Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,337
Wêne
  124,191
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,111
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
Rabihûrîya bikaranîna alfabeya latînî û xebatên sereke yên li ser ziman û berhemên nivîsandî yên kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ziman û berhemên nivîsandî yên Kurdî
Ziman û berhemên nivîsandî yên Kurdî
Bi munasebeta vê rojê, dixwazim li ser dewra sereke ya çapkirina eserên kurdî, xebatên li ser nivîsandina kurdî û alfabeyê bikim. Babeteke girîng a weşanên salên destêka 1900î, nivîs û gengeşeyên li ser xebata ziman û eserên kurdî ye. Di vê çarçoveyê de; ji nû ve çapkirina berhemên klasîkên kurdî, nivîs û nûçeyên di derheqê xebatên rêxistinên kulturî û sîyasî yên kurdan de, sansora li ser zimanê kurdî, meseleya şêwe û dîyalektan, hewldanên standartkirina zimanê kurdî û çêkirina alfabeyeke nû, babetên tewr girîng ên nivîs û nivîskarên weşanên wê demê bûn.
Feqet îro dema ku behsa bikaranîna alfabeya latînî ji bo nivîsîna zimanê kurdî bête kirin, pêşîyê Celadet Bedirxan tête bîra me. Bêguman di pêkanîna şiklê dawî û tetbîqkirina vê alfabeyê de para Celadet Bedirxan û ekola Hawarê gelek zêde ye. Lêbelê di kudandina vê rê de keda gelek mirovên berîya wî jî hene, divê ew jî bêne bi bîrxistin û ev encam, wek pêvajoyeke gehiştî û kolektîf bête dîtin. Lewra li ser vî babetê nêrînên cihê cihê hene.
Qedrî Cemîl Paşa, di bîranînên xwe de li ser rabirdûya xebata bikaranîna alfabeya latînî û gengeşeyên li ser vî babetê dibêje:
“Pêşniyara qebûlkirina tîpên (herfên) latînî, cara yekemîn di sala 1913 yê de ji layê memurê posteya Stenbolê Fewzî Beg ve hatîye kirin ku bi xwe jî endamê Komela Hêvî bû. Her weha Dr. Abdullah Cevdet jî di nivîsên xwe yên nav rûpelên kovara Rojî Kurd de ji bo nivîsandina zimanê kurdî pêşniyara bikaranîna alfabeya latînî dike û dibêje tîpên erebî nikarin bi temamî zimanê kurdî îfade bikin.”
Dr. Abdullah Cevdet di hejmara yekem a Rojî Kurd de li ser girîngî û pêdivîya perwerdeyî û guhartina alfabeyê weha dibêje:
“Divê rêjeya xwendin û nivîsandina kurdan bi kêmtirîn bigîje 40%. Ya din, divê zarokek 7-8 salî, tewr zêde di nav mehek de fêrê xwendin û nivîsandinê bibe û karibe rast bixwîne. Ji bo pêkanîna vê jî, divê dev ji herfên kevnare bête berdan û yên nû bêne qebûlkirin.”
Dema em bala xwe bidin nav rûpelên Rojî Kurd, dîyar dibe ku li ser alfabeyê gelek gengeşî çêbûne û pêşnîyar hatine kirin. Digel pêşnîyarên li jorê, nivîskarê Rojî Kurd Mesudê Silêmanîyeyî jî îşaret û herekeyên alfabeya erebî wek bargiranîyeke dijwar dibîne û pêdivîya nûkirina alfabeyê tîne ziman û dibêje:
“Ji bo hînkirina 33 herfan, ji dusedî zêdetir şekil ji xwendevanan re têne nîşandan. Ev, xwendevan û mamosteyan gelek diwestîne û pêdivîya performansek gelek zêde ji wê re divê. Bi giştî sebebekî nezanîyê jî ev e.
Çareserîya vê yekê jî; divê di destpêka perwerdeyîyê de ji bo her herfekê tenê şiklek bête destnîşankirin û dest ji yên din bête berdan.”
