$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Stêrk Efrîn
Nav paşnav: Hamîde Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Azîme-Cemal
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Stêrk li yek ji bihuştên welatê me Kurdistanê li nehiya Bilbilê ya Efrînê ji dayik bû. Efrîn a ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe tê naskirin, her wiha bi lehengên xwe yên hêja ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye navdar e, ji ber vê taybetmendiya xwe bû hedefa dagirkeran. Dagirkeran di şexsê Efrînê de xwestin Şoreşa Azadiyê ay Rojava têk bibin û bi vê armancê Efrîn dagir kirin. Lê belê ne xelkê Efrînê yê welatparêz, ne jî lehengên Efrînê ti carî li ber van polîtîkayên qirêj serî netewandin, wê netewînin. Efrîn wê teqez bê rzigarkirin û ji nû ve bibe warê welatparêziya rasteqîn. Hevrêya me Stêrk ku li warekî bi vî rengî yê welatparêz ji dayik bû, dema ku xwe nas kir, di heman demê de gelê xwe, têkoşîna azadiyê û tevgera Apoyî jî nas kir. Weke zarokeke têkoşînê mezin bû û tevî ku qet neçû dibistanê jî bi rengekî herî têgihiştî azadî û têkoşîna azadiyê pejirand. Di sala 2012'an de ku pêngava me ya şerê gel ê şoreşgerî gihîşt asta herî bilind, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû, ji bo xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bîne. Ji bo Mêtingeriyê ji welatê xwe Kurdistanê biqewirîne dest bi têkoşînê kir. Hevrêya me Stêrk li herêma Metînayê dest bi gerîlayê kir û dersên jiyanê yên bingehîn û hunera leşkeriyê ji vir hîn bû. Dema ku xwe gihand çiyê, têkiliya hevrêtiyê ya rasteqîn a li nava PKK'ê bandoreke xurt lê kir, hestên wê yên herî esîl û bedew geş bûn. Ji xwe re kir esas ku hevrêtiya rasteqîn di ser hemû têkiliyên civakî re ye, mirovan timî bedew dike û berê mirovan dide rastiyê. Hevrêya me Stêrk PKK'ê û hevrêtiya PKK'ê weke nirxê herî pîroz pênase kir. Li ser bingeha hevrêtiya Rêber Apo ji xwe re kir armanca herî bingehîn ku li ser şopa Egîd û Zîlanan bimeşe. Li ser bingeha vê armancê hewldaneke mezin da, di sekna jinê ya azad û milîtaniya jin a serketî de xwe bi pêş ve bir. Wezîfeyên jê re dihate dayin, bêyî ku cudahiyê bixe navbera wan hewl da bi rengê herî baş bike û pîvana serketinê ji xwe re kir bingeh. Sala 2015'an li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû, di mijarên gerîlatiya jin a azad, fermandariya jin a azad û hunera leşkeriyê de xwe bi pêş ve bir. Li dijî mêtingeriyê xwedî hêrseke mezin bû û ji xwe re kiribû armanca bingehîn ku Rêber Apo divê tavilê bi rengekî fîzîkî azad bibe. Bi vê armancê sala 2016'an berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de ji bo hilanîna tola gelê me yê bi hovane hate qetilkirin derbasî Botanê bû. Li herêma Katoyê dest bi pratîka Bakur kir û zû hînî gerîlatiya serdemê bû. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi rûkeniya xwe û sekna xwe ya wêrekî di nava hevrêyên xwe de li pêş bû. Hevrêya me Stêrk weke milîtaneke YJA Starê gelekî zû di bihara 2017'an de li çiyayê Katoyê di şerê dijî dagirkeran de şehîd bû. Bi Rêbertiyê Azad, bi Efrîn a Azad û bi Kurdistana Azad wê teqez xwedî li bîranîn û têkoşîna hevrêya me Stêrk bê derketin.[1]