Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya new
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  593,123
Wêne
  125,527
Pirtûk PDF
  22,257
Faylên peywendîdar
  130,351
Video
  2,200
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
319,866
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
96,882
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,937
عربي - Arabic 
45,294
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
27,759
فارسی - Farsi 
16,688
English - English 
8,577
Türkçe - Turkish 
3,870
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,808
Cih 
1,187
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,843
Kurtelêkolîn 
6,949
Şehîdan 
4,634
Enfalkirî 
5,712
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,097
PDF 
34,992
MP4 
4,225
IMG 
238,838
∑   Hemû bi hev re 
280,152
Lêgerîna naverokê
“Dibistana Şehîd Beşîr zarokên şehîdan perwerde dike”
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
“Dibistana Şehîd Beşîr zarokên şehîdan perwerde dike”
“Dibistana Şehîd Beşîr zarokên şehîdan perwerde dike”
Rêveberiya Dibistana Şehîd Beşîr a Teknolojiyê ya ji bo fêrkirina zarokên şehîdan di milê zanist û teknolojiyê de ji ajansa me re axivî, behsa pergal û armancên vê dibistanê kir.
#Qamişlo# – Rêveberiya Dibistana Şehîd Beşîr a Teknolojiyê Selma Elî der barê avakirin, sîstem û armancên vekirina Dibistana Şehîd Beşîr a ku berî demekê ji bo fêrkirin û pêşxistina zarokên şehîdan di warê zanistî û teknolojî de li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin, ji ajansa me re axivî.
Armanc û girîngiya Dibistana Şehîd Beşîr a Teknolojiyê
Selam Elî armancên vekirina Dibistana Şehîd Beşîr û girîngiya wê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Berî çend mehan hazirî ji bo vekirina Dibistana Şehîd Beşîr a Teknolojiyê hatin kirin wekî hazirkirina avahî û amûran, jixwe wekî fermî jî di 4’ê 9 de hat vekirin. Fikra Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bû, yên ku ji aliyê madî û manevî ve destek da vê projeyê ew in. Armanc ji vekirina vê dibistanê ku em bikaribin zarokên şehîdan di milê teknolojiyê de bi pêş bixin, ji ber ku ev beş ji bo me girîng e di vê dema û zarok jî qabiliyeta wan heye ku zû fêrî amûrên teknolojîk bibin. Hedefgirtina zarokên şehîdan bi taybetî ji sedemekê tê, ji ber ku yên xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin, zarokên şehîdan in.”
Beş û dersên ku di dibistanê de tên dayîn
Selam Elî sîstem û beşên di dibistanê de diyar kir û wiha domand: “Di hundir dibistanê de du beş hene, beşek fêrkirina milê tenolojiyê ye û beşa duyemîn jî zanistî ye. Teknolojî li ser 4 beşan dabeş dibe: Kompîtur, dîzayen, bermece û elektron e. Her wiha beşa zanistî di nav xwe de fêrkirina #zimanê Kurdî#, Erebî û Îngilîzî, di heman demê de bîrkarî, kîmya û fizîkê dihewîne ku bi riya mamosteyên pispor tên dayîn. Temenê şagirtan ji 12 heta 16 salî ye.”
“Mirov ji gavên biçûk dest pê dike, ev dibistan ji bo me tecrubeyek e”
Selam Elî da zanîn ku ev proje wekî tecrubeyek e lewre tenê 32 şagirtan digrin nava dibistanê û wiha pêde çû: “Mirov ji gavên biçûk dest pê dike, ev proje wekî tecrubeyek e, dibistan ji bo 32 şagirtan hatiye amadekirin lewma em nikarin hejmareke zêdetir tevli bikin. Dibistana Şehîd Başîr a Teknolojiyê projeyeke nû ye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên şehîdan û gel şanaziya xwe pêşkêş dike û dixwazin ku zarokên wan derbasî vê dibistanê bibin, ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.”
“Heta dawiyê em ê bixebitin heta ku zarokên şehîdan bigihîjînin asteke pispor û zana”
Selam Elî destnîşan kir ku zarokên şehîdan ronahiya pêşeroja wan in û dê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin bi zanista xwe û wiha bi dawî kir: “Zarokên şehîdan ronahiya pêşeroja me ne û em dixwazin heta dawiyê zarokên şehîdan bigihîjînin asteke pispor û zana da ku bikaribin di tevahî saziyên Rêveberiya Xweser de cihê xwe bigrin, em dibînin ku ew layîqî vê dibistanê ne. Ji bo pêşerojê li gorî derfetan em ê kar û xebata xwe zêde bikin da ku em bikaribin li her bajarekî dibistaneke wiha vekin û hejmareke herî mezin ji zarokan fêr bikin û bi pêş bixin.”
“Dixwazim xewn û armancên xwe di vê dibistanê de pêk bînim”
Çinar Remo bi temenê xwe 13 salî ye, yek ji malbatên şehîdan e û şagirta Dibistana Şehîd Beşîr a teknolojiyê ye, beşa zanistî dixwîne, wiha axivî: “Ez hatime dibistana Şehîd Beşîr da ku fêrî ziman, elektronîk û bermecê bibim. Dema min projeyek wiha bihîst, kêfxweşî ket dilê min, ji ber ku ji bo min derfeteke mezin e ji bo xwe di milê teknolojiyê de bi pêş bixim. Hezkirina min ji bo beşa zanistî heye, lewre min navê xwe di vê beşê de qeyd kir. Xewn û armancên min gelek in û dixwazim wan bi xwendina xwe bi dest bixim, ez dixwazim fêrî gelek zimanan bibim, di heman demê de xwe di warê elektronîk û bîrkarî de zana û pspor bikim heta ku bibim mamoste di pêşerojê de.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,975 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | jinhaagency.com
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-10-2022 (4 Sal)
Bajêr: Qamişlo
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Zarokan
Kategorîya Naverokê: Perwerde
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara KamelaS.K.) li: 17-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras HisoA.H.) ve li ser 19-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras HisoA.H.) ve li ser 25-08-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,975 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1155 KB 17-10-2022 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!