Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya
Hevkarên me
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Statîstîk
Babet
  600,482
Wêne
  126,572
Pirtûk PDF
  22,385
Faylên peywendîdar
  132,900
Video
  2,209
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
4,026
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,849
Kurtelêkolîn 
7,070
Şehîdan 
4,649
Enfalkirî 
6,231
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
20
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
12
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   Hemû bi hev re 
283,876
Lêgerîna naverokê
​​​​​​​‛Divê li hember kes û tiştên biguman hevkarî hebe û agahî bên dayîn’‎
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​‛Divê li hember kes û tiştên biguman hevkarî hebe û agahî bên dayîn’‎
​​​​​​​‛Divê li hember kes û tiştên biguman hevkarî hebe û agahî bên dayîn’‎
Şêniyên Şedadê hedefgirtina kesayetên welatparêz û karkerên saziyên ‎Rêveberiya Xweser ji hêla şaneyên veşartî yên #DAIŞ#’ê ve, şermezar kir ‎û bang li gelê herêmê kir ku bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin û li ser ‎kesên gumanbar agahiyê bidin.‎‏ ‏
‏Suîqest û hedefgirtina kesayetên welatparêz û navdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku red dikin bibin alav di destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, dewam dikin.
Piştî têkbirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destên xiyanetê hewl didin gelê ‎herêmê û destkeftiyên wan, bi hedefgirtina kesayetên welatparêz ên herêmê têk bibin. Çeteyên MÎT’a Tirk yek ji pêşengên şoreşa Rojava Îsa Hiso di 30’ê Tîrmeha 2013’yan de li Qamişloyê sûîqast kiribû, her wiha di 14’ê Adara 2018’an de berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sivîl a Reqayê Omer Elûş li pêş mala wî ya li Girê Spî kiribûn hedef.
Di 2’yê Mijdara 2018’an de şêxê eşîra El Efadile ku yek ji mezintirîn eşîrên Reqayê ye, Beşîr Fesîl El Huwêdî bi guleyan di erebeya wî de li nêzî Mizgetfa Nûr Şerq a Reqayê hate suîqestkirin. ‎
Di 22’yê Çileya 2021’an de çeteyên DAIŞ’ê hevseroka Meclisa Til Şayid ê navçeya Deşîşe Sede Hermas û cîgira wê Hind Xidêr revandin û qetilkirin.
Di 12’yê Çileya 2022’yan de şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê 2 endamên Partiya Sûriya Pêşerojê Zekeriya El Cebar û Beşar El Hac Bekor dema li bajarê Erîma yê li rojhilatê Babê li ser erka xwe bûn, kirin hedef.
Herî dawî jî 13’ê Cotmehê, endamê Komîteya Parastinê ya meclisa navçeya Şedadê û endamê PYD’ê Mihemed Bozan ji hêla şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ve dema vegera li mala xwe ya li gundê Elos, hate suîqastkirin.
Têkildarî suîqastkirinên li dijî kesayetên welatparêz û karmendên Rêveberiya Xweser şêniyên Şedadê da zanîn ku ev êriş êrişa li ser projeya neteweya demokratîk e û ew yek bi kiryarên tirsonak wesif kirin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Şedadê ya Hesekê Mehmûd El Elî diyar kir ku şehîdxistina Mihemed Bozan û 2 endamên Meclisa Sivîl a Til Şayirê di 2021’ê de yek plan e û ji gelek aliyan ve ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser pêk hatin.

‛EV ÊRIŞ LI HEMBER TEMAMKIRINA PROJEYA ME NABIN ASTENG’
El Elî wiha domand: Ev êriş li pêş temamkirina projeya me nabin asteng.”
El Elî bang li gelê herêmê kir ku piştgiriyê bidin hêzên ewlehiyê û li ser ewlehiya ‎herêmê hişyar bin û wiha pê de çû: Parastina ewlehiya herêmê erka me ye. Em parastina bajar, sazî û karkerên wan dikin. Ew yek bi rêya agadarkirina li ser çi tevgereke bigûman an jî tiştekî biyanî derbasî herêmê bibe pêk tê û piştre hêzên ewlehî bi erkên xwe radibin.
Endama Kongra Star a Şedadê Menal El Ferîh jî got: Armanc ji êrişên dawî derbekirina ewlehî û îstîqrara li herêmê ye. Ew jî nîşaneya eşkere ya îflas û têkçûyên aliyên li pey sîxur û îxanetan disekinin. Di 2021’ê de xwestin vîna jina azad bi rêya hedefgirtin hevrêyên pêşeng li navçeya Til Şayid, Sede Hermas û Hind Xidêr, derbe bikin. Îro jî dîsa planên xwe yên qirêj li dijî endamên aktîf ên Rêveberiya Xweser pêk bînin, her wiha hevrê Mihemed Bozan ku hemû demê xwe ji bo desteka têkoşîna şoreşgerî û xebata rêveberî di saziyên Rêveberiya Xweser de pêk aniye, hedef girtin.
Menal El Ferîh ev tişt anî ziman: Şehadeta Mihemed Bozan, Hind, Sede û hwd israra me li ser pêkanîna serkeftinê, avakirina projeya Rêveberiya Xweser û belavkirina fikrê neteweya demokratîk zêde dike.
Li aliyekî din jî endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Şedadê Reşa El Qeta wiha got: Serkeftina ku Rêveberiya Xweser bi dest xistiye, bi taybet ji civaka ereb re li herêmên başûrê Hesekê ne normal e, lê belê rêveberiyê gel bi rêxistin kir û fikrê azad di navbera wan de belav kir. Ev yek li xweşiya dijmin nehat, ji lew re bi hemû keda xwe hewl didin vîna gelê hedef bigirin. ‎
Reşa El Qeta wiha dawî li gotina xwe anî: Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin, xew û armanca wan di stûyên me de amanet e. Em heta serkeftina dawî ranawestin. Lê pêdiviya vê yekê, bi xebateke komî û hevkariya bi hêzên ewlehiyê re heye ku çi planên li dijî ewlehiya herêmên me eşkere bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 5,473 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-10-2022 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Tîrorîzim
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 23-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 23-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras HisoA.H.) ve li ser 25-04-2026 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 5,473 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.110 KB 23-10-2022 Aras HisoA.H.
Zêdetir
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 3.265 çirke!