Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
22-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
16-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Vejîna Kurdistana Xeyalî
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Xutbeya Şamê
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Sî û Sê Pencere
15-03-2024
Aras Hiso
Cih
Mêrdîn
12-03-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
10-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 514,877
Wêne 104,261
Pirtûk PDF 18,882
Faylên peywendîdar 94,718
Video 1,232
Kurtelêkolîn
Çanda Newrozê li Rojhilat û...
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Bedri Adanır
Jiyaname
Necat Baysal
Kurtelêkolîn
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
Kakşar Oremar û çanda Kurdî
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kakşar Oremar

Kakşar Oremar
Hevpeyvîn
$#Kakşar Oremar# û çanda Kurdî - Argeş Kaya$
Gelo lêkolîngeriya Kurdî di çi hal û ehwalê de ye, di vê mijarê de xabatên tên kirin çiqasî karîger in, lêkolînger bi çi pirsgirêkan re rû bi rû ne, rêxistin û saziyên Kurd di vê mijarê de çawa tevdigerin û hwd. em bi lêkolînger her wiha nivîskar Kakşar Oremar re ketin pey bersivên van pirsan ku Oremar rewşa civaka Kurd bi awayekî berfireh radixe ber çavan.
Oremar li gel gilî û gazincên xwe yên ji rêveber û saziyên Kurdî re îşaret pê dike ku nifşê Kurd ê nû pirr ji xwe û bûyîna xwe ne agahdar e û dibêje: Nifşê nû çiqas Elmas Xan, Celoya Kor, Meryem Xanê û Eduyê Nûranî nas dikin? û elbete sedan denbêj û hunermendên din ku hezar mixabin bênav û nîşan serî birin binaxa sar.\ Her wiha bi bîr dixe ku herçendî dagirkerên Kurdistanê asteng in ji bo kar û berên Kurdayetiyê Kurd bi xwe jî di vê mijarê de xemsar in û dibêje: \Êdî aktorên asîmîlasyonê jî em bi xwe ne.Rêzdar Oremar hûn ji salên 90’î heta niha li ser çi babetên cihê û bitaybetî jî li ser navdarên Kurd gelek lêkolîn kirine. Gelo di warê lêkolîngeriyê de sahayeke çawa li pêşberî lêkolîngeran e.
Mijarên ku min li ser lêkolîn kirine piranî dîrokî û civakî ne. Hezkirina min ji dîrokê vedigere qedera malbata me bixwe. Em bi koka xwe ji Oremar a Bakurê Kurdistanê ne ku li pey serhildana sala 1930’î li wira êdî koçberî an jî derbiderî bûye pareke cudanebûyî a qedera me. Babê min ku ji serdema komara Kurdistanê sala 1946’ê li Mehabadê û di bin pêşengiya Pêşewa Qazî de dest bi pêşmergatiyê kiribû, tim bi hesreteke kûr digot: ” heya niha nêzî 10 caran mala me wêran bûye û min careke din ji sifrê dest pêkiriye….”
Van gotin û şîretên bav û dayîka min ya dilovan bandora xwe li ser rêbaza jiyana me hemû zarokên malê danî. Sedema wê hez a ji dîrokê şîretên babê min bûn û hez a ji mijarên hunerî-civakî jî ji dayîka min e. Ez li herêmekê mezin bûm ku di dirêjahiya dîrokê de navenda serhildanên siyasî bûye. Urmiye û herêmên girêdayî wê ji serdema Sefewîyan heya niha bûye şahidê serhildanên weke Kela Dim-Dim, Şêx Ubeydulahê Nehrî, Simkoyê Şikak, Celaliyên Makuyê û çendîn şoreşên din ên biçûktir. Urmiye û Oremar nêzî hev in û hema bêje dikevin sêkûçika her sê parên Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Dersa yekê a vê mijarê min di dîwanxaneya babê xwe de stand ku bi taybetî di şevên dirêj ên zivistanê de mêvan li dora wî kom dibûn û ew carna li ser serbihûriyên rastîn ên dîroka Kurdistanê diaxivî û carna jî bi dengê xwe yê bilind û zîz li ser destanên Kurdan yên millî-folklorîk distra. Dengbêjî ji babê wî Xorşîdê Nebî jêre mabû. Baş tê bîra min bi saetan destana Ker û Kûlik digot û dîwana wî germ û şaryayî bû.
Zarokatiya min hinek bi derbiderî an jî awaretiyê re derbas bû. Salên hesas yên zarotî û nûciwaniya min li bajarê Tebrîzê derbas bûn ku Kurd têde kêm bûn. Sîstema serdest tenê li pey wê hindê bû ka kî zûtir adabteyî ziman û çanada Farsî dibe. Heza ji hunera Farsî û zimanê wan di dema xwendingehê de bû pareke cudanebûyî ji jiyana min a rojane. Lê dayîka min bêtir ji hunermendên Îranê ez han dam ku Meryem Xan, Arifê Cizîrî, Hesen Zîrek, Nesrîn Şêrwan û dengbêjên Kurda ên mezin nas bikim. Dema didît ku ez bêitr ji stranên Kurdî ji yên Farsî hez dikim, rojekê bi girnijîneke tije heza dayîkane wiha got:“ Şîrê memkê min li te heram be ku ji vir û şûnda tu qîmeta ziman û stranên Kurdî ji a hemû zimanên dinê bêtir negirî....“.
