Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,709
Wêne
  123,361
Pirtûk PDF
  22,044
Faylên peywendîdar
  124,667
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Mehmed Mîhrî Hîlav û Kovara Kurdistan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Seîd Veroj
Seîd Veroj
Warê jidayikbûn û binemala Mehmed Mîhrî:
Mehmed Mîhrî, lawê Mele Evdilayê Mele Mehmûdê Deşî ye, Mele Mehmûd jî lawê Mela Mehmed e û ew jî lawê Ehmedê Gewre yê nevîyê Muzeferxanê Ciwanro ye. Dayika wî, keça Seyid Şehabeddînê Talsî ye. Mehmed Mîhrî, li bajarê Sinê û gundê Deşîyê ji dayik bûye. Malbata Mehmed Mîhrî bi eslê xwe xelkê rojhelatê #Kurdistan#ê ye, ciyê daniştina malbatê bi navê Gulamber tête nasîn û ciyekî havîngeh ê herêmê ye.
Li gor gotina lawê wî Selaheddîn Hîlav jî: “Mehmed Mîhrî Beg li Sinê ji dayik bûye (1885), deh (10) xuşk û birayên wî hebûn; dido ji wan keç û yên din jî lawîn bûn.” Ji ber ku du keçên wan di piçûkayîya xwe de mirine, heşt (8) zarokên Mela Evdilayê Miftî li heyatê man e.
Xatû Ozra,
Mehmed Mîhrî,
Mele Mehmûd Miftî,
Mihemed Reşîd Xalidî,
Mihemed Seîd Miftî,
Evdirehman Miftî,
Mihemed Xalid Miftîzade,
Mihemed Sadiq Miftîzade
Mehmed Mîhrî zarokê duyemîn ê Mele Evdilayê Miftî ye.
Malbata wan îro jî li rojhelatê Kurdistanê navdar e û bi navê malbata “Miftîzade” têne nasîn. Gelek endamên vê malbatê ji doza rewa ya milletê kurd re xizmetên pîroz kirine.
Mihemed Mîhrî, di 17 salîya xwe de ji ber hin nakokîyên malbatî terka cî û warê bav û kalan dike. Ji bajarê Sinê ve, berê xwe dide bakurê Kurdistanê û tê herêma Serhedê. Li Wanê di medreseya Xorxorê de xwendina xwe dom dike. “Demek li bajarê Qersê dimîne û paşê diçe Erzerumê. Ji wir ve jî, di destpêka sala 1911 de bi riya Trabzonê re derbasê Îstenbulê dibe.” Li gor gotina kurê wî Selaheddîn Hîlav, ew di bîst salîya xwe de hînê zimanê turkî dibe.
Li Îstenbulê di Medreseya Fatîhê de ji nav 150 xwendevanan bi pileya yekemînî xwendina xwe temam dike û bi alîkariya mamosteyê xwe Husên Hûsnî Efendî yê ku wê paşê bibe xezûrê wî, sala 1912yê di heman medresê de dibe dersîam.”
Bi alîkariya Babanzade Îsmaîl Heqî, dest bi xwendina Darûlfûnunê dike û Koleja Hiquqê dixweyne. Sala 1921ê bi sicîl nimuroyê 1038 qeyda xwe li Baroya Îstenbulê çêdike. Ji alîkî ve karê dersîamîyê û ji aliyê din ve jî parêzerîyê dike.
Keça wî Lamîa Hîlav jî dibêje: “Bavê min di Medreseya Fatîhê de ji Sehanê Sehan îcazeya dersdana Arebî, Farisî, Kavaîd ( gramer) û Felsefeya Dinî wergirtîye.”
Mehmed Mîhrî, ji Teşrîna Sanî ya sala 1912 bigre hetanî meha Temmûza1922an di saziyên ciyawaz de karê dersîamîyê dike.
