Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,855
Wêne
  123,950
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,743
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rima Berekat
Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rima Berekat
Hevpevyîn: Kadrî ESEN / MA
Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya #Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê# Rima Berekat, diyar kir ku li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê û 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene.
Di ser Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir de 9 sal derbas bûn. Heta niha şoreşê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bandora xwe li tevahiya Sûriyeyê û herêmê kiriye û gelek nirxandin li ser hatine kirin. Bi nirxandinan re gelek planên têkbirinê jî li ser hatine kirin. Ligel her tiştî jî Şoreşa Rojava didome û roj bi roj xurtir dibe, bi pêş ve diçe. Di vê pêvajoya ku salvegera şoreşê nêz dibe de me xwe gihand Hevseroka Encumena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rima Berekat û pê re li ser pergala edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeyvîneke saz kir. Berekat, da zanîn ku wan piştî hilweşandina Rejîma Baasê dest bi avakirina pergala xwe ya edaletê kirine û destpêkê bi navê dadên gel dad li dar xistine.
Berekat, destnîşan kir ku di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Encumena Edaletê ku ji 13 endaman pêk tê hatiye avakirin û wiha got: “Encûmena Edaletê, pergala edaletê ya tevahiya herêman dişopînê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê û 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene.Ji bo mafê her kesî were parastin deriyê Encumena Edaletê ji bo her kesî vekirî ye û mafê kesane serdana encumenê bikin û Komîteya Teftîşê ya Encumenê li ser bisekine. Hin caran hemwelatiyên herêmê berê xwe didin dadgehên Rêjîmê. Ji bo em mafên kesan biparêzin em biryarê wan pêk tînin. Bi taybetî jî di dozên kirîn û firotina erdan de.
RIMA BEREKAT KÎ YE?
Berî ku em derbasî hevpeyvînê bibin bi çend hevokan em Berekat bidin nasîn. Ew ji Efrînê ye û li bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji dayik bûye. Li Helebê Zanîngeha Hiqûqê xwendiye. Bi destpêka Şoreşa Rojava re derbasî Efrînê bûye û di nav saziyên edaletê de cih girtiye. Piştî dagirkirina Efrînê derbasî Herêma Cizîrê bûye û niha Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
***
Destpêkê em bi hilweşandina pergala edaletê ya Rejîma Baasê dest pê bikin. Wekî Rêveberiya Xweser we xwe çawa ji pergala edaletê ya Rejîma Baasê rizgar kir?
Destpêka Şoreşê Rojava hemû saziyên Rêjîmê hilweşiyan û karmendê wê reviyan. Ji ber vê di her aliyê jiyanî de valabûnek derket. Ji ber ku dema şoreşê û şer pirsgirêk pir bûn, bi navê dadên gel me dad li dar xistin. Ev dad cihê dadên Rêjîmê tije kirin. Her kesî berê xwe da van dadên nû hatibûn avakirin.
Bi hejmarek parêzer û kesên hiqûqnas rêveberiya dozgeriyê hat avakirin. Li kêlekê jî saziya asayîşê hat avakirin ku bi rêveberiya dozgeriyê kar dikir. Dîsa ji bo pêkanîna cezayê ku ji dadê derdikevin li kêleka van girtîgeh jî hatin avakirin. Di heman demê de qomîteyên silhê jî hatin avakirin. Ji bo ku di dozên sivîl de pisgirêkan çareser bike pergala me ya dadmendî şûna tevahiya pergala Rêjîmê girt. Bi pêşketina şoreşê re pergala me jî bi pêş ket.
REWŞA HEYETAN
Heta niha qala gelek aliyên Şoreja Rojava hatiye kirin lê bes kêm qala aliyê edaletê tê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke çawa ya edaletê hatiye avakirin?
