Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,536
Wêne
  123,335
Pirtûk PDF
  22,043
Faylên peywendîdar
  124,629
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
”Roja Helbestên Zaravayên Kurdî”
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
”Roja Helbestên Zaravayên Kurdî”
”Roja Helbestên Zaravayên Kurdî”
Roja Helbestên Zaravayên Kurdî a heştem li Stockholmê, 19 îlonê li dar dikeve. Înstîtuya Kurdî li Stockholmê çalakiyê organîze dike. 2007 an de a yekem bibû. Rengê şeva helbestan dabûnê de. Lê Komîteya Karger, weke çalakiyek nû ji ên înstîtuyê dane nasandin û ji wê rojê de, ji salê carekê Roja Helbestên Zaravayên Kurdî dibe.

Cîgirê Serokê Înstîtuya Kurdî, Kamran Simo Hedilî armanca vê çalakiyê wiha dinirxîne: Hevnasîna helbestvanan, xurtkirina diyaloga nav wan, nêzîkbûna zaravayan li hev, hevdîtina helbestvan û xwendevan...

Wê rojê helbest bi zaravayên kurmancî, soranî, kelhorî, feylî, hewramanî, lorî û dimilî têne xwendin. Her helbestvan, piştî danasîna kurt, derdikevin ser dikê û bi qasî 10-15 deqîqe helbestên xwe dixwînin.

Di çalakiyan de, 12-16 helbestvan beşdar dibin, dibêje Kamran Hedilî. Helbestvanên nasdar jî tên. Lê mecalê didin kesên nû jî. Her wisa helbestvanên hinekî xwedî tecrube jî derdikevin ser dikê û helbestên xwe dixwînin.

Wê rojê, tenê peyv heye û helbest ji lêva dirêjin, guhdaran bi xwe re dibin xweza, cî û cîhanên guhertî. Hîsên cewaz û rengîn bi guhdaran didin jiyandin. Carna eşq e mijar. Carna derdê xerîbiyê. Gelek caran bi kul û kesera kurdan re, li Dêrsim, Helebcê û Kobaniyê, hêstir dibarin.

Hedilî ji bo a îsal wiha dibêje, lîsteya helbestvanên beşdar baş zelal nebûye. Lê hetanî niha navên erê kirine ev in, Runak Şiwanisî (soranî), Îman Botanî (soranî & kurmancî), Mohamad Banîxêlanî (soranî), Nîşan Bamarnî (kurmancî), Aynûr Araz (kurmancî), Xizan Şîlan (kurmancî), Ednan Dogan (kurmancî), Viyan Muzurî (soranî & kurmancî), Pişko Necmedîn (soranî), Kamran Simo (kurmancî), Turec Asperî (kelhorî) û Alan Rûbar (soranî).

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê, weke hercar, vê çalakiyê bi hevkariya saziya ABF ê li dar dixe. Di 19 îlonê, roja şemiyê, saet 13.00 an de dest pê dike û hetanî saet 18.00 an didome. Cîh, ABF Huset, Vårbygård Centrum (T) a Stockhomê ye.

Înstîtuya Kurdî bêhtir bi çalakiyên xwe ên li ser edebiyata kurdî tê nasîn. Kamran Simo Hedilî jî vê yekê dipejirîne. ”Rast e, şev û semînerên li ser edebiyatê dibin. Lê ne tenê edebiyat, weke mîsal îsal, li ser dîrok, ziman, adet, tore û baweriyên kevnare nêzî 24 çalakî hatine plankirin. 12 ji wan bûne.

Xanim Gulê Şadkem, ji Xorasanê hatibû vexwendin û semînerek li ser rewşa kurdên Xorasanê da. Derbarê adet û tore, govend û stranên xwe, beşdarên semînerê ronî kir. Prof Dr. Gulmuradî Muradî, li ser Ola Yarî semînerek da. Dr. Hiseyn Xaliqî, di semînera xwe de, Îslam û Demokrasî kir mijara esasî û bersiva gelek pirsên mêvanan da. Bi beşdarbûna hejmarek civaknas û siyasetvan, mijara Hilbijartin û Demokrasî hate niqaşkirin. Weke tê dîtin, înstîtu gelek çalakiyên cewaz dike. Lê giraniya xebatên me, dikare li ser ziman û edebiyatê xuyanî bike.”

Rola înstîtu, komeleyên çandî û edebî, yekîtiya nivîskaran û saziyên din ên kurda li Swêdê hetanî salên 90 î mezintir bû. Kesên ji ber pirsgirêkên siyasî, bûne koçber û derketin derveyî welêt, siyasetvan, mijûlê edebiyat û zimên bûn. Li Swêdê li ser çand, ziman û edebiyata kurdî gelek xebatên hêja kirin. Semîner, panel û konferansên giring li dar ketin. Berhemên giranbûha dan. Kovar, kitêb û rojname derketin. Radyo û tv de, bernameyên kurdî amade dibûn.

”Piştî salên 90 î”, dibêje Hedilî û didomîne, ”êdî li welat derfetên xebatê hatin pê. Çalakiyên pir alî li wir bûn. Hejmara kovar û rojnameyan dihatin weşandin, zêdetir bûn. Kanalên radyo vebûn û ên tv yî dest bi weşanê kirin. Saziyên li ser ziman û edebiyatê vebûn û xebatên hêja bûn. Vegera welat hat rojevê û gelek kes zîvirîn. Nivîskarên berê û ên nû ji gelek hêla ve berhemên hêja afirandin. Ji hemû aliyan ve kalîte, başî û xurtiya berheman hat niqaşkirin.[1]

Rola komele, înstîtu û saziyên din li Swêdê bi vê pêvajorê re guherîn. Çalakî kêmtir bûn. Lê jiyana kurdên karker û penabertiyê didomiya. Lewra ne mîna berê be jî, dîsa li karên xwe berdewam in. Semîner dibin, kitêb tên nîvîsîn û rojên wiha tên lidarxistin.”

Kesên dixwazin rojekê bi helbest û helbestvanan re bijîn, ji kaniya hunera wan avê vexwin, bi xeyal û fanstasiyên helbestvanan re derkevin gerê, bixêr werin Stockholmê, Roja Helbestên Zaravayê Kurdî...

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,874 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | Cîhana Weşana
Gotarên Girêdayî: 19
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-09-2015 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Welat- Herêm: Swêd
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 97%
97%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 16-06-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( ئاراس ئیلنجاغی ) ve li ser 16-06-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 25-08-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,874 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.134 KB 16-06-2022 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!