Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,336
Wêne
  124,191
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,111
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
XUDANÊ DENGÊ DEWRANEKÊ (Ji bo bîranîna Keremê Seyad)
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger1
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp2
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
XUDANÊ DENGÊ DEWRANEKÊ (Ji bo bîranîna Keremê Seyad)
XUDANÊ DENGÊ DEWRANEKÊ (Ji bo bîranîna Keremê Seyad)
XUDANÊ DENGÊ DEWRANEKÊ (Ji bo bîranîna Keremê Seyad)
Dengê te mîna ceweke zelal
Wê bixulxule gelek-gelek sal,
Derav û kanîyê serda zêdebin
Û cewê bibe çemekî mezin.

Ev xetên helbestvanê meyî gelêrîyî mezin Fêrîkê Ûsiv tê bêjî rîya jîyana xudanê dengê dewranekê – bêjer û serokê beşa radyoya Ermenîstanêye kurdî, rojnamevanê emekdar, rewşenbîr û welatparêzê navdar Keremê Seyad tam tînine ber çavan, yê ku 27-ê adara sala 2021-ê li Yêrêvanê di 82 salîya temenê xwe da konê xwe ji nava konên çanda netewî bar kir û çû ber dilovanîya Xwedê.
Dengê Keremê Seyad – «Yêrêvan xeber dide!..», ku bêtirî 55 salan her ro diweşîya û perwez dida, bûbû sîmbola dengê kurdên Sovîyêta berê. Ewî dengî xet û sînor nas ne dikir, ne tenê li komarên Sovîyêta berê, lê usa jî li seranserî Kurdistanê belav dibû, şabûn dikire her malekê, guman dikire dilê her kurdekî, ku zimanê me rûmeta me ye, agirê kuçikê ocaxa me ye, şeref û namûsa gelê me ye…
Ew dengê dewranekê heta-hetayê kete nava dîrokê, bû xewna şeva, sertaca kêlman û hikyata batinî.
Sed heyf, ku ewî dengê zîz, wê akila şîrîn îdî emê zêndî nebihên. Bêguman, ew dengê ji bo me bibe dengê hisretê, dengê dewrana tevgerê, xwehesînê û xwenaskirinê...
Kî bû Keremê Seyad û ji çi malbetê bû?
Yazîya malbeta Keremê Seyad jî mînanî yazîya gelê me ye. Sala 1918-an, gava tirkên osmanî dikevine Qersê, malbeta kalkê wî –Xalitê Çolo jî tevî hemû êzîdîyên Serhedê ji ber zulm û zordarîya leşkerên Roma Reş direve, berê xwe dide Ermenîstanê. Cerdevanên Romê Xalitê Çolo tevî 50 zilamên êzîdîyan digirin û bi hovane dikujin. Tenê lawekî Xalitê Çolo – Seyad û çend neferên malbeta wan ji wê xezayê xilaz dibin. Ew û gelek malên ji êla sîpka xwe çemê Arpaçayê dixin, derbazî Ermenîstanê dibin û li gundê Heko (navçeya Talînê) dihêwirin, bi wê hêvîyê û gumanê, ku zûtirekê şer û dewê bisekinin û ewê dîsa vegerine gundê xwe Êngyûkê, kîjan li navçeya Dîgorê ya devera Qersê va girêdayî bû.
Sala 1920-î Komara Ermenîstanêye Sovyêtê tê damezirandinê. Di navbera Ermenîstanê û Tirkyayê da sînor tê avîtinê. Rê û dirbên berbi miskenê kal û bavan tên birînê. Lawê Xalitê Çolo – Seyad bi çend malên pismamên xwe va diçe Tbîlîsîyê. Piştî çend salan dîsa ew vedigere Ermenîstanê û li gundê Heko cîwar dibe. Û destbi jîyana nû ya dewra Sovyêtê dibe...
