Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,686
Wêne
  124,529
Pirtûk PDF
  22,125
Faylên peywendîdar
  126,726
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
Tîrmeh û Germahiya Doza Kurdistanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Tîrmeh û Germahiya Doza Kurdistanê
Tîrmeh û Germahiya Doza Kurdistanê
#Kakşar Oremar#
$Tîrmeh û Germahiya Doza Kurdistanê$
Tîrmeh bi hemû germhîya xwe hat dawiyê. Meha ku biqasî germahiya wê bizava siyasî a Kurd jî di dirêjahiya sedsalên derbasbûyî de li çar perçên Kurdistanê germtir bûye. Carna serkeftin, şer, berxwedanên kêmmînak û carna jî Kurd rastî tevkujî û sirgûnê hatine an jî rêberên me li ser maseya hevdîtinên çareseriyê hatine teror kirin. Teror tim karê wan kesan bûye ên ku xwedî otorîte û îmkanên hemû alî bûne, lê ew bêexlaq û tirsinok bûne. Tenê kesên tirsonek, nezan û bêhêzin ku di tengaviyê de „zimanê çek û kuştinê“ ji hêla wan ve dikeve gerê. Zêdetir ji hemû parên welatê me lîderên rojhilatê Kurdistanê ne ku rastî karê gemarê teror û kuştinên kor hatine. Ji serdema Sefewî û Qecariyan heya 50 salên temenê dîktatriya Pehlewîyan û pêre jî nêzî 40 salên desthilatdariya rejîma îslamî a meleyên Şîi, rêya wê siyaseta reş û bêbextiyê li dijî doza netewa Kurd berdewam bûye. Di piraniya „Tîrmeh“ên sedsala derbasbûyî de em heya salên 70an rastî gelek tirajîdên tije êş tên, lê ji wir û şûnde li sala 1982an qehremanên doza azadîxwaziyê taboya „Tîrmeh“ê dişkênin. „ Berxwedan jiyan e “ xwedî qelenekî pir girane ku jiyana netewekê kiriye deyndarê xwe yê ebedî. Ew taboyê ji betonê stortir û xwedî temenekî dirêj yê tije zordariyê li girtîgeha Amedê herfî û bi ser serê generalên artêşa dagîrker a Tirkiyê de hate xwarê.
Ka werim em bi lezeke serpêyî li hinek rûdanên Tîmehê binêrin:
24ê Tîrmeha sala 1923an peymana Luzan di navbera şanda Tirkiyê û welatên hevpeyman hate îmzakirin. Ew peyman li dijî peymana Sever( 10.08.1920 ) hate îmzakirin ku rayedarên Osmanî, Ingilistan û welatên din bi awayê fermî Kurd weke netewekê naskiribûn. Mistefa Kemal li dij derket û kesên ku ew peyman îmzakiribûn bi îdamê mehkûm kirin. Hemû hewlên Kemalîstan ew bûn ku bendên 62, 63 û 64 ên Peymana Sever nekevin piraktîkê. Di wê peymanê de dewleta Ingilistanê daxwaz kiribû ku hinek herêmên bakurê Kurdistanê tevî wilayeta Mûsil bigehin hev û dewleteke serbixwe bi navê Kurdistanê jî bê îlankirin. Peymana Luzan bi armanca çareserkirina pirsgirêjkên di navbera Yunanistan û Tirkiyê de hate îmzakirin lê têde hemû bendên li ser çêkirina dewleteke serbixwe ji Kurdan re hatin rakirin û ji bîrkirin. Careke din Kurd bûne qûrbana berjewendiyên welatên dagîrker û kedxwar. Sedemên ku peymana Luzan biryarên peymana Sever li ser mafên Kurdan vala derxistin ev bûn:
Kemalîst bi hevkarî û hêza Kurdan di şerên bi dewletên weke Yunan re bibûne xwedî desthilat li Tirkiya nû.
Bêhêziya rêber, partî û rêxistinên Kurdan di qada siyaseta wê demê de ku xwedî serkêşiyeke lawaz bûn.
Gûherandina siyaset Ingilistanê ku di destpêkê de mafên Kurdan diparastin, lê piştre li dijî Kurdan stratejiya xwe gûherand.
Nêzîkatiya dewleta Sosyalîstî a Soveytê û Kemalîstan ku dixwestin bîr û ramanên komonîstî li Tirkiyê belav bikin.