Di vê demê de, Mehmed Mîhrî, li Îstenbulê gelek kurdên ronakbîr û xwendekarên ciwan nas dike; yek ji wan şexsîyetan jî Babazade Îsmaîl Heqî ye, ku wê demê Wezîrê Perwerdeyî bû. Herweha bi şexsîyet û rêxistinên kurdî yên wê demê re têkilîyên germ pêktîne û peyderpey jî ew têkilî geş dibin. Ew bi zanîna xwe ya berfireh, di nav xebata ronakbîrî, sîyasî û rêxistinî ya milletê kurd de ciyê xwe digre û dibe yek ji şexsîyetên navdar ê milletê kurd. Wî di weşanên cûr bi cûr de û bi nav û mahlasên M, M. M., Mîhrî, Mehmed Mîhrî, Kakeheme, Dawer Erdelanî, Binî Erdelanî, Zehawî Zade, Av. Mehmed Mîhrî û Av. Mehmed Mîhrî Helav nivîsandîye.
Mehmede Mîhrî di sala 1920ê de, bi Şazîye Xanima qîza mamosteyê xwe Hûsên Hûsnî yê Daxistanî re dizewice. Şazîye Xanim (1903-1990), wê demê Mektebê Îdadî xelas kirîye, bi mûzîkê re eleqeder e, li ûdê dide û resîman çêdike.”
Di vê zewacê de bi navê Lamîa, Sûheyla û Leyla sê keçên wan û bi navê Selaheddîn (1928-2005) û Nejmeddîn (1934-2000) jî du lawê wan çêdibin.
Kovara Kurdistan (30 Kanûna Sanî 1335/ 30ê Kanûna 1919):
Digel kovara Jînê, kovara Kurdistan jî, ji alîyê Komeleya Pêşketin a Kurdistanê ve hatîye çapkirin û belavkirin. Yekemîn hejmara kovara Kurdistanê, roja 30ê Kanûna 1919 (30 Kanun-î Sanî 1335) di çapxaneya Necmî Îstiqlal de hatîye çapkirin. Ev kovar, kovareke hefteyî ye, tê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî û erebî hatine belavkirin. Ciyê çapkirina wê, bajarê Îstenbulê ye. Mehmed Mîhrî xwedîyê îmtiyaz û Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê bû. Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekemîn weha hatîye lêkirin: “Ji dervayê sîyasetê behsê her babetê tête kirin, bi her zimanî tête çapkirin û kovareke hefteyî ye.”
Lê belê di naverokê de sîyaset jî tê de, li ser gelek babetên cûda nivîsên cûr bi cûr hatine belavkirin.
Mutleq nayê zanîn ku kovara Kurdistan, li ser hev çend hejmar hatine çapkirin û belavkirin. Di hejmara 25. ya Jînê de agadarîya çapbûna hejmara 14. ya kovara Kurdistanê hatîye belavkirin.
Mamoste Eladîn Sicadî û Kemal Xeznedar li ser ew bawerîyê ne ku kovara Kurdistan 27 hejmar hatine belavkirin. Lêbelê ji bo rastnîşandana vê îddîayê, ji hejmara paşîn rûpelek tenê jî li berdest nîne. Mamoste Kemal Mazhar jî dibêje: “Hejmara dawî ya ku min dîtîye, hejmara 19. ye û li ser bergê wî hatîye nivîsîn; 7ê Receba 1338 (1920) û sala duwemîn.” Viladimir Minorsky jî dibêje: “Kovara Kurdistan a heftane, li ser hev 37 hejmar hatine çapkirin.” Lê tu çavkanîyek jî dîyar nake.
