Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê

Cureya lêgerînê





Lêgerîn

Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Virrêkirina babetî
Wêneyekê rêke
Nêrîna we
Lêkolîn
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Hevkarên Kurdîpêdiya
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tumarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Virrêkirina babetî
Wêneyekê rêke
Nêrîna we
Lêkolîn
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Hevkarên Kurdîpêdiya
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tumarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2023
Em kî ne
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Hevkarên Kurdîpêdiya
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
Çalakî
Alîkarî
Babetên nû
Qedrî Yildirim - Kadri Yıldırım
Qedrî Yildirim (jdb. 5ê sibata 1959an, Licê, Diyarbekir - m. 26ê adara 2021an, Diyarbekir), akademîsyen, nivîskar û parlamenterê kurd e. Ew di 5ê sibata 1959an de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji day
Qedrî Yildirim - Kadri Yıldırım
Folklora Kurdî-Ji Destpêkê Heta Niha
Navê pirtûkê: Folklora Kurdî-Ji Destpêkê Heta Niha
Navê nivîskar: 1.Qedrî Yıldırım , 2.Mustafa Aslan, 3.Ramazan Pertev
Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn
Navê çapxaneyê: Artuklu Üniversitesi Yayınlar
Folklora Kurdî-Ji Destpêkê Heta Niha
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)
Navê pirtûkê: Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)
Navê nivîskar: Ramazan Pertev
Cihê çapkirina pirtûkê: istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2018

Folklor û Nasnameya Kur
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)
Edebîyata Kurdî Ya Gelêrî
Navê pirtûkê: Edebîyata Kurdî Ya Gelêrî
Navê nivîskar:Ramazan Pertev
Cihê çapkirina pirtûkê: istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2015

Ev pirtûk ji nivîsên lêgerînî û lêkolînî yên li ser
Edebîyata Kurdî Ya Gelêrî
BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR
Navê pirtûkê: BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR
Navê nivîskar: Furûx Ferûxzad
Navê wergêr: Berhemên Giştî
Wergera ji ziman: Farsî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR
Adil Qadirî
Nav: Adil
Nasnav: Qadirî
Sala jidayikbûnê: 1985
Cihê jidayikbûnê: Ciwanro
Jiyanname:
Adil qadirî li sala 1985ê li bajarê Ciwanro ya ser bi rojhilatê kurdistanê jidayikbûye. Zêdetir ji deh salane
Adil Qadirî
DESTEPIRTÛKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Navê pirtûkê: DESTEPIRTÛKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Navê nivîskar: Çiçek Tahaoğlu - Elif Akgül
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: WEŞANÊN WEQFA RAGIHANDINÊ YA IPS yê
Sala çapê: Gul
DESTEPIRTÛKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Nûçe û Dadkirin - Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê
Navê pirtûkê: Nûçe û Dadkirin
Navê nivîskar: Şengun Kiliç Hristidis
Navê wergêr: Ferid Demirel, Murat Bayram
Wergera ji ziman: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Weqfa Ragihand
Nûçe û Dadkirin - Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê
Hejar Kamela
Nav: Hejar
Nasnav: Hejar Kamela
Sala jidayikbûnê: 1966
Cihê jidayikbûnê: Hewlêr

Jiyanname:

Li sala 1966 ê li bajarê Hewlêr ê jidayikbûye.
Li sala 1990 ê koleja yasayê li zankoya musilê tima
Hejar Kamela
Sirûşt Bekir
Nav: Sirûşt
Navê Babî: Bekir
Cihê jidayikbûnê: Başûrê kurdistanê

Jiyanname:
Sirûşt Bekir Derçûyê koleja Perwerdeya werzişî ya Zankoya Silêmanîyê ye Û Fêrkarê Bedenparêzîyê ye. Herwisa yek ji Arş
Sirûşt Bekir
Seryas Ehmed
Nav: Seryas
Navê babî: Ehmed
Roja jidayikbûnê: 01-03-1981
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî

Jiyanname:
Seryas Ehmed li sala 1981 ê li gundê Derbendfeqerê ya ser bi bajarê Silêmanî yê jidayikbûye. Qona
Seryas Ehmed
Rojgar Kerkûkî
Nav: Rojgar
Nasnav: Kerkûkî
Navê babî: îmad
Roja jidayikbûnê: 01-06-1996
Cihê jidayikbûnê: Kerkûk

jiyanname:
Rojgar kerkûkî jidayikbûyê sala 1996 ê bajarê kerkûk a başûrê kurdistanê ye. yek ji
Rojgar Kerkûkî
Sara Kamela
Nav: Sara
Nasnav: Kamela
Roja jidayikbûnê: 02-02-1975
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

jiyanname:
Sara kemla arşîvan û çalakê biwarê medeniye, li sala 1975ê li bajarê mêrdîn a bakûrê kurdistanê jidayik
Sara Kamela
Ziryan Elî
Nav: Ziryan
Navê babî: Elî
Roja jidayikbûnê: 27-10-1989
Cihê jidayikbûnê: Hewlêr

jiyanname:
Ziryan Elî li sala 1989 ê li bajarê hewlêr a başûrê kurdistanê jidayikbûye. yek ji arşîvanê saziya k
Ziryan Elî
Mîlano mihemmed salih
Nav: Mîlano
Navê babî: Mihemmed salih
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî

jiyanname:
Mîlano mihemmed salih xelkê başûrê kurdistanê ye û jidayikbûyê bajarê silêmaniyê ye. mîlano yek ji hevkarên saziya kur
Mîlano mihemmed salih
Es\'ed Reşîd - Es\'ed Hewramî - Esed Hewramî
Nav: Es\'ed
Nasnav: Es\'ed Hewramî
Navê babî: Reşîd Xefûr
Roja jidayikbûnê: 01-07-1969
Cihê jidayikbûnê: Biyare - Helebce

jiyanname:
Es\'ed Reşîd li roja 01-07-1969 ê li bajarokê biyare ya ser bi
Es\'ed Reşîd - Es\'ed Hewramî - Esed Hewramî
Hisên Baqirî - Jakan Baran
Nav: Hisên Baqirî
Nasnav: Jakan Baran
Cihê jidayikbûnê: îlam

jiyanname:
Jakan baran, nivîskar û helbestvan, xelkê bajêrê îlam a ser bi rojhilatê kurdistanê ye. [1]
Hisên Baqirî - Jakan Baran
Aras hiso
Nav: Aras
Nasnav: Hiso
Sala jidayikbûnê: 02.01.1997
Cihê jidayikbûnê: Kobanî
[1]
Aras hiso
Humam Tahir
Nav: Homam
Nasnav: Mihemmedî
Navê babî: Tahir
Navê dayikê: Mehabad
Roja jidayikbûnê: 21-06-2002
Cihê jidayikbûnê: kerkûk
[1]
Humam Tahir
Roj Hejar
Nav: Roj Hejar
Navê babî: Hejar
Roja jidayikbûnê: 02-12-2000
Cihê jidayikbûnê: Başûrê kurdistanê

jiyanname:
Roj hejar li 02-12-2000 ê li başûrê kurdistanê jidayikbûye, yek ji xwendekarên yekeme
Roj Hejar
Meryemnîgarê
Navê pirtûkê: Meryemnîgarê
Navê nivîskar: Berhevkar: Evîndar Şevîn
Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn
Navê çapxaneyê: Weqfa Mezopotamyayê
Sala çapê: 2017

