$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Roza Hêlîn
Nav paşnav: Merdiye Adibellî
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Gulşe-Mînur
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Roza li gundê Dengiza yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêzî û tevlîbûna li nava tevgera azadiyê tê naskirin. Ji ber zext û zordariya dijminê mêtinger malbata hevala me Roza neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike û li Îzmîrê bi cih bû. Hevrêya me Roza li vê derê mezin bû, tevî ku di nava sîstema kapîtalîst de mezin bû ti carî ev çand qebûl nekir, li ber rejîma qirker û asîmîlasyonê rabû. Hem zimanê dayika xwe Kurdî baş hîn bû, pê diaxivî, hem jî dilsoziya xwe ya bi çanda civakî re dewam kir. Piştî ku Dibistana Navîn qedand weke karkerekê xebitî, ked nas kir û bû jinek ku li ser lingên xwe sekinî. Hevrêya me Roza ji aliyekî ve jî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe û êşên gel di dilê xwe de hîs dikir, li aliyê din jî jiyana bindestan, kedkar û karkeran nas kir. Hem ji bo misogerkirina azadiya gelê Kurdistanê hem jî ji bo rizgariya gelên bindest û kedkaran a bi sosyalîzmê biryar da tevlî nava refên tevgera Apoyî bibe. Hevrêya me Roza sala 2006'an beşdarî nava refên gerîla bû û li Xakurkê dest bi pratîka gerîla kir. Li vê derê gerîlatî, hevrêtî û rêbazê jiyanê yê PKK'ê hîn bû û zû xiste pratîkê. Piştî ku sê salan pratîk meşand derbasî qada Metînayê bû, piştre jî li Xinêre û Garê karê şoreşgerî kir. Sala 2011'an li Akademiya Zeynep Kinaci perwerde dît, di pîvanên PAJK'ê de xwe kûr kir û weke fermandareke şareza ya YJA Starê derbasî Heftanînê bû. Weke ku tê zanîn salên 2011 û 2012'an pêvajoyeke welê bû ku şerê me yê gel ê şoreşgerî gihîşte asta herî bilind û tevgera me li dijî dewleta Tirk pêngav li ser pêngavê dimeşand. Hevrêya me Roza jî weke fermandareke wêrek û milîtaneke Apoyî ji bo karibe bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibe sala 2012'an derbasî eyaleta Wanê bû. Di çalakiyên Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku bi fermandariya fermandarê me yê nemir hevrê Mehmed Goyî de li Wanê gihîşt asteke bilind, bi rengekî çalak tevlî bû. Heta sala 2016'an li eyaleta Wanê li gelek qadan di astên cuda wezîfe kir û berpirsyariyên xwe jî bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêya me Roza ku di gerîlatiya Bakur de gelek tecrûbe bi dest xist, sala 2016'an derbasî herêma Katoyê bû. Di bihara 2017'an de di operasyona dagirkeriyê de li dijî dijmin bi lehengî şer kir û şehîd bû.[1]