Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,320
Wêne
  124,188
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,102
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
Dîroka Rexne ya Edebî li Rojavayê Kurdistanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rebî Zêbarî
Rebî Zêbarî
Amadekirin: Rebî Zêbarî
Destpêk û qûnaxên bingehîn ji wêjeya gelê bênasname li Rojava/ Kurdên Sûriyê, bi rengekî panoramî ji we re raxînim ber çavan. Ev destpêkên ku di qûnaxên giring re, di ber dergehên dîrokê de, derbas bûne...
author_image Kurdistan24 Hewlêr
Destpêk û qûnaxên bingehîn ji wêjeya gelê bênasname li Rojava/ Kurdên Sûriyê, bi rengekî panoramî ji we re raxînim ber çavan. Ev destpêkên ku di qûnaxên giring re, di ber dergehên dîrokê de, derbas bûne.. û wiha di rêka van destpêk û qûnaxên bi ronîdayî re, em ê derbasî nav rûpelên tevgera wêjeya kurdî a iroyîn bibim. Îcar ji bo vê yekê #Konê Reş# dibêje:
“destpêka wêjeya Kurdî a nivîsandî,li weşandina rojnameya dayik (Kurdistan:1898) vedigere, ewa ku mîr Miqdad Bedirxan di sala 1898an de li bajarê Qahîre/Misrê di weşand. Ji wê hingê ve zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandina pexşanê ”.
Dîroka rexna edebî li roj avayê Kurdistanê ji bo çaxê kovara Hawar(1932-1942) dizivre, ku bizava rojnamevanî li rojavayê kurdistanê ji kovara Hawar despêdike.Çunku Hin nivîskaran mijarên rexneyî di nava rûpelê kovara peyv de belavkirin weke “
Hevindêsorî,
Dr.K.Bedirxan, Cegerxwên
”.Îcar Her li hijmara yekem a Hawarê, ku 1932, gotarek bi navê “
Edebiyata Welatî”
, li rûpelê 5. Ji bal Dr. Kamîran Alî Bedirxan bû. Îcar nivîsên wî li dor pêlewaz û dengên di helbesta kurdî. Li despêka gotara xwe de Edebiyatê pênasedike û dibêje:
“Edebiyata Welatî ji, ew edebiyate ji jîna miletî, ji hiş û dilê miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çirçîrokên wî, ji stran û lajeyên wî xwe digire. Kanîya wî, dilê miletî, hiş û heyala wî ye. Tinê ev edebiyate
Kamiran Alî Bedirxan gava behsa “
edebiyata welatî
“dike pêşengê vê edebiyatê Xanî dihesibêne:
“Ji xwe Ehmedê-Xanî berî sêsed salî vê rêyê ji me re veqiri bû. Lê heyf paşîyên wî pê ve ne çûn.” Birayê Kamiran, Celadet Bedirxan jî ji bo Xanî wiha dibêje: “Belê Xani jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.”
Herweha di alîyekê din de daxwaz a wê yekê dike, ku pêwîste em bi zimanê da û bavan binivîsînîn, Anku bi zimanê kurdî berhemê xwe binivîsînîn. Ji bo vê yekê li sr helbesta Ehmedî Xanî de di sekine, ku Xanî pêşî sêsed salan ev daxwaze kir bû, dema dibêj:
“Divêt em bi zimanê da û bavan xwe, bi zimanê şîrîn û delal, bi zimanê kurdî binivîsîn în. Xanî ev rê ji me re vekirî bû. Lê heyf padşahên me pê ve ne çûnXanî ji xurtîya bêj wê gavê hesiya bû ji peyta jêrîn de di xwest bide zanîn
Saqî şemrandin vexwar durdê
Mavendê derê lîsanê kurdî ”
Herweha nivîskarekêdin Hevend Sorî di jimare 5-7- 8 de gotareka rexnê bi navê “
Edebiyata Kurdî
” belavdike, ku di vê gotarê de nivîskarî qala teorîya edebî, dîroka edebî û rexna edebî kirî ye. Edebiyata kurdî dike beşek ji edebiyata gelên Arî. Çunku gelê kurd ji gelên Arî ne, dema dibêje :
“Hemû xwêndewaranî Hawarî xoşewîst dezanin, ku gelê kurd gelekê Arî ye, yahnî Hindî- Ewropî ye. Le ber ewe ziman û edebî kurdî weke ziman û edebiyatî dîkey Arî ye. We edebiyata kurdî le edebiyatî Faris, Hîndî, Yunanî Kon, Rûsî, Ferensî, Elmanî....h.p. zor deqal ”
Herweha paşan dihê edebê ji me re pênase bike, ku ji bal wî pêwîste pandora xwe li ser xwendevanî bike. Îcar ew bandor ji xwendevanî re xweşî yan ne xweşî çêbike, Dema dibêje :
“Edeb pêkhênan û gotinî mêşk û fîkrî însane, çeşnêkî xweş û ciwan ke tesîr bikat li ser însan , aya însan xemgîn û diltenng dekat yan ferahink û dil xweş keyfdar dekat.