30-ê kanûna sala 1938-a, hema li wî gundî, di mala Seyadê Xalit û Gula Bêmal da, bi hizkirina Xwedê, ewledê kurîn hate dinyayê. Navê wî danîn Kerem. Der û cînar hatne çavronkayê, cansaxî dê û bavê ra xwestin, navê tifalê nûbûyî pîroz kirin, dua li wî kirin, ku ew bibe delalîyê malê, şîrinê evdan û kêrhatîyê milet. Wî ra jîyana aramî, şuret û bextê baş xwestin. Û tê bêjî gundîya dizanibûn, ku salên bên û derbas bibin, navê Kerem, Keremê Seyad, wê nava temamîya gelê me da belav bibe û bibe navekî hizkirî, bi qedir û sîyanet.
Kerem xwendina xweye navîn di dibistana gundê Heko ya dehesale da werdigre. Salên hînbûnê yên li dersxanên bilind şureta wîye rojnamevanîyê dîhar dibe. Nûçe û gotarên wîye biçûk li rojnama navçeyê ya «Bolşêvîkyan droşov» («Ala bolşêvîkan») çap dibin, dû ra nivîsên wî li rojnamên Komarêye bi navên «Avangard», «Sovêtakan Haystan» («Ermenîstana Sovêtîyê»), «Komûnîst» dertên, lê ji sala 1955-an da usan jî gotarên wî li ser rûpêlên rojnama «Rya teze» tên çapkirinê û bi radyoya kurdî ya Ermenîstanê tên weşandinê…
Em li vira hinekî navbirîyê bidne jîyannîgarîya Keremê Seyad û vegerne li destpêka salên 1920-î. Gerekê bê gotinê, ku piştî damezirandina dîwana Sovyêtê li komarên Kavkazyayê nava jîyana gelê me da jî werguhastinên mezin dibin, xasma li Komara Ermenîstanê. Sala 1926-an fîlma «Zerê» tê kişandinê, sala 1929-an bi hereketê Erebê Şemo û Îsahak Moragûlov elîfba kurdî ya bi tîpên latînî tê amdekirinê.
Li hemû gundên me yên li herêma Ermenîstanê dibistên kurdî vedibin, ders bi zimanê dê tên dayînê, heyanî dersên matêmatîkayê û erdnîgarîyê jî.
Li her deran xebata erhede tê kirinê ji bo hilanîna nexwendîtîyê di nava civakên her netewekî da, di wê jimarê da usa jî nava gelê me da.
Di destpêka adara sala 1930-î Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Ermenîstanê biryar dike, ku rojnama kurdî biweşînin. Hema wê salê, diha rast 25-ê adarê hejmara pêşin ya rojnama «Rya teze» bi tîpên latînî ronayî dibîne.
Dîyare, wekî payîza wê salê usan jî bi şêweyê têst radoya Yêrêvanê destbi xeberdanên bi zimanê kurdî dike. Di destpêkê da 5 deqan, lê dû ra 10 deqan.
Sala 1931-ê Li Yêrêvanê zankoya (têxnîkûma) kurdîye Kavkazyayê ya amedekirina dersdaran vedibe. Di vê zankoyê da ne ku tenê mamostên zimanê kurdî amade dikirin, lê usan jî karmendên dewletê û civakê.
Em bîr nekin bêjin, ku di dema vekirina radyoyê da hetanî sala 1937-an Hecîyê Cindî û xanima wî Zeyneba Îbo kar kirine. Paşê radyo û rojnama «Rya teze» tên dadanê. Wê salê destbi têrora Stalîn dibe. Ne ku tenê zanyar, karmendên civakêye naskirî dihahtine binçavkirinê û girtinê, lê her usa jî sazî, dezgeh û ocaxên netewî dihatine dadanê. Hema wê salê jî Hecîyê Cindî, Erebê Şemo û gelek wekîlên gelê me yên bijare tên girtinê.
Piştî mirina Stalîn sala 1955-an rojnama «Rya teze» dîsa ronayî dibîne, di radyoya Ermenîstanê da beşa kurdî vedibe.
Rojanama «Rya teze» û radyoya kurdî hema di destpêka weşana xwe da di nava dîroka gelê me da bûne bûyerên mezin. Ew bûne şemdan ji bo pêşvebirina çand, ziman û wêjeya netewî.
