Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,249
Wêne
  123,337
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Hun di pirsgirêka zimanê kurdî da ne ji dil in!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Platforma Zimanê Kurdî
Platforma Zimanê Kurdî
=KTML_Bold=Hun di pirsgirêka zimanê kurdî da ne ji dil in!=KTML_End=
Heta niha li bakûrê Kurdistanê bi mebesta wergirtina mafê perwerdeya kurdî sê-çar komele û sazî hatine damezirandin. Bi navên Platforma Zimanê Kurdî Tevkurd, Hezkurd û nizanim çi? Ev komeleyên han çiqas xwe di çapemenîyê da nîşan bidin, ji dewleta tirkî daxwaza perwerdeya kurdî bikin, ew dewleta nijadperest a faşîst, ku ji çerxa xwe ya asîmîlasyinê êdî bi bawer e, dê ewqas vê çerxa erjeng bişîdine. Her saet, her roj bi mîlyonan zarok wê di dibistanên asîmîlasyonê da werin pişaftin, tinekirin. Ev komeleyine jî bi helkefta zimên daxuyanîya didin, lê ne ji dil in. Ji ber ku ne ji dil in û hêz û amadekarîyên wan jî têr nakin, ku zimanê kurdî ji sîstema mendele ya tirkî rizgar bikin. Çima her partî, grub ji xwe ra platformeke, komeleyeke zimanê kurdî ava kirîye? Ma ziman malê partî û grûban e, yan malê hemû miletê ye? Çima ev hemû di bin banekî da nikarin bibin yek? Her yek bi serê xwe li gorî kêfa xwe vê mafê wek propaganda bi kar tîne. Rizgarbûna zimanê kurdîyê ji sîstema asîmîlasyon û xwe asîmîlasyonê, encax bi polîtikayeke netewî ya ziman û perwerdeya kurdî pêkan e. Zû yan jî derenga vî karî nîne! Galegal û daxûyanîyên şeklî, ji windakirina xwîn û demê bêhtir kêrî ti tiştekî nayên! Xwedîyên wan komele û partîyên kurdî jî, vê ji min baştir dizanin, lê nakin? Kultura bi hev ra nekarkirinê nexweşîyeke me Kurdan e!Ziman hîn rizgar nebûye ji talan û mendeleya dagirkerîyê, ew rabûne 15 gulanê wek cejna zimanê kurdî îlan kirine. Biqasî ku dizanim meriv tiştekî bi dest tîne, yan jî digihîje armancekê, paşê cejna wê çêdike, pîroz dike. Sazî, dezgeh û partîyên kurdî yên bakûr, ku ji wana PKKê tenê navê wê maye Kurdistan û ti tikilîya wê bi têgihînên Kurd û Kurdistanê ra nemaye, radibin di vê rojê da bi awayeke sar û şeklî peyamên pîrozîyê belav dikin. Ew dê bi xwe jî tirkî bipeyivin, vî zimanê dagirkerîyê hînê xelkê bikin. Gel jî dê here cejna ereb û tirkan pîroz bike! Hemû jîyan, xebat û çalakîyên xwe terxan kirine ji bo serokê xwe. (...) Kurdî bi qasê ti demê evqas rastê pişaftina rûhî û bêxwedîtîyê nemabû. Qiraseyên konseya vê partîyê jixwe bi kurdî nizanin. Hez jî jê nakin! Jîyê wan ji 60î borîye hîn jî 60 gotin kurdî hîn nebûne! Ji wan ên ku kurdî dipeyivîn jî, meriv dibê qey tirkek e dipeyive, ewqas dûr ji gîyan, axaftin û kirpîna kurdî. Sar û ne ji dil. Zimanên ku ajansa wan a ANF pê weşanê dike, vedikî, di rêza yekemîn da tirkî, dûyemîn îngilizî û sêyemîn jî kurdî ye. Basnews, Nêrînaazad û yên din jî her wisa... Bandora tirkîyê ewqas ku gîyana wan kotîye. Cudahîyeke mezin di navbera stêrk tv û TRT şeşê da nemaye! Her du jî bi kurdîyeke şaş û şeklî, hîşmendîya serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê dipişêfin, diherifînin û dixwezin ji holê rabikin. Yek di bin navê demokratîk dewletê da ya din di bin navê unîter dewlêtê da. (Ew dewleta ku ji selçûkîyan heta îro çete ye.) Ji bilî propagandayê her du jî ti nirxekê bi kurdîyê nadin.