Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Siberoj di zimanê me de veşartî ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Siberoj di zimanê me de veşartî ye
Siberoj di zimanê me de veşartî ye
Zext û zora li ser zimanê kurdî bi gelek şêweyan bandora xwe li ser civaka me dike. Ne tenê rojnameger û nivîskar para xwe ji van zextên li ser ziman digirin; di encama van zextan de gelek stranbêj û hunermend jî ji ber dozên ku li wan hatine vekirin neçar mane ku berê xwe bidin welatên xerîbiyê. Yek ji wan stranbêjan jî Farqîn Azad e. Me xwest bi boneya 15 gulanê roja zimanê kurdî li wî guhdarî bikin.
Tu dikarî hinekî behsa şert û mercên salên xwe yên destpêka muzîka kurdî bikî? Bi taybetî jî êrîş û qedexeyên ku hûn pê rû bi rû diman?
Min ji destpêka dibistanê ve stran digotin. Mamosteyên min hertim dengê min diecibandin û stran bi min didan gotin. Wê demê Mehmet Geren mamosteyê min bû û gelekî bi min re eleqedar dibû. Di wê demê de ew mamosteyê hêja ji aliyê kontrgerîla ve hate kuştin. Min zêde li stranên klasîk guhdarî dikir. Wek; Hozan Şiyar, Şivan Perwer, Aram Tigran, Mihemed Arîf Cizrawî. Gava ku em hatin metrepolên Tirkiyeyê jî min di malê de jî hertim stran digot. Di 1989’an de min li Kocaeliyê çayxaneyek vekir. Di wan salan de şagirtên zanîngehê yên welatparêz dihatin çayxaneyê. Di nava wan de heval Çetin û Nurcan hebûn. Herdû hevalan jî li tembûrê didan. Ez bi nêzî sed hevalên xwendakar re çûm seyranê û wê demê wan dengê min keşf kir. Piştre min û hinek ji wan hevalan me komek ava kir. Navê koma me Serdîlan bû. Di salên 90’î de sazî û dezgehên kurdan li metropolên Tirkiyeyê vebûn. Li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê (#NÇM#) hat vekirin. Di nava vê saziya çandê de Elî Temel, Turhan Yapiştiran, Celal Ekîn, Rotînda, Beser Şahîn, Koma Çiya, Koma Azad, Koma Serhildan û Koma Govendê tê de bû. Em bi mêvandarî çûn vekirina saziya Navenda Çanda Mezopotamyayê. Min Apê Mûsa li NÇM’ê nas kir. Min jê re hinek stranên dengbejiyê gotin û wî jî got êdî li vê saziyê bin û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û ji bo parastinê werin NÇM’yê. Ez di sala 1991’ê de tev li NÇM’ya Stenbolê bûm. Beriya ku ez tev li saziyê bibim min albûma bi navê ‘Zimanê kurdî zimanê me ye’ derxistibû.
Em dibînin ku hûn di sala 93’yan de tev li Koma Azad bûne lê beriya wê jî xebatên we yên muzîkê hene tu dikarî hinekî behsa xebat û pêvajoya destpêka Koma Azad bikî?
Ez di sala 1992’yan de vegariyam Kurdistanê. Di sala 1993’yan de jî NÇM li Amedê vebû û ez tev li saziya NÇM’ê ya Amedê bûm. Gava ku min dest bi xebatên çandê kir min dizanîbû ku ez ê bi zext û zorê re rû bi rû bimînin. Parastina çand û hunerê ji bo me parastina rûmetê bû. Bi vê yekê me dest bi xebatên xwe kir. Di Komên NÇM’ê de xebatên kolektîf hebûn û gelek xebatên baş pêk dianîn. Komên din jî gelek caran alîkarî didan vê komê. Di xebatên tekakesî de jî xebatên hevpar hebûn. Wek Şehîd Hogir. Di vê saziyê de jiyana xwe domandin û gelek qedirbilind bûn. Em ji ber xebatên xwe gelek caran hatin binçavkirin. Di salên 90’î de gelek kesan stranên tirkî digotin. Ji ber vê yekê tenê stranê kurdî gotin jî pisrgirêk bû. Ji xeynî Koma Xerzan, Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya, Koma Mezra Botan, Koma Rojhilat, Koma Rewşan, Ganî Nar, Xanemîr, Dengbêj Kazo kesek din bi kurdî stranan nedigot. Gelek caran ji me re pirsgirêk derdixistin. Gava ku em derdiketin ser dikê me mehek berê gotinên stranan dişandin ji berbirsiyar re. Ewlehiyê digot ev stran dibe yan ev stran nabe. Gava ku me stranên ‘li gorî wan qedexe’ digotin, hêzên ewlehiyê em binçav dikirin. Niha gelek kes stranên kurdî dibêjin lê ew tev li saziyekê nabin. Lê mixabin li gorî xwe tercîheke wiha dikin.