Bawer bikî hemû helbestvan û nivîskarên me efirandinên xweye pêşin li ser rûpêlên rojanma «Rya teze» çap kirine yan jî bi radyoyê weşandine. Bi heqî mirov dikare bêje, ku rojnama «Rya teze» û radyoya kurdî bûne colangên çand û wejeya kurdên Sovyêtê.
Tu bûyereke usaye berbiçav tune bû li ser jîyana gelê me, ku di «Rya teze» da nehata çapkirinê yan jî bi radyoyê nehate belavkirinê. Ji Hemû komaran name û gotar dihatine «Rya teze» û beşa radyoya kurdî. Ew rast bûbûne navendên netewîye çandî. Zanyar, nivîskar, karmendên dewletê, dersdar û gundîyên sade dihatine wan ocaxên me. Emekê «Rya teze» û radyoya kurdîye Yêrêvanê di warê amedekirina kadrên netewî da bê hed û hesabe.
Di dema vekirina radyoyê sala 1955-an heyanî sala 1957-an Casimê Celîl dibe berpirsyar, di destpêkê da Ordîxanê Celîl û Nûrê Polatova demekê wek bêjer-spîkêr kar dikin, lê dû ra Eznîva Reşîd dibe bêjer, ya ku 27 salan karê xwe didomîne. Wan salan gelek stiran, miqamên gelêrî tên qeydkirinê û bingeha dengxana radyoyê tê danînê. Ji sala 1957-an heyanî sala 1981-ê (24 salan li ser hev) Xelîlê Çaçan Mûradov dibe berpirsyarê sereke yê beşa radyoya Ermenîstanêye kurdî. Di nava wan salan da bi seroketîya Xelîl Mradov bêtirî 1500 stran û miqamên gelêrî têne qeydikirinê, 40-î zêdetir radyokompozîsya tên nivîsarê, îdî em behsa gotar û nûçe, hevpeyvîn û gotebêjan nakin, jimara kîjanan bi dehan hezaran derbaztir dibe.
Niha em dîsa vegerine li ser jîyannîgarîya Keremê Seyad.
Sala 1960-î serokê radyoya Ermenîstanê yê para kurdî Xelîl Mûradov Kerem wek rojnamevanê xweyşuret vexwendî radyoyê dike. Berî wî çaxî dengkirina bi radyoya kurdî rojê nîv sehet bû, Eznîva Reşîd û Emerîkê Serdar jî bêjer bûn. Piştî hatina li Ermenîstanê Mustefa Barzanî sala 1958-an li ber seroketîya Komara Ermenîstanê û li Moskvayê jî li ber berpirsyarên Komîtêya navendî ya partya komûnîst pirsê pêşda dikşîne, ku dema xeberdanên radyoyê zêde bikin û goveka pêlên wêye weşanê jî fireh bikin, da ku li Kurdistanê bikaribin radyoyê guhdar bikin. Meha nîsanê sala 1961-ê di para radyoya kurdî da 12 karmendên nû tên hildanê. Wê demê bêjer tenê Eznîva Reşîd bû. Biryar tê girtinê, ku du spîkêrên mêr jî hildine li ser kar. Jo bê wê yekê komîsyon tê avakirinê ya konkûrsa (pêşbirka) bêjer-spîkêra. Di pêşbirkê da ji 26 kesan Keremê Seyad û Sîdarê Emîn derbas dibin û li ser kar tên hildanê. Salekê şûnda Sêvaza Evdo jî wek bêjer tê qebûlkirinê. Li ser hev bêjer dibine çar: du jin û dudu jî mêr. Lê Sîdarê Emîn dirêj kar nake, ew ji radyoyê derdikve û diçe li ser karekî mayîn. Bi wî awayî Keremê Seyad tenê dimîne. Ewî him tevî Eznîva Reşîd û him jî tevî Sêvaza Evdo deng û behs, gotar û nûçe raberî guhdaran dikir. Karê spîkêryêra tevayî Keremê Seyad xebata wergêrê jî dikir, gotar û rêportaj jî dinvîsî. Şûreta wî ya di warê amedekirina radyokompozîsya da jî pirr bû. Ewî gelek caran di radyokompozîsya da dilqê mêrxasan qedandîye, yanê jî ji navê xudan deng kirye. Bawer bikî Xelîl Mûradov perpirsyarî wan hemû radkompozîsya dikir, yên ku heyanî roja îroyîn jî bi hewaskarî têne bihîstinê. Bî wî şêweyî Keremê Seyad bû spîkêrê derca bilind, dengê kîjanî her kurdekî nas dikir.
