Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya 🆕
Hevkarên me
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Statîstîk
Babet
  598,988
Wêne
  126,373
Pirtûk PDF
  22,358
Faylên peywendîdar
  132,450
Video
  2,205
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
321,885
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,556
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,081
عربي - Arabic 
46,335
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,752
فارسی - Farsi 
17,345
English - English 
8,608
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
365
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,946
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,848
Kurtelêkolîn 
7,033
Şehîdan 
4,649
Enfalkirî 
6,139
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
20
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
12
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,534
PDF 
35,166
MP4 
4,307
IMG 
241,025
∑   Hemû bi hev re 
283,032
Lêgerîna naverokê
PIRSA “NIVÎSKARÊ KURD”
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
IBRAHÎM XELÎL
IBRAHÎM XELÎL
Bêguman im ku pirsa ziman pirsa neteweyê bi xwe ye ji ber ku ziman yek ji hêmanên sereke yên hebûn û nebûna neteweyê ye û miletê bê zimanê neteweyî ne milet e, lê tenê komek xelkên hevdem û hevcî ye û her û her ew ê peyê miletên zimandar ên li hawîrdorî xwe be.
Ziman, ji alîyê xwe ve, bûnawerekî zindî ye, ne berhema kesekî lê berhema tevaya civakê ye, lewra ew her dimîne milk û samana civakê û nabe çi kes bi serê xwe û ji ber xwe ve rast bike yan xwehr bike, jê bibirre yan lê bar bike…
Hatiye dîtin ku her dem miletên bindest rastî hin alozî û pirsgirêkan tên, serê wan pirsgirêkan jî ew e windakirina nasnameyê û xwenaskirina weke kesekî bê ziman, bê rewişt, bê cil û bergên taybet, bê dîrok û bê ceyografya jî lê tenê weke hevwelatîyekî reben di dewleteke serdest de ku ziman û dîroka xwe lê ferz kiriye.
Pêşî em behsa diyardeya windakirina zimanê dê li cem hin miletên cîhanê bikin :
Tê zanîn ku diyardeya nivîsîna ne bi zimanê dê (yan ne bi zimanê herêma jidayikbûnê) di nav gellek miletan de heye û li cem wan miletan hîn jî ne diyar e ka ew çi navî li wê cureya nivîskaran bikin, nimûne :
– Albert Camus (1913-1960)z, nivîskarê navdar li Cezayirê ji dayik bûye, lê ew weke nivîskarekî fransiz tê hesibandin ji ber ku wî şahberhemên xwe (La peste) û (L’étranger) û (Caligula) bi fransizî nivîsî ye û tu berhemên wî bi zimanê erebî tune ne.
– Puşkîn (1799-1837)z, mîrê helbest û wêjeya rûsî ku rehekî afrîkayî ji bapîran gihaye wî lê wî bi rûsî tenê nivîsî û navê wî li cîhanê weke bavê wêjeya rûsî belav bûye.
– Vladimir Nabokov (1899-1977)z, romannivîsê rûs ê ku neh roman bi zimanê xwe yê dê nivîsîn û piştî ku çû Amerîkayê sala 1940 û heta mirina xwe wî neh romanên din nivîsîn lê bi zimanê ingilîzî ku “Lolita” ji nav wan navdartirîn yek bû.
– Samuel Beckett ê îralandî (bi fransizî nivîsî), Joseph Conrad ê polonî (bi ingilîzî nivîsî), Milan Kundera yê Çek (bi fransizî nivîsî), Cubran X.Cubran ê libnanî (bi ingilîzî nivîsî) û Emîn Malûf ê libnanî (bi fransizî nivîsî) …
Diyar e ku xala hevbeş di navbera jînenîgarîya tevaya van nivîskaran de ew e ku ew bi timamî ji ber koçberî û barkirinê naçarê vê yekê bûne, êdî ev diyardeyeke tekane ye ne ya miletekî ye.
Lê li welatên bakurê Afrîkayê (ku nêzîkî rewşa kurdî ye), navine mezin weke Asya Cebbar, Tahir bin Celûn, Idrîs Elşeraybî û Ebdilletîf Ellu’ebî ku ereb in lê bi sedema ku welatên wan mêtingêrîyên Fransa bûn wan bi fransizî nivîsi.
Lê belê ji nav hemû nivîskarên (biyanînivîs) ez dixwazim hinekî bêhtir behsa jiyana (Ngugi wa athiong’o) navdartirîn nivskarên Kenya ye bikim ji ber ku ew nêzîktirîn nimûne der barê rewşa nivîskarên kurd ên îroroj de ye:
Di destpêka jiyana xwe de û ji ber ku Kenya wê demê mêtingerîyeke Brîtanya bû, Athiong’o naçar bû bi zimanê dagirkerê xwe yê ingilîzî binivîse, lê xebateke mezin di ber bergirî û parastina ziman û zaravayên xwe yên afrîkayî de da û hewl da ku zimanê xwe yê dê (kîkûyû) vejîne û şer di ber wëjekirina wî de bike heta ku hate binçavkirin sala 1977 . Sala 1981, ji zindanê derket û yekemîn romana xwe (Şeytan li ser xaçê) bi zimanê kîkûyû belav kir, wî ev roman di zindanê de li ser kaxezên destavê nivîsîbû. Sala 1986, lêkolîna xwe ya bi navê (Rizgarkirina mejî) bi zimanê ingilîzî lê vê carê bê naçarî ji ber ku xwest di vê nameya xwe de doza herî giran ku dabû dilê wî bigihîne pirtirîn jimarên xwendevanan li cîhanê.