Li herêma Mêrdînê hatîye berhevkirin. Di vê
Meryemnîgarê
HUZNA ŞEVÊ
Navê pirtûkê: HUZNA ŞEVÊ
Navê nivîskar: Seyfedînê Welekorî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Weşanên Ar

Dibêjin ku “Retorên” (dengbêj) Yewnanî berî ku di nav gel de çîrok û gotinên
HUZNA ŞEVÊ
Çîrok Bi Roj Nayên Gotin
Navê pirtûkê: Çîrok Bi Roj Nayên Gotin
Navê nivîskar: Zîlan Hemo
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Weşanên Şilêr
Sala çapê: 2020
[1]
Çîrok Bi Roj Nayên Gotin
ÇAVÊN DIL
Navê pirtûkê: ÇAVÊN DIL
Navê nivîskar: NARÎN OMER SEYFEDÎN
Cihê çapkirina pirtûkê: Rojavayê Kurdistanê
Navê çapxaneyê: Yekîtiya giştî a nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya ye

Kenê çavan kenê
ÇAVÊN DIL
SERSEBÎL KANIYA CENETÊ
Navê pirtûkê: SERSEBÎL KANIYA CENETÊ
Navê nivîskar: Lokman Polat
Cihê çapkirina pirtûkê: Dijîtal
Navê çapxaneyê: Helwest Forlag
Sala çapê: 2020

SERSEBÎL KANIYA CENETÊ
Ez li esmerek geriyam
M
SERSEBÎL KANIYA CENETÊ
jimare
Babet 438,573
Wêne 90,369
Pirtûk PDF 16,400
Faylên peywendîdar 73,946
Video 560
Mêhvanên amade 25
Îro 10,595
Kurtelêkolîn
Jin kok û cewherê jiyanê ye...
Kurtelêkolîn
Jin û şoreşa Rojava
Kurtelêkolîn
QAZÎ MIHEMED: LÎDERÊ GEL; E...
Jiyaname
Nisrîn Qasimlo
Kurtelêkolîn
Ji bo bîranîna Mîroyê Esed
Nivîskar û Hûnermendê Kurd Yılmaz Güney
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
  
Nirxandina Gotarê
Nayab
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Zêdetir
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!

Dîroka babetê
Metadata
RSS

Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
Wergêran
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Vê babetê baştir bike
|

Nivîskar û Hûnermendê Kurd Yılmaz Güney

Nivîskar û Hûnermendê Kurd Yılmaz Güney
NİVÎSKAR, RAYEDAR Û HÛNERMENDÊ KURD YILMAZ GÜNEY (1 GULAN 1937- 9 ÎLON 1984)
Yilmaz Guney, navê wî yê rastî Yilmaz Putun bû û sala 1937ê li gundê Yenice yê Edeneyê ji dayik bû. Guney, nêzîkî 12 salan ket zîndanê û sala 1981ê, reviya Ewropa û li paytexta Fransa Parîsê bû penaber.
Derhêner û lîstikvanê navdarê Kurd Yilmaz Guney, sala 1984ê, li Parîsê, ji ber nexweşînê jiyana xwe jidest da.

Yilmaz Guney hunermend, derhêner,filimsaz û artisteke kurd bu ku li gelek cîyê cîhanê bi başî tê naskirin.Her wisan ku îro jî li Turkîyê hemu kes wî baş nas dike û “sinema û şanoya Turk” pê şanazî dike.Lê di eslê xwe de ew ne Turk jî bu.Her niha jî,gelek kes pênasa Yilmaz Güney inkar dikin û wî “Turk” hesab dikin.
Navê eslî ê Yilmaz Güney, Yilmaz Pütün e.Yilmaz kurê Kurdekîye ji bajarê Rûhayê, ji Sêweregê .Binemala Yilmaz kurdên zaza ne. Ew di wextê xwe de ji Sêweregê koçebar bune û hatine bajarê Edenê bicî bune.Yılmaz roja 9 yê Îlona sala 1937 an li Bajarê Edenê, li qeza YENİCE hatîye dinyayê.
Yilmaz li Zankoya Ankara hiqûq û li zankoya Stenbolê jî,iQtîsqt ( Ekonomî) xwendîye.Dema ku li Stenbolê xwendekar bu mecal peyda kir ku bi derhênerê navdar yê Turk ATİF YİLMAZ re hev nas bikin.Piştêi hevnasîna wan, Yilmaz Güney gavek avête qada sînemayê û dest bi filimsazîyê kir.Di demek kin de Yilmaz bu leyîzbazek berçav.

