Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,132
Wêne
  124,145
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  125,968
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Îran Xanima Mucered û Cihê Wê di Radyoya Ûrmîyeyê de – Beşa Duyem
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Xanima Mucered
Xanima Mucered
#Îran# Xanima Mucered di sala 1950-1951an de li #rojhilatê Kurdistanê# li gundê Înkesûya li herêma Biradostan ji dayik bûye ku ew der niha girêdayî bajarê Ûrmîyeyê ye. Navê dîya wê Perîşan bûye. Navê bavê wê jî Ebdurrehman bûye. Malbata Îran Xanimê malbateke feqîr, cotkar û karker bûye. Ciwaniya wê di nav malên dewlemend û mezin de wek karker derbas dibe. (Oramar, 2016: Bername Awaz).
Îran Xanim hêj di ciwaniya xwe de dest bi kilamgotinê dike. Li dawet, şahî û şînan de gelek kilam, stran û zêmar gotine. Bi ciwanekî re dizewice ku navê wî Seîd e û ew jî ji herêma
Ûrmiyeyê ye. Paşê ew û hevserê xwe Seîd diçin gundê Somanawa li wir niştecih dibin. Du kur û qîzeke wan çêdibe. Îran Xanim dev ji kilamgotinê bernade û îcar bi hevserê xwe Seîd re diçin dawet, şahî û malên mezinan bi dehan stran distrên. Hevserê wê Seîd gelek piştgirî dide wê. Îran Xanim di sala 1970-1971an de bi awayekî fermî di beşa Kurdî ya Radyoya Ûrmîyeyê de dest bi kilamgotinê dike. Li gorî gotina hin kesan jî Îran Xanim bi qîza xwe Gulistanê re diçû
Radyoyê û berî ku bibe êvar jî dihate malê bo ku peyv û gotinên nexweş derbarê wê neyê gotin û bihîstin. Çimkî di nava civateke eşîrî de bi tena serê xwe çûyîna radyoyê û kilamgotina jinekê wêrekîyek û xîreteke mezin dixwest. Di wê demê de Îran Xanimê wê rewşa hişk û tund a li hemberî jinan, bê tirs şikand û dengê wê li herêmê her ku diçû belavtir dibû. Tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî dengê wê bi taybetî jî li bajarê Hekarî, Wan û Agirîyê belav û naskirî bû. Îran Xanimê bi sedan kilam gotine. Tê gotin ku wê sih û yek sal dengbêjiya xwe domandiye. Hinek ji kilamên wê ev in: Arifo Lawo, Bajo Emrê min, Delal Ez Bi Heyran, Bavê Lalo, Delal Lo, Delalê Malê, Lê Meyrê, Bavê Edo, Bavê Filît (Axao), Wey Narînê, Lêlê Yeman (Domamê), Werî Lêlê (Zerîyê), Bavê Firhê û hwd. Her ku diçû hezkiriyên dengê Îran Xanimê li bakurê Kurdistanê zêdetir dibû. Çûn û hatina Îran Xanimê ji bo kilamgotinê li Radyoya Ûrmîyeyê heta sala 1979an didome. Paşê bi Înqilaba Xumeynî ra kilamgotina Kurdî li radyoyê qedexe dibe, rewş zehmettir û xirabtir dibe Bi giştî ji bo hemû Kurdan û bi taybetî jî rê li ber xebat û hunera Kurdî tê girtin. Vê guherînê ji bo hunerhez û dengbêjan zordestîyeke mezin bi xwe ra anîbû.