Gelekî balkêşe, gava spîkêrê radyoya Moskvayê yê di cîhanê da naskirî Yûrî Lêvîtan sala 1977-an tê Yêrêvanê, ew rastî tevî spîkêrên Ermenîstanê sêmînarê derbas dike. Lêvîtan dengê Keremê Seyad bilind qîmet dike û karta xwe ya vexwendinê dîyarî wî dike.
Di destpêka salên 1980-î du spîkêrên din jî tên radyoya beşa kirdî: Gulîzera Casim û Lûsîka Huseyn, akila kijana gelekî şîrîn û xweş bû.
Piştî wefatbûna Xelîl Mûradov sala 1981-ê seroketîya radyoya Ermenîstanê karmendê radyoyê emekdar Ahmedê Gogê wek berpirsyarê sereke yê beşê kurdî destnîşan dike. Ew heyanî sala 1992-an kar dike. Paşî wê yekê Keremê Seyad dibe berpirsyarê sereke. Di nava dîroka radyoya kurdî da ew salên gelekî dijwar û çetin bûn.
Dîhare, ku piştî hilweşîna Sovyêtê rewşa radyoya me yekcar xirab bû. Di dema xwe da ew rojê du caran (sehetekê û niv sehetî) diweşya, lê paşê rojê bû nîv sehet. Çima? Ji ber ku dû jevberdana Yekîtîya Sovyêtê ra (sala1991-ê) halê aborî li Ermenîstanê xirab bû. Gel kete nava rewşeke giran û rîya penaberîyê da pêşîya xwe. Gelek rewşenbîrên kurd ji Ermenîstanê derketin, di wê jimarê da karmendên radyoya kurdî jî berê xwe dane welatên dereke. Ji 12 karmendên radyoyê tenê Keremê Seyad ma. Kesên tercime bikirana tune bûn. Kesên nûçe û gotar binvîsyana tune bûn. Kerem him wergêrvan bû, him gotervan, him jî spîkêr.
Rojekê serokê beşên xeberdanên bona welatên der yê wî çaxî Vladîk Zadayan gazî Keremê Seyad dike û dibêjê, ku ew tenê maye, divê beşa radyoyê ya kurdî bê dadanê. Keremê Seyad dijî vê biryarê dertê û dibêje, ku van rojên nêzîk ewê karmendan peyda bike. Piştî çendekê ew law û keça xwe – Tîtal û Leylê, her usa jî karmenda berê ya emekdar Gulîzera Memê tîne radyoyê û hildide li ser kar. Bi wî awayî bi saya hereketê Keremê Seyad radyoya kurdî ya Ermenîstanê nehate dadanê. Eva emekê Keremê Seyad yê herî mezine. Kê li dewsa Keremê Seyd bûya, wê bihîşta û biçûya Rûsyayê li bal bira û pismamên xwe. Birayê Kerem – Mirazê rehmetî bona malbeta birayê xwe derfet û mecalêm baş amade kiribûn. Lê Keremê Seyad neçû, ewî dest ji radiyoyê berneda. Tevî Tîtal û Leylê ewî wan salên giran destbi amadekirina bernamên bi taybet kir. Xasma ev bername hêjayî begemîyêne: «Zimanê teyî dê», «Xerîbê xwe digerin», «Serhildanên kurdan», «Rasthatin û bîranîn», «Pêncşema edebîyetê» û yên mayîn. Saya van bernaman di navbera radyoyê û radyoguhdaran da pira çê bû, ya ku peşda tunebû çimkî pêşda ew yek qedexe bû û paşê bi saya Keremê Seyad hate orgenîzekirinê. Bi taybetî gotebêjên bi têlêfonê yên bi awayê zindî hewaskar û balkêş bûn. Zenglên telefonê çawa ji Ermenîstanê, Gurcistanê û welatên Ewropayê, usa jî ji her çar parçeyên Kurdistanê dihatin. Ew hemû xeberdan bi radyoya kurdî dihatin dayîn û di wî warî da nava 12 parên radyoya Ermenîstanê da beşa kurdî ya here pêşîn bû. Eva yeka ji aliyê seroktîya radyoya Ermenîstanêye civakî da bilind hate nirxandinê. Wek berpirsyarê radyoya kurdî Keremê Seyad heyanî sala 2016-an kar kir. Lê ji wê salê heyanî roja îroyîn Tîtalê Kerem wî karê sîyanet berdewan dike.