Guney, mixabin ku di 9 îlona sala 1984an de, di 47 saliya emrê xwe de , li Fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî gelek hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giranbûha li dû xwe dihêle. Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982 an de, bi fîlma Wenda ya rejîsorê Yunanî Kosta Gavras re, xelata Palmiya Zêr, parvekiribû.
KAR û BARÊN YİLMAZ GUNEY YÊN NİVİSKARÎYÊ
Yilmaz Güney, di gel filimbazîyê her weha çîrokan jî dinivîsand.Sala 1956 an sedem çirokeke xwe kete zindanê û salek û nîv me girtî.Yimaz di sala 1972 an de, romanek nivisand ku bi yekcarî li ser jîyana komelî a belengazan bu. Navê romana Yilmaz “ Sitûxwar Mirin” bu, û di wê salê de, ev roman xelata here baş a pêşbirka Orhan Kemal wergirt.
Pirtûkên Yilmaz Gûney evin : “SitûxwarMirin1971” “Hûcreyamin,1975” “Salpa,1975“ “Girtî,1975” ”Nameyên Selimiye,1975;” “Em sobeyek,cama pencereye û dun an dixwazin 1977” “ Çima divê di Hilbijartinan de piştgirîya CHP yê neye kirin.1977” “Li ser Faşizmê 1979” “ Li ser Komîna Parîs 1979” “Jibo Lawê min Çirok 1979”.
DOSTANİYA YİLMAZ GÜNEY Û DR. EVDİREHMAN QASİMLO
Yilmaz dema ku li Frensayê bu bi serokê Partya Demokrata Kurdistana İRanê , nemir Dr. QASİMLO re hev nas kiribun û bibun du dostê baş.Lewra rojekî Qasimlo bangi min kir- ez di wan rojan de li cem wan mêvan bum- ji min re ji got:
-Bira ez her tim Yilmaz Güney dibinim. Dostanîya me gelek başe. Yilmaz soz daye ku were vira ( Mahabad) û li ser rewşa Kurdistana İranê filmek çêke.L ê min behsa te kirîye jê re.Ewî jî gotiğe keremke vî filme min di gel xwe bibe Kurdistanê bila ew heval wergerinê zimanê kurdi dublaj bikin û nişan bidin.”
Doktor film diêrêjî min kir. Min temaşe kir ku film “SÜRÜ : KERÎ / REF “ ye. Ez gelek kêfxweş bum.Lerwa haya min ji dema kêşana film jî hebu. Lewra wê deme hemu leyîzbazên film li mala me demeke dirêj bibune mêvan û me gelekî arîkarîya wan kiribu.Lewra min sedem vê alîkarîyê, ji hêzên ewlekarîy3e tedehî jî, ditibu.
Min jî bi dilşahî filmwergerande zimanê kurdi û Kek Teyfur jî dublaja film temam kir. Paşî wextan film li gelek meqerên pêşmerga hate nişandan û her weha gelê hêrêmê jî Yilmaz wekî hevaldostek naskirin.
YİLMAZ GUNEY YEK Jİ DAMÊZRÊNERÊ ENSTÎTÛYA KURD A PARÎS Ê BU.
Yilmaz piştî ku li Fransayê ciwar bu bi yekcarî vegerîya ser babet û mijar3e kurdİ.Dixwest ku birin û azarên kurda bi rêya hunera xwe bi dınyayaê bide nasîn.
Yilmaz Li Frense, bi gelek lêkolîner û rayedar û ramyar û sazumankarên kurd re dostanîyek baş dani.Kendal Nezan û Reşo Zilan û Doktor Qasimlo, ji wan kesan bun ku hevnasên Yilmaz bun.
Di meha sibat a sala 1984 de, Yilmaz Güney di gel Necmeddin Kerim, Kamuran Bedirxan, Kendal Nezan,İsmet Şerif Vanli,Nuredin Zaza, Hejar, Cegerxwin û Tewfiq Wehbi, dest bi xebata damezrandina enstûtîyê kirin.
Kendal Nezan Nezan wan rojan weha qal dike:
“Dost û hevalanên me dixwastin alîkariya me bikin û ji me re gotin em dikarin bo kurdan çu bikin û çawa hevkariya we bikin?Û me li meha sibata sala 1984-an bi hevkariya roşinbîrên herçar parçeyên Kurdistanê wek şa’îrê mezin Hejar,Cegerxwîn,Îsmet Şerîf Vanli, Nuredîn Zaza ,çend roşinbîrên kurd ên sovyetê û Yilmaz Gûney ku hê nû Xelata Kanê wergirtibû, Enstîtûya Kurdî li Parîsê damezrand. Li başûrê Kurdistanê jî mamosta Tofîq Wehbî piştgiriya me dikir.”
Yilmaz Guney di jîyana xwe de li ser hev di 114 filman de leyîst;derhênerîya 26 filman kir, mijar û seneryoya 64 filman nivisand. Ev hunermendê kurd ê qedirbilind, di kar û barên filimsazîya xwe de, 22 xelat wergirtin.Ev xelat him ji derva û him jî ji sazîyên navwelêt kestin destê Yilmaz Guney.
YILMAZ GÜNEY DİLXWAZÊ KURDİSTANA HEVGİRTİ Û SERBİXWE BÛ
Dîya Yilmaz xelkê Mûşê bu û jî eşîreta Cibran bu. Babê wî jî Zazayek Sîwerekê bu. Du zarukê vê malbatê hebun Fatma û Yılmaz. Yılmaz li Edenê hatibu dinyayê.Sedem siyaseta asîmîlasyonîst ( pişaftkar) Yilmaz bi kurdi nedizanîya lê welatperwerek gelek başbu.Lê dê û babê Yilmaz din av malê de bi hevre bi kurmancî û zazakî dipeyîvyan.Babê yilmaz di sala 1976 an de dema ku ew li Kayserî di girtîgehê de bu miribu.Yilmaz, ji ber girtin, sirgun ufirarîyê mecal û mefer nedît ku gora babê xwe bibine.
Yilmaz Guney xwe sosyalist hesab dikir. Lewra her tim behsa jîyana karker û belengazan dikir û li ser rizgari û xelasîya wan gelek caran peyaman pexş dikir.Pêwendîyên yilmaz bi tevger û rêxistînên çepgîr û sosyalist re jî hebu.
Yilmaz bi bêtirsî û bi dengek bilind hizir û ramanên xwe derheqê gelê Kurd û Kurdistanê de jî beyan dikir.Yilmaz Tu carî kurdbuna xwe înkar nekir.Derheqê kurdi nezanbuna xwe de wiha digot:
“Ez hetanî demek dirêj, bi zanyarî û ramyarî ne diferqa pêmas3e xwe ê netewî de bum. Dema ku raya min a Sîyasî pêşdatir ket ez ketme ferqa kesayetîya xwe. Min zanî ku ez Kurdek ( pişaftî) asimîlekirî me. Di wan dibistanên ku me lê dixwend de, ji mere digotin ku “ hun hemî Turkin” Em li gor raya resmî ( fermî) a dewletê dihatin perwerde kirin.”

Yilmaz di gel rewşenbîr û şoreşgerên hemu beşê Kurdistanê dostanîyek baş peyda kiribu.Sedem vê yeke haya wî ji hemu buyerên beşên Kurdistanê hebu.Wi baş dizanîya ku Kurdistan bere yek bu û niha bêriza buye çar perçe.Lewra miletê kurd li dinyayê jiyanek bindest û reben derbas dike.

