker bi dil û can hembêz dikir.
Jiyana şoreşgertiyê ya hevala Nagîhan bi awayekî rêxistinkirî di salên 1990'î de dest pê kiriye, dema di Zanîngeha Gazî ya Enqereyê de beşa ragihandinê dixwend. Di pêvajoya ku zextên dewleta faşîst a Tirkiyê herî giran bûn û bi hezaran gundên li Bakurê Kurdistanê hatine şewitandin de, wê tevlî xebatên Yekitiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) bûye. Wekî jineke Kurd wê bersiva lêgerînên xwe yên heqîqat, evîn û azadiyê di rastiya Rêber Apo de, di têkoşîn û jiyana Tevgera Azadiyê de didît. Felsefe û nirxandinên Rêber Apo ji bo hevala Nagîhan dibûn çavkaniya bingehîn a hêz û îlhamê di tevahî xebatên xwe de, di meyzandina xwe ya jiyanê û têkoşînê de. Rixmê ku di sala 2001'an de ji aliye rejîma faşist li Tirkiyê hat girtin û 6 sal wekî girtiyeke siyasî di zindanê de dîlgirtî mabû, kelecana wê ya şoreşger tucar kêm nebûye. Herçiqas wê ji kolektîf kar kirin bi ruhê hevaltî hezdikir, ewqas jî wê xwe ji bo pêşxistina fikir û projeyên nû xwe berpirsyar didît.
Piştî ku hevala Nagîhan ji zindanê derket wê di serî de di xebatên ragihandinê û damezrandina yekemîn Ajansa Nûçeyan ya Jinan (JINHA) de wekî avaker, pêşeng, nivîskar û kedkar cihê xwe digirt. Bi lêhûrbûn û lêkolînên xwe li ser ziman û rastiya jinan ew di afirandina şêwazeke nû ya ragihandinê bi nêrîna jinan de bûye xwedî ked û biryar. Wê xwe digihand jinên ji tevahiya beşên civakê da ku ew bikarin deng û rengên xwe îfade bikin. Bi vî rengî wê torên hevgirtin û hevaltiya jinan avakiriye û domdar kiriye. Heman xuluqkarî hevala Nagîhan di avakirina xebatên Jineolojî de jî raber kiriye.
Meraq û kelecana wê hîskiriye dema yekem car peyva Jineolojî di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Apo de xwend her tim zindî bû. Lêgerîn, lêkolîn û lêpirsînên wê tucar nesekînin. Bi taybet ji sala 2015'an û şûnve Nagîhan bi dilxwazî, coş û hezkirineke mezin xwe berpirsyar didît ku Jineolojî wekî têgeh pênase bike, wekî teorî û rêbaz jiyanî bike, wekî sazîbûyîneke nujên avabike û domdar bike. Tevî keda hevala Nagîhan, Jineolojî di 7 salên dawî de wekî zanista jin û jiyanê hem di civaka Kurdistanê de hem jî di nav jinên azadixwaz ên cîhanê de hatiye naskirin û bûye çavkaniya hêviyê di têkoşîna avakirina jiyaneke azad û civakeke azad de. Di aliyeke de hevala Nagîhan bi risteke pêşeng di rêxistinkirina xebatê Kovara Jineolojî de rabû. Hem wekî endamê desteya weşanê ya kovarê hem jî wekî nivîskar wê perspektîfên nû avadikir û kovarê wekî dibistan û platforma nîqaşên piralî yên li ser zanist, jiyan û şoreşa jinan bipêşxistiye. Pê re wê girîngî dida ku derfetên parvekirina danehevên teorîk, dîrokî, çandî, civakî û ceribandinên têkoşînê yên jinên Kurdistanê û jinên cîhanê hîn zêdetir pêşbikevin. Di vî warî de lêhûrbûnên kûr ên hevala Nagîhan li ser pêşxistina zimaneke zanista jinan ya ku hemû jinan xitab dike, hev fêhmkirin û pêhesandinê xurttir dike çêbûne.