Wê demê komeleyek bi navê Îlîmlerîn Genelleştîrîlmesî ve Harflerîn Dûzenlenmesî Cemîyetî [Cemîyeta Belavkirina Îlim û Serrastkirina Tîpan] hebû û ew jî tevlî van gengeşeyan dibe û ji bo rêvebirên kovara Rojî Kurd pêşnîyarek wisa dikin:
“Sebebê tewr girîng ê paşvemayina me, kêmasîya herfên (tîpên) me ye. Heta roja îro li ser vê babetê gelek dîtin hatine pêşkêşkirin; beşekî gotine bila herfên latînî, ermenî bêne qebûlkirin û beşekî din jî vê pêşniyarê wek xeterîyek dîtine û gotine bila herfên erebî yên ku ji alîyê alema îslamî ve têne bikaranîn bêne sererastkirin û qebûlkirin…
Bi dîtina me, zimanê kurdî, bi herfên dervayê alfabeya erebî bête nivîsandin, dê ziman bête xerakirin. Ji ber vê yekê, ji bo zimanê milletên misilman qebûlkirina alfabeyên bîyanî, ne munasib e; xeternak e. Em nabêjin ne mimkun e, em dibêjin ne munasib e. Ger ji vê xeternakîyê nebe, dikare mimkun be. Ji ber vê yekê, divê herfên erebî li gorî zimanê hemû milletên misilman ji nû ve bêne sererastkirin.”
Li ser meseleya alfabeyê, M. S. Azîzî jî di hejmara duyemîn a Rojî Kurd de, pêşnîyarên Cemîyeta Belavkirina Îlim û Serrastkirina Tîpan erênî dibîne û dibêje:
“Meseleya lêkolandin û amadekirina alfabeyeke hêsan û nû ya ji bo kurdî, berdewamî serê min meşxul kirîye; ez wisa bawer dikim ku pêşnîyara Cemîyeta Belavkirina Îlim û Sererastkirina Tîpan a li ser alfabeyê, ji her kesî bêtir bi kêrî me kurdan tê.”
Di heman hejmara Rojî Kurd de Modanî Xelîl ku bi kurteya “M. X.” nivisindîye dibêje: “Elîfbayek li ser tarzekî nû lazim e.”
Ji Rojî Kurd şûn ve di nav kovar û rojnameyên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestîyê de jî li ser alfabe, zimanê kurdî, sansura li ser nivîsandina kurdî, perwerdeyî û çapkirina berhemên klasîk ên kurdî nirxandin û pêşniyarên ciyawaz hatine kirin.
Sansur, wê demê jî babeteke girîng a çapemenîyê bû û bi taybetî nivîsên kurdî jî hatine sansurkirin. Dema em bala xwe bidin hin hejmar û rûpelên weşanên wê demê, dîyar dibe ku valayî di nav de heye û ew valayî ji ber sansur û qedexeya li ser zimanê kurdî bû. Li ser meseleya sansurê, di hejmara 29ê Nîsan 1919 ya Serbestîyê de weha hatîye gotin: “Ji ber ku di nava îdareya matbûatê de mutercîmekî şarezayê zimanê milletê kurd nîne, gelek astengî li pêşîya neşriyata kurdî çê dibe. Ji ber vê yekê, roja bihûrî, helbesteke kurdî ji nav rûpelên rojnameya me hatîye sansurkirin.”
Ji ber vê sansurê, di nav rûpelên Serbestî de bi navê “Neşrîyata Kurd” daxuyanîyek hatîye belavkirin û dibêje:
“Ji alîyê îdareya sansurê ve helbesteke kurdî ji nav rojnameya me hatîye derxistin. Helbest bi tevî tercumeya xwe hatibû nivîsandin û rakirina wê ne li gorî teamulên heyî bû. Gelek rojname 20-30 rêzik û qitayên bi zimanê fransizî û farisî çap dikin û rastî tu astengîyekî nayin, em hêvî dikin ev qaîde ji bo neşriyata me jî bêne tetbîqkirin.”
Digel van rexne û balkêşîyan, di nav rûpelên weşanên kurdan de gengeşe û nivîsên li ser vê babetê têne domandin. Naveroka paneleke CTKê bi sernivîsa “Di heqê #zimanê kurdan# de” weha hatîye ragehandin:
“Ji alîyê xortê çeleng ê kurd Abdurehman Rehmî yê Hekarî ve, do li navenda Cemîyeta Tealîya Kurdistanê li ser girîngîya ziman û pêşxistina qabîlîyeta kurdî panelek muhîm hate sazkirin.
Axaftvanî hinek berhemên şaîrên kurd bi dûr û dirêjî tetkîk kirin û li ser kultura neteweyî ya kurd, hin esasên balkêş dane dîyarkirin.”