Gûherandin di siyaseta Yunaniyan de
Tirsa Ermeniyan ji çêbûna dewleteke serbixwe a Kurdan li herêmê.
Wê peymanê kir ku êdî Kurd xwe bi tenê û bêkes bibînin. êdî ji wira û şûnde heya roja îro Kurda tenê pişta xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hê jî „ Pirsgirêka Kurd“ çareser nebûye.
13ê Tîrmeha sala 1930an tevkujiya Geliyê Zîlan ji hêla Kemalîstên şovenîst û cinayetkar ve dawî bi jiyana 15.000 kesên bêguneh anî. Zarok, jin, kal, ajel, gund û mal weke hev dane ber agirê hisên xwe yên faşîstî. Karê ku piştre Neunaziyan jî li Ewropa ew ders ji Kemalîstan wergirtin. Hezaran malbat ji cihwarê xwe yê ku weke „ Geliyê Zêran “ jî dihate naskirin, hatin dûrxistin. Li cihê wan Efxanî bicih kirin. Hê jî ew axa pîroz ji xwediyên wê re nehatiye vegerandin. Rayedarên dewlet û artêşa Tirkiyê gelek bêşermane navê karekî wiha jî danînbûn:“ temizlik “ û di rojnameyên xwe yên fermî de serdêreke wiha şerma mirovahiyê zêde û zêdetir dikir:“ Temizlik başladi, Zeylan deresindekiler tamamen imha edildi. Bunlardan tek bir kişi kurtulmamiştir. Agri´de harekat devam ediyor“(1).
21ê Tîrmeha sala 1930an li pey pêvajoyeke domdirêj a dan û standinên siyasî di navbera du aliyan de, Simkoyê Şikak li bajarê Şinoyê hate teror kirin. Bêbextî û siyaseta pîs a îranîyan ku li pey sala 1609an û şehadeta Emîr Xanê Lepzêrîn belkî ew cara dehan bû ku dihate çendbare kirin. Simko wek lîderekî doza azadiya Kurdistanê bi hîvîyên mezin her carê li dereke axa xwe bû, lê wî nekarî Inglîzan razî bike ku derheqa paşeroja Kurdan de stratejiya xwe a siyasî li Rojhilata Navîn bigûherînin. Simko serî bire nava axa sar, lê kar û xizmetên wî di 25 salên serhildana wî de wisa zêdene ku heya roja îro jî me bi vê rastiyê dihesîne ku Simko ji mirinê mezintire. Di wê salê de E. Qasimlo jî li Urmiyê hate dinê.
21ê Tîrmeha sala 1930an durist di wê êvariya ku Simko li Şino hate teror kirin, ji sê hêlan ve şervanên Kurd hêrişî ser tabura leşerî a Oremar kirin. Serhildana Oremar bi armancên dîrokî dest pêkiribû. Kurdên du aliyên welêt bi bênaskirina sinorên siyasî û destçêkirî destê hevkariyê dabûne hev û li dijî desthilata Tirkan şerekî giran dabîn dest pêkirin. Ew serhildan di demekê de ketibû liv û lebatê ku li Agirî şerê man û nemanê ji bo Kudistaneke serbixwe berdewam bû. Rêberên serhildana Oremar dixwestin bi karekî wiha re zext û zora agirê şer li ser şervanên Agirî kêmtir bikin. Xiyanetê nehişt ku karekî wiha bi temamî bigehe armancên xwe, lê peyamên girîng dane Mistefa Kemalê virçî û xapandkar.
14ê Tîrmeha sala 1982an bû destpêka avêtina gavên pêşîn ji bo şoreşa zêhniyetê. Wê rojê şoreşgerên Kurd biryareke nû dabûn ku bi yekcarî wate, cewher û nasnameya îrade û jiyanê li Kurdistanê gûherandin. Li pey wê salê her roj em debihîsin banga „ Bexwedan Jiyane“, lê em nizanin ka nextê wê bangê çiqas girane?!.Wan canê xwe dan lê serî netewandin, faşîst û Kemalîst dîn û har kirin, taboya înkarê şikandin, înkarger xistin ser çokan, bûn rêberên dozekê ku pêre keramet, nasnav, xîret, îrade û hebûna netewekê ji nûve mîna guleke çilmisî, dan bişkovandin. Lehengên wê doza giran qehremanên weke Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmuş, Alî Çîçek, Akif Yilmaz û Ferhad Kurtay bûn. Biryara wan rengê jiyana Kurdan gûherî. Destkeftên wê biryarê îro li her derê li ber çavanin. Banga wan “ Rojiya mirinê” bû, lê wan bi tîrêjên ramanên xwe ronahiyeke bêtemrîn xistin ser erdê doza azadîxwazan. Ji hêla din jî wan tîrêjan agirekî gor berdan heykela sîstema Kemalîstên înkarçî. Wan bi bang xwe ya tije heza ji azadî û mirovahiyê re dest pê kirin, man û yê tim bimînin. Hêza me zêdetir kirin, ji ber wê jî heya Kurd hene tev deyndarê wan mêrxasên çeleng in. Ew şoreşgerên rastîn ên qada jiyanê bûn.
