Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,019
Wêne
  124,098
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,864
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XX
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XX
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XX
DADGEHÊN ÎSTÎKLALÊ Û AVAKIRINA SAZIYÊN CIVAKÎ
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad

Darbeya 12’ê Îlon’ê bi temamkirina vê pêvajoya kargeriya pihêtkirî çêbuye. Li ser axa #Kurdistan#ê ku bi 12’ê Îlonê car din pêvajoya dagirkeriyê ya li ser wê destpêkiriye, gel jiyanekê zindanê jiyaye. Her tişt hatiye qedexekirin û gihiye rewşekî dijwar. Îşkence, bûye weke bûyerên rojane. Zindana #Amed#ê, weke maketek şerê taybet a li Kurdistanê tê pêkanîn hatiye bidestgirtin. Ji ber vê ye ku, asta şerê taybet yê li Kurdistanê hatiye pêkanîn, dîvê bi wehşeta li zindana Amed’ê hatiye jiyîn ve were pîvandin.
Rejîma şerê taybet ê Tirk yê ku piştî çalakiyên Dihê (Eruh), Şemzînanê xwe ji ber çavan derbas kiriye, li ser vê mîratey ku xwe dispêre car din ji bo xwe pêvajoyekê dide destpêkirin û li gor vê jî ketiye nav bicihbûnê. Şer li ku derê tê pêkanîn, dibe yê wê derê. Li Kurdistanê Wezareta Heremê Rewşa Awarte hatiye îlankirin. Îlankirina vê tê wateya Kurdistan di nav avahîbûna siyasî ya Tirkiyê de herem, qad, erdnigariyekê cûda ye û ev yek hatiye qebûlkirin. Di nav sînorên siyasî yê dewleta Tirkiyê de şêwegirtinek cûda ya siyasî bi şêwazê Wezareta Herema Rewşa Awarte anîna ser ziman, vê rastiyê derxistiye holê. Li Kürdistan’ê piştî salên 1980’an, di derfetên ku şerê taybet ê Tirkiyê dixwaze xwe bisazî bike li hemberî vê jî têkoşîna berxwedanê tê meşandin, îlankiriina wezaretek taybet ê heremî buye yek ji gavên girîng ên şerê taybet li Kurdistanê xwe bisazî dike.
Li hemberî têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê pêş dikeve, pêşketina şer; tê wateya ku şerê taybet xwe Kurdistanî dike. Îlankirina Wezareta Herema Rewşa Awarte gavekî vê ye. Piştî vê cerdewanî tê îlankirin. Ev cerdewan, ji Kurdan hatine hilbijartin. Bi vê awayê, polîtîqayên Kurdan bi Kurda şikandinê, dibe pêkanîna duyemîn û girîng a şerê taybet ê li Kurdistanê.
Ji bo bi her awaye li Kurdistanê meşandina hebûna xwe, xwe bisazîkirin, hiquk û bê hikuqiya xwe dayîna avakirinê ya şerê taybet jî yek ji pêkanînên (ya sêyemîn) herî girîng ê şerê taybet ku li Kurdistanê tê meşandin ava kiriye.
Pirsgirêkê hiquka xwe avakirinê ya şerê taybet nîne. Xwe xistina nav hemu qadên jiyana siyasî û civakî weke sedemê hebûna xwe dîtiye. Di vê wateyê de bi cih girtina qadên siyaset, perwerde, artêş û rêxistinbûnên sîvîl re xwestiye encam bigre. Ji ber vê yekê karên xwe yên qirêj di bin navê parêzbendî û ji xwe re heq dîtinê re pêk aniye. Siyaseta hindûrîn, dîplomasî û têkiliyên xwe yên navnetewî jî li gor vê bi şêwekiriye. Zagon û qanûnan jî li gor vê, li gor armancên xwe yên siyasî saz kiriye, bi şêwe kiriye û bi vê awayê ber bi rêya rawakirina desthilatdariya xwe ve çûye.