Dostên siyasetmedar ên Kurdistanî terefdarê Federasyon yan jî Xweserî ( otonomi) yê bun.Ew wekî piranîya wan merheze nedikir.Lewra Yilmaz raya xwe derheqê dehatuya gele Kurd de gelek bi eşkerehî wiha dianîya ziman:

“ Ew Kurdistana ku min divê, Kurdistanek serbixwe û hevgirtîye.”
CİHANA WÎ YA PÊŞVERU ÇALAKÎYÊN ÇEPGİR Û SÎYASÎ YÊN YİLMAZ GUNEY
Yilmaz di sala 1975 an de di nivîsareke xwe de dibêje ku: “ Pêwiste, ku bernameyekî zelal, dûr û dirêj û bê kompromîs yê prolîtariyên şoreşgêr, hebe…Jibo berxwedana dijî koledariyê bi hemû aliyên wê yên siyasî, civakî û aborî ve û her wise bidestxistina serkeftina dijê wê, pêwiste ku prolîtariya şoreşgêr di nav hêzeke rêxiszinî de û bi îdyolojiyeke rastteqîn, yekbûna rêzên gel pêkbîne.”
Di Gûlana sala 1971 an de,di gel hezaran ronakbîr û pêşverûyên welat, Yilmaz jî hate binçav kirin.Vê carê yilmaz Guney, sedem kêmanîya delîlan,nehate girtin.Lê, hate nefî kirin( sirgûnkirin) û sê meha bere wî dane bajarê NEWŞEHİRÊ.Her wiha Yilmaz div ê deme de jî, ji şopandin ( taqibat) a polis necat nebu.
Sala 197an,bi bi şika arîkarî kirina rêxistina bi navê THKP-C’yê,( Bereya- Partiya Rizgarîya Gel a Turkîyê ) (B-PRGT) 2 sal ceza xwar û div an du salan de li girtîgehên wekî Selimiye , Bayrampaşa û Toptaşı da ceza kêşand. Kitêbên wî yên bi navê Salpa, Hücre û Sanık berhemên vê demêne.
Yilmaz Güney, hetanî sala 1981 an,li serhev 12 salan ma di zindanê de.Ev diwazde sal di pazdeh girtigehan de kuta bu..
Yilmaz axîrîn filme xwe DÎWAR, li derva, li Frense kêşandîye.Sed heyf û mixabin ku Yilmaz,9 ê İlona sala 1984 an nekarî li himber penceşêra xaîn zêdetir li berxwe bide.Lewra di 47 salîya emre xwe de koça dawî kir û çu ser dilovanîya xwe.Qebra wi li teniş Dr.Qasimlo û Ehmed Kaya ye ku ew hersê mêrxasên Kurd li goristanek Frense wek sê destebirayan li tenişt hev razahîne.
ÇEND KELAMÊN YILMAZ GUNEY
* Dostanîya segekî ji dostanîya mirovek seg çêtire.
*Baştire ku mirov bimre wek şervanek azadîyê,neku mirov bijî mina koleyekî.
*Vaye deh sal emin denge xwe nekîr, Êdî dikim biqîrim.
*Girtigeha here mezin ewe ku mirov di mejîyê xwe de di afirînin Ew girtîgeha ku jîyanê dorpêç dike, ji bo mirov dinyayê baştir nas bike, divê bizûyî ew girtîgeh were hilweşandin..
*Min, ne jibona azadî û serfirazîya şexsê xwe,lê sedem ku ez jî bibim neferek tekoşîna azadî û demokrasiyê, min terka welat kir.
*Ew raya ku dixwaze mirovan li pişt dîwarên kevir û şibakên hesin bîne hidayete û pêşî li ramanên wan bigre,wê rojek hilweşe.[1]
*Çîya û zinar û deşt û rûbarên me li benda mene.Me navê ku em hemu temenê xwe bi guhdarîkirina sitranên xerîbîyê, li derveyê welat biborînin.Em miletek wisanin ku bi egîdî û mêrxasîyên xwe destana afirandîye., Bila dost û dijmin baş bizanin ku serkeftin a meye.
*Dur ê li ber me hene û divê ku em yekî ji wan bibjêrin. Yek rêya şoreşgerîyê ku li dawîya wê rê serfirazî heye. Rêya diduyan ji Teslîmîyete ku li dawîya wê rê koletî û mirin heye.
*Min Kurdistanek hevgirtî û serbixwe divê.
KESAYETA YİMAZ GUNEY A ŞOREŞGERÎ Bİ FİLMÊ ÛMUD/ HÊVÎ XWE DA NÎŞAN
Min ne filîmê sînemê kişandiye, belku zêdetir min jiyana rojane a rasteqîn nîşan daye” (Yilmaz Guney)
“HÊVΔdi navbera du mehan de hatibu amadekirin û di payiza sala 1970’ê yan de, li fêstîvala sînemaya seranserê tirkiyê, li bajarê Edena hate nişandan. Ew di fêstîvalê de, bû bûyera here balkêş.
“Hêvî “ div ê festîvalê de,xelatên sereke wergirtin; ew mîna “ filîmê salê yê here baş” hate qebulkirin. Mijar yanî, sênaryo ya wî jî, wê salê bu seneryo a here serketî. Her wiha Yilmaz Güney bixwe jî,di festîvalê de, xelata baştirîn lîstikvanîyê a rola mêran stand…

Lê sed heyf û mixabin k udi wan rojan de, , bi hiceta ku goya ev filîm: “rastiya civaka Tirkiyê şaş nîşan dide“ desthelatdarên Tirkiyê nîşandana filîm di eywanên sînemayan de ,li seranserê welat bi hemû şîweyî qedexe kirin.
Pêwiste em bêjin, ku di gel zehmet dayîn û taqîbata dewletê ; Yilmaz bi serhişkiya xwe û alîkariya çend hevalên xwe karîbû ku“Hêvî” parçe bi parçe û bi dizî, bişeyne derveyê Tirkiyê!
Yilmaz bi vî karî eşkereye ku li gor qanunên Turkîye tawanbar bibu. Sedem ku wî, zagonên dewletê binpê kir û xwe tawanbar kiribu; Yilmaz Güney derheqê vê yeke de bersiva rojnamevana wiha dabu.:“Heger ev karê ku min kirî, tawanbarî be, ez pê serbilindim.”