Hejmarên berdest yên kovara Kurdistanê ev in:
Kurdistan, j.: 1, 30 Kanûna Sanî 1335/ 30ê Kanûna 1919
Kurdistan, j.: 2, 9 Kanûna Sanî 1335/ 9ê Sibata 1919
Kurdistan, j.: 3, 25 Şubat 1335/ 25ê Sibata 1919
Kurdistan, j.: 4, 15 Mart 1335/ 15ê Adara 1919
Kurdistan, j.: 5, 3 Nisan1335/ 3yê Nîsana 1919
Kurdistan, j.: 6, 22 Nisan1335/ 22yê Nîsana 1919
Kurdistan, j.: 8, 2 Mayıs1335/ 2yê Gulana 1919
Kurdistan, j.: 9, 11Heziran1335/ 11yê Hezîrana 1919
Kurdistan, j: 10, Necm-i İstikbal Matbaası
Kurdistan, j: 11, Necm-i İstikbal Matbaası, 19 Temmuz 1335
Kurdistan, j.: 13, 31Ağustos 1335/1919
Kurdistan, j: 15, 29 Teşrini Evvel 1335
Kurdistan, j: 16, 27 Teşrin-i Sani 1335
Kurdistan, j: 18, 28 Nisan 1920
Kurdistan, j: 19, Pazarertesi 29 Mart 1336 (29 Mart 1920)
Di kovara Kurdistan de; digel nivîsên Mehmed Mîhrî û Arwasîzade Mehmed Şefîq, nivîsên Abdullah Cevdet, Abdurrehîm Rehmî Hekkarî, Kemal Fewzî, Abdulwahîd, Ahmed Wehbî, Ahmed Arif, Qadîzade M. Şewqî, E. Q., M. Selîm Begî, Emîn Fewzî, Cano, Mehmed Osman, M. Yamulkîzade, Îbn el Reşîd, Lawê Delal û Sabrî Suleyman di nav rûpelên hejmarên kovarên bedrdest de hatine çapkirin.
Mehmed Mîhrî di nîvîsên xwe de xizmet û xebata ji bo millet û welat, wek wezîfeyek pêdivî dibîne û yên ku neketine bin barê vê wezîfeyê, bi awayekî tund rexne li wan digre û dibêje:
“Di nav vî qewmî de gelek mirovên xwedî fazîlet û belkî yên dahî jî hebûne û bîlfiîl jî hene, feqet nekarîne xizmetên pêdivî pêk bînin. Lakîn van mirovan ji hinekan re gelek xizmet kirine û ji ber vê xizmeta wan jî, teşekûr û tebrîk ji bo wan hatine teqdîmkirin. Li hember vê yekê, wek dîyarîyek ez vê beytê teqdîmê wan dikim: Ew ên ku xwedîyê fazîletê bin û fazîleta xwe li hemberê qewmê xwe nîşan nedin û veşêrin, çawa ku îtimat bi wan nabe herweha jî lome ji wan tête kirin.”
Bêguman di naveroka nivîsên Mehmed Mîhrî de, rewşa sîyasî ya wê demê jî hatîye nirixandin û der barê dahatûya milletê kurd de nêrîn û peyamên sîyasî jî hatine belavkirin. Ew di nivîsa xwe ya bi navê “Le tarîkî bo ronakî” de, vê yekê dîyar dike û dibêje:
“Hemû komele, bi derhênayên xwe, di tarîxa însaniyetîyê de cîyekî berkevtî kirine temînê mayina xwe; em hêşta di nav tarîtîyê de rizgar nebûne. Mewqîya me ya vê gavê, ligel dewreyê tekamula evro de qethîyen naguncit.”
Berhemên wî yên çapkirî:
Em dikarin nivîsîn û behremên çapkirî yên Mehmed Mîhrî li ser du koman parve bikin: Koma yekemîn, nivîsên wî yên ku wek meqale di kovar û rojnameyên cihê cihê de hatine çapkirin; koma duyemîn, nivîsîn û berhemên wî yên ku wek pirtûk hatine çapkirin.
Meqaleyên wî; di kovar û rojnameyên wekî Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan, Hetawî Hewlêr û hwd. de hatine çapkirin û komek ji wan meqaleyan di nav rûpelên vê pirtûkê de hatine weşandin.