Ji ber ku me felsefeya xwe ya edaleta civakî ji felsefeya neteweya demokratîk ava kir, pergala me ya edaletê bi Şoreşa Rojava re gav bi gav bi pêş ket. Destpêkê me navê dada gel bi kar anî, lê bi pêşketina şoreşê û xwesteka gel re me dîwanên edaletê ava kirin. Biryara edlî ji heyetek ji 3 kesan tê avakirin. Ji bo biryargirtinê de bibin hevpar gel bi rêya platform, jûrî û qomîteyên wekî dayikên aştiyê, malên jin û hin qomîteyên karmendan tevlî pêvajoya biryargirtinê bûn.
JI QANÛNÊN DINYAYÊ MÎNAK GIRTINE
Gelek welat dema ku pergala xwe ya hiqûqê saz dikin hin pergalên li gorî xwe pêşketî esas digirin. We jî wekî pergal, pergaleke hiqûqê ya welatên ku ji xwe re esas girtî ye heye? Heke hebe ev kîjan welat an welat in? Heke nebe we li gorî çi pergala xwe saz kiriye?
Em ji fikrên qanûnî yên tevahiya cîhanê re vekirî ne û dixwazin ji pergalên dadmendî yê cîhanê sûd werbigirin. Wekî mînak; me pergala jûrî ji Pergala Angloseksonî girt û me Qanûnên Sivîl jî ji Pergala Fransî û Sûriyeyê girt. Hin tişt jî me ji Qanûnên Misrê girtin. Lê me her tiştî jî li gorî felsefeya edaleta civakî girt. Ev fikrên qanûnî hev temam dikin.
Rêxistinbûna îdarî ya sazî û dezgehên edaletê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çi rengî ye?
Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Encûmena Edaletê hatiye avakirin. Ev encûmen ji 13 endaman pêk tê. Ev endam jî ji aliyê herêman ve tên hilbijartin. Pergala hevserokatiyê tê meşandin. Kotaya jinan ji sedî 50’î ye. Encûmen, pergala edaletê ya tevahiya herêman dişopîne. Hejmara endaman li gorî pêwîstî û hejmara dîwanên edaletê tên hilpijartin. Ev jî karê dîwanên edaletê û qomîteyên silh û malêm jinan bi rêxistin dikin. Li kêleka wê jî Akademiya Edaleta Civakî ya Mezopotamyayê heye. Ev jî karê wê ew e ku kadroyên edaletê perwerde bike.
Gelo li tevahiya navçe û bajarên herêmê dadgeh ango saziyên darizandinê hene, mirov dikarin li her dera herêmê bên darizandin? Li herêmê çend cure dadgeh hene?
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê hene. 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene. Ev dozgerî ji Dêrikê bigire heya Şehba û Helebê li hemû bajaran belav kirîne. Ji bo herkes bikaribe xwe bigihînê pergala me ya edaletê û doza xwe çareser bike, li kêleka van dozgeriyan bi dehan malên jinan û qomîteyên silhê belav kirine.
DOZ ÇIQAS DIDOMIN?
Şertekî bingehîn ê hiqûqê wiha heye; edaleta derengmayî ne edalet e. Li gelek welatan ev şert tê binpêkirin. Li herêma we ji asta destpêkê heta asta dawî darizandina kesekî di çi qas demê de pêk tê?
Felsefeya me di cih de çareserkirina pirsgirêkan esas digire; hejmarek mezin dozên me di demeke pir kurt de di komîteyên silhê û malên jinan de tên çareserkirin. Lê pergala me di şert û zerfê şer de xwe bi cih dike û xwe bi pêş dixe. Di derfetên heyî de em pergala xwe bi pêş dixin.
Ji ber ku her dozek cudabûna wê heye, ji destpêkê heta asta dawî em nikarin bibêjin ku wê ew qas demê bigire. Wekî mînak; dozên girêdayî erdan, kuştin û bazirganîya heşîşê belim nêzî salikê berdewam dike. Ji ber ku pir kar di wan de tên kirin.
Li piraniya welatan dadger û dozger bi tehsîlê tên diyarkirin. Di pergala we de dadger û dozger çawa tên diyarkirin. Şertên ji bo qebûlkirina wan çi ne?