Yilmaz GÛNEY dibêje ku : “Derheqa “Hêvî” de ez dikarim bêjim, ku bi hatina nav pîşeya derhênanê û dirustbûna baweriyên min yên siyasî, min bi yekcarî dest ji çêkirina filîmên bazirganî, yên ku babetên wan temaşevan benc dikirin û dûrî rastiyê dixistin, kişand…Min dst bi çêkirina qehremanê rêalîst û erênî kir; herwise jî min hewil da babetên jiyana zindî a rojane nîşan bidim û şirove bikim…Min bi yekcarî xatirê xwe ji kotasiyên (dawiya) xweş û dilşad di filîman de,yên ku sînema Emerîkî a jehirkirî em hîn kiribûn, xwest…Vî filîmî efsana “Qehreman” ê ku dikare hemû tiştî bike, herdem serketî be û qet zora wî naçe, şikand; jibilî wê jî, filîm ramaneke nû pêşkêş kir, naveroka wê ew bû, ku xebata bi tenhayî û hêza bi serê xwe, bê sûde û nagihêje armancan; jibo çareseriya rast, pêwist gel destê xwe bide hev û xebateke siyasî bi rêkxistin û li ser bingeha ramanên pêşverû, bike…Bêgoman ramanên wisa tehlûke ya mezin bixwe re tênin; ez bawerim pir’aniya temaşevanan jî ev mebest (raman,mexsed) wergirtin, lewra ev yek naveroka nama mine di rê ya sînemê de”
DERHEQÊ YİLMAZ GÛNEY Ê TAZE Û “HÊVΔ DE ÇÎ GOTİN
Cara here baş di dinyayê de bi filima HÊVÎ Yilmaz nav û deng da.Ev film bala gelek kesa kişand û gelek ramyar û rojnamevan û bi taybetî jî rexnegîrên derve û hûndir,sîemazan û rewşenbîr ji çar alî ve raya xwe di daxûyanî, çapemenî, kovar û rojnameyan , derheqê Yilmaz û filmê wî “HÊVÎ “de beyan kirin.Ji bo ku bi baştir Yilmaz û berhemên wî bêne nas kirin lazime çendek jî wan daxûyanîyên cûre-cûre çendek pêşkêş bikin. Lê pêş hemuyan lazime em guh bidne Yilmaz.
Yilmaz Guney di axaftinek xwe de li ser Yilmaz Guney yê nu wiha dibêje.
” Ez yekem ji wan kesan (mirovan) yên ku dijî çînên zordest şer dikim…Miletê me hetanî vê kêliyê jî, heqî ji naheqiyê cuda nake û bi zelalî jî başiyê ji xerabiyê dernaxe. Ew berdewam (timî) li hêviya tiştekî ye. Li hêviya çi ye?! ew nizane. Filîmê min bersiveke zelale ji van pirsan re; di welatê me de pir’aniya xelkê li hêviya tiştekî ne; bêgoman ew hêviya wan di heman valehiyê de ye wek a ku di filîm de ye…Mixabin ev yek hîn berdewame…”.
Niha jî bizanin ka gelo di wan rojan de rexnegîr û rojnamevan û nivîskarên dinyayê çî gotine û çî nivsandine derheqê nemir Yilmaz Guney de:
“Zîrekbûneke kêm-nimune ye ji bo birina temaşevanan ber bi jîbîrkirinê ve.” (Kovara “Le FİGARO” ( Frense):
“Werin temaşe bikin.qehremanê filîm proleterya ( çîna karkeran) bi xwe ye…Qehremanê film, birayê we ye.” Rojnama “LÊ HUMANÎTÊ” ( Frense)
“ Dengekî ecêbe…Karekî hunerî payeberz û belkêşe!Bi rê ya vî filîmî, me sînemeke din naskir, a ku berî niha nenas bû!.” (Rojnama -Frans Suar-)
“ Berhemên sînemayê yên wisa jidil û hunerbilind,ku sînemayê tîne astek wiha, gelek kêmin!.”(L. Le Figaro-)
“Filîmekî pevgirêdayî ye û mirov ber bi xwe ve dikêşe.Dihêle ku temaşevan jî, pêre serîhildin. Bi rastî jî wisa dike, daku mirov di nava xwe de bikele. Ev Filîm rûdaneke giringe!”(Kovara – POZİTİV)

“Vê çîroka hunerî em tevlîhev kirin…Bi pêkanên xwe yên piçûk, û hozanvaniya xwe,me dixe nava sergêjiyê. Tişteke dûr ji aqilan e… Di sînema Tirkî de tiştekî nû hate holê.”(R.Pînayon. Kovara ”L’BUAN” (Frense)
“ ( Y.G. )Bi hozanvaniya xwe, bi rêalîta jiyanê û bi sadebûna xwe, sinema Tirkiyê a nu, ava kir.”(LİS LİTERS (Firense)
“Bêguman, ew (Y.G.) baştrîn aktor û derhênerê here serketî a sînema Tirkiyê ye!”(Pêter Brûk / Tonî Rîçardson)
“Filîmeke, ku pêwiste mirov li ser raweste û lê jibîr neke!”(Rojnama ”Paris Match”

“Ev filîm pir bedewe; ew nûnerê rêalîzma nû ye. Berdewam bala mirovan dikşîne ber bibîrkirnê ve li ser rewşa jiyanê. Filîm rexne li rêjîma desthelatdar dike, a ku bû ye sedemê hêsirbarana xelkê û bindestiya miletê derhêner. Derhênerê filîm dibêje: ”min ne filîmê sînemê kişandiye, belku zêdetir min jiyana rojane a rasteqîn nîşan daye”. Ji ber wê ew,kete nav rêza çîna xwe û di hemû jiyana xwe de, xebat jibo rizgariya wê kir!”(Marcel Martan, Kovara EKRAN )
“Li hemberê filîmekî wisa, mirov dikare çi ji rêzlêgirtin û rawestana bêdeng zêdetir bike.Ev e zordestî! Ev e kedxwarî! Ev e belengazî… Ev hemû tişt îro li Tirkiyê henin.”

“Gereke em ji du aliyan ve temaşeyî vî filîmî bikin: Ji aliyekî ve; ew bi şêweyekî rêalîst rewşa jiyana gel nîşan dide. Ji aliyê din ve, ew bi hemû wateyan filîmekî siyasî ye; bûyerên filîm çîroka malbateke belengaze, a ku li devereke jibîrkirî û pir feqîr, li tirkiyê dijî. Xelkên wê deverê êşa bindestiyê bi hemû şêweyên wê dikşênin…Ev filîm hêzeke mezin dide pêşvebirina sînema pêşverû a cîhanê…Bi vî filîmê xwe, derhêner kete pêsîra rêjîma desthelatdar. Babetên ku Yilmaz nîşan dide, dîtina wan di sînema siyasî de bi giştî, pir kêmin.” (Luis Chaufet)

“ Berî derhênana vî filîmî, Yilmaz dizanîbû, ku wê ev yek xeterek jê re bîne, lê tevî wê jî wî filîmekî wisa, ê ku ne tenê li tirkiyê belê li seranserî cîhanê jî deng da, çêkir.
Piştî pîşeya leyizbazîyê wî êdî dest bi derhênana filîman jî, kir. Wî bixwe kamêra xwe hilda ser milên xwe û li hemû deveran geriya, daku filîmên di mêjiyê wî de ma bûn çêbike…”
Di filîm de diyar dibe, ku Yilmaz pirsgirêkan ne bi rê ya lav lav û girî nişan dide, belê ew bi mêranî û zelalî bîr û baweriyên xwe pêşkêşî temaşevanan dike. Ji bûyerên filîm diyar dibe, ku Yilmaz bi yekcarî biryar da ye ku bikeve nav rêzên gel de, ew gelê belengaz, hejar û jibîr kiriî; yê ku di heman demê de jî, ji jiyana xwe dilteng bûye û vîna wî a xebatê jibo azadiyê heye.
Ev raman bi zelalî di rabûn û rûniştina qehremanê filîm de diyar dibe; nexasime ew berdewam dikeve xewin û xeyalên dirav û qesir û qonaxên mezin û xweş de…Cebar (qehremanê filîm) jibo bidestxistina wan xewnan, û gera li zêr û diravên dibin erdê de, hemû tiştî winda dike û bixwe jî dîn (şêt) dibe!.

