Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,634
Wêne
  124,528
Pirtûk PDF
  22,125
Faylên peywendîdar
  126,725
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê (2)
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê
Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê
$Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê$
Bêtifaqî û hevnegirtin!

Bêtifaqiya serekên Kurdan her carê ziyaneke mezin li doza hemû Kurdan dide. Vê yekê wîsa ew ji hev dûr xistine ku ev nakokiya biqasî hemû êşên giran û dîrokî hêşta jî sarêj nebûne. Ev yeka jî bû sedemeke bingehîn ku li dijî hemû bêhiqûqiyên dagirkeran li Kurdistanê heta dijberiyeke devkî jî neyê kirin!.

Naveroka peymanên ku li dijî Kurdan hatine girêdan heta ji hêla siyasetmedarên me ve jî baş nehatine analîzkirin. Sûd ji hin xalên nava peymana Sevrê û Luzanê nehatine standin. Yanî derfetên mezin ji siyasetmedar û hiqûqnasên Kurd re hebûn ku bi şirovekirina xal û bendên wan peymanên navbirî qet nebe rê li ber siyaseta asîmîlasyona Tirkan a li hemberî Kurdan bigirin. Mînaka vê yekê em dikarin îşare bi vê rastiyê di peymana Lusan de bikin:” Xala 38´an wiha ye:“ Dewleta Tirk raziye ku hemû kesên li Tirkiyê dijîn di warê zayîn, girêdana bi civatekê anku nationalite, ziman, nîjad an bi olî ti cudatîyê nexe navbera wana, jiyan û azadîya wan tam û bêkêmayî biparêze.”
Peyman di xala 39´an û benda (d) de jî rastiyeke wiha radixe ber çavên me:“ Herkes ji himwilatiyên Tirkiyê di peywendiyên taybetî û bazirganiyê da, di karê olî, medya an her babetê weşan û civînên vekirî (di raya giştî) da dikane her zimanî bikar bîne, ji bo bikaranînê ti asteng nayên çêkirin…”
Di heman xalê da, benda (e) jî li ser bikaranîna zimanênm cuda ji Tirkî wiha hatiye nivîsandin:” Her çiqas zimanê fermî yê dewletê hebe jî, himwilatiyên ku bi zimanekî din diaxivin, di dadgehan de ji bo zimanê xwe yê devkî bikarbînin, pêwîste her babet bi gengazî bên temîn kirin.”

Mixabin di nasnadina mijarên wiha de ji bo raya giştî a cihanê heta roja îro jî dengê Kurda zêde bilind nîne.
$Nunerên Kurd û Ermen li Sevrê$
Nunerên Kurd û Ermen ku Bagos Nubar Paşa û Mihemed Şerîf Paşyê Xendan bûn li ser qedera Kurdên bakurê Kurdistan û Ermenan xwedî yek nêrîn nebûn. Ev rewş beriya îmzakirina peymanê diyar bû. Gengeşeyên wisa tund di navbera wan de bûne sedem ku bi rêya cudabûna mezhebê Kurd û Ermenan siyasetmedarên Osmanî ji bo berjewendiyên xwe yên pêşerojê sûdê bistînin û bi awayekî zîrekane serok eşîretên Kurd ber bixwe ve bikişînin. Kurd sade bûn û gelekî ji pilanên Kemalîstan yên salên piştre xafil û bêxeber bûn. Mezhebê wan yê hevpar yê li ser diyarkirina qedera wan a paşerojê ziyanek mezin hebûya. Di rewşeke wiha de nunerên du gelan jî bêkar nerûniştin:

Şerîf Paşayê nunerê gelê Kurd 2 daxwazname ji bo maf û xwestekên Kurdan pêşkêşî kongreyê kirin: Ya yekê li 22´ê Adara 1919´an, ya duyê jî li 1´ê Adara 1920an. Her wiha Şerîf Paşa bi nunerê Ermeniyan re nîqaş vekirin, di encamê de ew lihevhatin û piştî çend mehan tevîhev daxûyaniyeke hevbeş pêşkêşî kongreyê kirin. Ev pêngava du aliyên Kurd û Ermen bi dilê Tirkan nebû ku ji hemû rûberê Împeratoriya wan pareke biçûk a axê di dest da mabû.
Her sê bendên peymana Sevrê tije nakokîyên ji bo paşerojê bûn. Mînak vê yekê benda 62´an ya wê peymanê wiha ye:
Benda 62’an sinorên Kurdistanê weha dide nasandin: “Herêm an jî deverên di navbera rojhilatê çemê Firatê, başûrê Ermenistan, Tirkiyê û Sûriyê de, yên ku tixûbên wan yê di pêşerojê de bên diyar kirin, ew herêmên ku Kurd tê de bi piranî ne…”
Balkêşe ku bê zanîn: Kurd li Bilîs û Wanê jî piranî bûn, lê ew du wilayet li gor benda 62´an nediketin nava sinorê Kurdistana serbixwe.