Nivîskarê hinartî aborîya wêjeyê dişikîne …
Destpêka sedsala bîstem, pirsa milet û netewên serbixwe tev rabû û xelkên wek hev li hev civiyan û bi hev re çarenûsa xwe destnîşan kirin. Di nav re, tirk û ereb û faris dewletên xwe ji avê derxistin û cîyên xwe weke dewletine nûhatî li nav civaka dewletî xweş kirin, artêşên xwe ava kirin û sînorên xwe asê û serrast kirin û zimanên xwe di hindirê xêza sînor de ferz kirin û bi fêrkirin dan.
Tenê mirovê kurd li çar dewletên rojhilata navîn belavbûyî û di bin saya wan dewletan de heta niha jiyaye, fêrî zimanên wan bûye, pirtûkên wan xwendine, dîroka wan ezber kiriye, bergirî di ber sînorên wan de kiriye û xwe wek şirîkê nasnameya wan dîtiye …
Dixwazim der barê “Nivîskarê kurd” de hinekî biaxivim ji ber ku tevlihevîyeke mezin, nemaze van salên dawî, çêbûye. Ne pesnê kesekî bidim û ne jî dev biavêjime kesekî lê tenê bi armanca veçirandina vê gulokê û peydakirina danasîneke rastîn ka gelo nivîskarê kurd kî ye.
Dibe ku taybetîya rewşa kurdî tenê ew be ku erebî, nisbetî kurdî, ne tenê zimanê dagirker e lê zimanê olê ye, ew ola ku dibêje “zimanê xelkên bihiştê erebî ye” lewra wan çaxan tibabeke zanist û wêjevanên ereban bi paşxaneya xwe faris yan kurd yan tirk bûn wek Ibn Sîna, El-xwarizmî, Mehyarê Deylemî, Ibn El-muqeffe, Sêbewêh, Ibn Xelkan lê tevaya dunyayê van kesan weke nivîskarinî ereb nas dike.
Her weha, di dema nû de, berhemên hêja yên Bilind El-heyderî û Selîm Berekat (bi erebî) û yên Yaşar Kemal û Abdullah Öcalan (bi tirkî) û yên Elî Eşref Derwîşyan û Mensûr Yaqûtî (bi farisî) wek nimûne xisareke mezin e li helbest û roman û felsefeya kurdî ji ber ku bi destê kurdan lê bi zimanine biyan hatine nivîsandin.
Ji xwe, ji mafê her kesî ye bi çi zimanî biaxive, bixwîne û binivîse û her weha mafê wî ye jî ew xwe weke nivîskarê çi miletî bide nasîn lê pirs a bê bersiv heta niha ev e: Gelo bi rastî ew kes wek ku xwe dide nasîn an na?
Nivîskarê kurd kî ye? Gelo ew e yê ku:
1- Dê û bav kurd in û zimanê malê kurdî ye lê ne bi kurdî dinivîse?
2- Li devereke kurdî ji dayik bûye lê ne bi kurdî dinivîse?
3- Ne bi kurdî dinivîse lê naveroka berhemên wî der barê rewşa kurdî de ne?
4- Bi kurdî dinivîse lê ew bi xwe ne kurd e?
5- Bi kurdî dinivîse û ew ji dê û bav kurd e?
Bi rastî, ev mijar cîyê dan û standineke berfireh e lê di nêrîna min de, heger pîvan ew be ku nivîskar di berhemên xwe de behsa kurdan dike êdî Ismaîl Beşikçî, Hadî El-elewî, Mehmûd derwîş, James Coleridge, Mark Sayks, Jonathan Randal û bi dehên kurdologan nivîskarinî kurd in, û heger pîvan ew be ku nivîskar ji paşxaneyeke kurd be weke Ehmed Şewqî (mîrê helbesta erebî) û Ebas El-eqqad (mîrê pexşana erebî) û Bilind El-heyderî (yek ji pêşengên helbesta erebî ya nûjen) û Qasim Emîn û M.Kurd Elî yên ku bi zimanê kurdî nebihîstibûn, ji xwe em zilamên xelkê bê heqî dikine yên xwe.
Ziman ne tenê deng û tîp û alavê hevgînîyê ye lê ew, kesane, awayê fikirînê bi xwe destnîşan dike û civatane ew tayê ku libên gerdenîyê bi hev ve dihêle ye.
Der encama vê puxteyê de, dixwazim vî guharî bi guhê xwîneran ve kim:
Kurd neteweke bêdewlet e û zimanê kurdî hewcedarê zarokên xwe ye û heger van zarokan berê xwe jê guhert û berê xwe da zimanên serdestan ew ê sal bi sal ber bi kêmanî û nebûnê ve here. Rast e mirovê kurd weke bûner naqele lê ya rasttir ew e ku kurd weke milet dê bibine çîrokeke folklorî …[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,607 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-08-2021 (5 Sal)
Bajêr: Qamişlo
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Çapkiraw
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn TeyfûrE.T.) li: 22-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras HisoA.H.) ve li ser 24-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn TeyfûrE.T.) ve li ser 30-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,607 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.132 KB 22-09-2022 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.625 çirke!