Dema em bala xwe didinê bandora muzîka kurdî ya di salên 90’î de li ser gelê kurd zêdetir xuya dike lê piştî salên 2000’î êdî ew bandor kêm dibe, tu sedema vê yekê bi çi ve girê didin?
Di salên 90’î de stranên ku dihatin gotin ji aliyê gel ve gelek dihatin heskirin û lê xwedî derketin jî. Gel hem ji stranên xwe yên kurdî û hem jî ji hunermendên xwe gelekî hez dikirin. Di nava gel de germahiyek ji bo ziman hebû. Gel ji bo çand, huner û ziman birçî bû. Em bi xwe aşkera di nava gel de bûn û me xîtabî wan dikir. Em bi hevre di nava çalakiyan de bûn. Gel xwe bi me girê dida û em bi hevre bûn. Gel bi rastî jî ji huner, çanda û saziyên xwe hez dikir. Di pey salên 90’î de gelek sazî û dezgehên kurdî ji aliyê nemir Mûsa Anter ve hatin vekirin. Di nava ewqas zor û zexmetiyan de piştî salên 90’î vekirina saziyan ji bo gel bû moraleke baş. Muzîka me tesîra xwe li ser gelê me dikir. Gelek piştgirî didan me. Me albûmên xwe bi destê xwe ji gelê xwe re parve dikir. Di şahiyan de gava ku me albûmên xwe bi xwe re dibirin yek jî ji wan albûman di destê me de nedima. Piştî salên 2000’î êdî muzîka popûler derket pêş. Bi tesîra muzîka popûler êdî bandora çandî kêm bû. Navaroka wan bêwate û vala bû.
Gava ku hunerek bandora xwe li ser welatiyekî neke tu wateya wê tune ye. Di wê demê de me pirsgirekek wiha dijiya. Êdî di muzîkê de lêhûrbûn û lêkûrbûn pêk nayê. Êdî mesele bûye popûler û ji bo popûlerbûnê muzîk tê kirin. Ji bo vê hinek kes guhdar dikin û hinek kes jî guhdar nakin. Bandora teknolojiyê jî heye. Di vê demê de gelek kesên baş jî derketin. Em wana pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Eger ku di nava sazî û dezgehan de cih bigrin dê gelek karên baş bikin.
Mirov dikare bibêje ew tesîra muzîka kurdî ya ku li ser civakê bandor dike, bingeha xwe ji hest û jiyana hunermend digire?
Gava ku tu muzîkekê çêbikî û ev muzîka te bandorê li ser gel bike, hewceye ku hestên hunermend xurt bin. Gotinên muzîkê, naveroka wê, dîmenên wê xîtabî gel bike. Lê mixabin di demên dawî de ev bandor kêm kêm bûye. Em dibînin ku gelek kes stranên gelêrî modernîze dikin û pêşkêşî gel dikin. Ev tişt ne afirandin e. Afirandin ya gel e. Di demên berê de gel van stranan gotiye. Ez nabêjim bila ev stran modernîze nebin, hewceye ku ev stran kevin nebin. Bila bên modernizekirin. Lê gava ku em tiştekî din çêbikin hewceye ku haya me ji naverok û gotinan hebe. Ji ber ku gelek gotin û muzîk tev li hev dibin û gelek tiştên xetere dertên holê. Ev stran hemû bîr û arşîv in. Gava ev naverok tev li hev bibin, deh sal şûnde gel wê naveroka xetere di qeydan de bibihîze û ew di bîrê de dimîne. Bila naveroka stranan neyê guhertin. Em bi hevalên xwe re gelek caran li ser peyvekê disekinin, ji bo çewtiyek dernekeve. Hevalên nû jî bila bi vê hesasiyetê nêzîk bibin. Bila stran bi hestê gel bên gotin. Ev stran mîrasên me ne û hewceye ku em wana bipazêrin. Em lê û lo tev li hev nekin.
Di demên berê de li bajarên Kurdistanê her konserek ku dihat lidarxistin bi hezeran welatî beşdar dibûn lê niha ev konser li kafeyan tên lidarxistin û kêm kes temaşe û guhdar dikin. Tu sedema vê bi çi ve girê didî?
