Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,321
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Di Mem û Zîn û Nûbihara Biçûkan a Xanî de ergatîvî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zîmanê Kurdî
Zîmanê Kurdî
Di vê xebatê de em dê li ser ergatîviya ku di her du mesnewiyên Xanî ên bi navê Mem û Zîn û Nûbihara Biçûkan bisekinin bi awayekî akademîk û li gorî gramer û hevoksaziya di Kurdî ya Kurmancî de wan îzah bikin û aliyên wan ên ergatîvî derxin holê. Ergatîvî xusûsiyeteke zimanan e ku di hinek zimanan de heye. Ev xusûsiyet di Kurdî de tenê di demên borî (dema boriya diyar, dema boriya nediyar, çîrokiya dema borî, çîrokiya dema niha û çîrokiya dema bê) de di hevokên gerguhêz de derdikeve pêşberî me. Ji ber vê yekê zimanzanên Kurdî, Kurdî wekî zimanekî nîv-ergatîvî tesnîf dikin. Wekî ku tê zanîn Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî yekem mesnewiya edebiyata Kurdî ye. Vê mesnewiyê bi qedrê xwe ve pêşî ji muellifê xwe standiye û ji bo Kurdan û edebiyata Kurdî berhemek giranbuha ye. Em bi vê xebatê li ser vê mesnewiyê bisekinin û aliyê wê ê ergatîvî îzah û şîrove bikin. Digel vê em dê mesnewiya Xanî a duyem Nûbihara Biçûkan jî ji aliyê heman rewşê ve binirxînin.

Peyvên Sereke: Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Ergatîvî

Ergatîvî û Pênaseya Ergatîvîyê
Zimanzan di serî de heta niha di tesnîfkirina zimanan de li gorî hin taybetmendiyên zimanan, zimanan tesnîf dikin. Di tesnîfkirinê de taybetiya zimanan a akuzatîf (nomînafîf) ergatîf (absolutîf) ji bo zimanzanan hêmanên girîng in. Lewra gelek caran li gorî van taybetiyan ziman ji hev tên cuda kirin.

Ev her du hêman ango akuzatîfî û ergatîvî di hevoksaziya (sentax) Kurdî de hene. Taybetiyek zimanê Kurdî a girîng jî ergatîvbûna wî ye. Hevokên bi lêkerên gerguhêz hatîn saz kirin, ji hevokên bi lêkerên negerguhêz hatîn saz kirin cuda ne (Enstîtuya Kurdî, 1992: 10). Pêveber di dema fireh, dema bê, dema niha û di demên boriyên negerguhêz de dimîne di bin bandora kirdeyê de lê di demên borî (dema boriya diyar, dema boriya nediyar, çîrokiya dema niha û çîrokiya dema bê) yên hevokên gerguhêz de pêveber dimîne di bin bandora bireserê de. Di zimanên akuzatîfî de, kirdeya lêkera negerguhêz û kirdeya lêkera gerguhêz her wextî di rewşa xwerû de ne, lê di zimanên ergatîvî de, kirdeya lêkera negerguhêz xwerû, kirdeya lêkera gerguhêz di rewşa tewandî de ne (Lezgin 84 (nql: Polinsky). Mînakên hevokên akuzatîf û ergatîf:

Ez te dibînim.
Min tu dîtî.

Hevoka ewilîn hevokek akuzatîf e pêvebera/lêker hevoka akuzatîf maye di bin bandora kirdeyê de. Herçendî di hevokê de bireser hebe jî ji ber ku dema hevokê ne dema boriye bireserê tu bandor li ser hevokê çênekiriye. Lê di hevoka duyemîn de pêveber ango lêker maye di bin bandora bireserê de lewra dem dema boriya gerguhêz e. Yekjimarî û pirjimariya biresera hevoka gerguhêz ango hevoka ergatîvî li gorî pêveberê diyar dibe, pêveber qertafên yekjimarî û pirjimariyê digire. Çend mînak:

Min ew kuşt–.
Min ew kuştin.