Güney bi rêya qehremanê xwe, cilikê li ser hemû kêm û kurtiyên civakê radike, bi taybetî paşdemayina baweriyên olî yên pûç û vale; her wise ew zordariya koledaran (kolonyalîstan) jî li ser navçeyên xwe nîşan dide…Gereke em guh bidin filîmê ”Hêvî” û şirove bikin weke berdewamiya rêya rêlaîzma nû a sînemê; lewra ew dikare vê rêyê bi xwirtî ber bi pêş bibe…”(Jean Lup Basik- Kovara CİNEMA)
“Helwesta Yilmaz Güney zelale, ew bi xwe dibêje: ” Ez yekem ji wan kesan (mirovan) yên ku dijî çînên zordest şer dikim…Miletê me hetanî vê kêliyê jî, heqî ji naheqiyê cuda nake û bi zelalî jî başiyê ji xerabiyê dernaxe. Ew her tim li hêviya tiştekî ye. Li hêviya çi ye?! ew nizane. Filîmê min bersiveke zelale ji van pirsan re; di welatê me de pir’aniya xelkê li hêviya tiştekî ne; bêgoman ew hêviya wan di heman valehiyê de ye wek a ku di filîm de ye…Mixabin ev yek hîn berdewame…”.

Tiştê ku Yilmaz hetanî vê gavê ji sinema tirkî re pêşkêş kiriye, daxwazên gel têr nake û bersiva hemû pirsên wî yên civakî, siyasî û aborî nade. Di tebaxa sala 1970 î de Yimaz digot: ”Jibo çêkirina filîmekî nû, dibe ku ez werim girtinê; ez dizanim, ku wê ev filîm li welatê min we re qedexekirinê û jibo wî jî, ezê bikevim girtîxanê (zindan, hebis) de, lê ev hemû jî nabe tehlûke û kelem (asteng, rêgir) ji bo xebata min…” Desthelatdar li behanekê digeriyan, da ku Güney bigrin. Bi vî hawî û bi hinceta, ku ew alîkariya “şoreşgeran” dike, 17 adara 1972 an ew girtin. Di dema hazir de ew girtî ye û jibo azadiya wî jî, komîteke navneteweyî ji navdarên sînema cîhanî pêkhatiye.”(Magî Itson)
“Gelo ev filîm belgenameyeke yan jî hêzeke xeyalî ye.Ew rastiya jiyanê wisa nîşan dide, ku ji temaşevanan re pir zehmete ku bikaribin cudabûnê di navbera belgenameyî û lîstkvaniya wî de bibinin.”( Kovara “PARİS DE MATŞ” ( Frense)

“Yilmaz Güney wêneyên rewşa jiyana rojana a gel kişandiye. Ji ber wê, bûyerên filîmên wî bûne belgenameyên zindî li ser belengazî, paşdemayin û zordariya gelê wî yê bindest.”( Dimitris ZANİYAKİS )
“Jiber wê ez dikarim bi dengekî bilind bêjim: Heger Yilmaz Güney bitenê akterê sînemê ba, yan derhêner ba, yan nivîskarê sênariyo ba, yan hostayê romanên edebî ba û yanjî berhemdarê (produktion) filîman bana, ew tenê têr dikir (bes bû) weke xwedêdaneke (mewhîbe) mezin,lê dema ev gurza rengîn ji xwedêdayinê, hemû di mirovekî de bêne ba hev…Eva birastî rûdaneke gelek balkêşe û kêmnemûneye di dîroka huner de.(Dr. Îbrahîm Mehmûd)

“Babeta filîmê Hêvî, naveroka filîmê rêalîzma nû ê giranbuha “ Dizê biskilêtê ” yê derhênerê navdar Vîtoriyo Dê Sîka bi bîra me tîne. Di wî filîmî de, diziya biskilêtekî normal dibe sedemê perîşanî û belengaziya malbatekê bi temamî…Dizî di filîm de simbole; di rastiyê de ne tenê çavkaniya jiyana wê malbata Îtalî a feqîr tê dizîn, belku zêdetir wateya ruhî û civakî a jiyanê tê dizîn û her wiha jî, hêviya pêşerojeke xweş jî namîne…Heman tişt bi serê belengazê Îstenbolî de jî, şofêrê hentûrê di filîmê Hêvî de, hatiye, yê ku hespê wî tê kuştinê! Bêyî hesip, ne tenê pêwistiya civakê bi wî namîne, belku zêdetir ew dibe bar li ser wê civakê…”Derhênerê filîm, akterê herî navdar û hezjêkiriyê, min, û xelkê tevde, Yilmaz Güney bû. Bi rastî ev filîm rûdaneke nû û serketiye…Pêwiste em timî lê vegerin û jê hîn bibin,nexasime em, derhênerên gênc. “(Rexnegirê sînemayê a ÎTALÎ Lîno MEÇÎKA)

“Bêguman, Yilmaz di welatê xwe de, wekî derhêner û lêstikvanê here baş a sînemayê tê qebulkirin.”( Chaerles Hibtu)[1]
“Dengekî ecêbe…Karekî hunerî, payeberz û belkêşe! Bi rêya vî filîmî, me sînemayeke din naskir, sînema ku berî niha nenas bû!” (Kovara FAREETY/ Newyork)[1]
Ev babet 1,560 car hatiye dîtin
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | kundir
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 02-06-2022
Bajêr: Riha
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Pirtûk: Bîografî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
 30%-39%
Xirap
 40%-49%
Xirap
 50%-59%
Xirap nîne
 60%-69%
Navîn
 70%-79%
Gelek başe
 80%-89%
Gelek başe
 90%-99%
Nayab
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 02-06-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 03-06-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 01-04-2023 hate nûve kirin
Dîroka babetê
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,560 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.118 KB 02-06-2022 Sara KamelaS.K.