Du roj piştî belavkirina vê nûçeyê, li Stenbolê di navenda CTKê de, komîsyonek taybet ji bo lêkolîn û çapkirina eserên alim û şaîrên kurd tête damezirandin. Di nûçeyê de hatîye gotin ku “Hin zatên îlmîye û mûlkiyeyê hatine wezîfedarkirin ku di heqê eserên îlmî yê kurdî de xwedî malumat in. Vê komîsyonê, lêkolînên xwe yên li ser Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî temam kirine. Heşt formayên vê eserê hatine çapkirin û yên mayî jî di demeke kurt de têne çapkirin. Mem û Zîn, şaheserekî edebîyata klasîk a kurd tête qebûlkirin.” Mem û Zîn, bi vê çapê, cara yekemîn dikeve nav lewheyên matbeayê.
Li ser xebatên standartkirina zimanê kurdî û hewldanên Cemîyeta Neşrê Mearîf ê Kurd [Komela Kurd a Belavkirina Zanînê], di hejmara 480ê ya Serbestîyê de, bi sernivîsa “Tedvîna lîsanê kurdî” [Standartkirina zimanê kurdî] nivîseke wisa hatîye belavkirin:
“Piştî îlankirina Meşrûtîyetê, ji bo îsleh û standartkirina kurdî, Komela Kurd a Belavkirina Zanînê û hin rêxistinên din hatibûn damezirandin. Van rêxistinan di dema destpêkirina Şerê Giştî de xebat û weşana xwe dabûn rawestandin. Ji dawîhatina Şerê Giştî şûn ve, van rêxistinan bi belavkirina kovara Jînê, dest bi berdewamkirina xebata berê kirine.
Komela navborî ji berê ve dixebite ku li ser esasê cihê nivîsandina herfan, gramereke zimanê kurdî binivisîne û bide çapkirin. Alfabe hatîye amadekirin û hetanî çend rojên din dê bête çapkirin. Alfabeya ku nûha tê çapkirin, ji alfabeya berê bêtir mifedar û mukemeltir e. Em mûteşebbîs û nivîskarên wê pîroz dikin.”
Kamuran Bedirxan jî di nivîsa xwe de behsa girîngîya xebata vê komelê û karê standartkirina zimanê kurdî dike û dibêje: “Ew milletên ku zimanê xwe reforme bikin, qaîdeyên gramera xwe sererast bikin, herfên sade û sivik çêbikin û pê binivisînin, asteng li ber îstiqbal û pêkhatina hêvîyên wan namînin.” Nivîskar di çarçoveya vê dîtinê de, bala komîsyona navborî dikişîne li ser van xûsusiyetan û dibêje:
“Xusûsiyetên tewr girîng ên ku komîsyon dîqet bike ev in: 1- Alfabeya ku ji bo xwendin û nivîsandina kurdî bête duristkirin, divê gundî jî karibin di demeke kurt de bi wê alfabeyê hînê xwendin û nivîsandinê bibin. 2- Meseleyek tewr dijwar jî, şikil û rêbaza alfabeyê ye; gelo ev alfabe dê ji milê çep ber bi milê rast ve yan ji milê rast ber bi milê çep ve bête nivîsandin. Dema em bala xwe bidin girîngîya vê babetê, divê em bi hîssa faalîyetek azamî û têgehîştinek nûjenîyê tevbigerin.”
Li ser vê babetê gengeşeyek balkêş jî, meha Tebaxa sala 1919yê di navbera Noel û şanda wî ya kurd de çêdibe. Di rêwîtîya Meletiyê de, li ser zimanê kurdî du xusûsiyetên balkêş dibin meseleya rojeva gengeşîya Noel û endamên heyeta wî ya kurd; cûdatîya şêwe-dîyalektên kurdî û alfabeya nivîsandina kurdî. Ji ber ku bi rêya Entab û Meraşê re diçûn, dema heyet digîje qeza Pazarciq a Meraşê, tiştekî girîng bala Noel dikşîne, dibîne ku axaftvanên şêwe û dîyalektên van herêman û yên herêmên din ên Kurdistanê bi hêsanî hev têdigîjin. Lewra endamên heyeta wî yek ji Botan, yek ji Hekarî û yê din jî kurdê Diyarbekirê bû, di têkilî û hev têgihîştina wan û yê van herêman de tu problemk tune bû. Li ser vê yekê Noel dibêje:
“Bi pirranî dihat gotin ku zimanê kurdî zimanek têkel e, li gorî herêman diguhere û hev tênagîjin. Rast e, baba kurdî ya ku li başûrê rojavayê Kurdistanê tête axaftin, di navbera wê û kurmancî de ferq heye, lê ku em bêjin şêweyên cûda yên kurmancî di esasê de ji hev cûda ne, ev nerast e. Li nik min kurdên Botanî, Hekarîyî û Dîyarbekirî hene, ew di navbera xwe de û bi kurdên tewr bakurê Kurdistanê re bi rehetî hev têdigîjin. Di nav çend hefteyan de dikarin bi temamî wekî kurdên binekî yên li vê deverê biaxivin. Ferqa bingehîn a di navbera axaftina wan de, bikaranîna tîpên dengdêr in.”