Etmosferê malbata me tije hez û evîna kilamên Kurdî ên radyoyên Êrîvan, Bexda, Urmiye û Kirmaşanê bûn. Ew hez bû haveynê eşqeke îlahî ku pêre jî ez û zarokên din ên malbatê nasnameya xwe a neteweyî baştir nas bikin. Min bi baştrîn şêwe daxwazên dayîk û babê xwe heya dema ku sax bûn, cî bi cî kirin.
Li ser pirsa te a din jî dikarim bêjim ku qada lêkolînê li ber me fireh nîne. Sedêmên vê yêkê jî gelekin:
1. Kurd û heta sazî û kesayetiyên me zêde qedirê arşîvê nizanin.
2. Ti sazî nînin ku di warê diravî(maddî) de piştgîriyê bidine wan mijarên ku amadekirina wan wek pirtûk muhtacî lêkolîn û hevkariyê ne. Kes nizane enstîtûyên me yên li derve û welêt çi dikin!!
3. Dewlemendên me Kurdan jî dikarin di şevekê de sedhezaran Euro ji bo dewat an jî şahiyeke taybetî xerc bikin, lê pişta nivîskar an jî hunermendên xwe nagirin.
4. Rewşa siyasî ya çar parçeyên Kurdistanê jî nahêle ku mirov bi rihetî here li bajar û gundên welatê xwe bigere û bi ya dilê xwe lêkolînan bike. Ew naxwazin dîrok, huner û zimanê Kurda bi rêya karên lêkolînî bi pêş keve.û hwd gelek astengiyên din jî hene.
Bes rastiyeke din jî heye ku ew jî eve: “Pirsgirêkên jor yek jî nikare li hemberî hez û îradeya kesekî/ê lêkolînvan rêgir be dema ku bi hemû eşqa xwe bike pey nivîsandina jiyannameya navdarekî Kurd. Min di jiyana xwe de ev eşq û heza hanê tecrube kir û bi awayê herî baş jî tê de bi ser ketim. Nivîsîna pirtûka ‘Pirensesa Bêtac û Text: Eyşe Şan’ bi îmkanên herî kêm û di mercên herî dijwar de dawiya dawî li pey keda deh salan li para çand û hunerê ya şaredariya bajarê mezin Amedê hate weşandin. Ez evîndarê bîr û ramanên wan kesame yên ku di warekî de sûd gehandine ziman, huner, dîrok û xebata ji bo doza Kurdistanê.

Tinebûna lêkolînê di warê çand û dîroka Kurd de xetereyên çawa bi xwe re tîne. Gelo her tişta neyê kifşkirin, lêkolînkirin wenda û mirî ye?
Xetereyên mirin û tinebûnê bi xwe re tîne. Ji xwe heya niha me gelek tiştên bihagiran wenda kirine. Asîmîlasiyana spî û reş hê jî li welatê me berdewame. Êdî niha bihayê lêkolîn û lêkolînvanan ku serdema teknolojiyê ya gerdûnî û pir pêşdeçûyî gehaye asta xwe ya herî bilind, baştir diyar e. Cara dawiyê ku ez li Başûrê Kurdistanê bûm min yek ji wan xetreyan bi çavê xwe dît. Gelek TV`yên satalayit û lokal hemû şevê rêzefilmên Tirkî belav dikin. Bi şev û roj ew film têne dubare kirin. Êdî hişê civakê û xelkê feqîr û hejar bi wan fîlman hatiye mijûlkirin. Ji hêlekê ve propaganda ji bo çanda Tirkan û ji hêla din ve bêqîmetkirina berhemên derhênerên Kurd xeterên herî mezin in ku bi taybetî jî nifşên nû pêre rû bi rû mane. Ji hêlekê weşandina wan rêzefiliman bûye sedem ku derhêner û lîstikvanên Tirk bibine xwediyê hemû îmkanên diravî û ji hêla din jî Kurd ji bo standina vîzeyekê bo çûyîna Tikrkiyê perekî zêde xerc dikin. Yanî zirar di gelek waran de ye. Naveroka film û rêzefilman jî tenê pirsgirêka du ciwanên evîndare û xelas.!!