Di hevoka yekemîn de kesek tenê ji aliyê kirdeyê ve hatiye kuştin û pêveberê ji ber yekjimariya bireserê tu qertaf ne standine lê di hevoka duyemîn de ji aliyê kirdeyê ve çend kes hatine kuştin û ji ber pirjimariya bireserê pêveberê qertafên pirjimariyê standine. Di dema niha, dema fireh û dema bê de pêveber qertafan nastîne ji dêvla wê bireser qertafên yekjimarî û pirjimariyê distîne.

Ez sêvê dixwim
Ez her roj sêvan dixwim.
Ez dê gulan bêhn bikim.

Di kêşana deman a di lêkerên gerguhêz de pêveber, bi berevajiyê Tirkî ne li gorî kirdeyê li gorî bireserê qertafan distîne; ji ber vê Kurdî zimanekî bi ergatîv e (Bulbul 13).
Di Mem û Zîn û Nûbihara Biçûkan a Ehmedê Xanî de Ergatîvî
Di mijara ergatîvê de bikaranîna derveyê standardizasyonê bi gelemperî li hêrema Serhed’ê tê dîtin lê ev yek ne tenê bi Serhedê ve girêdayî ye lewra ev bikarînan li Elih, Sêrt, Amed, Mêrdîn û hwd. tê bikar anîn. Herêma Şirnex û Colemêrgê ergatîva di Kurdî de li gorî standardîzasyona Kurdî bikar tînin. Herwiha ev mijar ketiye nava klasîkên Kurdî jî loma şairên ji van herêman ergatîva derveyî standardîzasyonê bikar tînin. Gava em li helbestên şairên wekî Melayê Cizîrî, Seyid Qedriyê Cizîrî, Eliyê Findikî û kesên wekî Perto Begê Hekarî ên ji herêma Şirnex û Colemêrgê dinêrin em bikaranînek dervyî standardîzasyonê nabînin. Lê di helbestên şairên herêmên din ên me li jorî dayîn de em bikaranînek derveyî vê yekê dibînin. Mesela ev yek ji mesnewiyên şairên din jî eyan e. Selîmiyê Hîzanî yê ku xwediyê mesnewiya Yûsuf û Zuleyxa’yê ji herêma Bidlîsê ye û ji navçeya wê ya bi navê Hîzanê ye. Em dikarin ji bo mînak ji Hîzanî beytek wiha bidin ku biergatîvî:

Paşî wehereng bi vê mealê
Mehbûs kir û min ewî di çalê. (Geverî 414)

Di vir de di risteya duyemîn de ergatîvî heye. Di vê risteyê de mehbûs kir pêveber, min kirde, di çalê cihnîşan û ewî jî bireser e. Lêker ango pêveber gerguhêz e loma bireser standiye. Kirde tewandî ye bireser jî tewandî ye lewra ji “ewî” qesd “wî” ye û cînavka wî jî jixwe cînavkek tewandî ye. Lê ya pêwist ew bû ku bireser xwerû ba lewra li gorî mijara ergatîvê lazim e kirde tewandî, bireser xwerû be. Wehereng di heman mesnewiyê de beytên 1160. û 2221. jî biergatîv in (Geverî 350-489). Bi heman awayî ergatîvî di medhiyeya Şêx Mihemed Can de jî dibore ku ev mehdiye Can ji bo birayê xwe Şêx Evdirrehmanê Axtepî nivîsiye. Şêx Evdirrehmanê Axtepî ji gundê Axtepe’ya (Aktepe) Çinarê ya navçeya Diyarbekir’ê ye (Tenik 127) û piştî Şêx Mihemed Can li Şam’ê destûrnameya xwendinê stendî hatiye Axtepê û di şûna kekê xwe ders daye feqiyan (Zinar 166). Di medhiyeyê de ergatîvî wiha derbas dibe:

Zenbê alem deynî alîkî şehîn
Vê jî, deynî alîyê dî în çunîn. (Zinar 168)

Beyt li ser kesê sêyemîn hatiye nivîsîn û dem dema borî ye. Di vê beytê de jî kirde veşartî ye jixwe kirde veşartî be jî ya lazim ji bom e bireser û pêveber e. Lewra çi qas kirde veşartî jî be em dizanin li gorî demê kîjan cînavk (tewandî, xwerû) dibe kirdeya veşartî. Di vê beytê deynî (lêkera danîn) pêveber, bireser jî vê ye. Lêker ango pêveber gerguhêz e bireser stendiye lê bireser tewandî ye lazim bû bireser xwerû ba lewra ji qesdê diyar e ku kirdeya veşartî tewandî ye. Bikaranînek wiha di navbera kirde (veşartî, diyar ne muhîm e lewra ji qesdê diyar dibe) bireser û pêveberê de lihevnekirinek derdikeve holê.

