Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Sebebê Qetla Jîna Emînî bêdewletbûn e!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Jîna Emînî
Jîna Emînî
Sebebê Qetla #Jîna Emînî# bêdewletbûn e!
Xidir Uso

Serdestên dagîrker ji bo gelê Kurd têxe xizmeta xwe û ji xwe re bike kole, dîn û îdeolojîyên qaşo wekhevîya umet û gelan dipêreze jî ji xwe re wek pergalekî nîjadperestî û faşîzmê bi kartînin.
Dewleta faris ya bi navê Cumhûrîyeta Îslamîya Îran, ji sala 1979an de, bi seroktîya Xumeynî qașo șoreșa îslamî pêk hat û li șûna rejîma Xanedanîya Pehlewî, rejîma komara îslamî ava bû.
Di vê șoreșê de Kurdan jî serî hilda, hêz û rêvebirên rejîma Șah ji welatê xwe qewirandin û hêvî kirin ku rejîma nuh bi nûnerên miletê Kurd re rûne, mafê wan yê netewî û çandî qebûl bike, bi kêmanî mafê otonomîyê ji gelê Kurd re nas bike. Lê hêviya gel û hêzên neteweyî vala derket. Rejîma nuh jî zordarî û mêtinkarî hilbijart. Bi hovîtî êrîşî gelê Kurd kir; Kurdistan bi darê zorê ji nuh de dagîr kir. Dest bi girtin, îșkence û kuștina Kurdan kir.
Di warê demokratik, sîyasî, çandî an neteweyî de Kurdê ku doza mafekî kir, bû armanca ișkence, zîndankirin û dardakirina dewleta Îran. Bi taybetî Kurdên ne ji mezhebê Șîa xistin bin gef û tadeyek girantir. Li Kurdistanê bêkarî di asta herî bilind de ye. Rejîma hov, dixwaze gelê Kurd bi șkence, sêdarê û birçîbûnê terbîye bike.
Roj tuneye ku barhilgir/kolberekî Kurd li ser sinorên ku Kurdistan par kirine neyê kuștin; roj tune ye ku kurdek yan çend Kurd neyên girtin, îșkencekirin yan dardakirin! Ev nebes e, êdî dest dirêjî xîreta jina Kurd jî kirin!
Gelo li nav sînorên vê komara îslamîya nijadperest û fașist, ji Kurdan pêve kesî sûc bike tune ye!? Yan rejîma hov tenê Kurda neyarê xwe dibîne! Di vir de em dibînin, dînê Îslamê yan hukmê şerîetê, ji bo zordarîya rêvebirên dewelta Faris, li dijî gelê Kurd û hemî gelên blindest, tenê maskeyekî ajotina zordarîyê ye! Ne werêba, wê rûmetên wan yên netewî, çandî, ziman û welatê wan qebûl bikira!
Di van mercên dijwar de, dest dirêjî keça Kurd Jîna Emînî kirin, bi helwest û berxwedana vê keça Kurd ya bi xîred, bi îșkenceyên polîsên bêehlaq yên vê rejîma fașist, Jîna jîyana xwe ji dest da!
Berxwedan û şehadeta Jîna Emînî, li dijî vê rejîma hov bû pîrîskek serhildan û berxwedana gelê Kurd û hemû gel û merivên ji vê rejîma hov ne razî.
Çima ku wek demên berê, Ewropa û Amerîka piştgirîya hovîtîya vê rejîmê nake, ew jî serhildan û ne razîbûna gel li dijî hovîtîya xwe, wek tilîya van dewletan di vê tevlîhevîyê de heye rêdide û vê şîrova xwe dike sebebê êrîşên xwe yên hovane û bi xwîn. Heta niha nêzî sed mirovî jîyana xwe wenda kirîye!
Çendî buyer ji kontrola sofîyên devgenî dertê, ew bêtir har dibin. Loma bi hemû hêza xwe êrîşî wargehên penaber, partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê wellêt niştecî bûne dikin. Bi dehan zarok, jin û mêrên bêguneh kuştine û birîndar kirine.
Ji bo gelê Kurd xweş bextekî mezin e ku vê carê cîhan li dijî hovîtîya rejîma hov bêdeng nema. Ji Yekîtîya Netewan bigire heta Yekîtîya Ewropa, Yekîtîya Ereban, Amerîka, Brîtanya, Misir, Siûdî gelek dewlet û sazîyên navnetewî êrîşên dewleta Îran riswa û şermezar kir. Parlamento û Rêvebirîya Hukumeta Herêma Kurdistan, PDK û YNK dewleta Îran bi tundî şermezar kir. Berevacî vêya, bêbextîyek gelek diltevzîn jî ku hin şexsîyetên Kurdên wek Musluman xwe didin nasîn, partîya HudaPar û Pkk bi devê Îranê, li dijî serhildêr û şermezarkirên rejîma hov ya Îran daxwîyanîyên nerast û dezenformatîf dan û rejîma hov parastin.
Hukumeta Federal ya Iraq û Kurdistan, divê ji Konseya Ewlekarî û Yekîtîya Netewan bixwazin ku li dij êrîşên Îran helwestekê bigrin. Herêma Kurdistan ji bombebaranên Îran biparêzin. Tu ferqa vê dewletê û DÎIŞ ji hev tune ye. Ji bo cîhanê, Îran bi gelekî ji DIÎŞ tehlûketir e!
Rûsya, Çîn yan kî dibe bila bibe, yê ku piştgirîya Îran bike, rasterê şirîkê sûcê Îran e. Hela hêz, rêxistin û partîyek bi navê Kurd be, ev rûreşîyek mezintir e!
Divê Kurdên hemû cîhanê, li dijî dewleta hov ya Îran bi yek helwestê, piştgirîya gel û hêzên Rojhilatê Kurdistanê û gelên li Îran serî hildane bikin.
Gelê Kurd, îro li perçeyên din, bi taybetî li Bakur û Başûrêrojava bêdeng mana wan şermezarîyek mezin e!
Tiştên ku îro dewleta Îran yan a Tirk tîne serê gelê Kurd, ji bê dewletbûnê ye. Tenê Kurd bibin dewlet, hêza wan ya parastinê hebe, dikarin xwe biparêzin û di azadî û aramîyê de bijîn! Îro Başûrê Kurdistan, ji bo ku ne dewletek serbixwe ye nikare gelê xwe ji dewletên cîran yên mêtinkar biparêze. Her roj ji alîkî Tirkî û ji alîkî jî Îran axa wê bombebarn dike û welatîyên wê dikujin![1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,537 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 10-04-2023
Gotarên Girêdayî: 24
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-09-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Şoreşa Jîna Rojhilat
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Rojhelatê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-04-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-04-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-04-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,537 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.094 çirke!