Divê em ji bîr nekin ku çanda me di nava çandên cihanê de xwedî kevnarî û dewlemendiyeke bêhempaye. Kilamên me weke oqyanoseke bêbinî tije dorr û cewahir in. Destanên me her yek senyaryoke ji fîlmeke sînema an jî rêzefilmekê. Bandora hunera me ya folklorîk li ser hunera Ermen, Fars û Tirka dikare baştir me bi vê rastiyê bihesîne. Kompozîtorên herî mezin û naskirî yên Ermen dîplomayên xwe li ser muzîk û hunera Kurdî standine. Komitas (1869-1935), Aram Xaçaturiyan(1903-1978) û gelekên din ji wan kesan in ku navdarî û serkeftina xwe ya di qada hunerê de sûdstandina ji muzîka Kurdî dane diyarkirin. Herî dawiyê mamosta Aram Tîgran bi kilam û stranên Kurdî bû kesekî naskirî û navdar. Di rewşekê de ku sedan sale gelên din ji ava zelal û sar a kaniya çanda me têr vexwarine û pêre jî bûne xwediyê nav û îmkanên jiyanê, mixabin hê jî têhnatiya me bi wê ava sar neşkaye. Çimkî em hê jî nizanin ku ragehandikarên me yên sedan salên berê tenê dengbêjên me bûne. Wan ji hêlekê bi vegotina destanên Kela Dim-Dim, Mem û Zîn, Xec û Siyamend û hezaran destanên din rihê me yê neteweyî zindî hiştine û ji hêla din jî ziman, wêje, lawje, heyran, qesîde, lawik û hunera me ji mirinê rizgar kirine. Lê ka ji nava sedan navên naskirî lêkolîn li ser jiyan û berhemên çend dengbêjên me hatine kirine û wek pirtûk ketine ber destê gel?!! Ger tenê lêkolînek li ser radyo û dengbêjên Kurd ên li Ermenistanê bê kirin, projeyeke wisa bihagiran û dîrokî ye ku dehan sal jêre kar û xebat pêwîst e. Dengbêj û hunermendên Botanê û Behdînan jî her wiha. Gelo em dizanin ku li pey siyaseta hişk û giran a asîmîlasyoan Kemalîstan ger dengê dengbêjên Botan nebûna, îro hunera Kurdî xwedî dewlemendiya heyî nedibû? Çima wezareta derve a Tirkiyê di salên 1970’an de ji rayedarên Baasî dawa dikin ku di radyoya Kurdî a Bexdayê de kilamên bi zarava Kurmancî neyên weşandin?“... Gelo bi vê gotinê re ka lêkolînên me li ser jiyana Nesrîn Şêrwan, Seîd Axayê Cizîrî, Hesen û Mihemed Arifê Cizîrî? Nifşê nû çiqas Elmas Xan, Celoya Kor, Meryem Xanê û Eduyê Nuranî nas dikin? û elbete sedan denbêj û hunermendên din ku hezar mixabin bênav û nîşan serî birin binaxa sar.
Ev gotina te: “ Gelo her tişta neyê kifşkirin, lêkolînkirin wenda û mirî ye?“ pir rast e. Ma ger kar û xebat li ser jiyan û keda Erebê Şemo neyê kirin kî yê bizanibe ku ew yekemîn romannivîsê Kurda ye? Em çawa Heciyê Cindî, Belga Qado û yên din nas bikin?! Dema li ser serhildana Kela Dim-Dim lêkolînvanê Elmanî Oskar Mann(1867-1917) xwe digehîne Urmiye û Mehabadê û ji zardevê denbêjan rastiyên dîroka siyasî a Kurdistanê radêxe ber çava, ka niha li pey zêdetirî sedsalan li ser wê keda nivîskarê Elmanî nifşê nû li Kurdistanê çiqas armancên Emîr Xanê Lepzêrîn û serhildana wî dinasin?! Lêkolînvan û berpirsên saziyên me yên zanistî li kû mane?! Ger lêkolîn li ser tiştên veşartî neyêne kirin, êdî gemar û dumana sedsalan yê wan bi yekcarî wenda bike.
Lêkolînî karekî pir bi nirx e ku mîrasê gelan dewlemendtir dike. Binêrin berî çend salan li nêzî Rihayê bajarekî kevnar li nêzî gundekî Kurdan hate peydakirin ku kevnariya wê digeha 12-13 hezar salan. Lêkolînvanên biyanî çûn û li ser kar kirin lê Tirka niha dora wê bi betonê dapoşîne û nahêlin kes nêz bibe! Sedem?!! Çimkî bi lêkolîna li ser wir ê belgeyên dêrîniya şaristaniyetê li Kurdistanê û kevnariya jiyanê derkevin ber ronahiyê. Hingî gelek pilanên Kemalîstan ên asîmîlaysonê vala derdikevin. Bi vê mînakê min tenê xwest bêjim ku li Kurdistanê ji xeynî astengiyên dagîrkeran, em bixwe jî xemsar in. Êdî aktorên otoasîmîlasyonê jî em bi xwe ne.

Di xebatên te yên lêkolîngeriya Kurdî de çi derfet anko zehmetî rû didin?