Sernivîskarê kovara Kurdistan Arwasîzade Mehmed Şefîq jî di hejmara yekemîn a kovarê de, behsa pêdivîya xebatê û parastina şeref û hesîyeta neteweyî dike û dibêje: “Çawa ku ferdê me heysîyeta xwe muhafeze dikin, lazime ji bo şeref û îzeta milletê xwe zêdetir canfîdayî bikin. Lewra şeref û heysîyeta millet, hem bo wî ye û hem yê temamî kesan e.”
Nivîsên wî yên din av jimarên kovara Kurdistanê da
– Edebiyat-ı Kurdiyeden Bazı Numuneler-I (Kurdistan, no: 1)
– Müsemmasız İsimler ve İsimsiz müsammalar (Kurdistan, no: 1)
– İrfan: Kürdçe Lugat – 1(Kurdistan, no: 1)
– Mevcudiyeti Hazıremiz (Kurdistan, no: 2)
– Edebiyat-ı Kurdiyeden Bazı Numuneler-II (Kurdistan, no: 2)
– Esas: Kürdçe Serf, Nahiv –1 (Kurdistan, no: 2)
– İrfan -2
– Mezâyâ ve İstidad-ı Fıtriyemiz (Yaratılışımızdan Gelen Meziyet ve Alışkanlıklarımız) (Kurdistan, no: 3)
– Edebiyat-ı Kurdiyeden Bazı Numuneler-III (Kurdistan, no: 4)
– Esas-2 (Kurdistan, no: 4)
– İrfan – 3 (Kurdistan, no: 4)
– Dahiliye Nazırı Cemal Bey Efendi Hazretlerine Açık Mektup (Kurdistan, no: 5)
– Kürd Edebiyat-ı Cedidesinden [Yeni Kürd Edebiyatından] (Kurdistan, no: 6)
– Akide-i Hayat, Fidye-yi Necat Olamaz (Kurdistan, no: 7)
– Mister Artropot Wud Hazretlerine Fuzuli Bir Cevap – 1 (Kurdistan, no: 7)
– Mister Artropot Wud Hazretlerine Fuzuli Bir Cevap – 2 (Kurdistan, no: 8)
– Mister Artropot Wud Hazretlerine Fuzuli Bir Cevap – 3 (Kurdistan, no: 9)
– Şeyh El-Salim ve Sadaret Kaymakamı Hazretlerine Açık Mektup (Kurdistan, no: 10)
– Laz Gençlerinin Mefkuresi (Kurdistan, no: 10)
– Mister Artropot Wud Hazretlerine Fuzuli Bir Cevap – 4 (Kurdistan, no: 10)
– İrfan – 4 (Kurdistan, no: 10)
– Esas – 3 (Kurdistan, no: 10)
– Mister Artropot Wud Hazretlerine Fuzuli Bir Cevap – 5 (Kurdistan, no: 11)
– Hükümetin Nazarı Dikkatine (Kurdistan, no: 11)
– Amerika Heyetinin Mezifesi (Kurdistan, no: 12)
– Mister Artropot Wud Hazretlerine Fuzuli Bir Cevap – 6 (Kurdistan, no: 12)
– Orient News Gazetesine (Kurdistan, no: 13)
– Kürdler ve İntihabat (Kurdistan, no: 14)
– Kürdlerin Hissiyat-ı Necibesi (Kurdistan, no: 15)
– Handan Haydaryanın muelifin ve muelifati (Kurdistan, no: 15)
– İrfan – 5 (Kurdistan, no: 15)
– Esas – 4 (Kurdistan, no: 15)
– Esas – 5 (Kurdistan, no: 16)
– İrfan – 6 (Kurdistan, no: 16)
– İrfan – 7 (Kurdistan, no: 18)
– Esas – 6 (Kurdistan, no: 18)
– İrfan – 8 (Kurdistan, no: 19)
– Esas – 7 (Kurdistan, no: 19)
– Türkiye Miletperveri (Kurdistan, no: 19)
Pirtûkên wî:
Li gor agahîyên heyî, çar pirtûkên wî hatine çapkirin:
1- Muqeddîmetu’l-Îrfan (1918).