Çiqas tiştekî ecêb, sosret, ne ji dil, erjeng û metirsîdar!Ka bêjin! Di 15ê gulanê da zarokên we diçin kîjan dibistanê? Di malê da, li ser kolanan bi kîjan zimanê dipeyivin? Hun bi çi zimanê medyayê, pirtukan dixwînin, bi kîjan zimanê dinivîsin? Zarokên dibistanê jî edî dizanin, ziman nikare bê dewlet, dibistan û perwerde bijî. Serokê wan bûye peyayê dewleta demokratîk a tirkî, PKK her carê bi bahaneyeke rizî ya çepên tirkî dewletê naxwaze û tund li dijê dewleta kurdî ye. Heta niha bi hezaran Kurdên muxalîfên xwe bi mora îxanetê kuştine, revandine yan jî bêdeng kirine. Dema ku ew îxanetê dikin, dibêjin, em sîyasetê dikin! Belê hun sîyasetê dikin. Hem jî sîyaseteke kûr û stratejîk: Sîyaseta întegreya Kurdan bi dewleta çete ra ku nav lê danîne, komara Tirkîyeyê! Ev sîyaset çiqas berdewam bike, ewqas dê belayên mezin werin serên Kurdan! Hun êdî bûne asteng û karesata herî mezin a dîrokî, li pêşîya azadî û serxwebûna Kurdistanê. Helbet ne tenê PKKê! Destekdayîna dagirkeran, hevkarîya bi wan ra birîneke kûr û dûr e, ku bi sedan salan e hîn nekewîye, sax nebûye. Bahane jî hertim ev e: Em çi bikin? Dijmin bi hêz e!! yan jî mîna ya jorîn, Em sîyasetê dikin! Na hun sîyasetê nakin! Hun sergêjî û tevlihevîyê çêdikin. Ka carekê jî li çareyeke din bigerin, ji bo tedawî û saxbûnê! Rewşa ew partî û grûbên dervayê PKKê hîn şewitînertir e. Bûne şampîyonê daxuyanîyan. Vana hemû jîyana xwe bi belavok û daxûyanîyan derbas kirine. Ew jî ne ciddî ne, di pirsgirêka rizgarkirina zimanê kurdîyê ji asîmîlasyona tirkî û xwe asîmilasyonê.. Bêguman hêza wan jî têr nake. Baş e! Hêza we têr neke jî, qenebe wan nav, nasname û pasaportên xwe yên tirkî li meydanan qûç bikin û bişewitînin! Belkî bibe çirûskekê ji bo xelkê. Ma wê ne çêtir be, ji wan bersîvên we yên ku hun her carê digihîjinin wan çend prof. û sîyasetmedarên zênkor ên tirkî? Ew zênkorine jî dê her carê heqareteke nû li zimanê kurdîyê bikin... Û ev çerx jî dê wiha bizivire û biçe!Çare çi yê?Tu ji kê bipirsî belkî ew dê bi dehan çare nîşan bide. Pirsgirêkê nas bike, yan jî nas neke, ew dê dest bi galegalan bike û bi dehan şîretên divêtîyê bike!Ji çareyê bêhtir, carekê rûnên û biramin.Em bi ku va diçin?Quo vadis?11-07-2021 Berlin Ewdil Ararat
Nîşe: Em wek malper ji azadîya derbirînê ra rêz digirin. Lê hevokek ku me jî wek heqaret dît, ji nivîsê derxist. Em naxwazin nivîsên di malpera me da ji sînorê rexneyê derkevin.Kaynak: Hun di pirsgirêka zimanê kurdî da ne ji dil in - Rojnameya Kurdistan[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,872 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 133
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-07-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Raport
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 08-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,872 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1110 KB 08-05-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 3.407 çirke!