Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,536
Wêne
  123,856
Pirtûk PDF
  22,075
Faylên peywendîdar
  125,495
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Talûke û Gefa Li Ser Medyaya Kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Medyaya Kurdî
Medyaya Kurdî
Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 153’yemîn de ye. Çapemeniya bi #tirkî# bi astengiyên li pêşiya azadiya derbirînê re mijûl dibe, çapemeniya bi #kurd#î jî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.
Medyaya bi kurdî jixwe di hin waran de li Tirkiyê tûşî windabûnê bûye. Rojnameyeke rojane bi kurdî tune, kanaleke radyoyê ya li seranserê welêt bi kurdî weşanê bike nîne, ajanseke nûçeyan a ku zimanê wê yê sereke kurdî ye, an kanaleke televîzyonê ya taybet tune ye, pêşkêşkirina bernameyên nûçeyan bi kurdî di weşana satelîtê de yan jî bi kabloyê ne pêkan e. Tenê televîzyonek heye ku nûçeyên bi kurdî dide lê ew jî ya dewletê ye.
Kurd Bi Zimanê Xwe Yê Zikmakî
Ji ber ku di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de hemû hemwelatî tirk tên hesibandin, li welêt serjimartina nijadî nayê kirin. Ji ber vê yekê di îstatîstîkan de nifûsa kurdan bi awayekî fermî nehatiye diyarkirin.
Derbirîna nefretê li vir dest pê dike; ji ber ku ji mêj ve gotina Kurd qedexe bû, Kurd wek “ji rojhilat” an “mirovên rojhilatî” dihatin binavkirin (ji ber bajarên Kurdan li rojhilatê Tirkiyeyê ne). Dûv re heman binavkirin wekî “nezan”, “nexwenda” an “nedîtî” hatine bikar anîn.
Di hevdîtinên me yên li gel şîrketa Rawest Research a Amedê ku li gorî lêkolînên wê pêk hatiye, em dibînin ku ji sedî 16-18 (13,49-15,18 mîlyon) nifûsa Tirkiyeyê li malê bi zimanê dayikê bi kurdî diaxivin.
Li gorî ankêta Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî ku “li 16 bajarên herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên Tirkiyeyê di derbarê bikaranîna zimanê zikmakî de hatiye kirin ji sedî 68,2yê koma temenê wan 18-24 salî û ji sedî 70yê kesên temenê wan 65 salî û mezintir di mala xwe de bi kurdî diaxivin.”
Yên bi Tirkî diaxivin, hînî peyvna bûne ku Kurd di xîtabê hev de bi kar tînin. Ev hemû peyv wek heqaret di argoya Tirkî de cih girtine.
Ka em bibînin ew peyvên bi Kurdî di Tirkî de çawa hatine bikaranîn:
Kek: Kek (bilêvkirina wê: Keko!), di argoya Tirkî de: “keko”
Lawik: (bilêvkirina wê: Lawiko!), di argoya Tirkî de (ji ber di Tirkî de herfa “w” nîne): “lavuk”
Kur: (bilêvkirina wê: Kuro!), di argoya Tirkî de: “kıro”
Niha wek beşek ji argoya Tirkî ya îroyîn, peyva “kıro” û “keko” hîna li ferhengên saziya Zimanê Tirkî (TDK) nehatiye zêdekirin, lê bi maneya nedîtî, şepirze, rûreş û nezan tê bikaranîn.
“Lavuk” wiha tê pênasekirin: (Kesê) ku zêde li ser mijarên ne girîng disekine, di kirin û gotinan de nebaş e.
Li gorî daneyên nefermî yên ku ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve hatine pêşkêşkirin, li Tirkiyeyê zêdetirî 20 mîlyon Kurd dijîn.
Li welatekî ku li gorî anketan nêzî 15 milyon hemwelatî bi kurdî diaxivin, temsîliyeta medyaya ziman çawa ye?
Piştî ku em bi hin daneyan rewşa medyaya Tirkîyeyê ya bi Kurdî tehlîl bikin, em ê ji nêz ve li hûrgilîyên vê wêneya xemgîniyê binêrin.