Piraniya dadger û dozgerên me li zanîngehê qanûn xwendine û dîplomaya xwe girtine. Lê bi gîştî li Akademiya Edaleta Civakî perwerde dîtine û gorî nirxên şoreşê kesayeta xwe bi pêş xistine.
Bi qasî ku me şopand li herêma we dadgehên jinan jî hene. Hûn dikarin hinek qala van dadgehan bikin. Tenê jin li van dadgehan tên darizandin an kesên ku li dijî jinan sûc kirine li van dadgehan tên darizandin?
Li herêma me Encûmena Jinê ya Edaletê heye lê ne wekî dadgehên jin kar dikin. Ew rewşa jinên li saziyên edaletê bi rêxistin dikin û amadekariya qanûnên têkildarî jin, malbat û hiqûqa jinê dikin. Di dozên ku jin têde ne nêrîn didin.
MAWEYA BINÇAVKIRINÊ 48 SAET E
Ji ber mirina di bin çavan de ya Endamê PDK-S’ê Îsa Emîn ji aliyê hin derdoran ve rexne li rêbaz û dema binçavkirinê ya li herêma we hatin kirin. Li herêmê biryara binçavkirina kesekî çawa tê dayîn û herî zêde çend rojan di bin çavan de dimîne?
Biryara binçavkirina kesan li dozgerîyê tê dayîn û li gorî qanûnan tê bikaranîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesekî herî zêde 48 saetan di bin çavan de dimîne. Piştî 48 saetan binçavkirî derdikeve dozgerîyê. Ji bo karê lêpirsîn û angaştê jî kesek herî zêde mehek girtî dimîne. Di sûcên herî giran de jî kesekî beriya ku bê dadgehê zêdetirî heyvekê di lêpirsîna asayîş û dozgerîyê de dimînê.
Tişta ku di doza Emîn Îsa de bû binpêkirina qanûn û usûlê bû. Dirêjkirina dema girtinê hişmendiya ji Pergala Baasê ya Sûriyeyê mayî ye. Ev jî pêwistiya xebat û têkoşîna hiqûqê ya ji bo pêşxistina pergala me ya hiqûq û zagonê didê dîyarkirin. Lê belê kesên ku di vê dozê de qanûn bin pê kirine ketine ber lêpirsînê û wê cezayê xwe jî li gorî qanûnan bikişînin.
Di dewletan de betir dad dewletê diparêze û ji ber ku karmendê dewletê ne dozger û dadger jî alîgirê dewletê ne. Lê parêzer bêtir serbixwe ne. Li Rêveberiya Xweser rewş çawa ye?
Di Rêveberîya Xweser de her du baskên edaletê dadger û dozger û parêzer nirx û destkeftiyên şoreş û civakê diparêzin. Her du mil bi hev re pergala edaletê bi pêş dixin.
Dema ku hiqûqa we ya hundir bêencam bimîne welatiyên we serî li ku derê didin?
Ji bo mafê her kesî were parastin deriyê Encumena Edaletê ji her kesî re vekirî ye û mafê kesane serdana encumenê bikin û Komîteya Teftîşê ya Encumenê li ser bisekine. Ji ber ku hê Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn nehatine avakirin, hin caran hemwelatiyên herêmê berê xwe didin dadgehên Rêjîmê. Ji bo em mafên kesan biparêzin em biryarê wan pêk tînin. Bi taybetî jî di dozên kirîn û firotina erdan de.
Herî dawî em dixwazin hûn ji me re qala pêşxistina pergala xwe bikin. Ji bo pêşxistin û xurtkirina pergala xwe ya edaletê hûn xebatên bi çi rengî dikin?
Em pergala xwe li gorî pîvanê navneteweyî bi perwerdê bi pêş dixin. Ji bo yekkirina di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em li ser zagonên xwe jî xebat dikin. Ji bo qanûnên modern û li pêş; me saziya xwe ya texture ya edlî ava kiriye û laboratoara xwe ya qrîmînal jî ava dikin.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 784 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://diyarname.com/
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-07-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Yasayî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 784 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.144 KB 06-09-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!