Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,233
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,073
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Bi çavê tirkan zimanê kurdî û ‘Dagîrkirina Tarîtîyê’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bi çavê tirkan zimanê kurdî û ‘Dagîrkirina Tarîtîyê’
Kurtelêkolîn

Bi çavê tirkan zimanê kurdî û ‘Dagîrkirina Tarîtîyê’
Kurtelêkolîn

Bi çavê tirkan zimanê kurdî û #Dagirkirina Tarîtîyê#
Ahmed Kanî

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da bi kurtî behsa romannûs Bextiyar Elî û romana wî ya dawîn a bi navê “Dagîrkirina Tarîtîyê” bikim. Roman, cara pêşî bi kurdîya soranî di sala 2020î da çap bûye, di sala 2022yan da ji alîyê Besam Mistefa ve bo kurmancî hatîye amadekirin. Weşanên Neqşê û Weşanxaneya Şilêrê bi hev ra li Qamişloyê mafê çapkirinê girtine ser milê xwe. Ji bo belavkarîyê bi Pirtûka Kurdî ra li hev kirine û li Stenbolê hatîye çapkirin.
Ji bo Bextiyar Elî (1960-Silêmanî) meriv kare bibêje ku bi helbestê ketîye nava wêjeya kurdî, lê bi ronakbîrîya xwe ra bûye romannûsekî navdar ê kurd ku çîroknûsê navdar ê kurd Şêrzad Hesen (1951-Hewlêr), li ser wî wiha dibêje: “Heq e Bextiyar Elî xelata Nobelê ya edebîyatê werbigire, lê bextreşîya wî ew e ku kurd e. Di nava kurdan da dijminê merivên xwedî şîyan û talênt ji dostên wan zêdetir in.” (Bajarên Mosîqarên Spî r. 4) Ligel bi dehan berhemên wî yên helbestî û ronakbîrî (felsefî), ev (Dagîrkirina Tarîtîyê) romana wî ya heştem e. Em pê hesîyan ku dê ev roman li Mala Şanoya Almanî wek şano di vê hefteyê da bê pêşkêşkirin.
Romaneke dîrokî ye. Kesên bixwazin li ser romana kurdî (Kurmancî) ya dîrokî agahîyên berdireh bigirin, dikarin teza masterê ya Fahriya Adsayê ya bi navê “Romana Kurdî (Kurmancî) ya Dîrokî: Bîra Civakî û Nasname”yê bixwînin. Bi awayekî akademîk 11 romanên (Elîyê Evdirehman-2, Yilmaz Çamlîbel-1, Erebê Şemo-1, Tosinê Reşîd-1, Mehmed Uzun-3 û Jan Dost-3) dîrokî yên Kurdîya Kurmancî hatine analîzkirin. Lê ev roman ne wek romanên navborî ye. Ev roman li ser dîroka (1945-1994) dagîrkirina dewleta Tirkîyeyê (asîmîlekirin û ji holê rakirina kurdî) ye û bi mebesta li ber çavan raxistina helwesta tirkan li hember navê kurd û zimanê kurdî bi hunerek xurt hatîye sêwrandin (honandin).
Di navenda romanê da çîroka karakterê bi navê Îsmet Oktayî cih digire. Ew yek ji Gurên Boz ên bi ser Partîya Tevgera Nejadperest (MHP) ve ye. Şevek ew û mamosteyek hevalê xwe, Mewlûd Akturk bi hev ra derin mala Pekşanê ya ku keçên laşfroş lê ne. Ew bi alkolê sermest bûne, lê keça bi navê Tansuyê dema bi Îsmet ra dikeve têkilîyê jê ra dibêje “ez ê wisa li te bikim ku tu navê xwe jî ji bîr bikî.” Ji wirê tê malê radizê. Dema sibehê radibe zimanê tirkî ji bîr kiriye û tenê dikare bi kurdî biaxive. Ev rewşa wî di nava du rojan da li cihek wek Nûşehrê ji alîyê her kesî ve tê bihîstin. Bi awayê nexweşîna webayê ji alîyê rayedarên dewletê û Gurên Boz ve tê nirxandin û bi dizî bo Enqereyê tê veguhastin. Hemû dewlet radibe ser piyan. Wek ku li ser bergê dawî yê pirtûkê jî heye, rewş wiha hatîye pêşkêşkirin: “Li destpêkê , Wezîrê Tendirustîyê yekem kes bû ku hizir kir wergêrekî kurdîyê peyda bikin û hewl bidin tê bigihin bi serê vî mirovî da çi hatîye û berê çi karî dikir û di çi şert û mercan da tûşî vê nexweşîyê bûye. Lê hemû dizanin bilêvkirina navê zimanê kurdî û axaftina pê qedexe ye. Ew bi xwe (Îsmet Oktay) mirîdê rêbaza “Alparslan Turkeş”î bû, bawerîya wî nebû zimanekî wisa û neteweyekê wisa heye, niha here bigere û bilûbîne kesekî jê ra peyda bikin karê tercimanîyê jê ra bike! Karekî wisa ne layîqî rêzdar wezîrî bû. Wezîr hema ku navê “kurdî”yê bihîst rasterast mesele wek pirsgirêkeka sîyasî ya xofdar zanî, baş dît ji bilî pizîşk û dermansazan, hin kesên ku pisporên ewlekarîya neteweyî ne jî û ji metirsîya wî derdî tê digihin, werin nav pirsgirêkê.