Zehmetî ji bo encamdayîna hemû karên baş û bi bandor hebûye û yê hebe jî, bes di nava Kurdan de çanda qedirnasiyê ji karê rewşenbîran hê jî bi temamî li cihê xwe rûneniştiye. Astengiyên herî xuya ew in ku piştgîrî tine ye. Ez divê hemû rojê kar bikim û ji bo projeyeke lêkolînî peran bidim hev û dema derfeteke 10-15 rojî çêbû, bikevin pey karê wê projê. Şev û roj bixebitim heya berhemekê amade dikim ku bê weşandin. Saziyên me ne tenê hevkariyê nakin belkî pirî caran di çapkirina pirtûkên amadebûyî de jî hevkariyê nadin nivîskaran. Heta bi çêkirina resepsiyonekê zehmeta nasandina berhemeke nûçapbûyî jî nadin xwe, lê ji bo CD an jî berhemeke qaşo hunera Kurdî sazî û heta partiyên me her karekî dikin. Ew berhemên arabêskî nabe malê arşîv û mîrasê dîrokî lê pirtûkek ku li ser beytên Kurdî, jiyannameya kesayetî an jî mijareke dîroka siyasî ya Kurdan hatibe nivîsîn, yê bibe berhemeke zindî û nemir. Îcar ka hûn bêjin ‘berhemên rojane’ an ‘berhemên dîrokî’?
Niha di hinek weşanxaneyên Kurdî de şertê yekê ew e ku nivîskar peran bide wan û piştre pirtûk bê çapkirin!!!. Li gor min kedxwariya herî mezin, sivkatî bi nav û xizmeta nivîskar ji vê mezintir nabe. Ev karê ticaretêye bi xwîn û navê kesan û li cihê qedirnasî û pêşwaziyê dan û standineke wiha yê qet nikaribe xizmeta çanda Kurda bike. Li ti derên dinê jî karekî wiha li hemberî keda nivîskaran nayê kirin. Bihayê karê wan ji xeynî aliyê xwe yê manewî bi awayê diravî jî tê pêşwazîkirin.

Mînak hun dikarin hinekî qala pêvajoya lêkolîna li ser Eyşe Şan bikin?
Ji zarotiyê dengê Eyşe Şanê bi rêya radioyê di mala me de dihate bihîstin. Dengekî şilk û nazik lê tije xem û êş. Baş tê bîra min pirî caran dayîka min bi bihîstina dengê Meryem Xan û Eyşe Şanê re digiriya.
Ji zarotiyê dengê Eyşe Şanê bi rêya radioyê di mala me de dihate bihîstin. Dengekî şilk û nazik lê tije xem û êş. Baş tê bîra min pirî caran dayîka min bi bihîstina dengê Meryem Xan û Eyşe Şanê re digiriya. Salên piştre hemû kasêtên wê li mala me hebûn. Dema „Lêlê Bêmal“ digot babê min jî wiha digot:“ Bêdeng bin, ev stran li ser jiyana me ye...“.
Min deh salan li ser pirtûka wê kar kir. 5-6 caran çûme Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê. Ji wir aber bi Başûr û kesên ku ew ji nêzve dinasîn. Min bi zehmeteke zêde kurê wê Mirad li Entabê peyda kir, lê keça wê Yasemîn û xwîşka wê qet hevkarî nekirin. Yanî ji bo nivîsandina êş û elemên ku Eyşe Şanê kişandibûn gereke dûr û dirêj pêwîst bû. encama wan geran bû pirtûkek binavê: Pirensesa bêtac û Tex bû.
Dema min di Mezopotamiya TV de dest bi çêkirina bernameya navdarên Kurd kir, bernama yekê li ser jiyana Eyşe Şanê bû. Ew bername pêngava yekê bû ku piştre berfirehtir bû. Zehmetiyên karên wiha pir zêde ne lê ji bo bêtir nasnadina semboleke wiha mezin û kedkar mirov çi jî bike dîsa kême. Dema min destnivîsên wê xwendin ez têr giryam. Min hingî zanî ka wê stêrka geş lê bextreş çiqas di jiyana xwe de êş kişandine ku stran û hunera Kurdî di nava sinorên sîstekeme înkarger û totalîter de sax bimîne. Di rastiyê da jiyana xwe fîdakir ku Kurd û taybetmendiyên gelê wê sax bimîn.
Di dema van lêkolînên wiha de mirov ji aliyê ruhî ve nexweş dikeve. îcar zirar û ziyanên malî jî bila bimînin. Elbete ew pirtûk li sala 2012an ve ji hêla Şaredariya Mezin a Amedê ve hate çapkirin û çapa duyê jî li sala 2015an ve, lê ji xeynî hinek pirtûkan ez nebûme xwedîyê tiştekî ku bikarîbim karên din yên lêkolînî berdewam bikim. Bes dîsa jî ez keda wan hevalan ji bîr nakim ku bi awayê herî baş du pirtûkên min çapkirin û ji hêla xwendevan ve bi germî hatine pêşwazîkirin. Bi giştî ger ji bo karê lêkolînî hez û ked tinebin, mirov nikare têde biser bikeve.
