Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,088
Wêne
  123,297
Pirtûk PDF
  22,021
Faylên peywendîdar
  124,412
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
KJAR: Şoreşa jinan wê cîhanê azad bike
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
KJAR: Şoreşa jinan wê cîhanê azad bike
KJAR: Şoreşa jinan wê cîhanê azad bike
Koordînasyona KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî helwesta gelê Seqizê silav kir û got: Wê şoreşa azadiya jinan, sîstema xwerêveberîya demokratîk ya Rojhilat û Îranê, bibe bingeha şoreşa civakî ya Rojhilata Navîn. Ev şoreş, wê cîhanê bi xwe re azad bike.''
Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê #Kurdistan#ê (KJAR) têkildarî şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek nivîskî da. KJAR’ê, helwesta gelê Saqizê silav kir û got: “Çawa çirûska azadiyê ji Seqizê dest pê kir û hemû Kurdistan û Îran dan ber xwe, êdî ev çirûsk bûye agirê azadiyê ku tu desthilatek nikare bitefîne.“
Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:
“Têkoşîn û berxwedana jin û gelan 40 roj li pey xwe hiştin. Her roja ku derbas dibe têkoşîna jinan bihêztir, lingên hişmendiya dîktatorîya rêjîma Îranê dihejîne. Her roj zêdetir dengê şoreşê xurttir û bilindtir dibe. Bi boneya çileya şehadeta #Jîna Emînî# careke din gelê şoreşger diyar kir ku heta azadiya xwe li qadan e.  Tevî hemû şêwazên zextên rêjîma dîktator, girtina rêyên seyareyan, jin û gel daketin qadan, xwe li deşt û avan dan, weke meşa serkeftinê herikîn ber bi goristana Şehîd Jîna Emînî ve. Careke din bersiveke xurt dan rêjîmê, di şoreşa azadiya jinan de çiqas bi israr in.
ÇIRÛSKA AZADIYÊ
Em, vê helwesta gelê Seqiz a bi zanist û wêrekî, helwesta ku tu keleman nas nake, di azadî û serkeftinê de israrê dike bi ruhekê şoreşgerane silav dikin.  Çawa çirûska azadiyê ji Seqizê dest pê kir û hemû Kurdistan û Îran dan ber xwe, êdî ev çirûsk bûye agirê azadiyê ku tu desthilatek nikare bitefîne. Careke din Seqiz bi xwedî derketina li şehîdên xwe serkeftina vê şoreşê îspat kir. Roja ku gel li ser gora Jîna Emînî nivîsandin tu bo me remzî, şehîd namirin, biryar dan ku têbikoşin.  Ev biryara dîrokî bû; teqandina hêrsan, weke pêleke berxwedanê hemû kolan û qad dan ber xwe. Remza vê şoreşê jî bû ‘Jin jiyan azadî‘. Dirûşmeyeke pir watedar e ku hemû daxwazên azadiyê di nav xwe de dihewîne. Careke din bi boneya bibîranîna çileyê Jîna ji bajarê berxwedêr, Seqiz bilind bû. Jin jiyan azadî hêvî, wêrekî, azwerî, îrade dan her mirovekê azadîxwaz, ev ruh her roj geştir dibe û bi pêşengtîya jin û ciwanên qehreman ên Kurdistanê bibe goristana faşîstan. Jin jiyan azadî, Kurdistan dibe goristana faşîstan, Heta Kurdek bimîne, Kurdistan azad dimîne‘, Em ê dîktator birûxînin, tola Jîna bistînin; Seqiz dergeha raperînê ye; hemû dirûşme helwesta herî radîkal ya gelê azadîxwaz e.