Kilamên Wê
Îran Xanim di Radyoya Ûrmîyeyê de nêzî 200 sed kilam tomar kirine. Bi zaravayê Kurmancî straye. Gelek kilamên ku ji berê de hatiye gotin strane û digel wê jî hin kilam bixwe çêdikirin û distran. Dema ku em bala xwe didin naverokên kilamên ku Îran Xanimê strane, du xalên giring dibînin. Ya yekem; Îran Xanim piştî ku ji hevserê xwe Seîd vediqete, gelek di bin tesîra wî de dimîne û dîsa jî dev ji jiyana xwe ya hunerî bernade, dengbêjiya xwe didomîne. Ev jiyan û rewşa wê, êşek û xemgînîyeke mezin li dengê wê bar dike. Di kilamên wê de êşa evîndarî, mêrxasî, neteweyî û banga hişyarî û civakî tê hîskirin. Piştî ku bi Dadaş Nasirî ra dizewice, temaya kilamên wê zêdetir dibe evînî. Em dikarin bibêjin ku wê di kilama Arifo Lawo de her wekî gilî û gazinên xwe li hevserê xwe yê berê kiribe. Vê tesîrekê li bijartina kilamên wê jî kiriye ku dê paşê wan bistrê (Oremar, 2016: Bername Awaz). Me di vê xebatê de kilama Arifo Lawo, Meyrê, Lêlê Dotmamê, Bavê Lalo, Delal, Mala Min, Bavê Edo, Werî Lêlê
(Zerîyê), Bavê Firhê û Bavê Filît (Wey Axao) deşîfre kirine û bi hin varyantên wan ên din ra berawird kirine û çendek çîrokên kilaman jî peyda kirine û digel kilaman parve kiriye.
Kilama Axao (Senar Mamedî)
Yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo de yo yo yo maqûlo yeqîn şer e
Wey axao vê sibê wezê Çemê Serhenanê sêyr lêketê Gilîdaxê ye
Maqûlo vê sibê wezê Çemê Serhenanê sêyr lêketê Gilîdaxê ye
Ji vê sibê şer e ser serê bavê li Esho
Kama û kerwanê Îranê dikişiyane ser cadê ye
Cewed vê sibê da bi sê denga gazî dikir digo bavê Eshed
Tu li meydanê bisekine ezê werme Têhrana şewitî bikim şikayeta cendirmê Îranê ye
De yo yo yo yo de yo yo de yo yo de yo yo yo maqûlo şer giran e
De yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo axao şer giran e
Tu dêna xwe bidê wê sibekê ji Girê Bişîmana…? şer danane
Axao ji sibê girê da…? îmana şer danane
Tifinga destê Bavê Esho keçî caba Tirka ji yeqîn malê bi Alman e
Mi dî vê sibê du peya ji mal derketin xwe rext û çeka di pêçane
Ji peyayê ortê tê ji ber gula malê nehewiyane
Ji peyayê pê şayikê Senar Bavê Çengîz, reîsê êl û eşîrata Mamedîyan e
De yo yo yo yo yo êyyy yo yo yo yo yo êyyy de yo yo yo axao şer giran e
De peyayê pêşê Senar Bavê Çengîz reîsê êl eşîrata Mamedîyan e
De gurgê çavbel şêrê navmilpan e
Her çî wextê ortê meydanê disekine qisse dike ema serê çi axao çi maqûla nexuyane
De yo yo yo yo yo yo yo yo yo de yo yo yo axao yeqîn şer e
Ax de yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo axao
Vê sibê wez ê Çemê Serhenana şewitî sêyr lêkete
Zozanê sayîşeka şewitî seyr lêkete semta
Serhenanê Cewed sê denga gazî dikir Bavê Filît dêna xwe bidê
Ji ser serê Bavê Çengîz şer e xweş tê dengê tanqa li topa
Na welle babo giran e xweş tê dengê mîrata cebilxanê
Na welle babo giran e mîrata cebilxanê
Qorqima dara sê denga gazî dikir digo axao tu teslîm be
Ji tifinga milê xwe bîne ji min re danêêê