Mînakeke din lêkolîn li ser serhildana Tîrmeha sala 1930an a Oremar li Bakurê Kurdsiatnê ye. Hevpeyvîn bi şahidên hingî re, bidestxistina arşîva genel kurmay a artêşa Tirkiyê, nirxandinên dîrokzanên ku li ser wê rûdawê nivîsîne, çûyîna Başûr û Bakurê Kurdistanê, peydakirina malbatên sirgûnkirî li Manisa û Bursayê û... hwd xebateke pir berfireh dixwaze ku mirov bikarîbe têhnatiya xwendevan bişkêne û pêre jî karekî akademîk û zanistî derxûne ber ronahiya rastiyên dîroka Kurdistanê.

Gelek derûdor gazincan dikin ku xebatên Kurdî rastî elaqeyê neyên. Gelo xebatên tê kirin encamên çawa bi xwe re anîn?
Vê pirsê baştire ji xwendevanan bipirsin, lê her kesek di warê xebata xwe ya nivîskariyê de hezkiriyên xwe hene. Di cîhana ragehandina Kurdî û bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê lêkolînên min baş hatine pêşwazîkirin. Gelek caran xwendevanên zanîngehan li ser mijarên weke serhildana Simkoyê Şikak û komara Kurdistanê bi min re dikevin têkeliyê û tezên xwendina xwe ya bilind li ser wan nivîs û lêkolînên min amade dikin. Ji Rusya, Başûr, Rojhilat û heta ji welatê Elmanya jî di vê derbarê de min hevkariya gelek kesan kiriye. Ew berhemên wan jî piştre gehane min. Mînak hevpeyvîna min bi Mîna Qazî (1913-1999 ) berpirsa yekemîn rêxistina yekîtiya jinên Kurd di serdema pêkhatina komara Kurdistanê de ji hêla gelek xwendevanan ve hate pêşwazîkirin û wek jêder hatine bikar anîn. Mixabin hinekan jî bi keda kesên wekî min lîstin. Nivîsên min yên li ser jiyana Meryem Xan, Aram Tîgran û hwd wergeradin ser zimanê Tirkî û Erebî û bi navê xwe belavkirin. Ev bêpirensîbî jî me dîtin û mixabin hinek kes jî wiha li pey şuhreta kazib in.

Bi giştî derbarê lêkolîneriyê de baldariya gel kêm e an berhemên tên bidestxistin lawaz in û balê nakişînin?
Tevî hemû kêmasî, bêîmkanî û astengiyên ku hene û hebûne lêkolînên baş û zanistî pir hatine belavkirin lê partiyên me ên siyasî biqasî ku pêwîst be di ragehandina xwe de qîmetê nadine ziman û berhemên Kurdî. Berpisyarên saziyên weke Enstîtûyên Kurdî kesên zêde akademîsyen nîn in. Çalakiyên wan yên mehane belkî carna di salekê de du car jî nebin. Astengiyên dewletên dagîrker jî hene ku em vê rewşê bitaybetî jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dibînin. Her pirtûk, kovar, berhemên hunerî yan jî xebateke lêkolînî nikare bi bê sansûrkirin bikeve ber destê xwendevanên xwe. Li Tirkiyê jî rewşeke wiha berdewam e. Baldarî li ser xebatên lêkolînî heye lê kêm e. Sedem jî ew e ku ragehandina me ya ku niha pir berfireh û ji hêla teknîkî ve dewlemend bûye, bihayê nade van karên hanê. Saziyên me semînar û konferansan organîze nakin. Bitaybetî jî rewşeke wiha li Başûr nebûye xwedî sîstemeke berdewam ku pileya çanda gel bilind bike. Nasandina karên wiha pêwîs te li zanîngeh, akademî, enstîtû û xwendingehan de qet nebe mehê carekê bê encamdan. Ma ger nifşê nûgihaştî nirxên xwe yên neteweyî nas neke, çawa yê zehmeta xwendina lêkolînekê bide ber xwe? Bi giştî ji bo serkeftina di karekî wiha de pêwîst e berpirsên saziyên Kurd û di serî de jî ên hikûmeta Başûr û Rojavayê Kurdistanê tecrubeyên baş ji azmûnên dewletên Fransa, Elmaniya û Yunanistanê bistînin.

Em werin ser têkiliya lêkolîn û arşîvê... Tu arşîvkirina Kurdî di çi astê de dibînî nexasim jî cenabê te ji bo xebatên xwe çawa tevdigere?
