Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya 🆕
Hevkarên me
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Statîstîk
Babet
  599,047
Wêne
  126,379
Pirtûk PDF
  22,356
Faylên peywendîdar
  132,492
Video
  2,205
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,013
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,609
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,098
عربي - Arabic 
46,389
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,783
فارسی - Farsi 
17,415
English - English 
8,610
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
366
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,974
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,848
Kurtelêkolîn 
7,033
Şehîdan 
4,649
Enfalkirî 
6,164
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
20
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
12
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,594
PDF 
35,183
MP4 
4,313
IMG 
241,165
∑   Hemû bi hev re 
283,255
Lêgerîna naverokê
Bîranînên Munzur Çem Û HENÛNIYA WÎ
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bîranînên Munzur Çem Û HENÛNIYA WÎ
Kurtelêkolîn

Bîranînên Munzur Çem Û HENÛNIYA WÎ
Kurtelêkolîn

Bîranînên #Munzur Çem# Û HENÛNIYA WÎ
#Lokman Polat#

Dema min pirtûka bîranînên Munzur Çem girt destê xwe û dest bi xwendinê kir, min got qey dê ew jî weke K. Burkay çamur biavêje herkesî û hemû kesan ango kadirên siyasî ên partiyê xirab bide nîşandan û bi zimanekî êrişkar êrişî wan bike. Lêbelê pirtûka bîranînên wî cîlda yekem berevajî texmîna min derket.
Pirtûka bîranînên Munzur Çem a bi sernavê ”Ji Kixiyê ta Berlînê – Bîranîn. Cîld 1” di nav weşanên ”Deng”ê de li Amedê derketiye. Pirtûk 526 rûpel e. Ebada wê mezin e. Berga wê çîlsor e. Di berga pêşîn de wêneya wî heye. Dema min pirtûk dît ku şikil û şemalê wê weke pirtûkên bîranînên Kemal Burkay e min di dilê xwe de got, va ye wî jî wek Burkay bi heman ebadê û bi heman şiklî teqlîda pirtûka bîranînên Burkay kiriye. Heger naveroka wê jî wek bîranînên Burkay be, êdî divê mirov pirtûkên bîranînan nexwîne.
Munzur Çem bîranînên xwe ji biçûkîya xwe dest pê kiriye. Ew behsa malbata xwe û gundê xwe dike. Hilberînên aborî û jiyana li gund qal dike. Gelek tiştên ku ew bahs dike qet bala min nekişand û nakşîne û lewre jî pêwîst nake ez behsa wan tiştan bikim. (Helbet tiştên ku bala min nakşîne dibe ku bala gelek xwendevanên din bikşîne. Loma jî divê xwendevan pirtûkê bixwînin.) Tiştên ku di bîranînên wî de bala min bikşîne û dikşîne hêla siyasî û rêxistinî ye.
Pirtûka Munzur Çem a bîranînê ji bîranînên wî pirtir agahdarîyên derbarê tiştan de, weke ansîklopediyê, weke pirtûkeke çandî, toreyî qala xwarinê, cureyên nan pahtinê, gelek cureyên gihayan, jiyana gund û hwd in. Wî weke aborîvanekî, zanîstekî ekonomîst agahdarîya tiştan bi berferehî daye. Tiştên ku bahs dike tiştên gelemperî ne û mijarên ku têkildariya wan bi bîranînan ve, bi bîranînên Munzur Çem ve tune. 160 rûpelên destpêkê ên pirtûkê weke pirtûka wî a bi nasnavê Ahmed Taş nivîsîbû li ser aborîya bakurê Kurdistanê ye ku sosyo-ekonomiya Kurdistana bakur analîz kiribû.
Niha em li bîranînên wî yên hêla siyasî binêrin. Pirtûk hetanî rûpela 250 î bi tiştên virde wêde û teferuatên nebalkêş hatiye werimandin. Di rûpela 250î de êdî siyaset/polîtîka dest pê dike. Ew sempatîzanê/alîgirê partiya çepên tirkan TÎP ê (Turkiye Îşçî Partîsî / Partiya Karkerên Tirkiyê) ye.