Herwiha di mesnewiya Xanî de jî ergatîvî di çend deveran de derbas dibe. lazim e em bînin ziman ku ergatîvî di nav klasîkên Kurdî de di nava mesnewiyan de derdikeve pêşberî me. Lewra di mesnewiyan de dema borî heye û ji bo dîtina ergatîvê mesnewiyên tahkiyeyî/bûyerî muhîm in. Di mesnewiyên Xanî Mem û Zîn û Nûbihara Biçûkan de ergatîvî di çend de deveran heye. Jixwe Mem û Zîn mesnewiyek tahkiyeyî ye loma gelek asayî ye ku di nav de hebin. Di Nûbihara Biçûkan de jî Xanî şîret kirine di bin beşên şîretan de dest bi dersê kiriye. Di nav wan şîretan de cihek biergatîvî heye. Niha em dê van beytên ku biergatîvî nîşan bidin

Enguşteriyê di wan evan e
Înane me wê ji bo nîşan e. (Zêrevan 99)

Di vê beytê de risteya duyemîn de ergatîvî heye lewra ji koma cînavkên tewandî du heb hatine bikarînan. Lazim e kirde tewandî û bireser xwerû bibûya. Di vê hevokê de înane pêveber, me kirde, wê bireser e lê bireser jî wekî kirdeyê tewandî ye lazim e bireser li gorî standardîzasyonê xwerû bibûya. Dema hevokê dema borî ye lêker gerguhêz e û di hevokê de bireser jî hatiye dayîn. Li gorî mijara ergatîvê lazim e bireser ji koma cînavkên xwerû ba.

Çawa ji nubuwetê bi qal e
Metleb ji welayetê wî ‘hal e. (Cîhanî 758)

Çawa ji nubuwetê bi qal e [wî] ji welayetê metleb ew hal e. Di vê beytê de kirdeya veşartî heye lê gava em kirdeyê lê zêde bikin bi awayê hevokî wiha dibe. di vê beytê de metleb (tişta tê daxwaz/teleb kirin) pêveber e, kirde veşartî ye û bireser jî wî ‘hal e ye. Herçendî kirde nehatibe bikarînan jî em dizanin ku kirde ji koma cînavkê xwerû ye lewra gava em kirdeyê dixin nava beytê em dibînin kirde naçarî dibe cînavka ji cînavkên tewandî. Jixwe em kirdeyê lê zêde nekin jî cînavka wek bireser hatî bikarînan ne li gorî standarta ergatîvê ye. Lewra lazim e cînavka ku di cihê bireserê de tê bikarînan xwerû be. Ji ber ku gava di hevokek bigerguhêz de bireser tewandî be ergatîf derdikeve holê. Em bi vê dibînin ku di vê beytê de ergatîva ne li gorî standartê heye. Hinek beytên Xanî hene ku gava meriv dixwîne eger bi baldarî lê nenihêre dibêje qey ergatîvî tê de heye lê ne wisa ye loma lazim e mirov Xanî pir bi baldarî bixwîne. Mînak ev beyt mirov dibe ser wê fikrê:

Em çûne ‘huzûrê mîrê mîran
Wî ‘hakimê ‘hakim û feqîran. (Cîhanî 730)

Di vir de risteya duyemîn de “Wî ‘hakimê ‘hakim û feqîran” dibe ku ew cînavka “wî” serê mirov tevlîhev bike lê gava insan bala xwe bidiyê ya yekem lêkera çûn negerguhêz e ya duyem ji ber vê yekê bireser tune ye û ya sêyem lazim e beyt wek hevokekê bête xwendin da ku qesd diyar bibe. Eger rast bê xwendin pêwist e “ Em çûn huzûra/ê wî mîrê mîran û hakimê hakim û feqîran” wiha bê xwendin. Ji bo ku xelet neyêt xwendin pêwist e bi baldarî bête xwendin.