Daneyên Medyaya Tirkiyeyê Bi Kurdî
Rojname bi kurdî
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TurkStat) yên sala 2020î li Tirkiyeyê 4 hezar û 746 rojname û kovar tên weşandin. Li welatekî ku 2 hezar û 164 kovar û 2 hezar û 582 rojname lê tên weşandin, ne kovar û ne jî rojnameyên rojane yên bi kurdî derdikevin. Tenê rojnameyeke hefteyî bi kurdî derdikeve: Xwebûn.
Televîzyon Bi Kurdî
Li gorî daneyên sala 2021ê yên Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) li Tirkiyeyê 350 kanalên televîzyonê yên satelîtê û 172 qenalên televîzyonê yên bi kablo hene. Ji 552 kanalên televîzyonê bi giştî tenê yek bi kurdî nûçeyan pêşkêş dike, ew jî kanala dewletê TRT Kurdî ye. Yekane kanala televizyonê ya satelîtê ya taybet ku bi Kurdî weşanê dike Zarok TV ye (ku ji bo zarokan naverokna pêşkêş dike) û tekane kanala televîzyonê ya ku weşana bejayî bi kurdî dike jî Amed TV ye.
Ajansa Nûçeyan Bi Kurdî
Li Tirkiyeyê ajanseke nûçeyan a ku zimanê wê yê sereke Kurdî ye, tune ye. Ajansa nûçeyan a herî mezin a ku vebijarka zimanê Kurdî lê heye Ajansa Anadolu (AA) ya dewletê ye. Zimanê sereke yên ajansên şîrketên Kurd ên weke Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNews jî Tirkî ye. Di nav vebijarkên zimanê wan de ji bilî îngilîzî Kurdî jî heye.
Ji xeynî şirketên kurd û dewletê, tenê portalek nûçeyan heye ku vebijarka zimanê kurdî pêşkêş dike: bianet.org. Tenê portalek nûçeyan heye ku nûçeyên kurdî jî di nav de bi tirkî diweşînin: gazeteduvar.com.
Radyoya bi Kurdî
Li Tirkiyeyê kanaleke radyoya neteweyî ya ku bi kurdî weşanê dike tune. Radyoya TRT Kurdî ku di vî warî de weşana herî berfireh a radyoyê dide ya dewletê ye. Li gorî Wikipedia, ev radyo “li herêmên Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Anadoluyê yên Tirkiyeyê û navçeya Efrînê ya ku ser bi parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê ye, bi kurdî weşanê dike.”
Perwerdeya Medyaya Kurdî
Li gorî daneyên motora lêgerînê ya Google, herî kêm 74 zanîngeh perwerdehiya medyayê didin û/an jî bi tirkî beşên medyayê lê hene. Bi pereyên ku ji aliyê welatên Ewropayê ve tên dayîn, bi piranî komele û weqfên herî kêm 200 bernameyên perwerdehiya medyaya Tirkiyeyê an jî bernameyên lêkolîna medyayê organîze dikin. Piraniya wan li Stenbolê ne, herî kêm ji sedî 10 li Amedê ne.
Li Tirkiyeyê perwerdehiya medyaya kurdî qedexe ye, lê organîzekirina atolyeyan bi destûr e. Botan International, ku di dîroka dewleta Tirkiyê de yekemîn ofîsa perwerdehiya medyaya Kurdî ye, di sala 2020an de hatiye damezrandin û bi organîzekirina atolyeyan perwerdeyê dide; li ser medyaya dîjîtal bi kurdî pirtûkên dersê amade kirine. Ji bilî Botan Internationalê hîn tu saziyeke perwerdehiya medyaya Kurdî tune ye. Saziyên wekî Atolye BİA, Weqfa Mezopotamya û Komeleya Yeni Yaşam (Jiyana Nû) salê carekê atolye an semîneran li ser medyaya bi kurdî li dar dixin.
RSF yekem û hîn jî tekane rêxistina navneteweyî ye ku piştgirî dide projeyek perwerdeya medyaya Kurdî. RSF û Botan International hê jî hevkar in; lê belê ji xeynî RSF’ê hemû fînansor fonên xwe yên perwerdehiya medyayê ji bernameyên perwerdehiya medyaya bi Tirkî re vediqetînin.
Malperên Bi Kurdî
Ajansên bi vebijarka zimanê Kurdî gelek caran tên girtin. Malpera Ajansa Mezopotamyayê (MA) 35 caran (dema ku ev nivîs hat nivîsandin) hatibû girtin. Medyaya bi kurdî ya ku bi kanalên TV û radyo û rojnameyan re hewl dide hebûna xwe li ser înternetê bidomîne di bin gefan de ye.