2- Îrfan: Lûgata Kurdî, Turkî, Erebî, Farisî û Fransizî. Îrfan: Lûgata Kurdî, Turkî, Erebî, Farisî û Fransizî ye, wek berdewamîya Muqeddîmetu’l-Îrfan (1918) hatîye amadekirin û hezar mixabin ku ev berhema hêja wenda ye, vê gavê li ber destê me nîne.
3- Fuzulî Dîvanından [Ji Dîwana Fuzulî] (1937).
4- Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır
[Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye] (1943).
Di encam de, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku du alîyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: a yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, edeb, dîrok, çand û rewşa komelî ya milletê kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûr bi cûr, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya kurd e.
***
Li ser çapkirina yekemîn kovara Kurdistanê (30 Kanûna 1919) 103 sal û li ser mirina Mehmed Mîhrî Hîlav jî 65 sala derbas bûn. Der bareyê vê kovarê û xwedîyê wê Mehmed Mîhrî de, xebatên ku hetanî îro hatine belavkirin gelek kêm û berteng in. Lewra Mehmed Mîhrî, ronakbîr û entellektuelekî girîng ê milletê kurd e. Ew, yek ji endamên çalak ên rêxistinên wê demê bû û di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan û wd. de li ser babetên zimanzanî, edebî, sîyasî, felsefî, sosyal û kulturî gelek meqale nivîsandine û pirtûkên wî hatine çapkirin. Ji ber vê yekê, ew, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr; wek zimanzan, edîb, rojnamevan, sîyasetmedar, civaknas û hiquqzan tête naskirin. Bi derengî be jî, bîranîna ked û xebata şexsîyetên wekî Mehmed Mîhrî, ji alîyekî ve pêkanîna mesuliyetîyek komelî û neteweyî ye û ji aliyê din ve jî bi kêmanî hinek ronîkirina rewşa civakî û sîyasî ya wê demê ye.
Her wekî me li jorê jî got, Mehmed Mîhrî, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr û li ser babetên ciyawaz nivisandîye. Bi taybetî dema mirov bala xwe bide naveroka nivîsên wî yên di nav rûpelên Hetavî Kurd, Jîn û Kurdistan de: dîyar dibe ku mewzuya nivîsên wî, bi pirranî li ser ziman û edeba kurdî, girîngî û pêdivîya perwerdeyîya bi zimanê kurdî, cografya û belavbûna nifûsa kurdan, xûsusiyetên tarîxî yên civaka kurdan, rewşa derûnî û xusûsiyetên qerekterîstîk ên kurdan, meseleya qirkirina ermenan, girîngîya Prensîbên Wilson û tetbîqkirina wan e. Di vê kurte nivîsê de, ne mimkune bi teferuaten behsa van mewezuyan bête kirin. Lêbelê bi çend bendan dîyarkirina naveroka hinek babetên di nav vê pirtûkê de, dê ji bo têgehîştina xebata Mehmed Mîhrî û kovara Kurdistan, ji xwendevanan re asanîyek çê bike.