Lêkolîn bi bê arşîv nabe an jî yê pir lawaz be. Baştirîn lêkolîn ew e ku bi belge û wêneyan re hatibe xemilandin. Mînak dema ez behsa rojnameya Kurd a serdema Simko bikim, ger logo û rûpelên rojnamê nebin, xwendevan yê çawa bawer bikin ku rojnameyeke wiha hebûye? Komkirina arşîvê pêwîstî bi ger û xebateke pir berfireh heye. Arşîva me ya neteweyî bêhtir di arşîv û muzexaneyên welatên Ewrûpî, Rusiya, Gurcistan û dagîrkerên Kurdistanê de ye. Arşîva me ya niha dewlemend nîne, çimkî navendeke giştî ji bo karekî wiha li çi parên Kurdistanê nehatiye çêkirin. Yên ku arşîvê jî kom dikin bi bêyî liber çavgirtina ked û mafê kesên arşîvkar, tenê dixwazin û ti hevkariyê nadin. Belkî arşîva me dewlemend be lê belav e. Arşîva wêne û belgeyên me yên sedsalên derbasbûyî ji hêla gerîdokên biyanî ve hatiye komkirin û niha di arşîva dewletên weke Elmaniya û Ingilîstanê tije tiştên nedîtîye. Kesayetî, giregir û malbatên me yên mezin jî zêde biha nedane arşîva xwe ya taybet. Carna dema ku diçime mala helbestvan an jî hunermendekî Kurd dema jêre dibêjim ka em li arşîva we temaşe dikin, yek du wêneyên qermiçî tîne û dibêje welahî min tenê evane hene.!! Ez hinek stranbêjên me dinasim ku ji sala 1980’î û pêde dest bi strangotinê kirine, lê ne wêne û ne jî stranên wan li cem nînin!! Ev karê han tê wateya wê ku ew kes qîmeta keda xwe nizanin. Cara dawiyê li Başûrê Kurdistanê ez li cem mamosta Mihemed Heme Baqî bûm. Piştre çûme cem Xûsrew Caf. Di mala her duyan de jî arşîveke dewlemend hebû. Her du jî dîrokzanên naskirînî ne. Bi van du mînakan min xwest gotineke bav-kalan bi bîra we bînim ku wiha ye:“ Tenê zêrîngir qedirê zêr dizane...“.
Hemû arşîva radyoya Êrîvanê li cem min heye. Hemû wêne û belgeyên serhildana Simkoyê Şikak min komî serhev kirine. Arşîva komara Kurdistan û gelek belgeyên malbata Pêşewa Qazî Mihemed li cem min hene.
Ez bixwe ji arşîvê pir hez dikim. Kar û berhemên min jî yê di arşîva me ya neteweyî de xwedî bihayeke giran bin. Min ji 1999’an û şûnde di MED TV, Mezopotamiya TV, Medya TV, Roj TV li ser jiyana kesayetiyên Kurd bernameyên bi navên “ Navdarên Kurd û Jiyan û Raman” wek belgefilm amade kirin. Ew bername piştre di gelek TV´yên Kurdî de dubare û çendbare hatin weşandin. Pir şam e ku min bi piştgiriya birêveberên TV´yên navbirî mîraseke wiha kire malê arşîva millî a Kurd. Muzîka kilasîk, wêne û tiştên bihagiran komî serhev dikim. Hemû arşîva radyoya Êrîvanê li cem min heye. Hemû wêne û belgeyên serhildana Simkoyê Şikak min komî serhev kirine. Arşîva komara Kurdistan û gelek belgeyên malbata Pêşewa Qazî Mihemed li cem min hene. Ez bihayekî giran didim arşîva xwe û her carê ku diçime der an jî welatekî li dor komkirina arşîvê jî dema xwe ya taybetî vediqetînim. Bi bê arşîv belgefilmek çawa dikare bê amadekirin û temaşekirin?! Arşîv weke zêrê 24 eyar e û bihagiryaniya dîroka miletan tê de veşartiye.

Ji bo kesên di warê lêkolînê de dixwazin xwe bi pêş bixin, bi taybetî ji bo nişfê nû pêşniyar û hişyariyên we çi ne?
Karê lêkolînî hem hez jêre pêwîste û hem jî dem û bisporî. Ji bo kesên ku lêkolînê dikin: Di gera xwe de baş ji derfetên heyî sûdê bistînin. Her hevpeyvîna ku bi navdarekî re tê çêkirin gere arşîvek jî pêre biafire. Dema li ser mijarekê dest bi lêkolînê dikin heya têhnatiya wan bixwe neşkê bila xebata xwe belav nekin. Çimkî tiştê ji dil neyê yê li ser dilan jî rûnenê. Hemû datayên jiyan an jî zaniyariyên li ser mijara lêkolînê komî serhev bikin, piştre bi baldarî li wan temaşe bikin, bixwînin û nêrîna xwe li ser binivîsin. Nêrîn jî dewlemendiya lêkolînê ne. Wêneyek dikare bibe mijara belgefilm an jî çîrok û romaneke dirêj, lê karê lêkolînvan ewe ku bikeve pey çîroka wî wêney û ev biserê xwe dibe lêkolînek zanistî. Li arşîva zanîngehên Sorbonnê gelek mijarên ji bo lêkolînê hene. Mînak Dr Kamiran Bedirxan, Nuredîn Zaza, Dr Qasimlo û Kurdên din li wira kengî û çawa kar kirine?!
