Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,546
Wêne
  123,861
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,500
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
ŞAX U GULIYÊN DARA ZIMANAN
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ŞAX U GULIYÊN DARA ZIMANAN
ŞAX U GULIYÊN DARA ZIMANAN
Jiyan bi curbecuriyê dest pê kir. Zindiya yek şanik (hucre) kîngê kêrhatina bûna du ciyan nîşan da rê li ber zêdebûneke bê dawî vebû. Zêdebûn; jixwe nav li ser e, zê’ya ku koka peyvê ye ji zayînê tê. Her zayîn di heman demê de zêdebûn nînbe çi ye gelo? Û ew ro îro jî ev zêdebûn diherike. Her wiha her zayîn jî pîroziyek e. Tiştê nû her tim tê pîrozkirin, a zêde bûyî ya pîroz e. Rêz û hezkirin jêre tê raberkirin.
Bi milyar salan e ev zêdebûn bi cudahiyan berdewam dike. Di nav diyalektîkeke bêqisûr de. Av çêbû masî têde peyda bûn, ax çêbû kevir û dar jê çêbûn… Bi demê re zindî kom bi kom ji hev cihê bûn. Hin ji vana –weke dînazoran, şopên xwe ji roja me re hiştin û di zeman û mekanê xwe de rola xwe lîstin û di nav serdemeke dîrokê de winda bûn. Hinek jê jî bi rik û înad heta îro jî hebûna xwe berdewam kirin. Ew jî guherîn zeman û mekanê xwe jî guhertin. Tu tiştek weke xwe nema. Tiştê ku neguherî tenê guherîn ma.
Homo sapîensên ku rêwîtiya xwe berdewam kirin bi pêşketina mêjî re bûn pêşiyên mirovên îro. Bi civakîbûnê bûn mirov. Tam jî di vê merhaleyê de ziman bû amûra sereke ya sedema civakîbûnê. Bêguman mirov nikare behsa zimanekî weke îro tekûz em pê diaxivin bike. Jixwe ji bo vê, di bedena mirov de guhertinên mezin ên fizîkî pêwîst dikirin. Heta ku qirika mirov ji bo têlên deng, ziman û daqurtandinê guncaw bû pê re jî êdî dengên bi rêk û pêk derketin. Ev guhertin derdorî salên beriya zayînê 50.000 (pêncî hezarî) pêk tên. Yanê êdî dengên bi wate yên li dû hev rêz dibin bûn amûra dan û standin, ji hev fêmkirinê. Eger sosyolojiya zimanan ji vê merhaleyê were destpêkirin ji bo antropolojiya zimanan jî wê daneyên herî xurt derkevin holê.
Komên mirovan ji bo bikaribin bijîn li cî û warên şînkayî, biav û paristî geriyan. Li her deverên dinyayê belav bûn. Çûn ku derê li wê derê jiyanek ava kirin. Jixwe pêre jî zimanê wê jiyanê ava dibû. Bi serdema gund û cotkariyê, çandiniyê re ev qonax derket asta xwe ya herî bilind. Pêwîstiyên jiyanê yek bi yek dihatin temînkirin. Afirîneriyeke bêhempa xwe dida der. Her tiştê dihat afirandin navekî lê dihat kirin. Heta di pêvajoya avakirina tiştê hatî afirandin de çi têkilî û amûr hatibin bikaranîn navê wan jî derdiket holê. Ziman çandê, çand jî zimanê xwe ava dikir. Jiyaneke dewlemend zimanekî dewlemend jî ava kir, di heman demê de ziman jî jiyanê xweş û dewlemend, bi wate kir. Jiyaneke herikbar, zimanekî helbestî.
Hemû ziman jî weke jiyana ku pê diherike zindî ne. Yanê tu car sabît weke xwe namînin. Guherînên di çanda civakan de, guherînên di zimanê wê civakê de jî bi xwe re tîne. Lê hinek çand hene ku ji civakîbûna mirov heta îro pir zêde neguherîne. Destar, aş, tendûr, sêl, teşî tenê çend ji vana ne. Bi destê jinê diyariyî mirovahiyê hatin kirin. Ji demên ku hatine bikaranîn heta îro mirov dikare bêje weke xwe mane. Di teswîrên 7-8 hezar sal beriya niha li ser keviran hatine çêkirin de weke neynika dîrokê zelal û delal xuya dikin.
Weke ku xuya dike ji çêbûna zimanan heta îro tu car yek ziman tune bû. Yanê mirovên endamên klan, qebîle, eşîr, qewm an neteweyekê li deverên ne li ba hev, her yek bi zimanekî cuda li hev dikirin. Ne bi qasî ku ji hev fêm nekin lê bi guherînên biçûk. Carna jî mezin.
Di zimanan de guherîn çawa çêbûn?