Rast
Jin kok û cewherê jiyanê ye, bêyî azadkirina wê civak azad nabe
Hêvîdar Xalid
Tundiya li ser jinan rêyeke sîstematîk a di dîroka mirovahiyê de ye ku sîstemên olî, civakî û siyasî tê de beşdar dibin û armanc jî yek e anku biçûkxistina jinan, rakirina rola wê ji navend û çalakiyên biryardayînê, her wiha dûrxistina wê ji rola wê ya rastîn a ku bi hezaran salan di nava civakê de dilîst.
Di dîrokê de jin di nava civakê de xwedî cihekî civakî û pêşeng e, bi vedîtinên ku bi hezaran salan xizmeta mirovahiyê kirine, di asta civakî û mirovî de destkeftiyên mezin pêk
Jin kok û cewherê jiyanê ye, bêyî azadkirina wê civak azad nabe
Jin û şoreşa Rojava
Lîloz hisên
piştî şoreşa 19 tîrmehê de jinê roleke giring û bi bandor li ser civaka Rojava lîst ji bo azadiya xwe pêk bîne û ji bin zihniyeta mêr û ji nezaniya civakê derkeve, di vê şoreşê de jin rabûn ji bo azadiya xwe pêk bîne , kete rewşeke ku pêşketinek pir mezin pêre çêbû, gava yekemîn avête pêş ji bo rewşa xwe biguherîne û bighêje rewşeke baştir, weke ku me dît jinê di vê şoreşê de cihê xwe girt di gelek cihan de,tevî karên xweyî malê û xwedîkirin zarokên xwe .
Lê ku ne bi hesanî karîbû
Jin û şoreşa Rojava
QAZÎ MIHEMED: LÎDERÊ GEL; EVÎNDARÊ DOZA KURDISTANÊ
Kakşar Oremar
SIBEHA WÊ ROJÊ DEMA XELK JI XEWÊ SHIYAR BÛN; DÎTIN KU LI QADA CHARCHIRA Û PAYTEXTA KOMARA KURDISTANÊ REJÎMA GENÎ A SELTENETÎ SÊDARA ÎDAMÊ JI LÎDERÊN HERÎ KARÎZMATÎUK ÊN KURD RE XISTIYE GERÊ.
EV DUSYA A TAYBETÎ LI SER SALROJA SHEHADETA PÊSHEWA QAZÎ MIHEMED; EBULQASIM SEDRÊ QAZÎ Û MIHEMED HUSÊNXANÊ SEYFÊ QAZÎ HATIYE AMADE KIRIN.
QAZÎ MIHEMED: LÎDERÊ GEL; EVÎNDARÊ DOZA KURDISTANÊ
Mirov bi ked û kar, bi fîdakarî û xebateke nû navê xwe di rûpelên dîrokê de zindî dihêlin. Gelek kes h
QAZÎ MIHEMED: LÎDERÊ GEL; EVÎNDARÊ DOZA KURDISTANÊ
Nisrîn Qasimlo
Nisrîn Qasimlo - Hêlîn Kirolîç

Jina berxwedêr ku bi eslê xwe Çîkî ye di ew di sala 1933 an de li bajarê Prag jidayik bûye, 2 keçên wê û Dr. Ebdulrehman Qasimlo hene.
Di destpêka salên pêncî de bi şehîd Ebdurehman Qasimlo re zewicî, pêre bû hevalê têkoşînê. Hingê Celal Telebanî navekî kurdî bi navê Nisrîn lê kir û jê re digot \'\'Dê navê te Nisrîn be, Nisrîn li çiyayan navê guleke spî ye û ji wir hatiye wergirtin\'\'.
Hêlînê di destpêka jiyana xwe de gelek astengî ji aliyê sêwîbûn û belengaziyê
Nisrîn Qasimlo
Ji bo bîranîna Mîroyê Esed
Ji bo bîranîna Mîroyê Esed (05.09.1919 - 04.02.2008)

Mîroyê Esed sala 1919’an li Ermenistanê, li gundê Elegezê, ku navê wî yê berê Camûşvana Mezin bû, ji diya xwe bûye. Ewî pêşî zanîştgeha Pişkavkazê ya kurdî ya mamoste amade kirinê, paşê jî fakûltêta hiqûqê ya Zanîngeha Rewanê xilas kirîye.

Ji sala 1937 an di gundê xwe da dibe mamoste, paşê serokê dibistanê. Di salên şerê hemcihanê yê dudan da serwêrê têatroya kurdî ya gundê Elegezê bûye, paşê bûye sêkrêtarê partîa komûnîstan ya navçeya E
Ji bo bîranîna Mîroyê Esed
Babetên nû
Qedrî Yildirim - Kadri Yıldırım
Qedrî Yildirim (jdb. 5ê sibata 1959an, Licê, Diyarbekir - m. 26ê adara 2021an, Diyarbekir), akademîsyen, nivîskar û parlamenterê kurd e. Ew di 5ê sibata 1959an de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji day
Qedrî Yildirim - Kadri Yıldırım
Folklora Kurdî-Ji Destpêkê Heta Niha
Navê pirtûkê: Folklora Kurdî-Ji Destpêkê Heta Niha
Navê nivîskar: 1.Qedrî Yıldırım , 2.Mustafa Aslan, 3.Ramazan Pertev
Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn
Navê çapxaneyê: Artuklu Üniversitesi Yayınlar
Folklora Kurdî-Ji Destpêkê Heta Niha
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)
Navê pirtûkê: Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)
Navê nivîskar: Ramazan Pertev
Cihê çapkirina pirtûkê: istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2018

Folklor û Nasnameya Kur
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)
Edebîyata Kurdî Ya Gelêrî
Navê pirtûkê: Edebîyata Kurdî Ya Gelêrî
Navê nivîskar:Ramazan Pertev
Cihê çapkirina pirtûkê: istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2015

Ev pirtûk ji nivîsên lêgerînî û lêkolînî yên li ser
Edebîyata Kurdî Ya Gelêrî
BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR
Navê pirtûkê: BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR
Navê nivîskar: Furûx Ferûxzad
Navê wergêr: Berhemên Giştî
Wergera ji ziman: Farsî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR
Adil Qadirî
Nav: Adil
Nasnav: Qadirî
Sala jidayikbûnê: 1985
Cihê jidayikbûnê: Ciwanro
Jiyanname:
Adil qadirî li sala 1985ê li bajarê Ciwanro ya ser bi rojhilatê kurdistanê jidayikbûye. Zêdetir ji deh salane
Adil Qadirî
DESTEPIRTÛKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Navê pirtûkê: DESTEPIRTÛKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Navê nivîskar: Çiçek Tahaoğlu - Elif Akgül
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: WEŞANÊN WEQFA RAGIHANDINÊ YA IPS yê
Sala çapê: Gul
DESTEPIRTÛKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Nûçe û Dadkirin - Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê
Navê pirtûkê: Nûçe û Dadkirin
Navê nivîskar: Şengun Kiliç Hristidis
Navê wergêr: Ferid Demirel, Murat Bayram
Wergera ji ziman: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Weqfa Ragihand
Nûçe û Dadkirin - Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê
Hejar Kamela
Nav: Hejar
Nasnav: Hejar Kamela
Sala jidayikbûnê: 1966
Cihê jidayikbûnê: Hewlêr