DENGÊ AZADIYÊ JI KOLANAN BILIND DIBE
Çanda berxwedanê her roj dengê azadiyê li kolanan bilindtir û bihêztir dike. êdî ne bi şîn û girî, bi ruhê berxwedaniyê ku serkeftinê misoger dike, bi tilîliyên azadiyê gelê me, şehîdên xwe pêşwazî dike. Ev ruhê ku mizgîniya azadiyê dide mirovatiyê. Gel, bi şêwazekê çileyê Jîna pêşwazî dike ku hemû kolan û qad veguherîne dengê berxwedan û azadiyê. Hildana tola Jîna Emînî dibe azadiya hemû jinan û gelan û hezaran jinên ku bi destê hişmendiya mêrsalar hatine qetilkirin. Jin, ciwan, zarok di çilrojiya şehadeta Jîna Emînî de, bi meşa bi heybet careke din soza serkeftinê dan Jîna. Em dizanin bi salan e dewleteke ku tenê mafê jiyanê dide zilam heye, ew zilam jî koleyên hişmendiya dewletê ne. Jîna ku xwe bi derfetên xwe diparast jî di dawiyê de tawanbar hat dîtin, her cure tundûtûjiya mêr li ser wê rewa hat dîtin. ‘Jin jiyan azadî‘ vê hişmendiyê dirûxîne û şoreşa azadiya jinan dibe şoreşeke demokratîk, bi sosyalîstî û azadiya hemû gelan. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî‘ manîfestoya azadiya jinê ye, azadiya jin jî bi xwe re azadiya civakê misoger dike. Jin, bi vê felsefeyê hesab ji hişmendiya mêrsalar, olperest û Netewperest dixwazin.
ŞOREŞA JINÊ
Jin, bi têkoşîna xwe ji hişmendiya mêr ya ku hiqûq, dewlet, siyaset û hemû qanûnên ku hene li leyhê xwe de bi sazî kirine, jiyan veguherand eleyhê jinê hesap dixwazin. Ji hişmendiya ku bi salan e destdirêjiyê, tecawizê, lêdan, kuştin, heqaret û hemû cure şideta ku rûmeta mirovahîyê binpê dike, ji jinan re rewa dihat dîtin, hesab dixwazin. Jin vê hişmendiya baviksalar bi dengê têkoşîn û berxwedana xwe li kolanan binpê dikin. Lingê şoreşa jinan wisa qehîm li Rojhilat û seranserê Îranê hatiye avêtin ku tu hêzek nikare têk bibe. Ji ber ku hemû çîn, bawerî û netewe hebûna xwe di vê şoreşê de dibînin û ya herî giring jî hemû beşên civakê bi yek dengî, yek helwestê li qadan li ber xwe didin û xwedî li hev derdikevin. Hevgirtina gelan li dijî her cure zilm û zordariyê, şoreşê watedar dike û kelecana azadîyê bihêztir dike. Ev nîşaneya şoreşa hişmendiyê ye, pêvajoyeke giring, merheleyeke dîrokî ya guhertin û veguhertinê ye.
AGIRÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BILIND DIBE
Bi dehan jin, ciwan, zarok di van serhildanan de şehîd bûn. Bi rijandina xwîna her şehîdekê/î agirê têkoşîna azadiyê bilindtir dibe. Bi bedêlên ku li kolanan tên dayîn mêr jî êdî azadiya xwe di têkoşîn û xeta rizgariya jinan de dibînin. Ev pêşketineke pir mezin û giring e, xwe gihandina wateya jiyana azade ku bi zanista jinan bi pêş dikeve. Mêr jî di roja yekê de daketin qadan bi israr gotin; ‘Jin jiyan azadî‘ û bi vê serhildanê ve rabûn ser lingan.
Di zanîngeh û dibistanan de zanista civakî bi pêşengtiya keç û xortên ciwan digihîje wateya xwe ya rastîn. Rolê zanîngehan pir giring bû, ruhê şoreşê parast û nehişt şoreşa gelan ji hev û din qut bibe.  Ev jî nîşan dide ku hemû çîn, bawerî, netewe hebûna xwe di vê formula efsûnî de dibînin. Ji xwe ev bandor, şêwazên bi vî rengî di çalakiyên piştgiriyê de derkete holê. Ev rewşa heyi ji hêla pergala zilam a serdest ve derizîneke mezin îfade dike. Rastiya ku Rêber Apo wek; ‘kuştina zilam îfade kirî, em dikarin bibêjin teyisandina xwe di civakê de bi awayekê hîn xurttir dibîne. Di xeta ‘Jin jiyan azadî‘ ku gerdûnî û civakî bûyî re, rê li ber rastiyekê vedike ku ber bi civakbûyîna azad ve çûyîn e. Ev jî tê wateya gav bi gav mirina zilamê klasîk, avakirina jin û mêrên azad di din paradîgmayekê de. 