Ji rûpela 250 î hetanî rûpela 317 siyaset tune, dîsa tiştên virde wêde, herweke dibîstan, ger, karmendî, nexweşîya sorikê, gundên Ankara`yê, xwendina pirtûkên helbestvanê sosyal şoven Nazim Hîkmet û sê raporên derbarê kurdan de hene.
Di rûpela 317 e de DDKO (Devrîmcî Demokratîk Kultur Dernegî /Komela Çandî a Demokratîk û Soreşgerî) heye. 2 rûpel qala siyaseta wê demê û cudahiyên çepên tirkan û kurdan dike û li pey wê qala zewaca xwe dike. Piştî çîroka zewacê, vêca ew qala biryara TÎPê a di kongra 4 aran de ku ji bo doza kurd wergirtin. Di biryara TÎPê de hebûna kurdan tê qebûl kirin û dibêjin li ser gelê kurd zilim heye.
Di beşa bîranînên leşkeriyê de jî behsa dema ku M. Çem leşker bûye dike. Piştî bîranînên leşkeriyê dîsa qala tiştên virde wêde dike. Paşê ew li Bîngolê dest bi kar/karmendiyê dike. Ew hêj nebûye endamê TKSPê (Paşê navê partiyê bû PSK) di kovara Ozgurluk Yolu/Riya Azadî de nivîs dinivîse. Paşê jî behsa amadekirina nivîsîna romaneke li ser Dêrsimê dike. Ew ji bo civandina materyalên ji bo romanê diçe Dêrsimê. Li wir Kemal Burkay û Mustafa Duzgun dibîne. Lê qet behsa hevdîtina xwe û Kemal Burkay nake, tenê behsa Mustafa Duzgun dike.
Girtina DDKO yê, efûya giştî a 1974 an, têkçûna şerê çekdarî yê li başurê Kurdistanê, li bakurê Kurdistanê despêka demeke nû, di vê serdema nû de pêkanînên grubên siyasî û damezrandina partî û rêxistinên kurdan tê qal kirin. Tiştên ku di 416 rûpelên pirtûkê de têne rave kirin, ji bîranînê bêtir agahdarî ne, nirxandin û şîrove ne, zanînên ansîklopedîk in.
Û paşê Munzur Çem dibe endamê PSKT/TKSP ê ku paşê navê xwe kir PSK. Xwendina pirtûka Munzur Çem ji rûpela 416 pê ve li xweşa min çû. Êdî ew dest pê dike tiştên siyasî, dîtinên şaş û tewş ên Veysel Çamlîbel, heqareta ku Kemal Burkay li Çamlîbel dike, civîna komîteya partiyê li Ankarê û weşana ”Roja Welat” û hwd qal dike.
Munzur Çem ji bo hilbijartina Belediya/Şaredariya Amedê dibêje; ”Dema Mehdî Zana namzetiya xwe a ji bo serokatîya belediyê danî, me ango komîteya navendî a partiyê bawer nedikir ku dê ew bi serkeve, qezenç bike.” Di mesela Mehdî Zana de Munzur Çem wekî Kemal Burkay bêwijdanî nake, nekirîye. Kemal Burkay di bîranînên xwe de neheqî û heqaret li Mehdî Zana kiriye, bi gotinên giran wî tawanbar kiriye û çamur avêtiyê û wî weke perexwir dide nîşandan. Munzur Çem di mesela Mehdî Zana de rastî gotîye û neheqî lê nekirîye.