Di avahîbûna şerê taybet ê Tirk de her tim bi vê awayê ji têgîha hiqukê re cih hatiye dayîn. Bi taybetî di pêvajoya komarê de ev pir bi awayekî zirav hatiye şixulandin, pêvajoyên rêzikdanîn û rêvebirinê li gor rihê hiquka şerê taybet hatiye vesazkirin. Di vê wateyê de Dadgehên Îstîklalê bûye yek ji mînakên hiqukek li gor şerê taybet. Armanc û naverokên avabûna van dadgehan bi giştî bi ferasetê şerê taybet re eleqedar e. Hema hema avabûna dadgehên bi vê awayê di nav rojekî de pêk hatiye. Armanc jî rabûn û hilberîna muxalîfan ji holê rakirin e. Di dema ji holê rakirinê de jî pêvajoyek li gor hiquka ku bi lez û bez hatiye avakirin esas hatiye girtin. Ji bo beralîkirina rexne û hilberînên dibe ku pêş bikeve jî, hewil hatiye dayîn ku heya ji dest tê hebûn û ger hebe çalakiya wê ji naveroka civakî û siyasî were qutkirin. Ji bo vê hemu hêza xwe ya heyî seferber kiriye. Di dema pêkanîna vê de li gor xwe pêvajoyek ‘awarte’ ava kiriye.
Di dîroka şerê taybet de Dadgehên Îstîklalê bûye lingên herî esasî yên vê bêhiqukiya hatiye avakirin. Pêvajoyên avabûna van dadgehên ku bi rêbazên awarte hatine tijîkirin bi giştî siyasî ye. Armanc fetisandina serhildanên ku li Kurdistanê pêş dikeve û mahkûmkirina kesên ku beşdarî van serhildanan dibin û potansiyela wan a beşdarbûnê heye. Tu eleqeyê van dadgehan bi rêbazên ava bûn û xebitîna hiqukê asayî nîne. Bi vê awayê dema ku armanc dibe tunekirina muxalîfan, her dadgehkirin jî bi sêpêyê bi encam bûye. Dadgehkirin, bi qasî çanda lînçkirinê ye. Ev dadgehên ku Şêx Seîd û Seyît Riza darizandin, pêkanînên xwe yên cezayî li meydanan pêk anîne. Li meydana Bugday ya Elezîzê darvekirina Seyît Riza û li meydana Mizgefta Mezin a Amed’ê darvekirina Şêx Seîd mînakên vê çanda lînkirinê temsîl dike. Armanca qaşo darizandinên ku li dadgehên Îstîklalê tê pêkanîn ne tenê darizandina muxalîfan e jî. Di şexsê kesên ku tên darizandin li ser civakê avakirina tirsê, bûye yek ji armancek din a van dadgehan. Bêhiqukiya şerê taybet, di vê xalê de xwe radixe ber çavan. Tenê navê van dagehan dadgeh e, binasiya avabûn û armancên wan, rêbazê wan ê darizandinê bi hiquka çeteyan re wekhev e. Di şerê taybet de desthilatdarî tevgerên îmhayê pêşdixe, hema li pişt wî dadgehên ku bi hiquka’ taybet hatiye arastin ava kiriye. Di dîroka şerê taybet ê Tirk de dareyên 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê jî, di vê wateyê de di qada ‘hiquka’ şerê taybet de mînakên balkêş pêşkeş kiriye. Di van dadgehan de bi xwe spartina belgeyên sexte biryarên darvekirinê hatine girtin, kesên ku di aliyê zagonî de darvekirina wan ne gengaz e hatine darvekirin. Dadgehên Ewlekariya Dewletê yên piştre hatine avakirin, weke dadgehên xwedî heman naverokê derbasî dîrokê bûne. Şerê taybet, ji bo berterafkirina ev hêzên ku li dijberî wî ne, DGM’yan bi karbidestiyên awarte binasî kiriye û pêvajoyê wisa şixulandiye. Darizandinên ku di van dadgehan de pêk hatiye bi rastî jî ne hiquk, rêbazên li gor armancên siyasî yên şerê taybet hatiye esas girtin. DGM, di dîroka siyasî ya Tirkiyê de weke lingên hiqukê yên pêvajoyên darbe û darbeyên navberê rolê xwe pêkanîne. Di biryarên ku ew girtine de, feraseta Dadgehên Engîzîsyonê diyarker bûye. Avabûna van dadgehan, weke pêdivî û encamekî ya konsepta hiquka şerê taybet pêkhatiye. Li van deran bi milyonan însan bi şêwazekî bê edalet û neheq bi awayekî herî giran hatine cezakirin, bi hezaran kes bi îşkenceyan hatine qetilkirin û ev yek bi safîbûnê hatine erêkirin.