Xûsusiyetek din jî bikaranîna alfabê ye;

“Noel dibêje, min notên xwe yên li ser zargotinên herêmî yên kurdî bi alfabeya latînî dinivîsand û hevalên min ên kurd jî bi alfabeya erebî dinivîsandin. Bi tevî ku ez hîn baş bi kurdî hîn nebûbûm jî, di dema xwendinê de, min ji wan baştir dengên kurdî derdixist û xwendina min jî ji ya wan bêqisurtir bû. Wê demê min têgehîşt ku herfên erebî ji bo tîpên dengdêr ên kurdî têr nakin û ne bes in. Piranîya wan ciwanan bawer dikir ku tîpên latînî bêtir dikarin dengên kurdî derbixin û dixebitîn ev dîtinên hanê li Kurdistanê jî bêne qebûlkirin. Lêbelê neslên berîya wan û ulema, ji ber sebebên dînî, li hemberê gorandinek weha ne.”
Encam û gengeşeyên rêwîtîya serdana Meletiyê, di serê Celadet Bedirxan de fikra bikaranîna alfabeya latînî ya kurdî peyda dike. Celadet Bedirxan bi xwe jî li ser bihûrîya peydabûna fikra alfabeya latînî ya kurdî dibêje:
“Ev elfabeya hanê ku îro em zimanê xwe pê dinivisînin paşîya xebateke salinên dirêj e.
Di sala 1919an de me da bû çiyayên Meletiyê. Em ketibûn nav eşîra Reşiwan. Mêcer Noel jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî bû, dixebitî ko hînê zarê bakur bibe û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin.

Carinan me çav li nivîsarên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilêvkirineke biyanî, lê bi dişwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (û, و) ji (o, و) û (î, و) ji (ê, ى) h. p. derdixistin diketim ber hezar dişwarî. Ma çima?.. Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî. Êdin min bikarîya destnivîsa xwe paş hezar salî jî bê dişwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihat sekinandin.”
Piştî van nirixandin û gengeşeyên dûr û dirêj, cara pêşîn di sala 1928an de li Erîvanê yekemîn pirtûka kurdî ya bi alfabeya latînî hatîye çapkirin. “Elfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî cara ewilî di sala 1928an de li Ermenîstanê ji teref nivîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Maragulovê Asûrî ve hatîye çêkirin. Ji alîyê hikumeta Ermenîstanê û herweha hikumeta yekîtîya Sovyetê ve jî hatiye pejirandin.
Di sala 1929an de bi vê elfabeyê pirtûka perwerdekirina zimanê kurdî hat weşandin. Navê vê pirtûkê “Xo xo hînbûna xwendina nivîsara kurmancî” bû. Ev pirtûka hînker li Erîvanê hat weşandin. Divê bê zanîn ku ev pirtûka kurdî, pirtûka bi tîpên latînî ya pêşîn e li cîhanê. Ev pirtûk, niha di pirtûkxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ye.”
Ev pêvajo bi van gengeşî û pêşnîyaran digîje hetanî destpêka salên 1930an. “Di sala 1931ê de li Şamê di mala Elî Axayê Zilfo de civînek tête darxistin û Celadet Bedirxan, Hemzeyê Miksî, ji kurdên Şamê Musa Beg û Ekrem Cemîlpaşa wek lijneya amadekirina elîfbaya kurdî/latinî dihêne hilbijartin. Ligel vê yekê, ji layê hevalan de çend elîfba hatine derxistin.”