Munzur Çem behsa kar û xebatên xwe yên rêxistinî dike. Ew herweke ku ji K. Burkay re bibêje; binêr hertişt te tenê nekiriye, min jî ji bo partiyê kar û xebat kiriye. Munzur Çem dema ku di nav partiyê de bûye, di organên partiyê yê herî bilind de, di polît buro û komîteya navendî de kar û xebat kiriye. Wî wê demê çawa weke murîdekî bi Burkay bawer kiriye, wî weke mamosteyê xwe dîtiye aniye zimên, ango rastîya xwe a wê demê gotîye. Wî cih bi cih gelek pesnê Burkay jî daye. Lêbelê di vê cîlda yekem de wî weke bîranînên Burkay çamûr neavêtiye derdora xwe, keda hevalên xwe binpê nekirîye, negotîye min hertişt kir, kesên ku di komîteya navendî a partiyê de bûn tiştek nekirine, kesên di komîteyê de cih girtine rûreş nekirîye, negotîye ew ji tiştekî re nedibûn, bi kêrî tiştekî nedihatin. Bi kurtî hevalên xwe ên rêxistinî biçûk nexistîye, li wan neheqî û heqaret nekirîye. Berevajî vê cih bi cih pesnê kar û xebatên wan daye.
Munzur Çem behsa kar û xebatên xwe yên rêxistinî dike lê bê ku yekê reş bike, tawanbar bike, bêku ji Burkay re gotineke heqaretwarî bibêje, bêkû neheqî bike, keda însanan bin pê bike, bi Burkay dide nîşandan ku ne wî tenê kar û xebat kiriye, digel wî yên din jî û Munzur Çem jî li gorê xwe xebitiye. Û ew qebûl dike ku di dema xebata rêxistinî de şaşî û kêmaniyên wî jî çêbûne. Ji bo dema çûyî/paşerojê nirxandinên Munzur Çem ji yên Burkay baştir û rastir e.
Dema min pirtûka bîranînên Munzur Çem girt destê xwe û dest bi xwendinê kir, min got qey dê ew jî weke K. Burkay çamur biavêje herkesî û hemû kesan ango kadirên siyasî ên partiyê xirab bide nîşandan û bi zimanekî êrişkar êrişê wan bike. Lêbelê pirtûka bîranînên wî cîlda yekem berevajê texmîna min derket. Loma jî ez wî teqdîr dikim, pesend dikim. Munzur Çem bi zimanekî nerm, bi henûnî, aramî, bi helwestekî maqûl nivîsiye. Dema min dît û xwend ku pesnê kar û xebata birêz Bayram Ayaz û Rojan Hazim dide, behsa têkiliyên xwe û rahmetî birêz Zekî Adsiz dike ku çûye li Ankarayê di mala wî de maye, nexweş bûye û bi hewldan û alîkariya Munzur Çem rahmetî Zekî Adsiz li Ankarê ameliyat bûye, bi kin û kurtahî min vê başî û çeyiya ku Munzur Çem ji bo rahmetî Zekî Adsiz kiribû nizanibûm.
Di pirtûka bîranînên Munzur Çem de derbarê damezrandina UDGê (Ulusal Demokratîk Guçbirligi/Hevkariya demokratîk û netewî) de berferehî agahdarî heye. Şîroveya wî ya ji bo KÎP/DDKD ê rast e û di cî de ye. Di pêvajoya xebata hevbeş a UDGê de DDKD yî bi dil kar nekirin, nexebitîn û dijminahiya wan a li hemberê KUKçiyan didomîya. KUK çiyan jî ji DDKD yiyan bawer nedikir. Werhasil herdu bûn sedem ku UDG xirab bibe û bû. (Binêrin di ser bûyera kuştina herdu Saîdan de 50 sal derbas bûye, kesên ku ji wê tradisyona Şivanciyan tên hêj jî mesela bûyerê diavêjin holê, gelek tiştên nerast dinivîsin, tawanbariyê didomînin û dixwazin meselê germ bihêlin.) Di xebata hevbeş a UDGê de ê ku bi dilûcan kar kirin, xebitîn, bi helwesteke rast û durist, bi şêweyeke samîmî mil da xebata hevbeş a UDGê Ozgurlikçî bûn.
Munzur Çem pirtûka xwe a bîranînê cîlda yekem bi derbasbûyina xwe a Qamuşliyê/rojavayê Kurdistanê dawî tîne. Êdî di cîlda duyem a bîranînên wî de çi heye çi tune ez nizanim. Lêbelê ev cîlda yekem li gor bîranînên Kemal Burkay gelek baş e. Di dawiya pirtûkê de wek pêvek du nivîsên wî ên ku di malpera Gelawêjê de derketibû û bersîva rexneyên Kemal Burkay dabû, hene.