Kilam kilameke mêrxasiyê ye. Şerê di navbera Kurdên Mamedî û dewleta Îranê ye. Ji kilamê tê famkirin ku aliyekî şer ji eşîra Mamedîyan in ku Bavê Esho, Bavê Filît, Senar Bavê Cengîz sê mêrxasên ji vê eşîrê ne û li hemberî wan jî li gorî kilamê kesekî bi navê Cewed heye ku van mêrxasan bi artêş û cendirmeyên Îranê tehdîd dike. Li gorî kilamê dîyar e ku Cewed karkaterekî xayîn e û li dijî van mêrxasên Mamedîyan şirîk û hevkarê artêşa Îranê ye. Kilam balê dikêşe ser cengawerî û şerê mêrxasên eşîra Mamedîyan û xisûsen li ser Senar Mamedî anku Senar Bavê Çengîz. Em dizanin ku Senar Mamedî 1924an de li Selmasê hatiye dinê û ji eşîra Mamedîyan e. Senar di 17 saliya xwe da dikeve nav refên Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran û dibe berpirsê liqê rojhelat û gelek xizmetan dike. Senar piştî salên 1960î li dijî rejîma Şah şerê çekdarî dike. Di sala 1965an de diçe tevilî şoreşa başûrê Kurdistanê dibe û di şer de birîndar dikeve û teslîmê Îranê dikin û bi salan di zindanên Îranê de dimîne. Şer li minitiqeya
Selmasê û li gorî kilamê li hêla Çemê Serhenanê (ev nav baş nehatiye tesbîtkirin) pêk hatiye.
Me hêj tesbît nekiriye gelo cara ewil vê kilamê Îran Xanimê li ser straye yan ji dengbêjekî din girtiye. Lê eşkere ye ku vê kilamê li ser şerê Senar Mamedî yê li dijî Îranê gotiye.
ENCAM
Îran Xanima Mucerred (1951-2001) jî yek ji van hunermendan e ku yekem car bi awayekî fermî li rojhilatê Kurdistanê, di radyoya Ûrmiyê de kilam strane. Radyoya Ûrmiyê di sala 1969an de dest bi weşana Kurdî kiriye. Ji bilî Îran Xanimê dengbêjên weku Xalê Birê (Îbrahîm Newrozî 1928-2000), Hemîd Yûsifî (1926-1979), Mistefa Elîzade û Ehmed Ehmedî jî di Radyoya Ûrmiyê de bi salan kilam strane. Girîngiya Îran Xanimê di nav nerîta dengbêjiyê de bêyî Radyoya Ûrmiyê nabe ku bê ravekirin. Loma di vê xebatê de qala Radyoya Ûrmiyê û weku temsîlkara dengbêjên jin qala jiyan, kilam û şêwaza Îran Xanimê hatiye kirin. Tê zanîn ku Îran Xanimê gelek kilam strane.
Em di vê xebatê de weku encam gihiştin çend xalên girîng.Ya yekem şêwaza dengbêjiya Îran Xanimê û tesîrwergirtina wê ya ji Dengbêj Xalê Birê ye. Herwiha Îran Xanim nêzî şêwaza dengbêjên Serhedê bi devoka Behdînî kilam strane. Ya duyem mîna gelek dengbêjên jin serborî û sernivişta wê ya xemnak e ku ev dîyar bû ku bi nasnameya wê ya jintiyê re gelek peywendîdar e. Herwiha vê nasnameya wê tesîrê li şêwaza kilambêjiya wê kiriye. Xisûsen di kilamên evîna trajîk da em bi deng û hîsiyata wê dihesin. Ya sêyem jî rola Radyoya Ûrmiyê û tesîra wê ya li civak û dengbêjan û xuyabûna dengbêjên rojhilatê Kurdistanê bi awayekî neteweyî ye. Ji bo vê jî kilam Lo Axao ye ku li ser qeheremanekî neteweyî Senar Mamedî gotiye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,452 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 05-08-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Bîografî
Welat- Herêm: Rojhelatê Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 12-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 12-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,452 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.112 KB 12-10-2022 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.329 çirke!