Di benda 64´an anku dawiyê a peymanê de wiha ye:” Ger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên li wilayeta Musilê(ku beşek ji axa Kurdistanê ye), daxwaz bikin ku tevî Kurdistana serbixwe bibin, yê ti îtîrazên hêzên hevalbend nebin.”
$Sevr û Tirkên Osmanî û Ciwan$
Tirk bi vê dilxweş bûn ku carê di nava sinorên dewleta Osmanîyan de yê Kurd xwedî dewleteke otonom bin. Salekê pîştî dengdaneka giştî li ser daxwazên gelê Kurd, dewleteka Kurdî a serbixwe yê were damezirandin. Li ser têketina nava sinorên wê dewletê jî Kurdên wilayeta Musil yê salek şûnde biketana nava sinorên dewleta serbixwe a binavê Kurdistanê. Tirk bigiştî li dijî hebûna Kurdistanê bûn, bes ew haydarî dîroka serhildanên Botan, Rewandiz û Şemzînan bûn. Lê ya girîng di wê peymanê de navê “KURD Û KURDISTANÊ” bû ku li pey çêbûna peymana Luzan heya roja îro jî parlementoya Tirkiyê bi awayekî fêrmî nas nake. Di dema Osmaniyan de navê Kurdistanê yasax nebû. Ji aliyê Osmaniyan çar kesan peyman îmzakirin. Ji ber ku parlemana Osmaniyan roja 18´ê Adara sala 1920´an hatbû hilweşandin, peyman ji bo erêkirinê negehişt ber destê serok û endamên parlemanê. Bi vî awayî jî negehişt ber destê Sultan Mihemedê Şeşemîn( 1861-1926 ) û weke hemû rûdanên din yên siyasî di rûpelên Takvim-El Veqayî ku weke rojnameya fermî ya Osmaniyan hemû tiştek tomar û belav dikirin jî nehat weşandin û dîtin. Mistefa Kemal ku şeherazayî pêşîniya helwest û dijberiya gire-gir û siyasetmedarên Kurd bû baş dizanî ku bi hebûna Kurdên ku li dijî yên beriya wî jî rabibûn, yê xwedî kapasîteya ji bo avakirina dewleteke serbixwe bin. Ji ber wê jî zû li ser mesela ol, mezheb û biratiya du gelan bi kesayetiyên weke Hesen Xeyrî, Diyapaxa û hinek kesên diyar ji malbatên weke Şemzînî û Cemîlpaşa re kete nava peywendî û diyalogê. Şerê serxwebûna Tirkiyê tenê dikarîbû bi hêza Kurdan re bigehe encamê. M Kemal ev yeka baş dizanî. Ew şer bi seroktiya wî û berjewendiyên hevalbendên wan yên pêşerojê anku Fransa û Birîtaniya Mezin bû sedem ku ew carek din vegerin ser maseya hevdîtinên siyasî, lê bi mercekê ku serkêşên çêkirin û têkdana wan peymanên ser kaxezê aliyê Tirk razî bikin ku berjewendiyên wan yên aborî têne garantîkirin. Ji hêla din jî rejîma ku nû tê avakirin yê di warê siyasî de jî yê hevalbendê stratejiya wan li hemberî rejîma nûhatî a sosyalîstî li Soveyetê biparêze. Peymana Luzan bi wan şertan hate dinê û êdî hemû daxwazên Kurd, Ermen û Yunaniyan yên di peymana Sevrê da tenê li ser kaxezê man.
$Dewletên Ewropî û doza Kurd!$