Edebiyat ew şitaneye ke dilî însan gird debête we û dêt û deçêt derîdekate derwe we û deylêt be zimanêkî şîrîn û ciwan”.
Herweha CegerXwên di jimara 22 an de gotarek belavkir ye bi navê Hespên Xweşxwanên Kurdî kirî. Îcar nivskar di gotara xwe de qala Kêşa Birgeyî kirî ye, ku Kêşa reswna kurdî ye. Çiwar core kêş eşkerekirîne, ew jî “ Çeleng, Laxer, Sivik, Rewan “ û li cihê peyva Derya yan Bahir peyva Hesip kardi îne.
Dengê Xanî di sedsala nozdehemîn de bi Hacî Qadirê Koyî ji nû ve olan dide. Herekol Azîzan di Hawarê de ji bo wî dibêje:
“Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.”
Koyî hem pesnê Xanî û Mem û Zînê dide hem jî peyamên Xanî -li gor şertên nû yên cîhanê- tênê zimên.
Herweha ji bilî kovara Hawar em dikarîrîn bibêjîn kovara Ronahî (1942- 1945) û rojnama Roja nû(1943-1946)û rojnama Sitêr (1943-1945) rol ji bo pêşxistina edeba kurdî bi awayekê giştî lîztî ye û rexna edeba kurdî jî vê yekê bê behir tunebû ye.
Ew nivîskarên gotar û lêkolîn di van kovar û rojnaman de belavdikr ev in : Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reşîdê Kurd û gelek kesên din.. Hem jî gelek ji nivîskarên Kurdistana başûr û rojhelat jî di kovara Hawarê de nivîsandine wek: Tewfîq Wehbî, Goran, Pêrût, Bêkes, Hevindê Sorî, Şakir Fettah.. û ji rojhelat Îhsan Nûrî paşa ..
Di roja 17/04/ 1946 an de, piştî ku Firensî ji sûriyê hatine derxistin, gelek kelem û asteng li pêşiya kovar û weşangeriya bi zimanê kurdî de li Rojava hatine danîn. Ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ta ku nivîsandinên bi zimanê erebî li ser kêşeya kurdî qedexe ye..Û wiha ev qedexebûn berdewame ta roja îro. Lê belê tevî van qedexeyên dijwar rewşenbîrên kurd li Rojava li ber xwe dane, ji desthilanîn neketine û di navbera salên 1954 û 1956an de çend pirtûkên bi zimanê kurdî û yên bi zimanê erebî li dor kêşeya gelê kurd di nav kurdên Rojava de çap û belav kirine wek: dîwana Apo Osman Sebrî (Bahoz) û (Derdên me), di gel Elfabeya wî a tekûz, hem jî pirtûka “
Çend rûpel ji wêjeya kurdî
” ya rehmetiya Rewşen xanim Bedirxan û di sala 1958’an dîwana melayê Cizîrî weşandine. Di wan salan de jî bîranînên Dr. Nûrî Dêrsimî li Helebê capkirine û di heman kat de hatiye qedexe kirin, di gel dîwana Cegerxwîn ya duwemîn..û wiha heyamekî bêdengiyê di wan çend salan re di ser weşangeriya kurdî re derbas bû ye. Ev hewildan tev ji rex şagirtên kovara Hawarê ve hatine kirin wek: Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Rewşen xanim Bedirxan û hin kurdperwerên bîrewir wek: Reşîd Hemo, Hemîd Derwêş, Mihemed Alî Xoce, Xelil Mihemed.. Bi kurtî em dikarîn bibêjîn rewşa rexna edbî a lawaz bû.
