Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,515
Wêne
  123,333
Pirtûk PDF
  22,042
Faylên peywendîdar
  124,605
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Paşroja Faşîzma Erdogan Nine
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zekî Bedran
Zekî Bedran
#Zekî Bedran#
Êrîşên dewleta Tirk didome û li herêmên gerîlla weke Zap û Metîna, êrîş berfirehtir bi rêxistin kirin. Lê çeperên ku bi mehane giranî dabûn ser, nekarîn bixin. Zivistan nîzîk dibe, dem ê wan kêm maye. #Faşîzma Erdogan# li hûndir û li derve di bin sifrê de ye. Hilbijartin nîzîk bûye û ji ber wê pêwîstiyek bi serkeftineke heye. Herwiha di 100 saliya komara Tirkiyê de, Erdogan dixwaze berxwedana Kurdan ji hole rake û xwe bike Atatirk`ê duyem. 40 sale yên hatine ser hikûm, nekarîn #PKK# û Kurdan binbixin, lê ew dixwaze vê serkeftinê bi dest bixe!
Erdogan li Sûrî jî êrîşên xwe zêde kirin e. Ji xwe bi rêka îhwanciyan, hesabê rûniştina li ser postê xelîfetî jî dikir. Ji bo vê xwast “Bahara Ereban’’ bi kar bîne. Rêjîm hildiweşiyan û alozî kûrtir dibû. Bi vî hewayê weke masî têkeve nav behrê xwe avêt nava Sûriye yê. Hedefê wî yekemîn pêşîlêgirtina statûya Kurdan bû. Rêjîma Esed nikare zêde berxwe bide, hesab dikir ku weke Kaddafî û Hûsnî Mûbarek wê here. İhvancî wê bên ser desthilatdariyê û Sûrî têkeve bin kontrola faşîzma Erdogan. Bi van hesaban Sûrî xist nav şerekê navxweyiya bi xwîn.
Erdogan derbek giran li Sûrî xist û niha jî berdewam lêdixe. Rojava kir e armanca xwe. Her roj qîr dike û dibêje `korîdora Kurd emê belav bikin, herêma ji Efrîn`ê heta Dêrik`ê heta 30 km bi kûrahî emê bixin bin kontrolê`. Cewherê vê planê, qirkirina kurdên Sûriyê ne. Ji ber ku herêmên Kurdan dirêjahiya sînor de ne. Wê Kurdan ji cihê wan bide koç kirin û malbatên çeteyan û kesên di bin kontrola wan de ne jî, di cîhên wan de wê bi cîh bike. Heman demê de, wê ji kesên van herêman hatine bicîh kirin artêşeke bedîl dijî hikûmeta Şamê avabike. Ji xwe ev yeke bi giranî pêk aniye jî.
Faşîzma Erdogan û Baxçelî, Rojava wek amanceke eşkere danîne ber xwe. Eger li herêmên weke Zap û Metina serkeftinê bidest nexin, wê giraniya xwe bidin ser Rojava. Ji xwe dema şerê li dijî kurdan ket rojevê, mixalefet li meydanê namîne. Di şerê li dîjî kurdan, tevî CHP’ê hemû partî li pişt Erdogan rêz dibin. Kurd ji bo Erdogan weke `neametek ya xwedê` ne.
Rojava bi vî hale xwe, wek derzî di qirikê wan de asê maye. Ji ber ku gelên bakûr û rojhilatê Sûrî li berxwe dan û li ser lingên xwe man. Bi halê xwe yê heyî jî li hember êrîş û dagirkeriyê, xwe amade dikin û dibêjin emê şer bikin. Rêveberiya Xweser wek nûmûneyek rêveberiya demokratîk, hêvî û bawerî dide gelan. Erdogan ê çete jî xistiye bernameya xwe ku hemû tiştên baş û xweş ji holê rake.