Di şexsê şoreşa jinan ya Rojhilat û Îranê da yekperestî li seranserê cîhanê hildiweşe. Ji wê boneyê tu desthilatek nikare bi dirûşmeyên ku hişmendiya mêrsalar îfade dike sîh bixe ser xeta ‘Jin jiyan azadî‘. Xeta ‘Jin jiyan azadî‘ hemû mafên siyasî, civakî, aborî, parastin û hwd. digire nav xwe û îfadeya jiyaneke azad û demokratîk ji bo hemû netewe û beşên civakê ye. Di serî de jin û ciwan, pêwîst e pir hişyar bin û nehêlin  dirûşmeyên weke ‘Mêr, welat, avakirin‘li qadên ku bûne dengê azadiyê were avêtin.
DEMA RÊXISTINA SÎSTEMA XWESER A JINAN E
Di nav kelecana berxwedanê de her dirûşmeyek, peyamek e, helwestek û îfadeya hişmendiyekê ye. Dîwarê hemû kolan û qadan, deriyê dibistan û zanîngehan bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî‘tên xemilandin. Dilê zarokên gelê me li kolanan bi ‘Jin jiyan azadî‘ lê dide, ruh û kelecana azadiyê sed qat xurtttir dike. Dayikên me, bi vê dirûşmeya efsûnî şehîdên xwe pêşwazî dikin. ‘Jin jiyan azadî‘ îrade û hestên her mirovekî zindî kirin û xwedî li nirx û hebûna xwe derdikevin. Êdî gelê me xwedî hêza xwebirêve birinê ye. Êdî her roj çileyê şehîdekî şoreşa azadiya jinan e, her roj wê li Kurdistan, Belûcistan, Ehwaz, Azerbaycan, Gîlan û Tehranê, li hemû bajaran dengê azadîxwazan qadan bihejîne û azadî û serkeftinê îlan bike. Êdî jin û ciwan bi şêwazekê rêxistinkirî tevdigerin, li hemû bajar û gundan komîteyên xwe ava dikin. Komên jinan, Kurd, Azerî, Belûç bi navên cuda bi hev re komîteyan ava dikin. Ev nîşaneya asta zanist û birêxistinkirina jinan e. Bihevrebûna jinên Kurd, Azerî, Belûç û Ereb destkeftî û wateya herî mezin a şoreşa azadiya jinan e, bihevrebûna gelan e. Êdî dema avakirina komîteyên bihêz ên jinan e, komîteyên parastina cewherî li hemû qadan e. Dema avakirina encûmenên jin li bajar û gundan e. Êdî jin xwe bi rêxistin dikin, xwe diparêzin û di hemû qadan da pêşeng in, ji wê boneyê dema rêxistina sîstema xweser a jinan e.
EV ŞOREŞ WÊ CÎHANÊ BI XWE RE AZAD BIKE
Wê şoreşa azadiya jinan, sîstema xwerêveberîya demokratîk ya Rojhilat û Îranê, bibe bingeha şoreşa civakî ya Rojhilata Navîn. Ev şoreş, wê cîhanê bi xwe re azad bike. Careke din em Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR, helwesta bi wêrekî ya jinan di asta cîhanî de ji bo şoreşa jinan li Rojhilat û Îranê  silav dikin, pir bi nirx dibînin. Ev şoreş ya hemû jin û gelan e, pêwîst e zêdetir û radîlkaltir xwedîderketin çêbibe. Em bi îdîan e ku heta serkeftin û azadiya hemû jinan li Îranê, tekoşînê di hemû qadan de xurttir û bihêztir bikin. Bi tekoşîna me ya hevgirtî, çi dibe bila bibe wê serkeftin û azadî teqez ya gelan be. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,957 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://www.amidakurd.net/
Gotarên Girêdayî: 16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 27-10-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Jinan
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 01-11-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 02-11-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 01-11-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,957 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!