Rastî jî berê di konserên me de bi hezaran kes tev lê dibûn. Di qadên mezin û vekirî de festîval û konser dihatin lidarxistin. Beşdarbûn gelek zêde bû. Îro em lê dinêrin êdî konser di nava kafeyan de yan jî li salonên girtî têne lidarxistin. Ev tişt wek modernîzmê jî tê xuyakirin. Hinek kes tên li wan guhdarî dikin û diçin. Lê derfetên hinek kesan tune ye ku tev li wan cihan bibin. Vê carê pirseke wiha dertê holê. Em ê çawa xwe bigihînin gel? Dibêjin teknolojî heye û hemû kes dikare xwe bigihîjîne gel. Rast e teknolojî gelek pêş ve diçe û hemû kes belkî bikaribe guhdar bike. Gelek kes li ser înstagram, twîtter, facebook an jî youtubê stranan parve dikin û welatî jî guhdar dikin. Lê mirov gava ku tiştekî zindî temaşe bike ew hîseke cuda ye. Em daxwaz dikin ku careke din derkevin derve û li qadan stranên xwe bibêjin. Wekî qada Newrozê bila gel û stranbêj bên cem hevdû. Gava ku mijareke awarte derkeve holê hinek hevalên me di qadên girtî de jî stranan dibêjin lê ev pir nayê tercîhkirin.
Ev 30 sal in ku tu bi awayekî profesyonel bi muzîkê re eleqedar dibî. Ji destpêkê heta niha der barê te de çend doz hatine vekirin, tu li rastî qedexe yan jî cezayên çawa hatî?
Ev 30 sal e di nava xebatên çand û hunerê de me û bi muzîkê re eleqadar dibin. Ez ne kesekî profesyonel im û ne hewqas serkeftî me. Ez strana dibêjim û karên arşîvê dikim. Di nava 30 salan de gelek doz li min hatin vekirin. Min bi stranekê pêşkêşvanî kiribû, li ser wê stranê doz li min hat vekirin û 20 sal ceza li min hat birîn û ez ji kar derxistim.
Ji ber vê doza ku li te hatiye vekirin niha tu ji welat gelekî dûr ketiyî. Gelo di xebatên te de guherîn, cudahî yan jî di warê afirîneriyê de çi cudahî heye?
Xerîbî xebatên mirov gelekî diguherîne. Ez li vê derê koçber im. Gava ku ez li welatê xwe bûm, em hemû heval li cem hevdû bûn. Di Koma Azad de em 5-6 heval dihatin ba hevdû. Di xerîbiyê de tu tenê yî. Hevalên ku ez bi wan re kar bikim ew jî li welatekî din dimînin. Salê carekê em tên cem hevdû. Lê em xebatên xwe didomînin. Albûma min ya nû meha gulanê li festîvala Çand û Hunerê ya Parîsê dê bê parvekirin. Di vê albûmê de 11 stran hene. Ev 11 stran li gelek deverên bajarê Kurdistanê hatine gotin. Ez ê stranên wan bibêjim. Albûma min a yekem e ku ez li xerîbiyê derdixim. Êdî em ê binêrin ka wê gelê me çawa binirxîne.
15’ê Gulanê roja Cejna #Zimanê Kurdî# ye û ji bo vê rojê tu dixwazî çî bibêjî?
Çand, dîrok û ziman nasnameya welatekî ye. Welatek jî bi parastina wan pêk tê. Sed hep welatê te heb in ger ku tu bi zimanê xwe nenivsînî, neaxivî û nefikrî bêwate ye û ev tunebûn e. Civaka me zimanê serdest bikar tîne û stranbêjên me zimanê serdestan diaxivin. Bi sedan sal in ku di Kurdistanê de asîmîlasyonê pêk tîne. Gelek çîrokên kurdî stranên kurdî hatine dizîn û li zimanê serdest hatine wergerandin. Ên ku xwestine Kurdistanê dagir bikin ewilî zimanê kurdan tune dikin. Hewceye ku gelê kurd li ziman, çand û dîroka xwe xwedî derbikeve. Ji ber ku nasnameya welatekî ziman e. Eger ku ziman, dîrok û çand tune bibe, hebûna me bêwate ye. Ez Roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim. Em xwedî li rûmeta xwe derkevin. Bi zimanê xwe biaxivin, binivsîn û bifikrin. Ziman siberoja me ye.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,030 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
Gotarên Girêdayî: 11
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-05-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 97%
97%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,030 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.547 çirke!