Jiyanname:

Li sala 1966 ê li bajarê Hewlêr ê jidayikbûye.
Li sala 1990 ê koleja yasayê li zankoya musilê tima
Hejar Kamela
Sirûşt Bekir
Nav: Sirûşt
Navê Babî: Bekir
Cihê jidayikbûnê: Başûrê kurdistanê

Jiyanname:
Sirûşt Bekir Derçûyê koleja Perwerdeya werzişî ya Zankoya Silêmanîyê ye Û Fêrkarê Bedenparêzîyê ye. Herwisa yek ji Arş
Sirûşt Bekir
Seryas Ehmed
Nav: Seryas
Navê babî: Ehmed
Roja jidayikbûnê: 01-03-1981
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî

Jiyanname:
Seryas Ehmed li sala 1981 ê li gundê Derbendfeqerê ya ser bi bajarê Silêmanî yê jidayikbûye. Qona
Seryas Ehmed
Rojgar Kerkûkî
Nav: Rojgar
Nasnav: Kerkûkî
Navê babî: îmad
Roja jidayikbûnê: 01-06-1996
Cihê jidayikbûnê: Kerkûk

jiyanname:
Rojgar kerkûkî jidayikbûyê sala 1996 ê bajarê kerkûk a başûrê kurdistanê ye. yek ji
Rojgar Kerkûkî
Sara Kamela
Nav: Sara
Nasnav: Kamela
Roja jidayikbûnê: 02-02-1975
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

jiyanname:
Sara kemla arşîvan û çalakê biwarê medeniye, li sala 1975ê li bajarê mêrdîn a bakûrê kurdistanê jidayik
Sara Kamela
Ziryan Elî
Nav: Ziryan
Navê babî: Elî
Roja jidayikbûnê: 27-10-1989
Cihê jidayikbûnê: Hewlêr

jiyanname:
Ziryan Elî li sala 1989 ê li bajarê hewlêr a başûrê kurdistanê jidayikbûye. yek ji arşîvanê saziya k
Ziryan Elî
Mîlano mihemmed salih
Nav: Mîlano
Navê babî: Mihemmed salih
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî

jiyanname:
Mîlano mihemmed salih xelkê başûrê kurdistanê ye û jidayikbûyê bajarê silêmaniyê ye. mîlano yek ji hevkarên saziya kur
Mîlano mihemmed salih
Es\'ed Reşîd - Es\'ed Hewramî - Esed Hewramî
Nav: Es\'ed
Nasnav: Es\'ed Hewramî
Navê babî: Reşîd Xefûr
Roja jidayikbûnê: 01-07-1969
Cihê jidayikbûnê: Biyare - Helebce

jiyanname:
Es\'ed Reşîd li roja 01-07-1969 ê li bajarokê biyare ya ser bi
Es\'ed Reşîd - Es\'ed Hewramî - Esed Hewramî
Hisên Baqirî - Jakan Baran
Nav: Hisên Baqirî
Nasnav: Jakan Baran
Cihê jidayikbûnê: îlam

jiyanname:
Jakan baran, nivîskar û helbestvan, xelkê bajêrê îlam a ser bi rojhilatê kurdistanê ye. [1]
Hisên Baqirî - Jakan Baran
Aras hiso
Nav: Aras
Nasnav: Hiso
Sala jidayikbûnê: 02.01.1997
Cihê jidayikbûnê: Kobanî
[1]
Aras hiso
Humam Tahir
Nav: Homam
Nasnav: Mihemmedî
Navê babî: Tahir
Navê dayikê: Mehabad
Roja jidayikbûnê: 21-06-2002
Cihê jidayikbûnê: kerkûk
[1]
Humam Tahir
Roj Hejar
Nav: Roj Hejar
Navê babî: Hejar
Roja jidayikbûnê: 02-12-2000
Cihê jidayikbûnê: Başûrê kurdistanê

jiyanname:
Roj hejar li 02-12-2000 ê li başûrê kurdistanê jidayikbûye, yek ji xwendekarên yekeme
Roj Hejar
Meryemnîgarê
Navê pirtûkê: Meryemnîgarê
Navê nivîskar: Berhevkar: Evîndar Şevîn
Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn
Navê çapxaneyê: Weqfa Mezopotamyayê
Sala çapê: 2017

Li herêma Mêrdînê hatîye berhevkirin. Di vê
Meryemnîgarê
HUZNA ŞEVÊ
Navê pirtûkê: HUZNA ŞEVÊ
Navê nivîskar: Seyfedînê Welekorî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Weşanên Ar

Dibêjin ku “Retorên” (dengbêj) Yewnanî berî ku di nav gel de çîrok û gotinên
HUZNA ŞEVÊ
Çîrok Bi Roj Nayên Gotin
Navê pirtûkê: Çîrok Bi Roj Nayên Gotin
Navê nivîskar: Zîlan Hemo
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Weşanên Şilêr
Sala çapê: 2020
[1]
Çîrok Bi Roj Nayên Gotin
ÇAVÊN DIL
Navê pirtûkê: ÇAVÊN DIL
Navê nivîskar: NARÎN OMER SEYFEDÎN
Cihê çapkirina pirtûkê: Rojavayê Kurdistanê
Navê çapxaneyê: Yekîtiya giştî a nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya ye

Kenê çavan kenê
ÇAVÊN DIL
SERSEBÎL KANIYA CENETÊ
Navê pirtûkê: SERSEBÎL KANIYA CENETÊ
Navê nivîskar: Lokman Polat
Cihê çapkirina pirtûkê: Dijîtal
Navê çapxaneyê: Helwest Forlag
Sala çapê: 2020

SERSEBÎL KANIYA CENETÊ
Ez li esmerek geriyam
M
SERSEBÎL KANIYA CENETÊ
jimare
Babet 438,573
Wêne 90,369
Pirtûk PDF 16,400
Faylên peywendîdar 73,946
Video 560
Mêhvanên amade 25
Îro 10,595

Kurdipedia.org (2008 - 2023) version: 15.04
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.703 çirke!