Weke me li jor jî da xuyakirin bi curbecuriya jiyanê re ziman jî ji hev cuda bûn. Bi qasî ku tê zanîn endamê neteweyekê bi piranî bi heman zimanî diaxivin. Her wisa tê zanîn. Lê dema mirov bala xwe didiyê di bingeh de gelek cihêtî jî di nav zimanê sereke de hene. Ji van cihêtiyan re Zarava tê gotin. Koka peyvê ji ‘zar’ tê, yanê zimanê tê axaftin. Meriv dikare bêje ku di her zimanekî de zarava hene. Di hin zimanan de gelek zarava hene. Zaravayên zimanekî kîngê derketine holê ev pir zêde nayê zanîn. Lê mirov dikare bibêje ku zarava çawa derketine. Yanê şax û guliyên dara ziman çawa ji hev veqetiyane.
Gelek bûyerên sosyolojîk hene ku li ser van pêvajoyan bandorên xwe hiştine. Dem, mekan, têkiliyên hilberînê û rewşên siyasî di vê de hêmanên sereke ne. Endamên heman neteweyê beşek em bêjin li deştê dijîn, beşek jê jî li çiyayan. Bi xwezayî di çanda her du mekanan de jî cudahî derdikevin holê. Li gor erndîgariya tê de dijîn ziman jî şeklek digire. Li herêmên çiyayî peyv kurt û hişk in, lê li herêmên deştî dirêj û nerm in. Di heman demê de têkiliyên hilberînê jî diguherin. Li deştan debara rojê zêdetir bi çandiniyê tê kirin. Heywankarî yan jî sewalkarî di ber re tê kirin. Debara sereke çandinî ye. Li herêmên çiyayî zêdetir sewalkarî tê kirin û di ber re jî çandinî.
Yek jî li gorî şert û mercên siyasî di zimanan de guhertin çêdibin. Di nav neteweyên cîran de her tim dan û stendineke zindî heye. Bêguman ev dan û stendinên çandî ne. Li gel bazara tiştên madî pêre çand jî tê veguhestin. Ji hev bandor dibin. Her wiha bi demê re peyv jî tên û diçin û di mala cîranên xwe de (di zimanê wan de) bi cî dibin. Di sînorên hemû welatan de heman rewş heye. Heta fikra dewleta neteweyî ku gel bi sînoran ji hevdu hatine qutkirin jî mirovahiyê wiha berdewam kirine. Ya rastî sînor çiqas hişk hatibin parastin jî gelan rêyên xwe dîtine û dan û stendinên xwe mîna berê kirine.
Dîsa di encama şer û pevçûnan de gelek caran eşîr, qebîle hatine koçberkirin, sirgûnkirin. Li deverên ji niştimana xwe dûr bi cî bûne, hatine bicîkirin. Lewra jî di nav kîjan gelan de mabin ji zimanên wan bandor bûne –di heman demê de bandor jî kirine.
Ji ber van sedeman di zimanan de guhertin pêk hatine. Belê navê ziman yek maye lê îcar şax û guliyên wî derketine, belav bûne. Her yek bûne zaravayek. Tevî cudabûnan jî kesên bi zaravayên zimanekî diaxivin ji hev fêm dikin. Eger nefêmkirin hebe jî ev ji ber tona deng e (hişkî û nermiya peyvan). Ev ton e ku bi piranî peyv û gotinan ji hev cuda dide xuyakirin, bihîstin. Piştî demekê bi hev re axaftinê êdî guh fêrî tona deng dibe û jihevfêmkirinek baş jî çêdibe.
Di nav her zaravayek de jî devok hene. Ev jî li gor şert û mercên me li jor rêz kirî şekil digirin. Lê îcar guhertin li gorî zaravayan kêmtir in. Carna bi dehan devokên zaravayek jî çêdibin. Li jêr em ê çend mînakan ji bo vê mijarê jî bidin.

#Kurd#î û Şaxên Darê
Kurdî navê ew ziman e ku gelê kurd pê diaxive. Li ser axa Mezopotamya, weke zimanê gelekî herî qedîm di dîrokê de ciyê xwe digire. Ger em weke zanista pozîtîf ji bo vê tezê li delîl û tespîtan bigerin bêguman di dest me de hin dane hene. Lê qet tu tespîtek tune be jî em dikarin bi şîrovekirina daneyên di dest xwe de dîrokê ronî bikin. Ger em bikevin mijarên dîrokê em ê merceka jinê bidin serê ku gelek serdem û heyam wê mîna rojê derkevin pêşiya me.
Zimanê kurdî weke zimanê gelê arî di erdnîqariyeke gelek berfireh û dewlemend de şîn bûye, belav bûye. Erdnîgariyeke bi deşt û newal, best û kendal, bi ko û kuwêstan, çol û beristan… Ji aliyê zimanzaniya heta niha hatî kirin ve; di nav malbata zimanan de aydî beşê zimanên Hind û Ewrûpî ye. Di nav vê beşê de jî ji zimanên Îranî, ji milê bakurê Îranê ye.