Qonaxa salên 1960- 1979’de:
ta ku di roja 14/06/1957 an de Partî Demoqrat a kurd li Sûriyê (P.D.K.S) hatiye damezirandin. Vê partiyê di sala 1960î de, rojnameya Dengê Kurd bi kurdiya Latînî diweşandin. Ev rojname Dengê Kurd, ji rex komîta navendî a Elpartî (P.D.K.S) di navbera salên 1960 û 1964an de bi kurdiya latînî derketiye û ji kesên ku têde dinivîsandin ev bûn; Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Cegerxwîn û Hemîdê Derwêş..
Di sala 1968an de, piştî 23 salan di ser rawestandina kovara Hawar û Ronahiyê re, 23 salên ji bêdengiyek wek mirinê ku di ser ziman û ferhenga Kurdî re derbas bû, seydayê Cegerxwîn ji nû hewlda ku wê valahiya dagire û wiha dest bi weşandina kovareke xurû Kurdî,bitîpênlatînîir.Ew kovar navê wê(Gulistan)bû. Gulstan: Kovareka teorî û edebî ye, Hejmara pêşîn ji vê kovarê li meha huzeranê de 1968’ an de hatîye weşandin. Serkêş a wî seyîdayê Cexer Xwên dikir. Hejmarên pêşîn de ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpel bûn. Naveroka wê bi piranî ji helbestên CegerXwên bûn. Li ser bergê kovara Gulstan hijmara 38, ku li zivistana 2009’an de, pênasên kovarê weha hatîye pênasekirin: Kovareka Wêjeyî û Civakî ye, lê li ser bergên hejmarên pêşîn manşêta pênasekirina kovarê weha hatîye nivîsandin, kovarek toreyî û edebî ye. Hem jî kovarek torevanî û Civakî ye!. Îcar evê kovarê xizmet ji bo rexna edebî kirî ye
Herweha van kovar û rojnama rol hebû ji bo pêşxstina edeba kurdî û rexna edebî ew jî: Kovara Agehî, Gelawêj ...gelekên din
Qonaxa Salên 1980:
Di despêka sala 1980an de. Piştî derbeya 12Êlûnê1980î. Karwanê rewşenbîrî ji kurdistana Bakûr û Başûr. Ji ber zilim û sitemê xwe berdan nava Kurdên Sûriyê. Bi hatina wan qonaxeka din rolekê taybet di hola wêjeya Kurdî deli Cizîra Binxetê hat danîn. Hingê gelek ji qatên eknteketul û enteljinisya Kurdî, xwediyên xwendina bilin ji zankoyên Şam û Helebê, xwe berz û eşkere kirin.. û wiha wêjeya Kurdî ji nû ve vejiya û geş bû. Û bi rengekî taybet piştî vegera rewşenbîrên me yên ku li dervî welat dixwendin. Hin ji wan bi livandinek rewşenbîrî rabûn û berî her tişt dest bi hînkirina zimanê kurdî kirin.
Ji rexekî din ve, em dikarin bibêjin, ku bi hatina rewşenbîrên Kurd ji komara Ermenistanê –Sovyata berê– rolek wam jî hebû. Ew helbestvan û nivîskarên Kurd yên ku ji Ermenistanê hatin Cizîrê rolek baş lîstin di şiyarkirina rewşenbîrên Cizîrê de. Ew hay kirin ku çavên wan li pêmayên bav û kalên wan be, li kultur û folklorên wan be û şîreta wan ya herî buha û zêrîn ku guhdariyê li zimanê Kurdî bikin, ji wan: Dr. Celîlî Celîl, Ordîxan Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Şeref Aşîriyan û Elî yê Ebdirehman û gelekên din. Herweha di vê qonaxê de çend rojname û kovar derketin, ku wan rojname û kovaran rol ji bo pêşxstina edeba kurdî bi awayekê giştî hebû, û rexna edebî ji vê yekê bê behir tune bû, ew jî ev kovar in:Stêr, Xunav, Gurzek Gul ,... gelekên din. Di vê qonaxê de xebata kovara Sitêr eşkere ye. Di sala 1983an de hijmara wê ya yekê derket. Stêr kovareka çandî, zimanzanî, wêjeyî, zargotinî, folklorî bû û pitir bala xwe dida zimanê kurdî û pisrgirêkên wê. Herweha, beşek taybet ji bo hevpeyivînan amade kir û gelek hevpeyivînên giranbuha lidar xist bi wêjevan û kesayetiyên Kurd re weke: Mihemmed Emîn Bozerselan–Konê Reş–Rewşen Bedirxan û Celîlê Celîl..htd.Îcar di van hevpeyvînande nivîskaran bîr û boçûnên xwe li ser rewşa edeba kurdî eşkere dikirin, Stêr ê xebateke mezin pêkanî.
