$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Arîn Qerejdax
Nav paşnav: Medîne Tîlkî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Koçer-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Arîn ku keça xaltîka hevrêya me Zîlan bû, li nava heman malbatê û derdorê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku hevrêyên me Arîn û Zîlan hemtemen bûn, bi heman hestê mezin bûn, li heman paşverûtiyên civakî rast hatin û ji ber rewşa nava civakê ya li hemberî jinê bûn xwedî heman nakokiyan. Hevrêya me Arîn li nava zeviyan xebitî, têkiliya jinê ya bi kedê re, bi xakê re ji nêz ve nas kir. Di heman demê de dît ku jin a bi kedê jiyanê diafirîne û hîmê bingehîn ê jiyanê ye çawa ji nedîtî ve tên. Ev nakokiyên civakî mîna aşûtekê di dilê wê de mezin bû, ji bo raperîna jinê biqîre hewl da derfet û firsendekê bibîne. Daxwaz û lêgerîna xwe ya li azadiyê bi hevrêya xwe Zîlan re parve kir û biryar dan tevlî nava refên gerîla bibin. Dest dan hev û ber bi azadiyê ve bi rê ketin, tevlî nava refên gerîla bûn. Hem hêz ji hev wergirtin, hem jî di nava PKK'ê de xwe ji nû ve afirandin. Yekê navê fermandara me ya fedaî xwedawend Zîlan (Zeynep Kinaci) li xwe kir, yekê jî navê hevrê Arîn Mîrkan hilanî ku ew jî mîna Zîlan li Kobanê tevgeriya. Li ser xeta fedaîtiyê û xwedawendiyê, milîtanî ji xwe re kirin esas û dest bi meşa şoreşê kirin. Li hemberî her cûre paşverûtiya kevneşop a civakî û mejiyê serweriya mêr, bi jiyana bilindahiya PKK'ê û afirandina bedewiya herî esîl di kesayetiya xwe de bersiv dan. Hevrêyên me Arîn û Zîlan ku bi hev re mezin bûn, heman êş kişandin, bi hev re ketin nava lêgerînê, bi hev re tevlî nava refên gerîla bû û li Katoyê bi hev re kar kirin, li heman kampan man, di heman operasyonê de bi hev re şehîd bûn. Hevrêyên me Arîn û Zîlan ji bo tevahiya jinan bi taybetî jî xelkê me yê Qerejdaxê bûn mînak, ji bo me hevrêyên xwe jî wê timî mînak bin. Têkoşîna wan ji bo jinên Kurd ên li heman paşverûtiyê rast tên, di nava heman nakokiyan de ne û di nava heman lêgerînan de ne, banga ji bo tevlîbûna li nava refên PKK'ê ye. Tola xwe ya ji mejiyê serweriya mêr û dewletên ku şênberiya xedar a vî mejî ye, bi bilindkirina têkoşîna azadiyê ya jinê, bi afirandina nirxên herî bedew û esîl ên jinê, wê hilînin.[1]