Sed cariye û Sitî û dayîn
Hilgirtin ewê bi resm û ayîn. (Zêrevan 253)

Di vê beytê de kirdeya me sed cariye û Sitî û dayîn e, hilgirtin pêveber e û ewê jî bireser e. Kirde tewandî ye lewra eger em kirdeyê bikin cînavka tewandî “wan” jî, dîsa wate xira nabe û heman wate derdikeve holê. Yanî kirde di her rewşê de tewandî ye. Biresera “ewê” jî di eslê xwe de “wê” ye. “E” ya pêşiya cînavkê jî devokî ye û ji bo bilêvkirinê li hinek herêman têt bikarînan lê di Kurdî ya nivîskî de ew nayêt şixulandin. Yanî bireser di eslê xwe de dibe “wê” û bireser jî wek kirdeyê tewandî ye lê ya lazim ew e ku di mijara ergatîvê de kirde tewandî û bireser xwerû be. Yanî eger em hevokê rast bikin dibe “Sed cariye û Sitî û dayîn[an] ew bi resm û ayîn hilgirtin”. Yanî wan ew bi resm û ayîn hilgirtin. Wekî em dibînin kirde û biresera vê beytê tewandî ne.

Mîrê ko mirin hebit ne mîr e
Me’zûlî hebit ewî esîr e. (Zêrevan 260)

Ev beyt ji du hevokan pêk tê herdu riste bi serê xwe hevokek in. Herdu jî hevokên navdêrî ne. Di vê beytê de ya girîng risteya duyem e lewra ew hişê mirov tevlîhev dike. Herçendî ev herdu riste wekî du hevokan bin jî di eslê xwe de bi hev ve girêdayî ne lewra di herduyan de qest mîr e. Em dikarin vê beytê wiha bixwînin “Mîrê ko mirin hebit ne mîr e mîrê ko me’zûlî hebit ewî esîr e”. Loma divê em jibîr nekin ku peyva mîr ji bo herdu risteyan/hevokan kirde ye ango qesd mîr e. Di risteya duyem de kirde veşartî ye lê gava em kirdeyê lê zêde bikin an jî kirdeya veşartî diyar bikin em dibînin ku kirde dibe cînavka “wî”. Di risteya duyem de peyva “esîr e” pêveber, kirde veşartî ye û “ewî” bireser e. “Me’zûlî hebit” jî di hevokê de erga şert û mercê digire. Her çi qas kirde nehatibe bikaranîn jî lazim e bireser xwerû be lê bireser tewandî ye. Jixwe gava em hevokê dixwînin hişê me kirdeya veşartî wekî cînavkek tewandî qebûl dike.

Di fesla nûbiharê digel yarê biçin geştê
Ji ew xweştir umur nabit li min ew hal qewî xweş tê. (Yıldırım 21)
Di vê beytê de di risteya yekem de ergatîvî tune ye lê di risteya duyem de ergatîvî heye. Di pirtûkên gramera Kurmancî de gava daçek pêşiya cînavkan tên wan ditewînin û bi vi awayî di hevoksaziya Kurmancî de daçek bandorê li ser cînavkan dikin. Mînak Celadet Elî Bedirxan di pirtûka xwe a gramerê de mînakek wiha daye:

Min ji te re got […] (Bedirxan-Lescot 314)
Herwiha gava lêkerek gerguhêz jî tê pêşiya cînavkan wan ditewînin di hevokên bi vî awayî de bandora li ser cînavkan bandora lêkera gerguhêz e. Bo ninûne:
Min got wî […] (Bedirxan-Lescot 109)
Lêkerên negerguhêz jî gava tên pêşiya cînavkan paşgira “e”yê distinîn û cînavkê ditewînin. Carînan “e” ya paşgir nayêt xwendin lê gava nayê cwendin di bilêvkirinê de astengî derdikeve. Bo nimûne:

Min gote te.
Wekî ji van mînakan jî em dibînin ku hem lêkera gerguhêz hem daçek hem lêkera negerguhêz gava paşgira “e” yê distînin û gava tên pêşiya cînavkan wan ditewînin bandorê bi vî awayî di hevoksaziya Kurmancî de dikin.

