Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,327
Wêne
  123,730
Pirtûk PDF
  22,067
Faylên peywendîdar
  125,381
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Ezîdî çi dixwazin?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ezîdî çi dixwazin?
Ezîdî çi dixwazin?
#Alî Gurdilî#
$Ezîdî çi dixwazin?$
Êzîdîtî, yek ji wan bawerî û dînê kevnare ye û ligel hemû zordestî û tehdeyan jî, heta roja me jî xwe parastî ye û niha jî, hewl dide ku bikaribe bi rê û rismên xwe yên resen yên dînî û civakî, hebûna xwe berdewam bike.
Mixabin, ligel hemû xweşbînî û mirovheziya xwe jî bi sedê caran rastê ferman û komkujiyan hatiye û ji aliyê dijminên qewmî û dînî ve, wusa hatiye xwestin ku bila bi temamî ji holê rabe û tune bibe. Yek ji wan komkujiyên mezin jî, wekî zanîna we ye ku Komkujiya Şingalê ye û piştî vê komkujiyê jî, êzdiyan ji bêgaviyê xaka bav û kalan şûnde hiştin û ber bi deverên nediyar ve, koç kirin.
Berê li erdnîgeriya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi milyonan êzdî hebûn, lê hezar carî mixabin a niha hejmara wan daketiye sed yan dused hazaran. Îro, bi milyonan êzdî li cih û warên cihê belav bûne û di bin şert û mercên giran yên penaberî û xeribiyê de dijîn.

Ê baş e, ev rewşa wan dê heta kengî wuha berdewam bike? Gelo îxtîmalek heye ku rojekê ew jî vegerin welatê xwe û bi serbestî bijîn?
Gelo niha derbarê vegera xwe û rewşa xaka bav û kalan de, êzdî çi difikirin? Di bin kîjan şert û mercan de dê êzdî karibin vegerin welatê xwe, yan jî ew rêveberî yan stutuyeke çawa dixwazin ku karibin vegerin?
Bêguman, beriya me gişan pirsên ku min raberî we kirine, divê êzdî bi xwe bersiva wan bidin. Yanî, ew çi dixwazin, çi naxwazin, dixwazin ku çawa çêbe, ew li benda statuyeke çawa ne û hwd. Li gor bîr û baweriya min, herkes radibe kirasekî ji bedena êzdiyan re didurû, lê gelo ew kiras çuqasî li wê bedenê tê?
Bi taybetî jî, rêxistin û partiyên kurdan, di vê yekê de ketine pêşbirkê. Bi lez û bez dixwazin ku derheqê wan de biryaran werbigirin û piştgiriya xwe bi vê yekê nîşan bidin!!? Ê baş e, ma em ji êzdiyan çêtir dizanin ka ji bo wan çi baş e, yan çi ne baş e!!? Hewldan û daxwazên lêpêwîstker û jakoben, ji bo dahatuya êzdiyan tu carî dê nebin çare û ne çare ne jî. Heke ku çare bûye tu kesê nikaribû hewqasî tehde û zordestiyan li êzdiyan bike, wan bikuje û qira wan rake. Dîrok, vê yekê xweş destnîşan dike.
Îro cîhan giş bala xwe daye rewşa êzdiyan a jandar û dixwaze ku demildest cih û warên êzdiyan ji terorîstên daîşî werin rizgarkirin û rê li ber kuştin û komkujiya wan were girtin. Lêbelê em dibînin ku li hinek deverên êzdiyan, di navbera rêxistin û partiyên kurdan de, hinek pirsgirêk rû dane û ne diyar e ku dê encama wan bûyeran çawa be.
Cepheya partiyên PKK, YNK û Goran’ê dixwazin ku deverên êzdiyan bibin kanton û wusa jî werin parastin. Lê bi qasî zanîna min, hêjî baş ne diyar e, ku dê ew kanton bi Kurdistanê ve were girêdan yan bi Îraqê re? Li milê din jî PDK û rêveberên herema Kurdistanê jî dixwazin ku Şingal bibe parêzgeheke girêdayî Kurdistanê û wuha jî, were parastin.
Li vir ya girîng, biryara êzdiyan bi xwe ye. Yanî, divê ew bi xwe biryara xwe bidin, bê ka dixwazin di bin kija şekl û rêveberiyê e bijîn. Beriya her tiştî, divê hemû rêveber û rayedarên êzdî, li hev bicivin û bi xelkê xwe re bişêwirin. Ez bawer dikim, Konseya Ruhanî ya Êzdiyan, Mîr û Şêxên wan û girêgirên civaka êzdî û rewşenbîrên wan, di vê meseleyê de dikarin roleka sereke û erênî bileyîzin.
Heta pêwîst be, bila li orta Şingalê sindoqa rapîrsînê (referandum) were danîn û rêz lê were girtin. Meselaya deverên êzdî û parastina wan, erkeke sereke ye ji bo hemû rêxistin û partiyên siyasî yên kurdan. Û hem jî, erkeke mirovahiyê ye û divê nebe qûrbana berjewendiyên biçûk yên siyasî.
Ji bo vê çendê jî û ji bo rêlibergirtina pevçûna partiyên siyasî yên kurdan, divê êzdî bi xwe biryara xwe bidin. Ji bo vê yekê jî, dikarin rapîrsîneke giştî yan refarandumeke pêk bînin û bi awayekî aştiyane û mayende vê meseleyê safî bikin. Ez bi xwe dibêjim dahutuya êzdiyan û êzdayetiyê, ji siyaseta siyasetvanan mestir e û divê, ev yek wekî prensîpekî sereke were parastin. Êzdiyên ku sedê salan rastê zilm û zordariyan hatine, divê êdî li xaka bav û kalan bi azadî bijîn û ji dijminên qewmî û olî, bi dijwarî werin parastin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,145 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-12-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ol û Ateyzim
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 30-12-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 31-12-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 31-12-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,145 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 3.703 çirke!