Sîcîl ê Erdogan li Sûrî pir xirabe. Ji qirkirinê bigre, heya hemû sûcên şer, xirabiyek nemaye ku nekiriye. El Nusra û DAİŞ jî têde hemû çete û hêzên dijminê mirovayiyê, li herêmên dagirkirî de diparêze. Ji bo wan herêmeke bi ewle ava kiriye. Li ber çavê cîhanê bi van çetan êrişî gel dike. Rusya û DYA jî têde hêzên din rê dan vana û çavê xwe digrin. Berjewendiyên xwe esas digrin û rê didin ku, kujer û dagirkerên wekî Erdogan li Sûrî ewqas texrîbat çêbikin û dagirkeriyê bidomînin.
Rûxmî van pîlanên qirêj hemûyan jî, Erdogan encamê ku dixwast negîhîştê. Niha jî ketiye dû Putîn û dixwaze ji bo li ser Sûrî êrîşeke nû ya dagirkeriyê îcaze bigre. Sûrî ne weke Iraq`ê ye. Li wir PDK bûye şêrîkê dagirkeriyê û pêşengtî ji Erdogan re dike. DYA û NATO, îcaze û piştgîrî dane ku artêşa tirkan êrîşî gerîlla bike. Ji ber wê pêwîst nîne ku Erdogan îcaze ji cîhekî bigre. Hêzen weke Rusya û Çin ji qirkirin û hilweşandina Kurdan re bê helwestin. Pêwîst nabînin di ragihandinê xwe de weke nûçe jî bidin.
Niha li ser xwastek a Putîn, Erdogan dixwaze bi rêveberiya Esed re hevsengiyek ava bike û ketiyê lêgerina ku Rojava û rêveberiyên xweser ji holê rake. Erdogan dibêje“ me bi Putîn re li hev kir, ji bo tinekirina terorîstan emê hevbeş tevbigerin û emê di nava koordînê de bin“ û derdê wî yê tekane jî, ji holê rakirina kurdan e. Ji ber ku li gor wî El Nusra û çeteyên din terorist nînin. Qesta wî ji teror ne ew in. ji xwe qet behsa wana nake, naxe rojevê û navê wan bi lêv nake.
Dema ku Sûrî di bin dagirkeriyê de be, dema ku li herêmên dagirkirî de avakirina artêşeke bedîl hebe û Îdlîb jî di vê rewşî de be, çawa Şam wê bi Erdogan re li hev bike? Herwiha Erdogan dibêje “ez ji cîhanê re eşkere dikim ku dirêjahiya xeta sînor ya ji Efrîn heta Dêrik, di kurahiya 30 km de herêma min ya bi ewle ye“ û her car dide zanîn ku wê vê gotina xwe ekît pêk bînin. Gelo li ser erdê welateke din ewqas tasaruf kirin tiştek normale? Wê Rêveberiya Sûrî vê yekê bipejirîne?
Êdî cîhan dixwaze şerê li Sûrî xelas be. Ji bilî Tirkiyê ti hêzeke din amadekariya şer nake û ji bo ku êrîş bike li ti firsendan na gere.
Eşkereye ku piştî hevdîtina Putîn, êrîşên Tirkiyê zêde bûn. Rusya divê Tirkiyê hîn zêdetir neke belaya serê gelên Sûrî. Li hember van lîstokan, divê gelen Sûrî jî hîn bi bandor û bi rêxistinî helwest bigrin. Gelên bakûr û rojhilatê Sûrî divê dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Cîheke demokratîk û azad ava kirine, berdêlê wê dane. Eger yekîtiya xwe biparêzin û li berxwe bidin dikarin van lîstokan vala derxîn in. Herwiha paşeroja faşîzma Erdogan jî nîne. Divê ji bo zûhakirina çavkaniya vê xirabiyê, hemû alî bikevin tevgerê û çi ji destê wan bê bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,798 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/
Gotarên Girêdayî: 28
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-09-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 09-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,798 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.120 KB 09-09-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!