Heman dewletên ku bi van gotinan û di serî de jî Fransayê damezirandina Kurdistanê dipejirandin, piştre dest ji hemû nakokî û gengeşeyên bêencam di navbera xwe de berdan, Kurdistan kirin çar perçe. Dibe ku çêbûna şoreşa Oktober a 1917´an bû sedem ku fikra dorpêçkirinê bi rêya rejîmeke girêdayî berjewendiyên welatên hevalbend bû sedema îbtalkirina peymana Sevrê. Ji ber wê jî berevajî bicihanîna bendên peymana Sevrê yên li ser mesela Kurd, Ermen û Yunanî û herwiha kêmnetewên din yên herêmê, destek dane damezirandina Komara Tirkiyê(TC) û tevî fedakirina gelê Kurd, fermana Ermeniyan jî êdî nehate bîra wan. Fermanên ku bi hatina Kemalîstan re vê carê li dijî Kurdan û li ber çavê dewletên mezin berdewam bû. Nasnameya herî diyar a dewlet an jî komara Tirkiyê ew hîmê wê yê netewe peresetî û yekpareye ku hêşta jî bi dirûşmên:” Yek al, yek netewe, yek welat û hwd” ne tenê li dijî hebûna Kurdên bakur belkî li hemberî xwestekên rewa yên Kurdên perçên din yên Kurdistanê ye jî.
$Piştî peymana Luzanê!$
Piştî peymana Luzanê li Kurdistanê serhildanên mezin li dijî siyaseta Kemalîstan a înkarkirinê çêbûn. Ji wê xeratir jî bi mûbadeleya erd û nifûsê ku bi dewleta Yunanîstan re hat kirin gelek kes mecbûr man cih û warê bav û kalên xwe yê hezaran salan biterikîn. Pêre jî li bajarên weke Izmir û Istembolê bi nêrînên rasîstî ter-hişk ketin ber agirê hêrsa Kemalîstan. Mal û milkê wan hatin dagîrkirin û gelek kes jî hatine kuştin. Bi vê yekê re êdî ew plan bi çavgirtina dewletên serdeset hatin meşandin. Diyarkirina qedera paşerojê ne bi dengdan û lêpirsînê belkî tenê berjewendiyên aborî-siyasî bûn ku gotina dawiyê dikir. Ev karê han ferzkirineke nemeşrû, dûr ji exlaq û ûrfên siyasî û 100% berevajî daxwaza Kurd, Ermen û netewên din bû. Nerînên çewt yên rêveberên welatên Ewropî ku tenê li ser berjewendiyên xwe ên maddî bi qedera gelên din dilîzin, di dema şerê cihanî yê duyê de jî( 1939-1945 ) jî felaketên mezin û hemû alî ji Ewropa re jî çêkirin. Helwest û siyaseta ku heya roja îro jî berdewame û tevî hemû teror, înkar û siyasetên hejmonîxwaziyên rayedarên Tirkiye dîsa jî ew li dijî bizava netewî a Kurd xwedî helwesteke erênî nînin.
$Helwesta dewletên Ewropî ji 1920an heya roja îro!$
Dewletên Ewropayî bi îmtiyazên ku li ser axa Kurdistanê didan Ermeniyan û bi diyarkirina gelek bendên wê peymanê hemû aliyên hiqûqî ên Ermenan rave dikirin. Ev jî bû sedema dilsariya têkeliyên di navbera nunerên Kurd û welatên Ewropî de.Wan salan Sureya Bedirxan bi damezirandina Komîteya Serxwebûna Kurdan, kesên weke Silêman Nezîf, Seyîd Ebdulqadir Geylanî, Seyîd Teha Şemzînî, Dr. Ebdulah Cewdet, Simkoyê Şikak û Şêx Mehmûdê Berzencî bi xebatên berfirh re li dijî vê yekê bûn ku faktora ol bibe sdema pêkanîna dewletek serbixwe ji Ermenî û Asûriyan re ku li Kurdistanê hindkahî bûn. Sala 1918´an li Urmiyê ev yeka bû sedama kuştina Mar Şîmûn bi destê Simkoyê Şikak. Ew di nava Kurdan de weke berdevkên tevgera serxwebûna Kurdistanê li Silêmaniyê, Urmiyê û Istembolê rêberên xwedî şiyan û di qada xebatê de jî karê wan li ber çavan bû.