Kemal Burkay di bîranînên xwe de, di cîlda yekem de na, di a duyem de êrişkarî kiribû, çamor avêtibû hemû hevalên xwe yên berê, wan dabû ber topan, hemû damezrevanên partiyê û endamên komîteya navendî a partiyê reş kiribû, keda wan binpê kiribû û li wan neheqî û heqaret kiribû.
Bi texmîna min (helbet ev gûman e) dê Munzur Çem jî wek Burkay di cîlda duyem de dest bi êrişkariyê bike. Ez nebawerim ku ew civîna komîteya navendî a li Şamê (ku ez jî wê demê li wir li Şamê, di mala partiyê de bum û bum şahidê gelek tiştan û min li wir gelek tişt bihîst) bi şêweyeke objektîv, bi halê wê ê rastîn bide. Herweha di mijara îstîfaya Kemal Burkay ji sekreteriya giştî dê çawa şîrove bike, ez nizanim. Ew tiştên girîng mane ji bo cîlda pirtûkê a deyem.)
Gelo ew dê di cîlda duyem de wek Burkay bike yan dê objektîfiya xwe, helîmûselîmiya xwe, henûniya xwe bidomîne. Du cîld pirtûkên wî ên bîranînê dê bibine reşûspî yan tenê spî bin? Cîlda yek spî ye, dê a duyem jî weha be yan reş be? Bi min dive mirov wek Burkay rexnekuj nebe, ji xwe tiştên ku Burkay li ser nave rexneyê nivîsîbû rexne jî nebû, çamor avêtin bû, neheqî û heqaret bû. Hêvîdarim Munzur Çem gihîştîbûna xwe, kemilîbûna xwe û henûniya xwe bidomîne, objektîv be, çêker be û rastiyan bîne zimên.
PÊVEK/TÊBINÎ – Min Munzur Çem cara pêşîn li Amedê di qahweya binê sendîqaya Genel Îşê de dît. Ew nû hatibû Diyarbekirê. Min wî ji nivîsên wî yên di kovara ”Ozgurluk Yolu / Riya Azadî” de wek Huseyîn Toprak dinasiya. Di kovara Ozgurluk Yolu de piştî Kemal Burkay û Îhsan Aksoy herî pir wî nivîs dinîvî û nivîsên wî bi giranî derbarê siyaset û aboriyê de bû. Ew ekonomîstekî/aborîzanekî jîr û zana bû. Pirtûka wî a li ser aboriya Kurdistanê jî wî bi nasnave Ahmed Taş nivîsîbû. Wî dîtin û ramanê di Kurdistanê de nîv feodalî, nîv kapîtalîzmî heye diparas. Ew dem ev mijar di nav Riya Azadî û Ddkdyiyan de pirr dihat minaqeşekirin.
Cara Duyem jî min Munzur Çem li Şamê/Dîmeşqê di mala partiyê TKSP/PSKT/ de dît. Ew ji Almanyayê ji bo civîna komîteya navendî hatibû Şamê. Min ew li wir dît. Paşê jî min ew di kafeteryayeke Stockholmê/Swêdê de dît.
Bi qasê ku min tiştên derbarê wî de dihatin gotin bihîst, di kar û xebata rêxistinî de kadirekî siyasî ê serketî nebû. Mirovekî ekonomîst, reformîst, lîberal bû. Di hêla nivîsên îdeolojîk, teorîk, aborî û siyasî de jîr bû, kêrhatî bû. Giraniya nivîsên wî li ser mijarên aborî û civakî bû.