Ji sala 1990 î û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin weşandin, ew jî bi dizî û heger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû, lê ji berî çend salan ve, nexasim piştî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket, ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me berhemên xwe li Şamê çapdikir û li ser datanî li Beyrûtê çap bûye. Xwediyên weşanxaneyanjî gelek pere ji me distandin, bi behana ku ew tiştekî qedexe ji me re dikin. Îcar em ji neçarî çavê xwe berdidin kurdistana başûr û dervî welat (Eurûpa û Stenbolê), ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, hem ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê. Herweha ew rojname û kovarên ji 1990’n de derketîn holê ev in: Zanîn, aso, pirs, bihar, rojda, roj, jîn, zevî, ...gelekin din xebat ji rexna edebî re kirin. Herweha çendîn perûk li ser edeba kurdî derketin holê ew jî: Di wan govaran de û di hin pirtûkan de rexne serê xwe bișermînî rakir. Jan Dost, pirtûka xwe ya li ser kilasîkên kurd, bi erebî di salên nîva heștê de. M. Deham Ebdulfetah, li ser pêlewazên kurdî, li destpêka salên 1990î de nivîsî. Di kovaran de, Mamomste Rezo Osê, Azad Elî, Ebdulsemed Daoud, Heyder Omer, M. Berzo, Tengezar Marînî û hd. Mamoste Heyder, Ev pirtûk nivîsîn:Pirtûka xwe ya li dor Xanî û Memo û Zîna wî, bi erebî. sala 1991ê de weșand.Li dor Feqiyê Teyran û șêweyê nivîsînê 1993, bi erebî,2003 Cegerxwînê çîrokvan, 2004 Osman Sebrî helbestvan û nivîskar û li dûv re, pirtûkên erebî wergerandin ser kurdî.Lê pirtûka ya bi metod, rêbaz, û piștsipartin bi zanista edebiyatê,
Li sala 2011’an de Roj Avayê kurdistanê kete di qonaxeka nû de. Çunku ji bin zilim û sitema Develeta Sûrî derketin. Îcar ji encamê vê yekê dibistian û zanîngeh bi zimanê kurdî derketin. Herweha çendîn rojname kovar derketin weke Welat, pênûs, gelekin din. Ji encamê ve yekê lêkolîn û rexne ji baştir bû ji qonaxên pêş xwe. Lê belê rexna edebî her a lawaz be.
_____
Çavkanî
1. Konê Reş, Hevpeyvîn, 27-6-2017- Sê Şeme.
2. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R.27
3. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R.27
4. Firat Cewahiri, Hawar Cild 2, J. 24-57 (1934 – 1943), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R 813
5. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1 . J. 1-23( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R.27
6. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R 103
7. Firat Cewahiri, Hawar Cild 1-23 ( 1932-1933 ), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R 103
8. ‘Bdilsemed Îslam Tiha, Rengvedana Edebî di Kovara Hawar da 1932- 1942, Ji weşanên Dezgehê Aras, Weş. Wezareta Perwerde, Hewlêr, 2002, R.132.
9. Firat Cewahiri, Hawar Cild 2, J. 24-57(1934 – 1943), Weş. Nûdem, Stockholm, 1998, R 817
10. Konê Reş, Hevpeyvîn, 27-6-2017- Sê Şeme.
11. Konê Reş, CegerXwîn û Gulistan, Qamişlo, 2014, Ji bo pitir zaniyarîyan bizivre Lînkî:welateme.info/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3610#.WVDOsJKGPIW
12. Konê Reş, Hevpeyvîn, 27-6-2017- Sê Şeme.
13. Besam Mistefa, Rewşa Rojnamegerîya Kurdî li Roj Avayê Kurdistanê, Ji bo pitir zanyarî bizivre: http: http://welateme.info/kurdi/modules.phname=News&file=article&sid=483#.WVKMIJJ97IU
14. Konê Reş, Hevpeyvîn, 27-6-2017- Sê Şeme.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=456431&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Dîroka Rexne ya Edebî li Rojavayê Kurdistanê=KTML_Link_External_End=

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,300 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-03-2019 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-01-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 04-01-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 27-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,300 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.187 KB 04-01-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.313 çirke!