Li gorî xebatên ku heta niha zimanzanên kurd kirine; çar zaravayên kurdî yên sereke hene. Eger em vana rêz bikin: #Kurmanciya Jorîn#, Kurmanciya Jêrîn, Dimilkî, Goranî (Hewramî)
Kurmanciya Jorîn: Li rojhilat ji #kurmancî# re şikakî, li başûr behdînî, li bakur kirdasî tê gotin. Zêdetir li bakurê #Kurdistanê# tê axaftin. Li herêma Behdînan, li rojhilatê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê û di nav #kurdên Qefqasan# de tê axaftin. Li herêma Behdînan bi alfabeya aramî, li Qafqasan bi kirilî, ji derveyî vana li her deverî kurmanciya jorîn bi latînî tê nivîsandin. Xwedî gelek devok in. Ji vana çend jê: Serhedî, behdînî, milî, kîkî, silivî, botî, cizîrî, mêrdînî…
Kurmanciya Jêrîn (Soranî); li Başûrê Kurdistanê tê axaftin. Zêdetir bi alfabeya aramî tê nivîsandin. Çend devokên sereke ev in; babanî, erdelanî, mukriyanî…
Dimilî: Kirdkî, zazakî, kirmanckî jî tê gotin. Li bakurê Kurdistanê li herêmên Dersim, Çewlik, Siwêrek û Amedê tê axaftin. Bi alfabeya latînî tê nivîsandin.
Goranî: Hewramî jî tê gotin. Li rojhilatê Kurdistanê di nav kurdên li herêma Hewremanê de tê axaftin.
Tevî vana; lorî, feylî, lekî û kelhorî jî hene. Ji bo ku ev her yek mîna zaravayek werin pênasekirin hê xebatên berfireh nehatine kirin. Lê ji aliyê hinek zimanzanan ve ev jî mîna zarava tên qebûlkirin.
Ji aliyê peyvan ve mirov dikare bêje ku di nav zaravayan de zêde cudahî tune ne:
Kurmancî Soranî Dimilî Hewramî
Ziman ziman ziwan ziwan
Çav çaw çim çem
Kar kar kar kar
Kirin kirdin kerden kerî
Roj roj roz rojyar
Li gel ku gelek peyv dişibin hev, ji aliyê rêzimanî ve hin cudahiyên mezin jî hene. Weke mînak di soranî de qertafên (pêvek) cins tune ne. Yanê bi piranî qertafên vê zaravayê nêr in: kiçî ciwan
Di kurmancî de peyv an mê yan jî nêr in: keça ciwan
Di dimilî de lêker (kar) jî qertafên mê an jî nêr digirin.
Di encama siyaseta dewleta neteweyî de welatê Kurdistanê ji aliyê çar dewletên dagirker ve hatiye parçekirin. Bi sînorên gelek hişk, gelê kurd ji hev hatiye qutkirin. Ev jî bûye sedem ku çûn û hatin, dan û stendin kêm bibin. Dema ku sînor li nav bakur û rojavayê Kurdistanê hatiye danîn gelek malbat qismek li aliyek qismek din li aliyê din maye. Ev sînor di nav gel de weke serxet û binxet tê binavkirin. Her wiha ji aliyê ziman ve jî ji hev qutbûnek çêbûye. Sînorên ku cografyaya kurd ji hev qut kiriye di heman demê de di nav gelê kurd de parçebûnekê jî derxistiye holê.
Ji ber encamên polîtîkayên qirkirinê yên dewletên dagirker, zimanê fermî gelek bandor li ser zaravayan kiriye. Kurdên bi heman zaravayî diaxivin jî êdî di jihevfêmkirinê de zehmetiyan dikşînin, tam tekûz ji hevdu tênagihîjin. Di tevahî zaravayan de peyvên teknîkê, perwerdê û bazarê bi piranî bi zimanê dagirker in. Di encam de di asteke kêm de di zaravayan de xerabûnek jî çêkiriye.
Ji derveyî soranî, bi zaravayên din perwerde nehatiye dayîn. Li bakur kurmancî hatiye qedexekirin. Ev jî bûye sedem ku derfetên pêşketinê zêde nebin. Bi derketina Tevgera Azadiyê re li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîn û berxwedaneke xurt hatiye dayîn. Di warê hişmendiyê de li hember van polîtîkayan şiyarbûnek ava bûye. Her wiha êdî kurdî jî bûye zimanê perwerde û weşanê. Her çiqas di nav welatê Kurdistanê de sînor hebin jî êdî kurd gihîştine fikreke neteweyî. Bi pêşketina derfetên teknîkî jî (weşan; televizyon, radyo, înternet) êdî qutbûnên di nav zaravayan de jî hêdî hêdî ji holê radibin.[1]
Sema Delîl Amed

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,833 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | jineoloji.org
Gotarên Girêdayî: 11
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-07-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Welat- Herêm: Derwe
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 06-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 07-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 06-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,833 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.180 KB 06-10-2022 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!