Di beyta Xanî a ku di Nûbihara Biçûkan de di risteya duyem de daçeka ji pêşiya cînavka “ew”ê hatiye lê cînavk wekî xwe maye ne tewiyaye lê li gor ku van mînakên me dîtîn jî ya lazim ew bû ku cînavka “ew” tewiyaba û biba “wê”. Jixwe di heman risteyê de em dibînin ku daçeka “li” hatiye pêşiya cînavka “ez”ê û ew tewnadiye û kiriye “min”. Her çi qas ev teşeyên bikaranînan li gorî wezna nivîsandina beytan hatibin tercîh kirin jî ne li gorî standadîzasyona gramera Kurmancî ne. lê ji bo îzahkirina van xalan lazim e bi awayekî hûrgilî ji aliyê zimanzanên Kurdî ve xebat li ser wan bête kirin. lewra ev yek ji bo Kurdî gelek mhîm e û bikaranîna cînavkan di mesnewiya Xanî de piçek tevlîhev e.

Encam
Ergatîvî taybetmendiyek zimanan e ku ev taybetmendî zimanan ji hinek aliyan ve ji hev cuda dike. Bi vê ergatîvê ye ku em dizanin zimanê Kurdî herçendî bi zimanê Farisî ve di heman malbatê de be jî zimanê Kurdî ji vî aliyî ve ji zimanê Farisî cuda ye. Di Kurdî de ev yek wekî nîv-ergatîvî tê bin av kirin lewra di Kurdî de ergatîvî tenê di demên borî de derdikeve pêşberî me. Ziman taybetmendiyên xwe piştî wextekî nastînin û ev taybetmendî di nav zimanan de her hene ne tiştek pişt re ketî nav zimanan e. Kurdî jî wekî ku di van mînakên me dayîn de jî xuya dike ji mêj ve heye. Ev ergatîviya mesnewiyan me li gorî kitabên gramera Kurmancî tespît kirin û îzaha wan kir. Herdu mesnewiyên Ehmedê Xanî de ev yek derbas dibe û me ev bi şairên din jî mesned kir.
Lazim e xebatek bi hûrgilî li ser edebiyata Kurdî bête kirin ku ziman di edebiyatê de bi awayekî vekirî derdikeve pêşberî me. Edebiyat ji bo zimanekî arketîp in ku hemî taybetmendiyên zimanan ji edebiyatê diyar dibin. Me di vê xebatê de xwast dest bavêjin ser têkiliyek ziman û edebiyatê û li gor zimanê mesnewiyan meseleya ergatîvê îzah û şîrove bikin. Bi hin xebatên birêkûpêk bawer dikim ev mijar dê ronahîtir bibe.

Çavkanî:
Bedir Han, Emir Celadet & Lescot, Roger. (1971). Kürtçe Grameri (Kurmanci Lehçesi), Paris: Institut kurde de Paris
Bülbül, İsrafil & Bülbül, Mikail. (2009). Anamneza bi Kurmancî. Diyarbakır: Diyarbakır, Tabip Odası Yayınları
Cîhanî, Perwîz. (2013). Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî. İstanbul: Nûbihar
Enstîtuya Kurdî. (1992). Kürt Dilini Tanıyalım. Stenbol: Enstîtuya Kurdî
Geverî, Ayhan. (2013). Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî. İstanbul: Nûbihar
Lezgîn, Roşan. (2015). Kürtçe’de Akuzatif-Ergatif Özellik. Bingöl Üviversitesi Yaşayan
Diller Enstitüsü Dergisi. (neql ji: Maria Polinsky) Cilt1, Sayı: 2 ss. 82-95
Tenik, Ali. (2015). Tarihsel Süreçte Kürt Coğrafyasında Tasavvuf ve Tarikatlar. İstanbul:

Nûbihar
Yıldırım, Kadri. (2014). Ehmedê Xanî Külliyatı VI Dîvan. İstanbul: Avesta
Zêrevan, Arif. (2004). Memozîn. Stockholm: Nefel
Zinar (Kaya), Zeynelabidîn. (1991). Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî. Stockholm:
Yekîtiya Nivîskarên Kurd[1]
Zeydin GÜLLÜ

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,156 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://kovarabir.com
Gotarên Girêdayî: 26
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 28-02-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Perwerde
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 27-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 28-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 31-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,156 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.281 çirke!