Mehmed Mîhrî di naveroka van xebatên xwe de bi giştî der bareyê ziman, alfabe û perwerdeyîya bi zimanê kurdî de weha dibêje:
“Ji bo mirovayetîyê ziman û pêkanîna perwerdeyîya ziman, wezîfeyeke pêdivî ya pêşkevtin û perwerdeyîya mirovan e. Ji ber ku kurd ji nîmeta perwerdeyî mehrum mane, zimanê kurdî jî yekcar paşve maye. Di vê babetê de xetekî sade û musteqîl a kurdan jî nîne. Divê li Kurdistanê mektebên îptîdaî bêne zêdekirin û mindalên me bi zimanê xwe fêrê xwendinê bin. Li ser meseleya alfabeyê jî fikra min a kurt ev e; divê herfên erebî esas bêne girtin û li gor pêdivîya zimanê kurdî li ser wan hereke bêne îlawekirin… Di vê babetê de, yên berîya me pêdivîya mesûliyetîya xwe neanîne cî. Mixabin rewş ev e, lê ev rewş nebû sebebê sistayî û bêhêvîtîya min, bîlakîs ev, ji bo xebat û cîddîyeta min bû tesîrê herî girîng. Ji ber vê yekê ez bi xwe bûm yek ji pêşengê xebatên vê sehayê. Ji bo vê qewmê necîb şev û roj mesaîyê cedîde serf kirin, farîzeyê her kurdekê dûr, dûrê întibah e.”
Nivîs û lêkolînên wî yên li ser ziman û edebîyata kurdî, babetên tewr girîng ên xebata wî pêk tînin. Ji ber vê yekê ye ku wî di binê sernivîsa “Nimûneyên ji edebiyata kurdî” de weha lêkirîye:
“Mimkun e ku ev cumle, ji terefê gelek kesan ve wek heyretek bête dîtin û di mejîyê hinekan de jî ecêbîyetek zêde peyda bike.” Lewra gelek kes dibêjin “Gelo zimanê kurdî ji edebîyatê re musaîd e, edebîyata kurdî heye?” Ji bo bersîva van pirsan, “ez dê bi şêweyên kurmancî û goranî, ji edebîyata kurdî hinek xazel, beyt, stran, goranî, lawje, heyranok, lawik û bêrîteyan pêşkêşî we bikim.”
Bêguman di naveroka nivîsên Mehmed Mîhrî de, rewşa sîyasî ya wê demê jî hatîye nirixandin û der barê dahatûya milletê kurd de nêrîn û peyamên sîyasî jî hatine belavkirin. Ji naveroka nivîsên Mehmed Mîhrî dîyar dibe ku ew jî wekî gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên wê demê, Prensîbên Wîlsonî, ji bo dîyarkirina çarenûsa milletê kurd wek ronahîyek rizgarî û hêvîyeke girîng dibîne û weha dibêje:
“Herhal wê encama tetbîqkirina Prensîbên Wîlson dîyar bibe; nêrîna giştî ew e ku di encama tetbîqkirinê de, li şûna dinya berê dê dinyayek nû bête sazkirin. Tetbîqkirina van prensîban, dê ji millet û qewmên felaketzade, mehrum, xemxûr û jibîrbûyî yên wekî kurdan re bibe wek “vejîna piştî mirinê.”
Di nav rûpelên kovara Kurdistan de, babeteke herî balkêş jî, nîqaşkirin û nirixandinên li ser tekilîya kurd û ermena ye. Belavkirina agadarî û raportên yekalî û terafgîr, bi tundî têne rexnekirin û hewldanên wisa wek “derew û îftirayên bêbingeh û xapînok” têne nirixandin.
Dawîyê; Mehmed Mîhrî Hîlav di 19 Nîsana1957an de koça dawî kirîye, bîranîna wî û xebatên wî yên hêja, wezîfeyek netewî-civakî ye. Ji ber van xebat û berhemên wî yên birûmet û dîrokî, em hezar carî teşekur û tebrîkên xwe pêşkêşî wî dikin û dibêjin mala te ava û ciyê te bihuşt be. Bi tevî vê meqaleyê dixwazim agahîyeke nû jî bidime we xwendevanê hîja; nûha li ser Mehmed Mîhrî û bi taybetî xebatên wî yên li ser zimanê kurdî dixebitim, bawer dikim dê ev nivîsên zêrîn ber bi biharê derkevin ronahîyê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,609 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://kovarabir.com
Gotarên Girêdayî: 16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-01-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 26-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 28-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 31-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,609 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.922 çirke!