Yanî tiştên sade têr nakin û divê em jî hînî lêkolînên standard bibin ku mînakên wê li hemû welatên dinê hene.

Gelek xebatên te li ser kesên ji Rojhilat in û ev xebatên hanê bi saya te li Kurmancî zêde dibin. Rewşeke çawa heye di nav herikandina agahî ango berhemên her du zaravayan de?
Bi her du zaraveyên sereke yên Kurdî xebatên baş li ser hemû mijaran hene, lê yek nebûna ‘rênivîs û zimanekî standard’ bûne sedem ku hevnasîneke baş di navbera rewşenbîrên Kurd de çênebe. Belkî tenê hinek bi rêya TV û radyoyan hevdunaskirin hebe, lê ew jî pir kêm e. Zimanê Kurdî di nava sinorên axa me a mezin de hê jî wek hezretê Ehmedê Xanî (1751-1706 ) kerem dike:
“ Neqdê me dibû bi sikke meskûk / Nedima wehe bêrewac û meşkûk...,
Çi bikem ku qewî kesade bazar / Nîne ji qimaş ra xerîdar…”
Sedemeke hevnegirtina me Kurdan jî ew e ku zimanekî me yê hevpar tineye. Zêdebûna diyalektên ziman dewlemendî ne û li welatekî weke Elmaniya ku heşt zaravayên wan ên sereke hene ew dewlemendî bûye sedem ku wêjeya Elmanî xwedî nasnavê ‘zimanê felsefê û helbestê’ be. Bawer bikin ku zimanê Kurdî di hinek waran de ji zimanê Elmanî qelstir nîne, lê akademî û akademîsyenên wan bi şev û rojan li ser ziman û wêjeya xwe dixebitin, bes yên me jî hemû tiştek di gotinê de bisînor mane. Di vê derbarê de nivîs û lêkolînên Kurdnasê navdar Alelsander Jaba dikarin mînakên baş bin.

Beriya her karekî divê rewşenbîr, hunermemd û siyasetmedarên Kurd xwe hînî zaravên Kurdî yên bingehîn bikin. Ger wiha nebe rewşenbîr nîvrewşenbîr, siyasetmedar jî nîvkurd dimîne. Dewlemendiya zarava Kirdikî (ku bi şaşî Zazakî tê binavkirin), li ber çavan e, lê ka em Kurdên Kurdistanê çiqas dikarin bi wê zaravê biaxivin an binivîsin?!
Elbete pêwîst e vê rastiyê jî bêjim ku li pey sala 1995’an û çêbûna MED TV êdî sinorên manewî di nava gelê me de nemane. Kurd çi bihayê jî nadin sinorên siyasî yên destçêkirî. Dereceya wê hevnenaskirinê mîna berê nîne û peywendî bihêztir bûne. Rihekî hevgirtî di navbera Kurdên Kurdistana mezin de çêbûye ku bi xêra ragehandina berfireh hemû Kurd xwe yek neteweyekê û xwedî welatekî dihesibînin ku berê wiha nebû, lê ev jî têr nake. Divê em baştir hev nas bikin û bihêceta hebûna sê zaraveyan dema du kes ji Sine û Amedê bihev re xeber didin, yekî Kurmanc ji yekî Soran re nebêje:“ heval bi Kurdî biaxive...“.
Ev karê hanê xebateke dûr ji hemû demargirjiyên herêmçiyatiyê dixwaze.

Tu wek rojnamevanekî xwedî ramanên Kurdistanî bi berhemên xwe baş tê naskirin û ev jî dibe sedem ku ji aliyê gelek TV’yên Kurdî ve bêye vexwendin. Yanî tu ne dûrî televîzyonên Kurdî yî. Gelo çi TV`yên Bakur çi jî yên Başûr çiqas karîger ango bi kalîte ne?
Demekê dîtina kilîp, dîmen an jî konsertekê ji me re hesret bû. 21’ê Adara 1995’an bo yekemîn car di dîroka Kurdistanê de bi rêveberên PKK’ê mizgîniya dest bikarbûna MED TV dane gel. Ev mezintirîn mizgînî û xelata herî binirx a dîrokê bû. Êdî jiyana Kurdan derbasî pêvajoyeke nû bû. Hingî ji min re mezintirîn xwezî û hesret ew bû ku rojekê xwe bigehînim navenda wê TV´yê û arşîva xwe pêşkêşî hevalan bikim. Ew xwestek jî hate cih û piştre ez bûm xebatkarekî MED TV. Ev ji min re şanaziyeke mezin û min bi wê xebatê re weke ku taceke zêrîn ji hêla berpirsên TV´yê re gehabe min. MED TV di demeke pir hesas de bû deng û rengê neteweyeke çend milyonî. Vê pêngavê jî Tehran, Enqere, Şam û Bexda lerizand. Birêveberên PKK’ê gehabûne wê baweriyê ku gere ji teknîka modern sûdê bistînin û li dijî dagîrkerên Kurdistanê dest bi şoreşeke nûdem bikin. Îro encama wê pêngava mezin û dîrokî bûye sedem ku bi dehan TV´yên satalît û herêmî di erdnigariya me de bi awayê zindî û berdewam weşanê bikin. MED TV bandora xwe danî û bû destpêka ronesanseke çandî, civakî, siyasî û teknîka ragihandinê li Kurdistanê. Ew bandor wisa bihêz bû ku dawiyê bi komployeke navneteweyî xwestin wî dengê jiyanê bifestisînin, lê biser neketin. Dema MED TV hate girtin hereketa azadiyê li Bakur û Ewrûpa TV´yên din vekirin. Êdî Kurda nedikarî bi bê TV bijîn.