Min tevahiya nivîsên wî yên di kovara ”Ozgurluk Yolu”, ku li tirkiyê derketibû, ”Riya Azadî” ku li Almanyayê derdiket û ”Dengê Komkar” û kovara ”Ozgur Gelecek”ê de de hatine weşandin xwendiye. Herweha min romanên wî yên bi tirkî ya bi navê ”Gulumse Ey Dêrsîm”, ”Ekmegi de yaktilar” û ”Îsyana çagri ” xwendiye. Min hersê romanên wî jî baş dîtibû û ecibandibû. Lê, min gotibû Xwezî bi kurdî/kurmancî yan zazakî binivîsiya.
Di serî de Kemal Burkay û kadirên siyasî ên Riya Azadî yên berê hemû jî bîranînên xwe bi tirkî dinivîsin. Bîranînên K.Burkay, Bedirxan Epozdemîr, Kazim Budak, Memo Şahîn, Munzur Çem, Mehdî Zana hemû jî bi tirkî ne. Bi min divê kurd bîranînên xwe wekî serokê Belediya/şaredariya Tatwanê ê berê birêz Mehmet Ozalp ku ew jî ji tradîsyona Ozgurluk Yolu/Riya azadî tê, bi kurdî binivîsin. Ez wî teqdîr dikim ku wî bîranînên xwe bi kurdî nivîsiye. Sê kesayetiyên/şexsiyetên Lîceyî jî bîranînên xwe bi kurdî nivîsîne, ez wan jî teqdîr/pesend dikim û pîroz dikim.
****
Munzur Çem di malpera Gelawêjê de bi du nivîsan û bi îmzeya nasnavê Silêman Dîlan bersîva rexneyên Kemal Burkay dabû. Wê demê dema ku pirtûka bîranînên Burkay cîlda duyem derket ji blî Ziya Acar hemû damezrenêr û endamên komîteya navendî ên berê bersîva rexneyên Burkay dan. Di nava wan bersîvan de bersîva herî nerm, herî mutewazî/ dilnizmî, herî henûn bersîva Munzur Çem bû. Wî di bersîva xwe de hinek şaşiyên xwe jî anîbû zimên. Kes zû bi zû nabêje dewê min tirş e, lêbelê wî gotibû. Xwe rexne kiribû. Xwe rexne kirin, şaşiyên xwe dîtin mirov biçûk naxe, berevajê wê mezin dike.
Munzur Çem hem di bersîvên xwe de hem jî di pirtûka xwe a bîranînê de ji bo Burkay gelek tiştên nerm gotiye, cih bi cih pesnê wî daye. Lê, li gor xwe şaşî û kêmasiyên wî jî gotiye. Rexneyên kul i Burkay girtiye jî rexneyên rast in, bi heq in.
Ev gotinên wî yên ku min ji pirtûka wî girt, rastiya Burkay tîne zimên.
Ez gotara xwe bi van gotinên wî yên derbarê K.Burkay de gotiye, dawî dikim.
”Dema ku Burkay bi kîndariya xwe/bi hêrs û qehrandî pênûs girtibû destê xwe, carek din navbiriyê bi dûmanê tijî kir…. Bîranînên Burkay ji aliyê xwe ve gelekî paşvemayî ne, nizm e, li gorî cihê xwe hin tiştên girîng ji nedîtî ve tê, nabîne, naxwaze bibîne û hin tiştên din jî mubalexe dike, mezin dike û bi mezinbûnê radixe ber çavan.
Ew di şîroveyên xwe de pir yekalî ye. Hevalên xwe tenê wekî kesên alozî derdixe pêş, bi tundî rexne li wan digirt û di heman demê de zêde guh nedida behskirina beşdariyên wan.
Burkay.., sîyasetmedarek e ku dema hewce bike nikare rîskan bigire û mezin bilîze.” Binêr rûpel – 508 û 524.
Ez ê li benda cîlda duyem a pirtûka bîranînên Munzur Çem bim. Dema derkeve ez wê jî bixwînim û herdu cîldên bîranînê raberê hevûdi bikim, bidime berhev û binêrim ka herdu jî spî ne yan yek spî yek reş, herdu reşûspî ne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,322 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 10-04-2023
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-10-2022 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 91%
91%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 10-04-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 14-04-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 14-04-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,322 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.281 çirke!