Malper, ji xeynî malperên girêdayî ajans û kanalên televîzyonê, bi însiyatîf û hewldanên şexsî dixebitin. Ev malper, ku qezenca aborî bi dest naxin, bi saya xebatên dildar xebatên xwe didomînin. Nûnerê Google yê Tirkiyeyê, bernameya Google AdSense Kurdî nas nake û piştgirî nade dayîna reklaman ji van malperan re. Ji van pereyên ku ji bo medyayê ji Tirkiyeyê re tên veqetandin jî, ji van platforman re nayê veguheztin. Ji bo malperan me sponsor peyda nekirin.
Malperên pêşeng bi piranî naverok li ser çandê hilberînin; hinek ji wan ev in: Diyarname (zanîna giştî û siyaset), Çandname (zanîna giştî), PopKurd (Çanda gelêrî), FlashHilat (Wênekêş), Kubar (Moda), Sînemaya Serbixwe (Sînema), Dîalog (Şano).
Rojnamegerî Di Navbera Du Welatan de
Li Tirkiyeyê heta 25ê Çileya 1991î axaftina bi kurdî li gelemperiyê qedexe bû û piştî wê bikaranîna Kurdî di nav gel da serbest bû. Piştî vê, Kurdan bi “qaçaxî” dest bi weşana rojnameyekê kir. Rojnamegerên Kurd ji bo rakirina qedexeya weşanê mecbûr bûn ku heta sala 2002’an bisekinin.
Piştî sala 1992yan rojnameyên Welat (1992), Welatê Me, Dengê Welat, Hawar, Azadiya Welat û dîsa Welat (2018) yên hefteyî yan jî rojane derketin.
Hewldana Derbeyê û Medyaya bi Kurdî
Di dema “pêvajoya çareseriya pirsa Kurd (2009-2015)” ya bi pêşengiya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de, bi dehan televîzyon û rojnameyên herêmî yên bi zimanê Kurdî dest bi çap û weşana xwe kirin.
Di sala 2016an de rayedarên dewleta Tirkiyê ragihandin ku Cemaeta Fethullah Gulen hewla derbeyê kiriye. Piştî vê hewldana darbeyê, tenê li Amedê 9 kanalên televîzyonê ku bi temamî yan jî beşeke weşana xwe bi Kurdî dikirin, weke Azadî TV, Gün TV, Zarok TV hatin girtin.
Piştî teşebûsa derbeyê, dewleta bi serkêşiya hukûmeta AKPê kanalên televizyonê yên nêzîkî cemaeta Gulen girtin; Qenalên ku bi Kurdî weşanê dikin jî para xwe di vê pêvajoyê de hildan.
Dewletê dest danîn ser alavên weşanê û buroyên kanalên televîzyonê. Piştre, hemû kanalên televîzyonê hatin girtin; Zarok TV dîsa hat vekirin û Amed TV dest bi weşana bejayî kir. Lê heft kanalên televîzyonê nikarin weşana xwe ji nû ve bidin destpêkirin. Piştî Denge TV ku yekane kanala Êlihê ye hat girtin, parêzgeh hê jî ji televîzyoneke herêmî pê par e.
Kanalên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Turksatê hatin derxistin
Piştî ku li Tirkiyeyê kanalên bi kurdî hatin girtin, tekane alternatîfa temaşevanên televîzyonên Kurdî, televîzyonên li derveyî dewletê weşanê dikin bûn.
Kanalên alternatîf ên ku di Satellita Turksatê de mabûn Kurdistan24, Waar TV û Rûdaw TV bûn, ku mezintirîn kenalên televîzyonê yên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HHK) bûn.
Lê di sala 2017an de ev her sê kanalên televîzyonê ji peyka Turksatê hatin derxistin û lîsansa weşanê ya wan hat betalkirin.
Kurdî wek karekî terorîst nîşan didin
Belkî jî çîrokeke jiyanê herî baş rewşê zelal bike… Şaredariya Amedê niha ji aliyê Waliyê Amedê ve li şûna hevşaredarên hatine hilbijartin weke qeyûm hatiye tayînkirin.