Di xebatên xwe yên perwerde û lêkolînên sosyolojîk yên ku hevala Nagîhan li herêmên Şengal û Rojavayê Kurdîstanê meşandiye de wê hertim bi baldariyeke mezin tevdigeriya. Herçiqas wê zanînên xwe parvedikir û nîqaşên li ser dîrok û xwezaya jinan rêvedibir, ewqasî jî wê fêrbûn ji jinên cuda di nav perwerde û jiyanê de ji xwe re esas digirt. Baweriya wê bi zanînên kevnar ên jinan û eqila hestyar wekî rêbazeke gihandina heqîqatê xurt bû. Gelek jinên ku di salên 2017 heta 2019'an li herêmên Efrîn, Kobanê an jî Cizîrê tevlî perwerde, nîqaş an jî semînerên Jineolojî bûn yên hevala Nagîhan meşandiye, dibêjin ku van bi enerjî û hêza ji van nîqaşan girtine xwebaweriyeke nû qezenc kirine û gavên nû di jiyana xwe de avêtine. Ew ketine ferqa qimeta hebûn û zanînên xwe yên ku berê hatibûn paşguhkirin. Bi taybet li herêma Efrînê hevala Nagîhan gund bi gund geriya da ku agahiyên li ser dîrok û navên gundan kombike, çîrok û şîroveyên jinan guhdarî bike. Bi taybet komeke jinan li gundê Ruta ya Mabata bala wê kişand. Wan jinan ne tenê bi serfirazî bahsa çand û karên xwe dikirin, wan zimaneke taybet a jinan afirandine ku ji aliyê dayikan tenê ji keçan re hatiye fêrkirin. Bi vî rengî jinan sirrên xwe parastine. Gelek jinên berê tucar sirrên xwe yên êş û kêfxweşiyê bi kesekî re parvenekiribûn sirr û zanebûnên xwe bi hevala Nagîhan parvekirine ji ber wê bawerî dabû jinan ku ew ê wan agahiyan bi armanca pêşxistina bingeha Jineolojiyê û başiya jinên hemuyan binirxîne. Bi vî rengî gelek jinan pêhesiyan ew jî yek ji avaker û zanyarên Jineolojiyê ne. Vedîtina şopên dayika xwedawend di erdnîgarî, xweza, şûnwar, çand û baweriyên Efrînê de, her wiha hevpeyvînên wê bi dehan jinan re ji bo Nagîhan dibûn îsbata ku şoreşa duyemîn a jinan li ser koka xwe ya qayîm a şoreşa neolîtîk wê cardin geşbibe û serbikeve.
Piştî pêvajoya avakirina bingeha sazîbûyîna Akademiya Jineolojiyê û navendên lêkolînên Jineolojî li Rojavaya Kurdistanê hevala Nagîhan berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Ji sala 2019'an ve tevî xebatên perwerdê û lêkolînên wê li ser çanda berxwedaniya jinên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, hevala Nagîhan bi taybet li Silêmaniyê xebatên Akademiya Jineolojiyê meşandiye. Gav bi gav wê têkiliyên bi jinên Soran avakiriye; qampên jinên ciwan, komxebatên bi beşdarbûna mêr û jinên azadixwaz li darxistiye, pêşengehên weneyan û çalakiyên hûnerî bi rêxistin kiriye. Her xebat û her têkilî bûye yek ji kevirên projeya ku hevala Naghan wekî 'xewna min' pênase dikir: damezrandina pirtûkxane û arşîva jinên Kurdistanê. Bi ziravî, bawerî û evîneke mezin wê jinan derdora vê projeya dîrokî komdikir û bi rêxistin kiriye da ku jin êdî bikarin li ser bingeha çavkaniyên xwe yên resen çand û dîroka xwe lêbikolin, nasbikin û binivîsin.
Bi pêşengtiya keda hevala Nagîhan, jineolojî nasnameya xwe wekî zanista şoreşa jinan, zanista hevjiyana azad û zanista moderniteya demokratîk bi cerîbandinên di nav têkoşîn û jiyanê de mîsoger kiriye. Rojane em dibînin li cihên ku rastiya jiyan û şoreşa jinan bi têgihîna zanista jinan têkildar dibe, zanist û têkoşîna azadiya jinan hevdu xurt dikin, pêşketinên ber bi çav derdikevin holê. Ev sînerjî, ya ku em wekî 'jinerjî' jî pênase dikin, çêbûnên nû yên civakî diafirîne. Ev hêz ew hêza jinan ye ya pergala desthilatdar jê ditirse. Ji ber ku ev hêz destnîşan dike ku jiyaneke din û civakeke azad pêkan in. Lewma ne armancgirtina hevala Nagîhan ne jî cih û dema şehîdxistina wê tesadûf in.