Nûredîn Zaza sala 1931ê digel kekê xwe Dr. Nafîz ji Helebê diçin Şamê û li wê derê dibe temaşevan û guhdarvanê gengeşeyên li ser alfabeya latînî/kurd. Dibêje: “Celadet Bedirxan, elfabeya kurdî, bi tîpên latînî, pêk tanî û dil dikir ko bi van kovarekê derêxe. Ekrem Cemîl Paşa, hemzeyê Miksî û hinekên din tê de pir kêmanî didîtin û bi hişkî lê radibûn. Lê, rehmetî Celadet bi gelek zimanan dizanî, pir li Ewropa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û hûner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitî ko şaşîyên xwe binase, elfabeya xwe li gora dengên zimên û ji şîwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehîn derêxe. Ew ji zû da li vî tiştî hûr dibû, lê li Şamê ev karê ha bûbû mijûlayîya wî ya hergavî. Di sala 1932an de, piştî ko elfabeya xwe danî û rêzimanek jî dirust kir” , dest bi derêxistina kovara Hawarê kir.
Ev gengeşîyên ku berîya bîst salan dest pê kiribû, di sala 1932yan de digîje radeyek bilind û dibe pêngavek nû. Bêguman ev radeya nû jî, encam û berhemê ew gotar û gengeşeyên berîya bîst salan bû.
Piştê ku alfabeya latînî di kovara Hawarê (1932-1943/ 57 hej.) de hate ceribandin û qebûlkirin, paşê kovarên wekî Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946/ 73 hej.) û Stêr (1943-1945/ 3 hej.) jî bi vê alfabeyê hatin weşandin. Îro, ziman û dîyalektên kurdî, pirranî bi vî alfabeyê têne nivîsandin, bi taybetî jî di nav kurdên bakur û rojavayê Kurdistanê û dîasporayê de tête bikaranîn.
Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007, r. 138
Abdullah Cevdet, Bir Hitap [Xîtabetek], Rojî Kurd, h: 1, 30ê Gulana 1913, Weşanên War, Dîyarbekir, 2007, r. 16-17
Suleymaniyeli Mesud, Harflerimiz ve okuma kolaylığı, Rojî Kurd, no: 1, 6 Heziran 1329 (1913), Weşanên War, İstanbul, 2002, r. 29
İlimlerin Genelleştirilmesi ve Harflerin Düzenlenmesi Cemiyeti, Rojî Kurd mecmuası yüce müdürlüğüne, Rojî Kurd, no: 2, Weşanên War, İstanbul, 2002, r. 56-57
M. S. Azîzî, Harflerimiz ve okuma kolaylığı, Rojî Kurd, no: 2, 6ê Temûza 1329 (1913), Weşanên War, İstanbul, 2002, r
M. X., Ziman, Rojî Kurd, no: 3, 6ê Temûza 1329 (1913), weşanên War, İstanbul, 2002, r. 88
Serbestî, Kürd sansürü [Sansora kurdî], no: 480, 29 Nisan 1919
Serbestî, Kürdçe yazılar [Nivîsên kurdî], no: 480, 29 Nisan 1919
Serbestî, Kürd lisanı hakkında [Li ser zimanê kurdî], no: 477, 26ê Nîsana 1919
Serbestî, Kürd eserleri tetkik komisyonu [Lijneya lêkolîna eserên kurdî], no: 479, 28 Nisan 191
Serbestî, Kürd lisanının tedvini [Standartkirina zimanê kurdî], no: 480, 4 Mayis 1919
Kamuran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd lisanı [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî], Serbestî, no: 486, 5ê Gulana 1919
J. b.. 5ê Gulana 1919
Edward William Charles Noel, Kurdistan 1919, Weşanên Avesta, İstanbul, 1999, r. 22-23
J. b., r. 23
Celadet Bedirxan, Pêşgotinek, Hawar, hejmar: 13, 14yê Çileyê-Berê 1932, Weşanên Nûdem, cild: 1, Stockholm, 1998, r. 263
Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007, r. 138
Dr. Nûredîn Zaza, Pêşgotin, Hawar (1934-1943), h.: 24-57, çapxanên: Mindik el- Mibkî, Teraqî, Şam[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,420 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://kovarabir.com
Gotarên Girêdayî: 15
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-10-2019 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 27-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 28-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 31-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,420 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.359 çirke!