Keremê Seyad xebata radyoyê ra tevayî pênc salan di rojnama «Riya teze» da wek korêktorê (rasterêz) rojnamê kar kiriye û xêncî wê bûye korêktorê bi dehan pirtûkên kurdî.
Keda Keremê Seyad ji aliyê Serokkomarê Ermenîstanê û serokatîya radyoya Ermenîstanê da bilind hatiye qîmetkirinê. Ew ji alîyê serokatiya radyoyê va layiqî xelata «Qelema zêrîn» û sîyatnama bûye.
Sala 2006-an Keremê Seyad ji alîyê Serokkomarê Ermenîstanê va bi mêdala zêrîn hatiye rewakirinê û layiqî navê rojnamevanê Ermenîstanî emekdar bûye.
Dengê Keremê Seyad her ro li Kurdistanê belav dibû, lê ewî bi xwe Kurdistan nedîtibû û herdem bi hisret benda wê rojê bû, ku armanca wî mîyaser bibe. Sala 2001-ê serokatîya Herêma Kurdistanê wî vexwendî dike û ew diçe Kurdistana Başûr. Kurdistan ûsa li ber çavê wî şîrîn bû, tê bêjî ew hatîye çikilê buhuştê. Ewî bejna xwe li ber tirba Mustefa Barzanîyê nemir tewand. Ew roja sala 1958-an hate bîra wî, gava Barzanî hatibû gundê wî Heko, gava mala pismamê wî Kotê Şîrin da gire-girên kurdên Ermenîstanê li dora mêvanê hizkirî civya bûn, gava pirsên pêşvebirina çand, ziman û wejeya netewî raber dikirin… Û kê dizanibû, ku Barzanîyê nemir wê dema radyoxeberdanên kurdî zêde bike û Keremê Seya jî wê bê û di wê radyoyê da bêtirî 55 salan kar bike…

Belê, dengê Keremê Seyad – «Yêrêvan xeber dide!..», ku bêtirî 55 salan her roj diweşîya û perwez dida, bûbû sîmbola dengê kurdên Sovîyêta berê. Ewî dengî xet û sînor nas ne dikir, ne tenê li komarên Sovyêta berê, lê usa jî li seranser Kurdistanê bela dibû, şabûn dikire her malekê, guman dikire dilê her kurdekî, ku zimanê me rûmeta me ye, agirê kuçikê ocaxa me ye, şeref û namûsa gelê me ye!
Ku îro be yanê sibê be, welatê meyê çê be!
Ew dengê dewranekê heta-hetayê keta nava dîrokê, bû xewna şeva, sertaca kêlman û hikyata batinî.
Sed heyf, ku ewî dengê zîz, wê akila şîrîn îdî emê zêndî nebihên. Bêguman, ew dengê ji bo me bibe dengê hisretê, dengê dewrana tevgerê, xwehesînê û xwenaskirinê..

Prîskê Mihoyî, rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya). [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,049 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Kurdên li Diyasporayê
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Kategorîya Naverokê: Bîografî
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( تیتالێ کەرەم ) li: 10-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 10-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 10-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,049 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.437 çirke!