Em dikarin şehadeta hevala Nagîhan wekî berdewama Komploya 9’ê Cotmeha 1998'an li dijî Rêber Apo binirxînin. Ev cînayet yek ji rêzê cînayetên siyasî yên rejîma faşîst a Tirkiyê li dijî pêşengên şoreşa jinan ye. Ji bo li pêşiya serkeftina çareseriya neteweya demokratîk a Rêber Apo bigirin, ajanên MÎTê jinên di xeta Rêber Apo de jiyan dikin û bê rawestandin ji bo avakirina civakek demokratîk, ekolojîk û azadixwaza jinan têdikoşin bi taybet armanc girtiye. Di kesayeta her yeke ji van jinên pêşeng de dil û mêjî, rumet û siberoja azad a hemû jinan tê êriş kirin: Di sala 2013'an de hêzên komploger jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê qetilkirine da ku li pêşiya pêvajoya çareseriya siyasî bigirin a ku Rêber Apo li Îmrali dabû destpêkirin. Di sala 2016'an de hêzên dewleta Tirk jinên pêşeng ên tevgera jina azad Sêve Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li Sîlopî qetilkirine da ku li pêşiya avabûna pergala xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê bigirin. Di sala 2022'an de jî pey hev fermandara YPJ'ê Jiyan Tolhildan û hevseroka desteya edaleta civakî Zeynep Saroxan li Rojavayê Kurdistanê û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê bi şêwazê suîqest hatin qetilkirin da ku înşaya neteweya demokratîk û belavbûna şoreşa jinan werin şikandin. Eqîd e ku moşekên ji balafirên bêmirov ên ku Jiyan Tolhildan û Zeynep Saroxan qetilkirine ji aliyê fermandarên artêşa Tirk ve hatine reşandin. Daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk, rastiya ku di roja qetilkirina Nagîhan Akarsel de rayedarê MÎT'ê Hakan Fîdan li Hewlerê bi Eniya Tirkmenan re civiya û kujerê gumanbar li ser rêya Hewlerê hate girtin, destnîşan dikin ku 11 guleyên li bedena Nagîhan hatine xistin jî bi fermana dewleta Tirk hatine reşandin.
Her wiha ev cînayet di 4’ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniya hemwext bi rabûna serhildanên Jin-Jiyan-Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk hat. Bertekên li dijî kuştina Jîna Emînî rûdane xwedî wateyekî dîrokî ne. Li gorî zanîna min, qetilkirina jineke di encama tundiya zayendperest de yekem car bi serhildaneke gelerî di pêşengtiya jinan de tê bersivandin. Jin û mêrên hemû pêhateyên li Îranê yekem car dan xuya kirin ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye. Domandina raperîna gelan li seranserê Îranê rewşeke nû ya belavbûna şoreşa jinan di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de avakiriye. Yek ji tirsên herî mezin yên pergala desthilatdar pevgihîna serhildanên Jin-Jiyan-Azadîû zanînên jineolojiyê ye. Lewma hêzên faşîst bi qetilkirina pêşenga Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel dixwest li pêşiya belavbûna zanista şoreşa jinan wekî stûna sazkirina pergaleke demokratîk a xwerêveberina civakê, bigirin. Lê belê çawa kuştina Jîna Emînî li dijî pergala baviksalar û dîktator li Îranê zivirî, şehadeta Nagîhanê jî jinên li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê rakir ser pêyan. Ji Silêmaniyê heta Latîn Amerîkayê jin diyar dikin ku ew ê tola Nagîhanê bi xurtkirina jineolojiyê û têkoşîna azadiyê hilînin.
Naskirina kesayet, jiyan, hezkirin û keda Nagîhanê bawerî da me; em ê dîroka azadiya jinan binivîsin! Her yeke me bi şêwazek, lê bi ruh, evîn û têkoşîneke hevbeş.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,125 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-10-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 13-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 13-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,125 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!