Bi bihîstina navê kurd, rewşa Serokkomar (1977) Admîral Fahrî Koruturkî jî têk diçû. Her carekî ew nav dibihîst, diva bû piştî wê hebeka serêşê bixwe. Çimkî Admîralî jîyana xwe ya leşkeri li ser deryayê derbas kiribû, tiştekî zêde li ser rewşa wan gundên kavil û xopan ên rojhilatî nizanibû; xwe wek nûnerê wê Tirkîyeyê hesêb dikir ku li raserê deryayê ye, Tirkîyeya ku diçe dûr û awira xwe li dûr vedide.”
Dema ku dewleta Tirkîyeyê li wergêrekî kurdî digere, hemû sazîyên ewlekarîyê di serî da MÎTê haydar dike ku kesekî tirk ê pê ewle bê dîtin. Feremandarê leşkerî yê li Dîyarbekirê, Tuggeneral Mistefa Barutî bangî, Elî Îhsanê ku di MÎTê da wek sîxur li zîndanên dewletê guhdarîya kurdên zîndanî dike, bi raporan agahî dide dewletê da cezayên giran li girtîyan bê sepandin, dike. Bo wergêrîya Kurdî, wî dişine Enqereyê.
Elî Îhsan kurê Tariq Akansuyî ye. Tariq Akansuyê ku xwe wek “qomîserê zimên” dida nasîn, li Zanîngeha Ziman, Tarîx û Erdnîgarîyê ya Enqereyê Mamostebûye. Berî 32 salan bo ji holê rakirina zimanê kurdî hatibû li Dîyarbekirê bi cih bûbû. Tariq Akansuyî li wir bû da ku navan li navçeyê bikin, bajar bi bajar, gund bu gund, newal bi newal, çem bi çem û kevir bi kevir. Berî ku were vê derê, çavê wî bi Serokkomarî (1945) “Îsmet Înonu”yî ketibû, rûniştineka dirêj û girtî pê ra saz kiribûn, ferman û hêz jê wergirtibûn ku zimanê tirkî li hemû rojhilat û başûrê rojhilatî belav û qayîm bike. Xwe bi xwe digot: “Şandîyê serokkomarî ji bo bihêzkirina stûnên zimanê tirkî li rojhilatê Anatolya û navçeyên sînorî yên başûr û rojhilatî.”
Nexweşîyeka dirêj bû bi xweşî di her helkeftekê da dubare dikir. Li wir bû da ku her tiştê li ser vê axê ne tirkî be ji holê rake. Tekane kes bû bawerîya serokên cumhurîyetê pê dihat ku karekî wisa bidin deste wî, wî bişînin nav bajarên kulmoz û piştrast bin dikare bi awayekî serkeftî vegere. Çendik û çend salan li Enqere û Stenbolê birêveberê buroyeka taybet û serokê komîteyeka bidesthilat a bi navê “Komîteya Emnîyeta Zimanî”yê bû. (r. 36-37)
Tariq Akansuyî bi xwe derbarê kurdî da wiha dibêje: “Ji bo ku tu dijminê xwe bişikînî û têk bibî û serê wî bi erdê ve pehn bikî, divê di destpêkê da çeka wî jê bidizî, çeka van kurdan jî ji bilî zimanê wan ne tiştekî din e. Ew ne wekî ereban in, Quraneka wan nîne ku xelkê pê bixapînin, ne wekî farisan in jî Mewlana û Hafizekî wan nîne ku xwe pê qure bikin, ne wekî ermenan in jî ku hemû filehên dinyayê li pişta wan bin, çiyê van kurdan heye çi nîne tenê ev zimanê wan heye, her gava ku tû karibî vî zimanî ji wan bistînî, dê wek mêrikê berfê li ber tavê bihelin.” (r. 211)
Karakterên sereke yên vê romanê bi piranî (Tariq Akansu, herdu kurên wî Arsîn û Elî Îhsan, Îsmet Oktay, Dîlek Şahên, General Heqî Sunay û hwd.) tirk in ku dikarin bo tunekirina zimanê kurdî xwe tune bikin. Ew hemû kurdan hov dihesibînin. Heta Akansuyî ji bo vê dîtina xwe biselimîne hirçek kovî distîne û di mala xwe da, zîndanî dike. Meriv dikare bibêje wek hunera wêjeyî ev bûye metaforek xurt. Lê du karekterên kurd hene yek Zekî Rizayê Dêrsimî ye ku li Denizlîyê asîmîle bûye û di MÎTê da wergêr e, ya din jî dîya Îsmet Oktayî ye, dibe keçek Dêrsimî be ku bavê Oktayî pê ra zewicîye. Ev her du kes jî vedigerin ser koka xwe. Zekî Riza di dawîya karê xwe da fêrî kurdî dibe. Dîya Oktayî jî bi dizî di zaroktîya wî da, ew fêrî kurdî kirîye.
Di dawîya gelek êşkişanê da Îsmet Oktay mecbûr dibe ku bireve başûrê Kurdistanê. Ev roman gelek dirêj e (722 rûpel e). Ji ber tunebûna cihê rojnameyê ez mecbûr im li vir nivîsa xwe bi dawî bikim. Hêvî dikim zimanhezên kurd vê romanê meraq bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,468 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 134
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-02-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 95%
95%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-03-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-03-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-03-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,468 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.39 çirke!