Îro TV li Kurdistanê pir hene. Yên herî bi bandor NRT, Stêrk, Ronahî, Rûdaw, Kurtsat û K.24 in. Li her perçeke Kurdistanê ji ber siyaseta partiyên siyasî hinek TV hene ku pir têne temaşekirin û hinek jî kêm, lê ya girîng gel piranî li TV’yên Kurdî dinêre. Pirsgirêka cudabûna zaravan jî li ser vê meselê xwedî bandore. Li Bakur gel piranî Stêrk û Ronahî, li Başûr jî NRT, Rûdaw, Kurtsat û K.24’ê temaşe dikin. Hinek TV bi xêra pereyên partiyên siyasî xwedî teknîkeke modern in û li gor standardên cihanî karekê xwe didin meşandin. Li Rojava Ronahî TV û li Rojhilat jî li gor herêman hemû TV têne temaşe kirin.
Êdî kalîteya nûçe, belgefilm, hevpeyvîn, raport û bernameyên hunerî di TV´yên Kurdî de pir bilind û li gel TV´yên herî baş li cihanê jî dikarin bêne qiyaskirin.
Li kêleka bandora serhildanên siyasî bandora mediya Kurdan bûye sedem ku ‘kesayetiya Kurd û xwenaskirina wan’ zêdetir an jî bigehe sewiyeke bilindtir. Zimanê Kurdî kêm-zêde ber bi standartbûn û dewlemendiyeke baş ve dimeşe. Tevî ku piraniya TV´yên me ji hêla partiyên siyasî ve têne fînansekirin lê hevrikîya karê TV´yan xêreke mezin daye me. Rihekî hevgirtî jî di navbera Kurdên Kurdistana mezin de çêbûye. Kadro, şiroveger, dîrokzan, rojnamevan û birêveberên baş bi xêra TV´yên Kurdî hatine perwerde kirin. Bi awayekî ku êdî em dikarin bi rihetî bêjin ku di nava ragehandina cihanê de Kurd jî xwedî ragehandineke xwedî nasnameya xwe ya diyar û kifş in.

Kakşar Oremar di vê demê de bi çi ve mijûl e? Xebat û projeyên dema pêş çi ne?
Li kêleka karê ji bo debara jiyanê ez berdewam jî mijûlî karê nivîsînê me. Baş an jî xerab ez bi bêkar û berhem nikarim bijîm. Carna bernameyên taybetî û bîranînan jî di Stêrk TV de amade û pêşkêş dikim. Ev kar berdewamiya xebata ‘Navdarên Kurd’ û ‘ Jiyan û Raman’ e ku di dema xwe de li Mezopotamiya TV, Mediya TV, Stêrk TV û di çend TV´yên din de dihatin weşandin. Di ragihandinê de çalak im. Çend sale ku bi awayê heftane nivîsên xwe ji rojnameya AZADIYA WELAT ku niha li ciyê wê dosyayekê ji rojnameya rojane a ROJEVA MEDYA re dinivîsim. Çend berhemên min jî wek pirtûk ji bo çapê amade ne:
- Heft Stêrkên Botanê
- Qûmrîka Kurdistanê
- Navdarên Kurd – Yên wefatkirî û sax, Du cild
- Hevpeyvîn bi yadigarên Komara Kurdistan a sala 1946’an re – Du cild
- Albûma Komara Kurdistan- Cildê yekê hatiye weşandin, yê duyê jî amade ye.
- Dosyayên dîrokî-civakî û hunerî
- Nivîsên berbelav.[1]
jêder: Y.O.Politika
Ev babet 726 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://rewanbej.com/- 06-01-2023
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 30-06-2017 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-01-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-01-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-01-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 726 car hatiye dîtin

Rast
Kurtelêkolîn
Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê
29-06-2023
Evîn Teyfûr
Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
26-02-2024
Burhan Sönmez
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Bedri Adanır
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Necat Baysal
Kurtelêkolîn
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
26-03-2024
Aras Hiso
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
Babetên nû
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
22-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
16-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Vejîna Kurdistana Xeyalî
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Xutbeya Şamê
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Sî û Sê Pencere
15-03-2024
Aras Hiso
Cih
Mêrdîn
12-03-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
10-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 514,877
Wêne 104,261
Pirtûk PDF 18,882
Faylên peywendîdar 94,718
Video 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!