15. Tîrmeha sala 1951an Mîr Celadet Bedirxan di rewşeke dijwar û hesas de jiyana xwe ji dest da. Dehan karên wî yên nîvco mabûn, lê „bîra qederê“ ew ber bi xwe ve kişand û û êdî çû. îro nivîs û şîretên wî bûne yasayên bingehîn ên jiyana me ku zimanê Kurdî hebûna xwe berdewam bike.
21. Tîrheha sala 1955 Mezlum Dogan hat dinê. Rêber û qehremanê ku bi agirê canê xwe pozê faşîstan bi axê ve zeliqand. êdî tîrên agirê Newrozê bi agirê canê Mezlum´an ronahiya xwe daye her dera Kurdistanê.
13 Tîrmeha sala 1989an Dr. Ebdulrehman Qasimlo tevî çend hevalên xwe li bajarê Wien hate teror kirin. Ew siyastemedarekî bi azmon bû. Ji Ewropa vegerî Kurdistanê û xebata siyasî-çekdarî li dijî rejîma Xumêynî da destpêkirin. Sosyalîstekî demokrat ku xwedî fehmeke kûr a siyasî bû. Di qada xebatê de baş dizanî ku çep, rast, şîi, îslamî û hemû îranî yê li dijî doza Kurdan her karekî bikin, lê wî nehişt ku hizba Todeh bi rêya kesên weke Xenî Bilûriyan PDK.Iranê bikene du par. Cihê daxbariyê di vir de ye ku ew di qelbê welatekî Ewropa de hate teror kirin ku serokkomarê wê( Kurt Waldheim – 1918-2007 ) di çaxê xwe de Neunazî û leşkerekî artêşa Hitler bû û piştre jî bu hevalbendê hemû alî yê Ayetulah Xumêynî. Dr. Qasimlo xwedî karîzma, rêberekî dûrbîn û weke sembola aştîxwaziyê jî hatiye naskirin. Li pey terora Dr. Qasimlo hêza PDK.Iranê ji hev belav bû û bû du par. Bi valabûna cihê wî êdî bizava siyasî jî li rojhilatê Kurdistanê rastî şikesteke mezintir hat. Demeke kurt cihê wî ji hêla Dr. Sadiq Şerfekendî ve hate tije kirin, lê ew jî li Berlîn hate teror kirin. Dîplomatên komara îslamî a teror û wehşetê bi terora du lîderên Kurd re rûçikê xwe yê gemar baştir eşkere kirin. îro di qada xebatê de cihê Dr. Qasimlo pir vala ye.
19ê Tîrmeha sala 2012an „ şoreşa Rojava“ dawî bi jiyana sîstemeke totalîter anî. PYDê di demeke kin de pêngavên mezin avêtin. îro li kêkela artêş welatên herî bihêz li cihanê şoreşgerên Rojava di şerê bi Daîşê re bûne hêviya destpêka jiyanê di sîstemekî demokratîk de. Belkî mezintrîn destkeftên şoreşa Rojava berxwedana Kobanî, şervaniya keçên Kurd û îro jî şerê li Raqqayê bin ku tirsa ji serkeftina Kurdan gehaye Enqere, Tehran, Şam û Bexdayê jî. Sirûştiye ku „sultanên dîktator“ jî xwedî wî mafî ne ku ji sîstemeke demokratîk bitirsin.
Hîvîdarim hemû 365 rojên salên dahatî li Kurdistanê germtir û ji doza me re pirbar bin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,132 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 24
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-08-2017 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-01-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-01-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-01-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,132 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.175 KB 19-01-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!