Nakokiyên di navbera Kurd, Ermen û alîgiriya bêlêkolîn a nunerên welatên Ewropî bûne sedem ku vê carê “Tirkên Ciwan” bi rêya propagandeyên olî û şandina kesên weke Şêx Ebdulqadirê Geylanî bo Cizîr û Zaxoyê gelek gire-gir û eşîretên Kurdan ber bixwe ve bikişînin ku her du mislmanin û dikarin bihev re dewleteke Kurdî-Tirkî ava bikin. Ji sala 1920 heya 1923an di bin serokatiya Mistefa Kemal de kar û xebatên bêrawestan li dijî welatên ku di peymana Sevrê da bo yekemîn car Kurd weke neteweke cuda û xwedî maf hatibûn dîtin, hatin kirin ku encam jî bû vala derxistina hemû bendên peymana Sevrê û çêbûna peymana Luzanê di 24 Tîrmeha sala 1923´an de.

Di vê derbarê de lêkolînvana hêja Eslîxan Yildirim wiha dinivîse:”

Niyeta perçekirin û dabeşkirina Kurdistan ya li Sewrê kir ku bêhtir Kurd û Osmanî ber bi hev de herin. Bi îmzekirina Peymana Sewrê ya rayedarên Osmanî, dewra Împaratoriya Osmanî jî hatibû girtin. Ji Împaratoriya Osmanî bi tenê herêmek biçûk ya Anatoliyaya bakurê rojava mabû. Hemû erdên din ên Împaratoriya Osmanî di navbera Îngiltere, Frensa û Îtalyayê de hatibûn parvekirin. Tenê Kurd mabûn li dora Osmaniyan ku serekên Kurdan digotin, di vê rewşa xeternak de gerek em dev ji birayên xwe yê Tirk bernedin.

Kurd bi milîsên xwe yê herêmî li Maraşê, li Entabê, li Mêrdînê, li Mûsilê li ser piyan bûn û nedihiştin biyanî têkevin erdê wan. Bi hevdîtinên bi rayedarên Dewleta Osmanî re, rêberên Kurdan ji bo welatê wan perçe nebe, bi lihevhatina li ser otonomiyê bi Osmaniyan re li hev kirin. Dewleta ku nuh wê bihata avakirin ji erdên Kurd û Tirkan wê pêk bihata ku di meclisa Osmanî de di civîna 28’ê Çileya 1920’an de ev wek “Mîsaki Millî” hate fermîkirin.”

Ders û daxwaz çine?!
Dersên dîrokî ji peymanên Sevrê, Luzan, Qesrî-Şirîn, Seidabad û yên din ewe ku êdî tenê bi yekbûn, stratejiyeke hevgirtî û hevgirtina partiyên siyasî li hemû Kurdistanê Kurd dikarin di diyarkirina qedera xwe a siyasî û pêşerojê de karekî bikin. Şerê ji bo cî bicîkirina bendên peymana Mîsakî Millî li ser axa Kurdistanê îro jî Erdogan dide meşandin. Sinorê kiriyarên wî berfireh û netenê bakur belkî li Rojava û başûrê Kurdistanê jî xwedî planên qirêj li dijî doza Kurdistanê ye. Di vê planê de Îran, Sûriye û Îraq jî hevalbendên wan in. Gelo bi vê rewşa heyî û li ber çavan re ma êdî hewceye ku em Kurd hertim behsa yekgirtin û hevgirtinê bikin?! Ma êdî partiyên siyasî li Kurdistanê ji gel çi xwestine û dixwazin ku gel bi can, mal û xwîna xwe ji daxwazên wan re nebûye bersiva herî baş li dijî dahgîrkerên Kurdistanê jî?!

Jêrnivîs û çavkanî
(1,2,3). Peymana Luzan a 24.07.1923
(4) Eslîxan Yildirim, PEYMANA SEWR Û REWŞA KURDAN
Çavkanîyên lêkolînê
– Dîroka Kurdistan, M Emîn Zekîbeg
– Dîroka Împeratoriya Osmanî
– Serhildana Simkoyê Shikak, Shêx Mehmûdê Berzencî û Shêx Seîdê Pîran
– Kurd û Kurdistan – Vasîlî Nîkîtîn[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,062 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | www.rojikurd.net
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 38
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-08-2021 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Sêvrê
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Coxrafya (Erdnîgarî )
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 12-02-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 12-02-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 12-02-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,062 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.625 çirke!