Li kêleka hemu tiştên ku hatine diyarkirin, tedbîrên ku bi armanca tepisandina vejîn û têkoşîna li Kurdistanê pêş dikeve hatiye girtin heye. Serekeyê van tedbîrên ku mirov dikare di wergiriya şerê taybet de binirxîne, bûye zagonê îtîrafkariyê. Dema ku tê gotin şerê taybet ê li Kurdistanê, yek ji xalên ku divê em fêm bikin jî ev zagona îtîrafkariyê ye. Dîsa Dadgeha Ewlekariya Dewletê ye. Bi vê re feqîrkirina gel, xistina gelê ku hatiye feqîrkirin weke rêbazê herî bi bandor hatiye şixulandin. Îro jî pêkanînên krediya herî kêm, amûrên mal ên beleş, pêkanînên qerta kesk (Yeşil kart) ku bingehê belavkirina tiştên şewat û xwarinê ava dike, derxistina fona Feqîr Fukara weke encamên vê hatine pêşxistin. Ev weke nêzîkatiyekî ku heya dawiyê bi zanebûn hatiye pêşxistin û hatiye xwestin ku şerê taybet li ser qada civakî were kişandin, di nav jiyanê de cihê xwe girtiye. Ji ber vê ye ku şerê taybet ê Tirk, dema ku siyaseta xwe dadixe civakê, konseptên pêkan ên li gor xwe amade kiriye. Li kêleka konseptên leşkerî plansaziyên aborî, civakî, çandî û perwerdehî xistine meriyetê. Ji bo bi awayekî yekser an jî neyekser bi xwe re girêdan û bêbandorkirina muxalîf û beşên ku weke xeterî û potansiyela xeteriyê dibînin, serî li gelek rê û rêbazan dane. Kûrkirina hevkariyê yek ji van rêbazan e; rêbazên weke dayîna prîmên teşwîqê, rojevkirina daxistina perê bacê an jî ji bacê muaf hatina girtin û bi vê awayê dewlemendkirina beşekî biçûk li ser vê bingehê ketiye meriyetê. Di plansaziya civakî de bi sazî û dezgehên ku xwe sîvîl nîşan didin hewil dane xwe bigehînin beşê ku ji xwe re kirine armanc. Bi van saziyên ku qaşo jê re dibêjin saziyên civakî; qaşo bi alîkarî, perwerdê, perwerdeyê pîşeyî, burs, şêwirmendiya derûnî û hwd ketine van lêgerînên bi civakê re avakirina têkiliyan. Bi vê rêbazê têkiliyan jî hewil dane kes û civakan bi xwe re girêdin. Ev xebatên ku di bin navê ‘xizmet’, ‘alîkarî’ û hwd hatiye meşandin, hatiye xwestin ku weke tiştekî baş were nîşandan û ji her tiştî wêdetir xwestine weke tiştekî bêtewan were nîşandan. Xwestine di nav civakê de têgîhan û îmajekî ‘dewlet baba wisaa bi eşqa xizmetê dagirtiye’ û hwd ava bikin. AKP di salên dawî de di rêxistinbûna xwe ya li Kurdistanê, rêbazên bi vê awayê şixulandiye. Xebatên ku bi destê saziyên weke Deniz Fenerî meşandiye, di vê mijarê de yek ji mînakên herî şênber in. Dîsa ÇATOM (Navenda Civakî Ya Pir Armancî) ku bi destê hevkariya Tirk û Emerîkî hatiye avakirin û navenda wî li Mersîn’ê ye, berhemê polîtîqayê şerê taybet e. Ev saziya şerê taybet di pêvajoya ku şer pir zêde giran e hatiye avakirin û di nav pêvajoyê de xwe kişandiye Kurdistanê û bisazî kiriye. Bi taybetî li bajarên Mersîn, Amed, #Şirnex#ê ji sala 1996’an heya niha jî tevgerê xwe nîşan dide. Armanc li hemberî beşên civakê yên em dibêjin kîtleya şer ku ji şerê azadiyê bandor bûne an jî di nav de cih digrin lê neçarî koçberiyê bûne, weke ku bi pirsgirêkên wan re ‘mijul e’ xwe nîşandan, tunekirina bertekên wan ên li hemberî dewletê û kişandina refên xwe ye. Ji ber vê qursên xwendin û nivîsandinê, qursên ziman, yên pîşeyî, bi avakirina unîteyên rêberî û şêwirmendiyê dixwazin beşên civakê yên feqîr li ser van xebatan bigrin bin venêrîna xwe. Beşên civakê yên herî feqîr ên Mersîn, Amed û Şirnexê tê xwestin ku bibe wek qadekî herî bingehîn ê xebatên van saziyan û ber bi refên dewletê ve were kişandin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,244 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
Gotarên Girêdayî: 40
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-07-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Kategorîya Naverokê: Komelnasî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 18-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 19-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,244 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.89 çirke!