Şaredariyê di 02.12.2021an de bultena xwe ya ji 5 hejmaran pêk tê û bi navê “Keremke” weşand. Piştî serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan manşeta rojnameyê jî bi kurdî wiha bû: Ser Seran Ser Çavan. Diyarbekir (Nîşe: Erdogan di serdana xwe ya Amedê de ev hevok anî ziman).
Dema xebatkarê Walîtiyê ev bultena han dibir Walîtiyê, ji aliyê polîsên Dijî Terorê ve hat binçavkirin. Dema dîtin ku navê rojnameya ku pê re hebû bi Kurdî ye, dest bi lêdanê kirin. Heta ku karta xwe ya personelê ya ku li Walîtiyê dixebitî nîşanî polîsan bide û rewşê vebêje, rastî lêdanê hatiye û ji aliyê polîsan ve nehatiye berdan.
Çanda lîncê, hedefgirtinê, gilîkirinê
Hemû dezgehên ragihandinê yên bi kurdî kodkirî ne/ tê xwestin ku bi rêxistin an jî saziyeke siyasî re bên kodkirin. Komên radîkal rojnamegerên ku kodkirî lînç dikin. Lînçkirina herî zêde bi sernavên wekî “terorîst”, “xayîn”, “ajan”, “xwefiroş”, “dijminê olê”, “alîgirê hukûmetê”, “medyaya hewzê”, “alîgir” û “berdevkê hêzên derve.” Bikaranîna nifiran jî berbelav e.
Dibe ku ev kiryarên kodkirin û lînçkirinê jî piralî bin. Çawa kesên ku rojnamegeran lînç dikin dibe ku bênav bin, rêxistin, rayedarên dewletê an jî rojnameger jî dikarin rojnamegeran bikin hedef.
Helwesta Dewletê ya Li Hember Xebatên Medyaya Kurdî
TRT Erebî hemû peyamên xwe yên medyaya civakî bi zimanê erebî diweşîne. Di bernameyên wê yên televîzyonê de jêrnivîsa Tirkî tune.
TRT World hemû peyamên xwe yên medyaya civakî bi Îngilîzî diweşîne. Di bernameyên wê yên televîzyonê de jêrnivîsa Tirkî tune.
TRT Kurdî ji bilî naveroka bi Kurdî, di medyaya civakî de peyamên pêşkêşkerên naverokê yên Tirkî yên wekî “TRT Corporate”, “TRT” û “TRT Kurdî Turkish” jî diweşîne. Bi rastî jî peyamên Tirkî yên rêveberên TRT’ê parve dike. Tevî ku ji 18 kanalên TRT’ê 15 jê bi Tirkî weşanê dikin jî, TRT Kurdî ku tekane kanala bi Kurdî ye, bernameyên xwe bi jêrnivîsa Tirkî pêşkêş dike.
Xebatkarên TRT Worldê perwerdeya nûçeyan bi Îngîlîzî û yên TRT Erebî jî bi Erebî, xebatkarên TRT Kurdî jî li ser nûçeyan bi Tirkî perwerdeyê dibînin.
Dewleta ku kanala xwe ya bi Kurdî hebe, çapemeniya bi Kurdî ji windabûnê rizgar nake; bi rastî jî rastiya medyaya bi kurdî dixe xeterê.
Divê Bi Lezgînî Çi Bê Kirin?
Dewlet
Divê medyaya bi kurdî ji çarçoveya çalakiyên terorê derxîne; qedexeya li ser perwerdeya medyaya kurdî rake; perwerdehiya medyayê û pêşkêşkirina derfetên kar fînanse bike; alavên medyayê yên desteserkirî li wan vegerîne.
Piştgirên mafên mirovan
Divê ji bîr nekin ku zimanê dayikê yê çaryeka nifûsa Tirkiyeyê Kurdî ye; divê ji bîr nekin ku pêşkêşkirin û wergirtina nûçeyan bi zimanê dayikê yek ji mafên bingehîn ên mirovan e; medyaya bi Kurdî fînanse bike û teşwîq bike.
Dezgehên ragihandinê yên bi Kurdî
Divê ked û xebata rojnamegeran di çarçoveya “têkoşîn”, “hebûna rewşenbîrî” û “berxwedanê” de nebîne, ji ber ku rojnamegerî pîşe ye, berdêla keda rojnamegeran bide; divê di warê rêbazên medyayê yên nû de paşde nemîne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,635 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 05-08-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Welat- Herêm: Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 12-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 12-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,635 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.189 KB 12-10-2022 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!